Skip to content
Home » Quran û Dîrok: Îsa Mesîh li ser çarmixê mir?

Quran û Dîrok: Îsa Mesîh li ser çarmixê mir?

  • by

Ji bo lêkolîna vê pirsê ya bi berfirehî, em ê li ser windabûna Kevirê Reş ê li Kabeyê (di sala 318’an a Koçî de) bisekinin.

Ew ên înkar dikin ku Îsa Mesîh (AS) li ser çarmixê miriye bi giştî Ayeta Nîsayê 157 dikin referans.

Hem jî bi sedema ku digotin: “Bêguman me pêxemberê Xwedê, Îsayê kurê Meryemê Mesîh kuşt.” Hal ev e ku wan ew nekuştiye, ne jî wan ew li çarmixê daye. Lê belê wekî ku ew Îsa be ji bo wan yek hatiye nîşandan û wan ew kuştiye. Bêguman ew ên ku der heqê wî de ketine îxtîlafê, der barê kuştina wî de jî bi guman in. Ji gumanê pêştir qet zanîna wan bi tiştekî nîn e û bi rastî jî wan Îsa nekuştiye.

Sureya Nîsayê 4:157

Îsa Mesîh hate kuştin?

Bala xwe bidinê, ew nabêje Îsa Mesîh nemiriye. Ew dibêje Cihûyan ‘ew nekuştiye…’ ku tiştekî cuda ye. Încîl dibêje ku Cihûyan Pêxember girtiye û Qeyafayê Serokê Kahînan ew xistiye pirsyariyê, lê

Îcar Îsa ji ba Qeyafa birin qesra walî. Serê sibê zû bû û Cihû neketin qesrê da ku adetên paqijiyê yên dînî xera nekin û bikarin xwarina Cejna Derbasbûnê bixwin.

Yûhenna 18:28

Pîlatos waliyê Romayê bû. Ji ber ku Cihû di bin dagirkeriya Romayê de bûn, erkdarekî wan nebû ku biryara îdamê bide. Pîlatos piştre pêxember da leşkerên xwe yên Romayî.

Axirê wî Îsa teslîmî wan kir da ku li xaçê bixin.

Yûhenna 19:16

Yanî Hikûmeta Romayê û Leşkerên Romayê ew xistin çarmixê – ne Cihûyan. Sedema ku şagirtên pêxember serekên Cihûyan sûcdar dikin ew e ku

‘Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Yaqûb, Xwedayê bav û kalên me’, Xizmetkarê xwe Îsa bi rûmet kir. We ew da dest û li ber Pîlatos înkar kir, bi ser ku wî biryar dabû ku Îsa berde.

Karên Şandiyan 3:13

Cihûyan ew teslîmî destê Romayiyan kir û wan jî ew xaç kir. Piştî ku ew li ser xaçê mir, bedena wî xistin nava gorê.

Li cihê ku Îsa lê hatibû xaçkirin baxçeyek hebû û di nav baxçe de jî goreke nû hebû ku hê tu kes lê nehatibû veşartin. 4Ji ber ku roja Amadekirinê ya Cihûyan bû û gor jî nêzîk bû, Îsa li wê derê dirêj kirin.

Yûhenna 19:41-42

Nîsa 157 dibêje ku Cihûyan Îsa Mesîh xaç nekiriye. Ew rast dibêje. Romayiyan Îsa xaç kir.

Sureya Meryemê û mirina Pêxember

Sureya Meryemê zelal dike bê Îsa Mesîh miriye yan na.

Roja ku ez bûm, roja ku ez bimirim û roja ku piştî mirinê ez bême vejandin, silav her li min be. Rastiya Îsayê kurê Meryemê ev e ku wan der barê wê de guman dikirin.

Sureya Meryemê 19:33:34

Ew bi zelal dibêje ku Îsa Mesîh mirina xwe pêşî dîtiye û li ser peyiviye, çawa ku Încîl qeyd dike.

Teoriya ‘Cihûda li şûna wî hat kuştin’

Lê teoriyeke berbelav heye ku dibêje Cihûda ji aliyê xuyangê ve şibandine Îsa Mesîh. Piştre Cihûyan Cihûda girtiye (ji ber ku dişibiya Îsa), Romayiyan Cihûda li xaçê xistiye (hê jî dişibiya Îsa) û axirê Cihûda hate veşartin (hê jî dişibiya Îsa). Di vê teoriyê de Îsa Mesîh rasterast bilind dibe asîmanan bêyî ku bimire. Digel ku ne Quran ne jî Încîl teswîreke wiha bi berfirehî nade, ev bi awayekî berbelav tê bawerkirin. Nexwe em li vê teoriyê binêrin.

Îsa Mesîh di qeydên dîrokî de

Dîroka sekuler çend referansan dide li ser Îsa Mesîh û mirina wî. Ka em li du heban binêrin. Dîroknasê Romayî Tacîtus behsa Îsa Mesîh dike dema ku ew qeyd dike bê Împaratorê Romayê Nero çawa zilm li şopînerên pêşî yên pêxember kiriye di sala 65’an a PZ. de. Tacîtus ev nivîsiye:

‘Nero… kesên ku bi giştî wekî Xiristiyan dihatin binavkirin û ji ber kirêtiya xwe dihatin nefretkirin bi îşkenceyên gelekî giran ceza kirine. Christus, danerê vî navî hate îdamkirin ji aliyê Pontus Pîlatosê ku wekîlê Cihûdayê bû di dema hikimdariya Tîberius de, lê xurafeyên xeternak ên ku ji bo demekê hatibûn tepeserkirin, dîsa derketin holê, ne bi benê li Cihûdayê ku çavkaniya fîtneyê bû, her wiha di ser bajarê Romayê re jî.

Tacîtus. Annals (Bûyerên Dîrokî) XV. 44

Tacîtus pesend dike ku Îsa Mesîh:

  • 1) kesekî dîrokî bûye;
  • 2) ji aliyê Pontus Pîlatos ve hatiye îdamkirin;
  • 3) şopînerên wî li Cihûdayê (Orşelîmê) dest bi tevgera xwe kiriye piştî mirina pêxember Îsa Mesîh,
  • 4) di sala 65’an a PZ de (di dema Nero de) ew ji Cihûdayê belav bûne Romayê ku Împaratorê Romayê xwe mecbûr hîs kiriye ku wan bisekinîne.

Josephus dîroknasek û serokekî leşkerî yê Cihû bû ku li ser dîroka Cihûyan nivîsiye di sedsala yekemîn de. Wî bi van peyvan li ser jiyana Îsa Mesîh nivîsandiye:

‘Di wê demê de zilamekî zana hebû… Îsa… zilamekî baş û durist bû û gelek mirovên di nav Cihûyan û neteweyên din de bûn şagirtên wî. Pîlatos cezayê çarmixkirinê lê birî û ew kuşt. Ew kesên ku bûbûn şagirtên wî dev ji şagirtiya wî bernedan. Wan ragihand ku Ew hatiye xuyakirin ji wan re sê rojan piştî çarmixkirina xwe û Ew zindî bûye’

Josephus. 90 AD. Antiquities (Berhemên Antîk) xviii. 33

Josephus pesend dike ku:

  • 1) Îsa Mesîh hebûye,
  • 2) Ew hîndekarekî dînî bûye,
  • 3) Waliyê Romayê Pîlatos ew îdam kiriye,
  • 4) Şagirtên wî bi aşkerayî vejîna Îsa Mesîh îlan kirine. 

Ji van qeydên dîrokî diyar dibe ku mirina pêxember baş dihate zanîn, ew bûyer nedihat nîqaşkirin bi saya îlankirina vejîna wî li alema Romayê ya ji aliyê şagirtên wî ve

Paşxaneya Dîrokî – ji Încîlê

Va ye bê pirtûka Karên Şandiyan ya di Încîlê de tiştên ku qewimîne çawa qeyd kirine dema ku şagirtan vejîna Îsa mesîh a li Orşelîmê îlan kiriye li Perestgehê çend heftiyan piştî xaçkirina wî.

