Skip to content
Home » Quran dikeve şûna Încîlê! Quran çi dibêje?

Quran dikeve şûna Încîlê! Quran çi dibêje?

  • by

Me dît ku hem Quran hem jî Sinet erê dikin ku Încîl (Tewrat, Zebûr û Încîla ku Pirtûka Pîroz pêk tînin) nehatiye guhertin û xerakirin (li vir û vir binêrin). Lê hêj jî pirsa ku Încîl/Pirtûka Pîroz hatiye guhertin, hatiye betalkirin an jî bi Quranê hatiye cihguhertin li cihê xwe dimîne. Îcar Quran bi xwe der barê vê fikrê de çi dibêje?

Me Pirtûk ji te re bi heqî şand ji bo ku ew ji bo pirtûkên beriya xwe rastdêr û li ser wan çavdêr e. Êdî li gorî wehiya ku Xwedê ji bo te şandiye di navbera wan de hikim bike  li şûna heqiya ku ji te re hatiye nede dû hewesên wan. Me ji bo her yekî ji we qanûn û rêbazek daniye. Eger Xwedê bixwesta wê hûn tev yek umetê çêkira. Lê (me hûn kirine umetên cur bi cur) da ku we der heqê rêç û rêbaza ku daye de biceribîne. Nexwe di qenciyê de pêşbirkê bikin. Vegera we hemûyan bi bal Xwedê ve ye. Êdî bi ya ku hûn tê de bi hev ketine, ew dê we agahdar bike.

Sureya Ma’îdeyê 5:48

Beriya vê Pirtûkê jî pirtûka Mûsa rêber û rehmet bû. Ev Pirtûk jî ji bo pirtûkên beriya xwe rastdêrek e, bi zimanê erebî ye, da ku yên ku xerabiyê dikin hişyar bike û mizgîniyê bide yên ku qenciyê dikin. Sureya Ahqafê 46:12

Ev pirtûka ku me şandiye pîroz e, ji yên beriya xwe re rastdêr e. Hem jî da ku tu pê xelkê dayîka bajaran (Mekke) û yên li dorhêlên wê hişyar bikî. Ên ku bi roja Axretê baweriyê tînin, bi vê (Pirtûkê) jî baweriyê tînin û ew li ser kirina îbadeta xwe jî miqate ne. Sureya En’amê 6:92

Ew a me ji bo te ji vê pirtûkê şandiye, (Ya Mihemed), ew heq e, rastderêxa pirtûkên beriya xwe ye. Bêguman Xweda bi evdên xwe teqez Agahdar e û Bîner e.

Sureya Fatirê 35:31

Ev ayet dibêjin ku Quran peyama berê ya Încîlê (Pirtûka Pîroz) qebûl dike (nehatiye guhertin, di ser re nehatiye derbaskirin û bi yeke din re nehatiye cihguhertin). Bi gotineke din, ev ayet nabêjin bawermend bila wehiya berê deynin aliyekî û bi tenê li ser wehiyên nû bixebitin. Dibêjin bawermend bila wehiya berê jî bizanibin û li ser bixebitin.

Ayeta ku ji me re dibêje tu ferq di navbera wehiyên cuda de nîn e jî vê yekê erê dike. Va ye du ayetên bi wî rengî ku bala min kişandine:

Pêxember bi wehiya ku ji cem Xwedayê wî jê re hat bawerî anî. Hemû bawermendan jî bi Xwedê Teala û bi ferîştehên wî û bi pirtûkên wî û bi pêxemberên wî bawerî anîn. Ew dibêjin: “Em cudahiyê naxine navbera tu yekî ji pêxemberên wî. Me fermana te bihîst û em ji te re berdest bûn. Em lêborîna gunehên xwe ji te dixwazin, Xwedayê me, û veger her bi bal te ve ye.”

Sureya Beqereyê 2:285

Bibêjin, [Gelî bawermendan], “Me bi Xwedê û pirtûka ku wî ji me re aşkera kiriye bawerî anî, bi ya ku ji Îbrahîm, Îsmaîl, Îshaq, Yaqûp û neviyên wî re û bi ya ku ji Mûsa û Îsa re û bi ya ku ji pêxemberên din re, ji cem Xwedayê wan hatiye şandin bawerî anî. Em tu cudahiyê naxin navbera yekê ji wan û em tenê radestî ber fermana Xwedê bûne.”

Sureya Beqere 2:136

Ayeta pêşî ji me re dibêje ku tu cudahî di navbera resûlan de nîn e- hemû divê werin guhdarîkirin û ya duyemîn jî dibêje tu cudahî di navbera wehiyên ku ji aliyê pêxemberên cuda ve hatine dayîn nîn e – divê ew hemû werin qebûlkirin. Di tu ayetê de nayê gotin ku divê wehiya berê were piştguhkirin, ji ber ku wehiya nû ketiye şûna wê.

Her wiha ev mînak bi mînaka hîndekariya Îsa Mesîh (AS) re jî lihevkirî ye. Wî bi xwe jî negotiye wehiyên berê yên Tewrat û Zebûrê hatine betalkirin. A rast tiştên berevajî wê digotin. Îcar lê binêrin bê wî çawa rêzdarî, berdewamî û baldariya xwe daye Tewrata Mûsa di hîndariyên xwe yên di Încîlê de.

Nefikirin ku ez hatime Qanûnê û nivîsarên pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim. Bi rastî ez ji we re dibêjim, beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Qanûnê winda nabe, heta ku her tişt bê cih. Lewma kî ku ji van emran ê herî biçûk bişikîne û bi wî awayî mirovan hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re yê herî biçûk bê gotin. Lê kî ku van emran bîne cih û hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re mezin bê gotin. De îcar ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ne di ser a Qanûnzan û Fêrisiyan re be, hûn tu carî nakevin Padîşahiya Ezmanan.

Metta 5:17-20

A rast, ji bo fêmkirina hîndekariyên wî, Îsa digot divê pêşî yek li Tewratê û paşê jî li Zebûrê binêre. Va ye bê wî çawa ew hînî mirîdên xwe dikir:

Îcar wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin.

Lûqa 24:27

Hingê wî ji wan re got: “Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Qanûna Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.”

Lûqa 24:44

Îsa Mesîh (AS) lê nexebitî ku di ser wehiyên berê re derbas bibe. A rast wî ji wan dest pê kir di hîndekarî û rêberiya xwe de. Ji ber vê yekê em jî wî mînak digirin û ji destpêka Tewrat dest pê dikin da ku em bingeha Încîlê fêm bikin. “

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *