Sureya Şûrayê (Sure 42 – Şêwr) ji me re dibêje:
Ha ev kerem û qencî ye ku Xwedê mizgîniya wê dide bendeyên xwe, ew ên ku bawerî anî û karên qenc kirine. (Ya Pêxember! Ji wan re) Bibêje: Ez li ser vê (peyamê) ji bilî parastina (hiqûqa) eqrebatiyê tu heqzimanekî ji we naxwazim. Kesê ku qenciyekê bike, em ê padaşa wî zêde bikin. Bêguman Xweda gunehveşêr û şikirwergir e.
Sureya Şêwrê 42:23
Xweda bersiva wan ên ku bawerî anî û karên qenc kirine dide û ji qenciya xwe zêdeyî ya ku kirin jî dide wan. Herçî kafir in, ji wan re jî ezabekî dijwar heye.
Sureya Şêwrê 42:26
Bi heman awayî Sureya Qesesê (Sure 29 – Çîrok) dibêje
Vêca çi kesê tobe bike, bawerî bîne û karê qenc bike (li vê dinyayê), hêvî heye ku ew bibe ji yên ku serfiraz bûne.
Sureya Qesesê 28:67
Lê heke me ‘karên qenc nekiribin’, ‘kirinên rast’ nekiribin û me têra xwe xizmeta baş nekiribe? Qanûna Mûsa îtaeta tam ferz dike û dibêje ‘cezayê pir giran’ heye ji bo yên ku têra xwe xizmeta baş nekirine, çawa ku di van ayetên Sureya Şûrayê û Sureya Qesesê de jî tê gotin. Mizgîniya Pêxember Îsa Mesîh (AS) hebû ji bo wan kesên ku nekarîne kirinên rast ên ku di van ayetan de tên teswîrkirin bikin. Gelo hûn yek ji wan kesan in ku bi awayekî bêqisûr karên qenc kirine? Nexwe vê çîroka Îsa Mesîh a bi zilamekî ku karên tu qenc nekirine re û xayîn jî bûye bixwînin.
Pêxember Îsa Mesîh (AS) Lazar ji mirinê rakiribû û li jiyanê vegerandibû – ji bo aşkerakirina armanca peywira xwe – mirin bi xwe têk biribû. Îcar wî berê xwe dabû Orşelîmê da ku peywira xwe biqedîne. Li ser riya xwe di Erîhayê re derbas bû (ku îro li Şerîaya Rojava ya Filîstînê ye). Ji ber gelek mûcîzeyên wî û hîndariyên wî girseyeke mezin hatibû ji bo dîtina wî. Di nav wê qerebalixê de zilamekî dewlemend lê nedihat hezkirin ê bi navê Zexayos hebû. Ew dewlemend bû, ji ber ku ew bacgirekî Romayê bû ku Cihûda bi hêza leşkerî dagir kiribû. Wî ji baca ku Romayê dixwest zêdetir ji mirovan digirt û ya zêde ji xwe re dibir. Rihê Cihûyan ji wî diçû, ji ber ku ew bi xwe jî Cihû bû û ji bo Romayiyên dagirker dixebitî bi wî awayî û hîle li gelê xwe dikir. Ji aliyê gelê wî ve ew wek xayînekî dihate dîtin.
Îcar Zexayos, ji ber ku kurt bû, nedikarî Pêxember Îsa Mesîh (AS) bibîne di nav qerebalixê de, lê tu kesî jî nedixwest alîkariya wî bike. Încîl dinivîse bê wî çawa Pêxember dîtiye û pêxember jê re çi gotiye.
Îsa ket Erîhayê û di bajêr re derbas dibû. Zilamek li wir hebû ku navê wî Zexayos bû. Ew serekê bacgiran bû û dewlemend bû. Wî dixwest ku Îsa bibîne, ka ew kî ye, lê ji ber qerebalixê nikarîbû, ji ber ku bejna wî kin bû. Îcar ew di pêşiya wan de bezî, çû ser dareke hêjîra bejik da ku Îsa bibîne, ji ber ku ew ê di wê riyê re derbas bibûya û çaxê Îsa hat wî cihî, li jor nêrî û jê re got: “Wa Zexayos, bilezîne, were xwarê, ji ber ku divê îro ez li mala te bibim mêvan.” Wî lezand, hat xwarê û bi şahî Îsa anî mala xwe. Hemûyên ku ev yek dîtin, kirin pitepit û gotin: “Ew li ba mirovekî gunehkar bû mêvan.” Lê Zexayos li pêş hemûyan rawesta û ji Xudan re got: “Ya Xudan, va ye, ez nîvê malê xwe didim belengazan û eger min ji kesekî bi neheqî tiştek standibe, ez ê çar qat lê vegerînim.” Îsa jê re got: “Îro xilasî gihîştiye vê malê, ji ber ku ev jî kurekî Birahîm e. Ji bo vê yekê Kurê Mirov hatiye ku li yê windabûyî bigere û wî xilas bike.
Lûqa 19:1-10
Kêfa mirovan ji tiştê ku pêxember kiribû – teklîfa wî ya ku li mala Zexayos bibe mevan- re nehat. Zexayos yekî xerab bû û her kesî ev yek dizanî. Lê Zexayos pê hesiyabû ku ew yekî gunehkar e. Piraniya me gunehên xwe vedişêrin û em wekî ku gunehên me nîn in tevdigerin. Lê Zexayos wisa nekir. Wî qebûl kir ku tiştê wî kiriye xelet bû. Dema ku wî gava yekemîn avêt ji bo dîtina Pêxember, berteka Îsa Mesîh wisa germ bû ku wê her kes şaşwazî kir.
Îsa Mesîh (AS) xwest Zexayos bide tobekirin, wî ji guneh vegerîne û berê wî vegerîne ser ‘Mesîh’. Dema ku Zexayos ev yek kir, wî dît ku Pêxember (AS) ew efû kiriye – ew bûye yê ‘xelaskirî’ ji ‘windabûyînê’.
Îcar em di çi rewşê de ne? Dibe ku me bi xwe jî tiştên şermîkar kiribin wekî Zexayos. Lê ji ber ku em ew qasî ne xerab in, yanî em wisa difikirin, wekî Adem, em dikarin gunehê xwe veşêrin û wekî ku ew gunehên ‘biçûk’ û ‘xeta’ ne tevdigerin. Em hêvî dikin ku têra xwe tiştên baş bikin da ku xerabiyên xwe telafî bikin. Jixwe kesên ku hatibûn dîtina pêxember jî wisa difikirîn. Ji ber vê yekê, Îsa nexwest li mala wan bibe mêvan û yekî ji wan ‘xelas bike’ ji xeynî Zexayos. A herî baş ji bo me ew e ku em gunehên xwe qebûl bikin li pêşberî Xwedê û wan veneşêrin. Hingê em ê xwe bigihînin dilovaniya Îsa Mesîh û hingê em ê bibînin ku efûkirin û bexşandin wê ji me re were dayîn ji hêviya me zêdetir.
Lê Zexayos çawa karî kirinên xwe yên xerab bide paqijkirin da ku ew bikaribe were bexşandin ji wê kêliyê û pê de – bêyî ku li benda Roja Darizandinê bimîne? Em ê Îsa Mesîh (AS) bişopînin dema ku diçe Orşelîmê ji bo ku peywira xwe bibe serî.