Hê ku Petrûs û Yûhenna bi xelkê re dipeyivîn, kahîn, serwerê parêzgerên Perestgehê û Sadûqî bi ser wan de hatin. Ew pir hêrs bûn, ji ber ku şagirtan gel hîn dikir û li ser vejîna miriyan a ku bi Îsa ye dipeyivîn. Wan ew girtin û ji ber ku ji xwe êvar bû, heta dotira rojê ew di girtîgehê de hiştin. Lê gelekên ku peyv bihîstin, bawerî anîn û hejmara wan gihîşt dora pênc hezar kes. Îcar dotira rojê serwer, rihspî û Şerîetzan li Orşelîmê civiyan, Serokkahîn Henan, Qeyafa, Yûhenna, Skender û hemû yên ku ji malbata Serokkahîn dihatin li wir bûn. Çaxê ku yên girtî li holê dan rawestandin, wan pirsî: “We bi kîjan hêzê yan bi çi navî ev kir?” Hingê Petrûs bi Ruhê Pîroz tije, ji wan re got: “Gelî serekên gel û rihspîno! Eger îro em ji bo qenciya ku bi mirovê nexweş bûye, tên pirsyarkirin ka ew çawa sax bûye, bila ev ji aliyê we hemûyan û ji aliyê hemû gelê Îsraîl ve bê zanîn ku ev mirov, bi navê Îsa Mesîhê Nisretî yê ku we xaç kir û yê ku Xwedê ji nav miriyan rakir, sipîsax li ber we radiweste. Ev ew e, ‘Ew kevirê ku ji aliyê we hostayan ve kêm hat dîtin, bû kevirê serê rikin.’ Xilasî bi tu kesî din tune; ji ber ku di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.” Gava ku wan biziraviya Petrûs û Yûhenna dît û fêm kirin ku ew nexwenda û di halê xwe de ne, şaş man. Wan tê derxist ku ev mirov bi Îsa re mane. Lê wan zilamê qencbûyî bi wan re rawestayî dît û nikaribûn tiştekî li dij bibêjin. Îcar li wan emir kirin ku ji civîna giregiran derkevin û dest pê kirin di nav xwe de şêwirîn. Wan got: “Em bi van mirovan çi bikin? Ji ber ku ji hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin re eşkere ye ku bi destê van nîşaneke berbiçav hatiye kirin û em nikarin wê înkar bikin. Lê ji bo ku ev hê bêtir di nav gel de belav nebe, em gefê li wan bixwin da ku ji niha û pê ve bi navê Îsa ji kesî re tiştekî nebêjin.”

