Sureya Muddesîr (Sure 74 – Yê Nixumandî) pêxember (AS) di nav hewranê wî de hişk pêçayî teswîr dike ku hişyariyên xwe yên ji bo Roja Qiyametê dide.
Hey ê ku cil li xwe werdaye. Rabe û hişyar bike. Tenê Xwedayê xwe mezin bidêre.
Sureya Muddessirê 74:1-3
Gava ku di sûrê de were pifkirin, ew roj rojeke dijwar e. Ew ji bo nebawermendan ne hêsan e.
Sureya Muddessirê 74:8-10
Sureya Kafîrûn (Sure 109 – Xwedênenas) pêxember (AS) bi awayê ku bi zelalî gaziya riyeke cuda ya ji riya xwedênenasan dike teswîr dike.
Bibêje, “Gelî kafiran! Ew pûtên ku hûn bi wan diperizin, ez bi wan naperizim. Ew Xwedayê ku ez pê diperizim, hûn jî pê naperizin. Ez ê bi pûtên ku hûn bi wan diperizin neperizim. Hûn ê jî bi Xwedayê ku ez pê diperizim neperizin. Dînê we ji we re û dînê min jî ji min re.” (Sureya Kafîrûnê 109:1-6)
Zebûr bi referansa vegera Pêxember Îlyas (AS) yê ku hema yek bi yek di Sureya Muddessir û Sureya Kafîrûnê de tê teswîrkirin bi dawî dibe. Her wiha Zebûr jî li çav li riya hatina pêxemberekî din e ku ew ê wekî Îlyas be û ew ê dilên me amade bike. Em wî wekî Pêxember Yehya (AS) dizanin.
Hatina Pêxember Yehya (AS) tê Pêşbînîkirin
Me di Nîşaneya Xulam de dît ku hatina Xulam hatiye wehdkirin. Lê tevahiya wehda hatina wî li ser pirseke girîng hate hevsengîkirin. Yeşaya 53 bi pirsekê dest pê dike:
Kê ji peyama me bawer kir …?
Yeşaya 53: 1a
Yeşaya (AS) pêşbînî kiribû ku ev Xulam wê bi hêsanî neyê bawerkirin û problem wê ne di peyamê de be yan jî di Nîşaneya Xulam de be, ji ber ku ew ê di dema çerxa Heftan de û bi nav re ahengdar bihata û ew ê di wextê xwe de jî bihate ‘kuştin’. Problem ne ew bû ku têra xwe nîşane jî nebûn. Na, problem ew bû ku dilê mirovan gelekî hişk bûbû. Diviya kesek beriya Xulam bihata û mirov amade bikirina ji bo hatina wî. Ji ber vê yekê pêxember Yeşaya (AS) ew peyama li ser kesê ku wê rê amade bike ji bo Xulam anî. Wî ew peyam di pirtûka xwe ya Zebûrê de nivîsî bi awayê li jêrê.
Dengek gazî dike û dibêje: “Li beriyê riya Xwedê amade bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin. Wê her gelî bilind bibe, wê her gir û çiya nizim bibe. Wê dera xwar rast bibe û derên asê bibin deşt. Hingê wê rûmeta Xweda xuya bibe û hemû mirov bi hev re bibînin. Ji ber ku devê Xudan ev yek got.”
Yeşaya 40:3-5
Yeşaya (AS) li ser kesekî ku wê ‘ji çolterê’ were da ku ‘rê ji bo XWEDÊ amade bike’ nivîsiye. Ev kes wê astengên li ser riya ku diçe ber ‘pîroziya ku Xweda wê nîşan bide’ rake. Lê Yeşaya bi awayekî berfireh negotiye bê ew ê çawa were kirin.
Pêxember Malakî – Pêxemberê dawî yê Zebûrê
Bi qasî 300 salî piştî Yeşaya Malakî (AS) hatiye û pirtûka dawî ya Zebûrê nivîsandiye. Di vê pirtûka dawî de Malakî (AS) agahiyên bêtir li yên Yeşaya yên li ser Amadekarê ku wê were zêde kirine. Wî wiha nivîsandiye:
“Ez ê ji we re peyamnêrê xwe bişînim, ew ê rê li pêşiya min amade bike. Piştre ji nişka ve Xwedayê ku hûn lê digerin wê were perestgeha xwe; peyamnêrê peymanê, yê ku hûn lê digerin, wê were,” dibêje Xwedayê Mezin.
Malakî 3:1
Li vir dîsa peyamnêrê ku wê ‘rê amade bike’ hatiye pêşbînîkirin. Piştî ku ev Amadekar hat, ‘peyamnêrê peymanê’ wê were. Peymana ku Malakî (AS) behsa wê dike çi ye? Bila were bîra we ku pêxember Yeremya (AS) pêşbînî kiribû ku Xweda wê peymaneke nû çêke û ew ê di dilê me de were nivîsandin. Bi tenê hingê em ê bikaribin tîna xwe ya ku me ber bi guneh ve dibe bişikînin. Ev heman peyman e ku Malakî (AS) jê behs dike. Dayîna wê peymanê wê bi hatina Amadekar were nîşandan.