Karên Şandiyan 4:1-17

Serokkahîn û hemû yên bi wî re ku ji mezheba Sadûqiyan bûn, bi çavnebariyê tije bûn. Şandî girtin û ew avêtin girtîgeha giştî. Îcar bi şev milyaketekî Xudan deriyên zîndanê li wan vekir, ew derxistin derve û ji wan re got: “Herin, li Perestgehê rawestin û hemû peyvên vê jiyanê ji gel re bêjin.” Çaxê wan ev bihîst, serê sibê zû ketin Perestgehê û dest bi hînkirinê kirin. Gava Serokkahîn û yên bi wî re hatin, wan gazî civîna giregiran, yanî hemû komela rihspiyên gelê Îsraîl kir ku bicivin, şandin girtîgehê pey wan, da ku wan bînin. Lê gava ku parêzkarên Perestgehê çûn wê derê, wan ew di zîndanê de nedîtin. Hingê vegeriyan û gotin: “Me dît ku girtîgeh hişk girtiye û nobedar li ber derî rawestayî ne, lê gava me derî vekir, me kes li hundir nedît.” Îcar gava serwerê parêzkarên Perestgehê û serekên kahînan ev peyv bihîstin, tevlihev bûn, gotin: “Dawiya vê yekê wê çawa bibe?” Hingê yek hat û ji wan re got: “Va ye, ew zilamên ku we xistibûn zîndanê, li Perestgehê radiwestin û xelkê hîn dikin!” Li ser vê yekê serwer bi parêzkarên Perestgehê re çû û ew anîn; lê ne bi zorê, ji ber ku ew ji gel ditirsiyan, digotin: “Wê me bidin ber keviran.” Çaxê wan ew anîn, ew li ber civîna giregiran dan rawestandin. Serokkahîn ji wan pirsî û got: “Me hişk li we emir kir ku hûn bi vî navî hîn nekin, lê va ye, we Orşelîm bi hînkirina xwe tije kir û hûn dixwazin xwîna vî mirovî bixin ser me.” Lê Petrûs û Şandiyên din bersiv dan û gotin: “Divê em ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin. Xwedayê bav û kalên me, ew Îsayê ku we îdam kir û kuşt, rakir. Xwedê ew bilind kir milê xwe yê rastê, kir Serok û Xilaskar da ku ew Îsraîl ji gunehên wan vegerîne û li wan bibihûre. Em şahidên van tiştan in û Ruhê Pîroz ê ku Xwedê daye wan ên ku bi ya wî dikin jî, şahid e.” Gava wan ev bihîst, ew gelekî hêrs bûn û xwestin ku Şandiyan bikujin. Lê yekî Fêrisî ku navê wî Gamalyêl bû, di civîna giregiran de rabû. Ew mamosteyê Qanûnê bû û siyaneta wî di nav hemû gel de hebû. Wî emir kir ku Şandiyan ji bo demeke kurt derxin derve û hingê ji civînê re got: “Gelî Îsraîliyan, ji bo tiştê ku hûn ê bi van mirovan bikin, hay ji xwe hebin. Ji ber ku demekê berî niha, Tewdas serî hilda, wî xwe hesiband ku ew tiştek e, li derdora çar sed kesî beşdarî wî bûn; lê ew hat kuştin û hemû yên ku li pey wî diçûn belav bûn û neman. Piştî wî, Cihûdayê Celîlî di dema hejmartina mirovan de serî hilda û xelk li pey xwe bir. Ew jî helak bû û hemû yên ku li pey wî diçûn belav bûn. Îcar, ez ji we re dibêjim: Dev ji van mirovan berdin û wan bihêlin bi serê xwe. Ji ber ku eger ev niyet û kar ji mirovan be, wê xera bibe, lê eger ji Xwedê ye, hûn nikarin wê xera bikin. Nebe ku hûn bibin yên ku li hemberî Xwedê jî radibin!” Wan guhê xwe da şîreta Gamalyêl, gazî Şandiyan kirin û li wan xistin. Piştre li wan emir kirin ku bi navê Îsa nebêjin û ew berdan. Îcar gava ku ew ji ber civîna giregiran derketin, pê şa bûn ku ew ji ber navê Îsa hêjayî bêrûmetkirinê hatin dîtin.

Karên Şandiyan 5:17-41

Bala xwe bidinê bê Serekkahîn çawa hewleke mezin didin ji bo sekinandina peyama wan. Wekî hikûmetên di roja me de ku ji tevgerên nû ditirsin, wan jî ew girtine, gef li wan xwarine, li wan dane û axirê (hin) kuştine ji bo ku wan bisekinînin. Wan şagirtan peyama xwe li Orşelîmê îlan kiriye – li heman bajarê ku berî çend heftiyan kesekî ku dişibiya Îsa Mesîh bi aşkerayî hatibû îdamkirin û veşartin. Lê kî hatibû îdamkirin? Gelo pêxember bû? Yan na ew kes Cihûda bû ku şibandibûn wî?

Ka em li alternatîfan binêrin û bibînin bê kîjan beraqil e.

Bedena Îsa Mesîh û gor

Têkildarî gorê bi tenê du vebijark hene. Gor yan vala bû yan jî hê kesekî ku dişibiya pêxember di nava wê de bû. Wekî din tu vebijark nîn in.

Ka em ferz bikin ku Cihûda şibandibûn pêxember, ew li şûna wî hatibû çarmixkirin û piştre bedena (ku dişibiya ya pêxember) xistibûn nava gorê. Îcar li bûyerên ku piştre qewimîne bifikirin ku em ji dîrokê dizanin ku qewimîne. Josephus, Tacîtus û Karên Şandiyan ji me re dibêjin ku şagirtan dest pê kir peyamên xwe li Orşelîmê dan û erkdar ketin nav tevgereke xurt a li dijî peyama şagirtan demeke kurt piştî xaçkirinê (ya Cihûda ku dişibiya pêxember – ji ber ku li gorî vê teoriyê em wisa ferz dikin). Lê ev teorî qebûl dike ku Cihûda miriye. Li gorî wê teoriyê beden di nava gorê de dimîne (lê ew hê jî dişibe pêxember). Şagirt, hikûmet, Tacitus, Josephus – her kes- bi xeletî dibêjin qey ew bedena pêxember e, lê di rastiya xwe de ew bedena mirî ya Cihûda ye (ku dişibe pêxember).

Ev yek pirsekê bi me re çêdike. Çima Romayê û Serekên Cihûyan li Orşelîmê tedbîrên wisa hişk girtin da ku ew nehêlin şagirtên wî çîroka vejînê ji gel re bibêjin û nebêjin pêxember ji mirinê rabûye, heke ew beden hê jî di nava gorê de bûya? Heke bedena Cihûda (ya ku dişibiya ya Îsa Mesîh) hê jî di nava gorê de bûya, ew ê qet nebûya karekî zehmet ku erkdaran ew beden nîşanî her kesî bidaya û îdiayên şagirtan (ên ku digotin ew ji mirinê rabûye) pûç bikirina, bêyî ku wan biavêjin zindanan, îşkenceyê li wan bikin û wan şehîd bikin. Lê li ber destê wan bedenek nebû ku ew nîşan bidin – gor vala bû.

Kevirê Reş, Kabe û Mizgeftên Mekke û Medîneyê wekî mînak

Di sala 930’î (318 Hicrî) de Kevirê Reş (Haceru’l Eswed) hate dizîn û ji Kabeya li Mekeyê hate birin ji aliyê komeke Şiî ve ku dijberên hikimdarên Ebasî yên wê demê bûn. Vegerandina wî ya li Kabeyê 23 sal girtin. Kevirê Reş dibe ku winda bibe.

Rewşeke wisa bînin ber çavên xwe ku komek ji girseya mirovan a li Mizgefta Mezin a li Mekkeyê (Mescîdî Heram) re dibêje ku Kevirê Reş êdî ne li koşeya rojhilatê Kabeyê ye. Peyama wan wisa beraqil e ku haciyên li Mizgeftê bawer dikin ku Kevirê Reş winda bûye. Parêzkarên Du Mizgeftên Pîroz (Hadîmu’l-haremeynî’ş-şerîfeyn) li hemberî peyameke bi wî rengî dikarin çi bikin? Heke peyam xelet be û Kevirê Reş hê jî li cihê xwe yê li Kabeyê be, riya herî baş a ku Parêzkar wê peyamê bidin sekinandin ew e ku nîşanî her kesî bidin ku Kevirê Reş hê li Kabeyê ye çawa ku bi sedsalan e li wir e. Hingê ew peyam wê di cih de were pûçkirin. Ji ber ku Kevirê Reş nêzîkî Mizgefta li Mekkeyê ye û nîşandana wî mimkun e. Berevajî wê, heke Parêzkar nikaribin Kevirê Reş nîşan bidin ji bo pûçkirina wê îdiayê, nexwe ew bi rastî winda ye çawa ku di sala 318’an a Koçî de winda bûbû.