Malakî (AS) piştre Zebûrê bi tevahî xelas dike bi paragrafa dawî ya vê pirtûkê re. Di paragrafa dawî de ew dîsa li dema bê dinêre û wiha dinivîse:
“Binêrin, ez ê pêxember Îlyas ji we re bişînim beriya wê roja mezin û erjeng ya ku Xweda were. Ew ê dilê bavan li zarokên wan vegerîne û dilê zarokan li bavên wan vegerîne; yan na ez ê werim û li wî welatî bidim û wî ji binî ve xera bikim.”
Malakî 4:5-6
Îcar qesta Malakî (AS) ya ku dibêje ‘Îlyas’ wê berî roja mezin a XWEDÊ were çi ye? Îlyas kî bû? Ew pêxemberekî din bû ku me lê nenihêriye (em nikarin li hemû pêxemberên Zebûrê binêrin, ji ber ku wê gelekî dirêj bibûya, lê em wî di tabloya demê ya li jorê de dibînin). Îlyas (AS) li derdora sala 850’î BZ jiyaye. Ew bi jiyîna xwe ya li çolterê û lixwekirina cilûbergên ji purta ajalan û xwarina tiştên çolterî navdar bû. Dibe ku ew ecêb xuya dikir. Malakî (AS) nivîsiye ku bi awayekî Amadekarê ku wê berî Peymana Nû were wê bişibe Îlyas (AS).
Her wiha bi vê gotinê Zebûr bi temamî diqede. Ev peyama dawî ya di Zebûrê de ye û ew li derdora sala 450’yî BZ hatiye nivîsandin. Tewrat û Zebûr bi wehdên tiştên ku wê werin tijî ne. Ka em li hinekan binêrin.
Nêrîna li Wehdên Tewrat û Zebûrê yên ku çav li rê ye ku pêk werin
- Pêxember Îbrahîm (AS) di Nîşaneya Qurbanîdanê de îlan dike ku li ser Çiyayê Moriya wehdek wê ‘were pêkanîn’. Di dema bidawîbûna Zebûrê de Cihû hêj jî li bendê bûn ku ev ‘wehd’ were pêkanîn.
- Pêxember Mûsa (AS) gotibû ku Cejna Derbasbûnê Nîşaneyek e ji bo Îsraîliyan û Îsraîliyan Cejna Derbasbûnê di seranserê dîroka xwe de pîroz kir, lê wan ji bîr kir ku, wek Nîşaneyekê, tiştê ku wê nîşan dida hêj pêk nehatiye.
- Pêxember Mûsa (AS) di Tewratê de pêşbînî kir ku pêxemberek wê were ku Xwedê ji bo wî gotiye, “Ez ê gotinên xwe bixim devê wî”. Xwedê her wiha di wê wehda hatina Pêxember de wiha got, ‘Ez ê bi xwe hesab bipirsim ji wan kesên ku guh nedin gotinên min ên ku pêxember li ser navê min dibêje”.
- Padîşah Dawid (AS) hatina ‘Christ’ yan jî ‘Mesîh’ pêşbînî kir. Di seranserê dîroka xwe ya dirêj de Îsraîliyan meraq kir bê hikimdariya vî ‘Mesîh’î wê çawa xuya bike.
- Pêxember Yeşaya (AS) kehanet kir ku bakîreyek wê ‘kurekî’ bîne dinyayê. Di dema bidawîbûna Zebûrê de Cihû hêj jî li bendê bûn ku ew bûyera balkêş pêk were.
- Pêxember Yeremya (AS) pêşbînî kir ku wê rojekê Peymaneke Nû were ku ew ê di dilê me de were nivîsandin li şûna ser keviran.
- Pêxember Zekeriya (AS) navê ‘Christ’ ‘an jî Mesîh’ê ku wê were pêşbînî kir.
- Pêxember Danîel (AS) pêşbînî kir ku dema Christ (an jî Mesîh) hat ew ê ‘were kuştin’ li şûna ku hikimdariyê bike berevajî texmîna piraniya kesan.
- Pêxember Yeşaya (AS) li ser ‘Xulamekî’ ku wê were û wê êş û elemên mezin bikişîne û wê ‘were qutkirin ji warê zindiyan’ nivîsand.
- Û çawa ku em li vir dibînin pêxember Malakî (AS) pêşbînî dike ku ev hemû tişt wê beriya hatina Amadekar pêk werin. Divê ew dilê mirovan paqij bike, ji ber ku dilê me gelekî bi hêsanî hişk dibe li hemberî tiştên Xwedê.
Îcar piştî bidawîbûna Zebûrê ya di sala 450’yî BZ de gelê Cihû bi bendewariya pêkhatina van wehdên newaze jiyan. Ew li benda wan man û hey man. Nifşek kete şûna nifşekî din û piştre yên din hatin – lê ew wehd pêk nehatin.
Piştî ku Zebûr bi dawî bû çi qewimî?
Çawa ku me di Dîroka Îsraîliyan de dît, Îskenderê Mezin piraniya dinyayê ya ku tê zanîn xiste bin hikmê xwe di sala 330’î ya BZ de û piştî wan serkeftinan mirov û şaristaniyên dinyayê zimanê Yewnanî bi kar anî. Çawa ku Îngilîzî îro bûye zimanekî navneteweyî ji bo tîcaretê, perwerdehî û edebiyatê, di wê demê de jî Yewnanî bi heman awayî serdest bû. Alimên Cihû Tewrat û Zebûr ji Îbranî wergerandin Yewnanî li derdora sala 250’yî BZ. Ji vê wergerê re gotin Septuagint. Çawa ku me li vir dît, peyva ‘Christ’ jî ji wir tê û me li vir dît ku navê ‘Îsa’ jî ji wir tê.
Di maweya vê demê de (300 – 100 BZ ku wekî periyoda şîn hatiye nîşandan di tabloya demê de) reqabeteke leşkerî di navbera Misirê û Sûriyeyê dewam dikir û Îsraîlî jî di navbera van her du împaratoriyan de dijiyan û bi awayekî birêkûpêk tevlî van şeran dibûn. Hin padîşahên Sûriyeyî lê dixebitîn ku dînê Yewnaniyan li Îsraîliyan ferz bikin û baweriya wan a bi Yek Xwedayî ji holê rakin. Hin serekên Cihû pêşengiya serhildanekê kirin ji bo parastina yekxwedatiyê û restorekirina reseniya baweriya ku ji aliyê Pêxember Mûsa (AS) ve hatibû avakirin. Gelo ew serekên dînî pêkhatina wan wehdan bûn ku Cihû li benda wan bûn? Ew zilam, tevî ku şopînerên dilsoz ên baweriyê bûn, çawa ku di Tewrat û Zebûrê de tê gotin, ew li Nîşaneyên Kehanetê nedihatin. A rast wan bi xwe jî îdia nedikir ku ew pêxember in, bi tenê Cihûyên oldar bûn û baweriya xwe li dijî pûtperestiyê diparastin.
Li ser vê periyodê pirtûkên dîrokî yên ku van têkoşînên ji bo parastina reseniya baweriyê teswîr dikin hatin nivîsandin. Ev pirtûk agahiyên dîrokî û dînî didin û gelekî hêja ne. Lê gelê Cihû ew wekî pirtûkên ku ji aliyê pêxemberan ve hatine nivîsandin qebûl nekirin û ew pirtûk neketin nava Zebûrê. Ew pirtûkên baş bûn, ji aliyê zilamên oldar ve hatibûn nivîsandin, lê ew ji aliyê pêxemberan ve nehatibûn nivîsandin. Ev pirtûk wekî Apokrîf tên zanîn.
Lê ji ber ku ew pirtûk bikêrhatî bûn û di wan de dîrokeke tam a gelê Cihû dihat dayîn, wan gelek caran li cem Tewrat û Zebûrê cih digirt. Piştî ku Încîl û peyama Îsa Mesîh (AS) hatin nivîsandin, pirtûkên Tewrat, Zebûr û Încîl di nava yek pirtûkê de hatin bicihkirin – Pirtûka Pîroz an jî Încîl. Hin Încîl îro jî van pirtûkên Apokrîf di nava xwe de dihewînin, digel ku ew ne beşeke Tewrat, Zebûr an jî Încîlê de.
Lê wehdên ku di Tewrat û Zebûrê de hatibûn dayîn wê hêj pêk bihatina. Piştî bandora Yewnanî Împaratoriya hêzdar a Romayê berfireh bû û kete şûna Yewnanan û hikmî Cihûyan kir (ev periyoda bi rengê zer e ku piştî rengê şîn tê de tabloya demê ya li jorê de) Romayiyan bi bandor lê bi tundî hikim kir. Bac bilind bûn û Romayiyan tu dijberî qebûl nedikir. Gelê Cihû bêtir bendewar bûn ji bo pêkhatina wehdên ku di Tewrat û Zebûrê de hatibûn dayîn, lê di vê dema bendewariyê de baweriya wan pir hişk bû û wan gelek qayîdeyên ekstra yên ku ne ji pêxemberan lê ji kevneşopiyan dihatin bi pêş xistin. Ev ‘fermanên’ ekstra dişibiyan fikrên baş dema ku ew pêşî hatin pêşniyarkirin, lê piştre ew bi lez ketin şûna fermanên orjînal ên Tewrat û Zebûrê di nava dil û hişê alimên Cihû de.
Û axirê dema ku wer dixuya ku ew wehd ji aliyê Xwedê ve hatibûn jibîrkirin, ferîşteyê mezin Cebraîl hat ku jidayîkbûna Amadekarê ku ji mêj ve çav li riya wî bû îlan bike. Em niha wî wekî Pêxember Yehya (yan jî Yûhennayê Meshker dizanin. Lê ew destpêka Încîlê bû ku em ê di gotara xwe ya din de lê binêrin.