Lê belê, heke ew kom li Mizgefta Nebevî ya Medîneyê (Mescîdî Nebevî) be û bibêje ku Kevirê Reş winda bûye li Kabeya li Mekkeyê (450 kîlometreyan dûr), hingê ji bo Parêzkarên Du Mizgeftên Pîroz rewş zehmettir e ku çîroka wan pûç bikin, ji ber ku hingê wê zehmettir be ku Kevirê Reş ê dûrî wan nîşanî mirovên li Medîneyê bidin.

Heke cihê objeyeke dînî nêzîk be, pûçkirin yan jî pesendkirina îdiayên li serê jî hêsantir dibe, ji ber ku ew nêzîk e ji bo dîtinê.

Serekên Cihûyan yên ku li dijî peyama vejînê derdiketin ew bi cesedekî pûç nekirin

Ev prensîb ji bo bedena Cihûda/Îsa jî derbas dibû li Orşelîmê. Gora ku bedena Cihûda (ya ku dişibiya ya Îsa) tê de bû bi tenê çend metreyan dûr bû ji Perestgeha ku şagirtên Îsa Mesîh lê bûn û ji mirovan re digotin ku pêxember ji mirinê rabûye. Ji bo serekên Cihûyan pir hêsan bû ku peyama wan a vejînê pûç bikin hema bi tenê bi nîşandayîna bedena (ku dişibiya ya Îsa) di gorê de. Ew rastiyek bû ku peyama vejînê (ya ku dikarîbû were pûçkirin bi bedeneke di gorê de) li nêzîkî gorê dest pê kir, li cihê ku delîl dikarîbû ji aliyê her kesî ve were dîtin. Ji ber ku serekên Cihûyan peyama wan pûç nekirin bi nîşandayîna bedenekê, lewre bedeneke ku nîşan bidin tune bû.

Li Orşelîmê hezaran ji peyama vejînê bawer kir

Hezaran bawer kir ku vejîna Îsa Mesîh a fizîkî çêbûye li Orşelîmê di wê demê de. Heke hûn yek ji wan kesên di nav wê qerebalixê de bûna ku li Petrûs guhdarî dikirin, we yê meraq bikira bê peyama wî rast e yan na, qet nebe we yê navbereke firavînê nedaya, neçûna gorê û we yê lê nenêriya bê bedenek hê li wir e yan na? Heke bedena Cihûda (ya ku dişibiya ya pêxember Îsa Mesîh) hê di nava gorê de bûya, tu kesî wê baweriya xwe bi peyama şagirtan neaniya. Lê dîrok qeyd dike ku wan bi hezaran şopîner qezenc kirine ku ji Orşelîmê dest pê kiriye. Ew ê mimkun nebûya, heke li Orşelîmê hê jî bedeneke ku dişibiya ya Îsa Mesîh hebûya. Bedena Cihûda wê di gorê de bimaya û bibûya sedema tewşikiyan. Ew ê ji tu kesî re beraqil nehata.

Teoriya bedena Cihûda nikare gora vala îzah bike

Problema di vê teoriyê de ku dibêje Cihûda şibandine Îsa Mesîh û piştre ew li şûna wî hatiye çarmixkirin û veşartin ew e ku dikarî bi goreke tijî were pûçkirin. Lê gora vala tekane sedem e ku şagirtan kariye çend heftiyan bi şûn de di Pentîkosê de tevgerekê bidin destpêkirin li ser bingeha vejîna pêxember û îdamkirina wî ya li heman bajarî.

Bi tenê tu vebijark hebûn, yek ew bû ku bedena Cihûda ya ku dişibiya ya pêxember di gorê de bimaya û ya din jî ew vejîna Îsa Mesîh bû ku goreke vala hiştibû. Ji ber ku heke beden di gorê de bimaya, ew ê bibûya sedema tewşikiyan, nexwe Îsa Mesîh divê bi destê Romayiyan hatibe kuştin û ji gorê rabûbe çawa ku bi zelalî hatiye gotin, ji bo ku diyariya xwe ya jiyanê pêşkêşî me bike.

Lêkolîner Cumming bêtir li ser vê pirsê lêkolînê dike û şîroveyên edebiyata Sunnî yên alim û akademîsyenan di ber çav re derbas dike.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *