Skip to content
Home » Padîşahiya ku Wê Were

Padîşahiya ku Wê Were

  • by

Di sureya dawî ya Quranê, Sureya Nas de (Sure 114 – Mirov) tê gotin ku

Bibêje (Ya Pêxember), ‘Ez bi Xwedayê mirovan xwe diparêzim, Serwerê mirovan,

Sureya Nas 114:1-2

Xweda Hikimdar an jî Padîşahê Mirovan e. Heke Ew padîşahek be, nexwe divê Padîşahiyek jî hebe. Padîşahiya Xwedê dişibe çi? Sureya Kewser (Sure 108 – Bereket) bersivekê dide.

Bi rastî me kewser (bereket) daye te (Ya Pêxember).

Sureya Kewser 108:1

Ji ber ku Padîşahî Bereketê dide, Padîşahiya Wî divê di nav bereketê de be. Lê ew çi cure bereket e? Ew ji pêxemberên Zebûrê re hatiye aşkerekirin.

Pêxember Yeşaya (AS) kehaneta hatina Kurê Bakîreyê kiribû ku pêkhatibû bi jidayîkbûna Îsa Mesîh (AS) re piştî bi hezaran salan. Lê belê kehanetên din jî hebûn di Zebûrê de ku pêşbîniya hatina demeke di nav aştî û pîroziyê de dikirin.

Di Dîroka Îsraîliyan de, pêxember û Padîşah Dawid (AS) di xeta padîşahan de yê pêşî bû ku ji aliyê Xwedê ve hatibû danîn ji bo rêvebirina Orşelîmê. Her wiha, piştî Padîşahên Dawid û Silêman (AS) piraniya Padîşahan xerab bûn. Lewma jiyîna li padîşahiya wan wekî jiyîna di bin hikmê gelek dîktatorên niha de bû; şer û pevçûn hebû di navbera mirovan de û di navbera neteweyan de –wekî ya îro; tahde û kedxwariya dewlemendan li ser xizanan hebû – wekî ya îro; mirin û sefalet hebû li çar alî – wekî ya îro. Lê belê pêxemberên Zebûrê digotin rojekê – di siberojê de – hikimdariyeke nû wê were damezirandin. Ew ê Padîşahiyeke adil be, wê dilovan be, wê hezkirin û aştî lê hebe. Pêxember Yeşaya (AS) kehaneta jiyana di wê hikimdariyê de kir.

Wê Xweda dadbariyê bike di nav miletan de, wê meseleyên pir gelan çareser bike. Wê şûrên xwe bikin gîsin û rimên xwe bikin kêra rezvaniyê. Wê milet li dijî hev şûr ranekin, êdî hînî şer nebin.

Yeşaya 2:4

Wê şer nebe! Helbet ev yek ji bo dinyaya me ya îro ne rast e. Lê ji aştiya di navbera mirovan de wêdetir, kehaneta pêşbîniya guherîneke ekolojiya xwezayî jî dikir.

Wê gur û mî bi hev re bijîn, piling jî bi berxikê re razê. Wê golik, şêrê ciwan û gayê dermalekirî bi hev re bin, zarokekî biçûk jî şivantiya wan bike. Wê hirç tevî çêlekê biçêre, têjikên wan jî bi hev re razên, wê şêr wekî gê ka bixwe. Wê zarokê berşîr li ser qula marê reş bileyize, zarokê ji şîr vekirî, destê xwe bixe qula marê kor. Wê tu kes li ser tevahiya çiyayê min ê pîroz, xesarê nede û wêran neke. Çimkî çawa av deryayan tije dike, dinya jî wê bi zanîna Xwedê tije bibe.

Yeşaya 11:6-9

Ev yek helbet pêk nehatiye (hêj). Lê belê kehanet behsa dirêjahiya emrê kesan û ewlehiya wan a şexsî dikin.

“Wê êdî li wê derê zarokekî ku bi tenê çend rojan dijî nebe, wê pîrekî ku rojên xwe tije nekiriye tune be. Erê, kesê sed salî bimire, wê xort bê hesibandin, kesê ku sed salan nejî, wê naletî bê hesibandin. Wê malan çêkin û lê rûnin, wê rezan deynin û fêkiyê wan bixwin. Wê kesên din li malên ku wan çêkirine rûnenin, wê kesên din ji rezên ku wan daniye nexwin. Çimkî wê rojên gelê min wekî rojên darê bin, kesên min hilbijartin, wê bi tevahî kêfa karên destê xwe bikin. Wê beredayî keda xwe nedin û ji bo felaketê zarokan neynin. Çimkî hem ew hem zarokên wan wê bibin ziriyeta ku Xweda bereket kiriye. Beriya ew gazî min bikin, ez ê bersiva wan bidim, gava ew hê diaxivin, ez ê bibihîzim. Wê mî û gur bi hev re biçêrin. Wê şêr wekî dewêr kayê bixwe û xwarina mar ax be. Wê li çiyayê min ê pîroz kesek xera û helak neke.” Xweda dibêje.

Yeşaya 65:20-25

Ewlehî, aştî, bersiva lezgîn a ji bo diayan… Yek ji van kehanetan pêk nehatiye – hêj. Lê belê ew hatin Gotin û Nivîsandin. Gelek kes difikirin ku hin xeletî di van kehatên hêvîbexş de belkî hebin – lê belê pêkhatina yek bi yek a Nîşaneya Kurê Bakîreyê dike ku em van kehanetan cidî bigirin – û li bendê bin ji bo pêkhatina wan.

Padîşahiya Xwedê

Heke em lê bifikirin, em ê bikaribin fêm bikin bê çima hêj pêk nehatiye. Ev kehanet di konteksta Padîşahiya Xwedê de hatin îlankirin – hikmê Xwedê di jiyan û têkiliyên mirovan de. Kehaneteke din a li ser Padîşahiya Xwedê ya ku wê were bixwînin.

 Hemû karên te, ji te re spasdar in, ya Xweda, hemû dilsozên te, didin pesnê te. Li ser berziya padîşahiya te tê peyivîn, hêzdariya te tê axaftin. Da ku her kes bi karên te yên hêzdar, haşmet û berziya padîşahiya te bizanibe. Padîşahiya te padîşahiya her û her e, her dem diajo serweriya te. Xweda, di hemû sozên xwe de dilsoz e, di her karên xwe de dilovan e. Xweda ji her kesê ketî re dibe destek, hemûyên xwarbûyî rast dike.

Mezmûr 145:10-14

Ew peyamek bû ji aliyê Padîşah û Dawid pêxember (AS) ve li derdora 1000 salî BZ (binêrin li lînka li vir dema ku Dawid & pêxemberên Zebûrê jiyane). Ev kehanet pêşbîniya Rojekê dike dema ku Padîşahiya Xwedê wê hikim bike. Di vê Padîşahiyê de wê xweşî û başî hebe û ew ê ne demdemî be mîna hikimdariya mirovan – ew ê herheyî be. Ew pêk nehatiye hêj û ji ber vê yekê me hêj nedîtiye ku kehanetên din ên aştiyê pêk hatine – ji ber ku ev aştî wê bi Padîşahiya Xwedê re were.

Pêxemberekî din ê di Zebûrê de, Danîel (AS) ê ku li derdora 550 salî BZ li Babîlê, wek parçeyekî sirguniya Îsraîliyan jiyaye, bêtir rave kir bê ev Padîşahî wê çawa were avakirin.

Dema ku Danîel Pêxember (AS) jiyaye bi miqayesekirina bi pêxemberên din ên Zebûrê re

Danîel (AS) di seranserê dîrokê de ji bo ku geşedanên siberojê yên padîşahiyan kehanet bike xewnên ku Xwedê nîşanî padîşahê Babîlê didan şîrove kirin. Danîel xewneke wî padîşahî wiha şîrove kiriye:

“Xewna ku te dît ev e. Ez ê niha xewna te şîrove bikim. Padîşahê min, tu padîşahê padîşahan î. Xwedayê Ezmanan hêz, xurtî, rûmet û serwerî dane te. Wî mirov, heywanên çolê, çivîkên ezmên kirin destê te. Wî tu li ser hemûyan kirî serwer. Ew serê zêrîn tu yî. Wê piştî te, padîşahiyeke ji ya te kêmtir rabe û li tevahiya dinyayê serweriyê bike. Paşê wê padîşahiya sisêyan rabe ku ew jî ya tûnc e. Wê padîşahiya çaran wek hesin hêzdar be. Ji ber ku hesin her tiştî perçe dike û dişikîne. Wê wek hesin hemûyan bişikîne û perçe bike. Ji ber ku pî û tilî ji gil û hesin in, wê ew padîşahî perçe bibe. Lê wê hêza hesin jî pê re hebe, çimkî te dît ku hesin û gil tevlihev e. Ji ber ku ling û tiliyên wî ji hesin û gilê ne, wê beşekî padîşahiyê hêzdar be, yê din jî qels be. Madem te dît gil û hesin tevlihev e, naxwe wê gel jî tevlihev bin. Çawa ku hesin û gil li hev nakeve, wê ew jî li ba hev nemînin. Di rojên wan padîşahan de, wê Xwedayê Ezmanan padîşahiyeke wiha ava bike ku tu caran hilneweşe û qet nekeve destê gelên din. Wê ev padîşahî, hemû padîşahiyan perçe bike, biqedîne û wê her dem li ser piyan bimîne. Te bi xwe dît. Bêyî destlêketinê kevirek ji çiyê ket û hesin, tûnc, gil, zêr û zîv perçe kirin. Li ser vê yekê Xwedayê Mezin jî, ji padîşah re eşkere ku wê ji niha û pê ve çi biqewime. Lewma ev xewn jî, şîrova wê jî rast e.”

Danîel 2:36-45

Ev padîşahî bi biçûkî dest pê dike (‘wek kevirekî ji çiyayekî qutkirî’) lê ew ê axirê heta hetayê hikim bike, wekî kehaneta ji Dawid (AS) a li jorê. Îcar çima Xweda Padîşahiya xwe wisa hêdî ava dike? Çima wisa dirêj dike? Çima heta niha pêk nehatiye? Ku hûn lê bifikirin, hûn ê bibînin ku hemû padîşahî ji van pêkhateyên çêdibin:

  • Padîşahek an hikimdarek
  • Hemwelatî
  • Makeqanûn an Qanûn
  • Xweza

Wekî mînak, Kanadaya ku ez lê dijîm Padîşahiyek e. Hikimdarekî Kanadayê heye – îro Serokwezîrê me yê hilbijartî Justin Trudeau ye. Hemwelatiyên Kanadayê hene – yek ji wan ez im. Makeqanûn an jî qanûna Kanadayê heye ku maf û berpirsariyên hemû hemwelatiyên wê diyar dike. Xwezayeke Kanadayê heye, di vê rewşê de ew li ser beşeke diyar a dinyayê ye ku mezinahiyeke fizîkî ya diyar, avhewa, çavkaniyên xwezayî û hwd. didiyê. Hemû welat û Padîşahî, yên berê û niha xwedî van pêkhateyan in.

Em ji bo Padîşahiya Xwedê hatine vexwendin

Ev ji bo Padîşahiya Xwedê jî derbasdar e. Jixwe me ji kehanetên li jor dît ku ev Padîşahî wê xwedî Xwezayeke taybet (xweşî û herheyî) û Makeqanûnekê (aştî, edalet û ahenga di xwezayê de û hwd.) be. Du pêkhateyên din jî hene ku Padîşahiya Xwedê pêkan dikin: Padîşahê wê û hemwelatiyên wê. Em di gotara din de li Padîşah dinêrin. Di vê navberê de belkî hûn bixwazin ji xwe bipirsin bê hûn dixwazin bibin hemwelatiyekî vê Padîşahiya Xwedê. Va ye bi vî awayî Yeşaya Pêxember (AS), bi riya peyama xwe, hemû mirovên ku dixwazin bibin hemwelatî vedixwîne vê Padîşahiyê.

“Ya her kesên ku tî bûne, werin avê! Ya kesên bêpere, werin, bikirin û bixwin! Werin, bê pere û bê bergîdan şîr û şerabê bikirin! Hûn çima pereyê xwe ji bo tiştê ku ne nan e didin? Hûn çima keda xwe ji bo tiştê ku têr nake dirêjin? Baş min bibihîzin û tiştên baş bixwin, bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne. Guh bidin min û werin ba min. Guh bidin min da ku hûn bijî! Ez ê peymaneke herheyî bi we re çêkim, ji bo xatirê dilovaniya min a dilsoz a ji Dawid re.Hê ku fersenda dîtina wî heye, li Xwedê bigerin, hê ku nêzîk e gazî wî bikin.

Yeşaya 55:1-3,6

Xweda hemû kesên ku ‘tî’ ne vedixwîne vê Padîşahiya xwe da ku werinê û hezkirina ku daye padîşahê antîk, Dawid (AS) wê bigihîje wan hemû kesên ku ji bo wê hatine. Heke vexwendnameyeke we ya ji bo çûyîna tiştekî hebe, nexwe we hêj ew negirtiye. Lê hemin ku Xweda me vedixwîne, nexwe Ew dixwaze em bibin hemwelatiyên li Padîşahiya wî û li vê hikimdariya aştiyê bijîn. Îcar di vê xalê de gelek pirsên me yên ‘çawa’ û ‘kengî’ yên li ser hatina vê Padîşahiyê çêdibin û em ê li gotarên din ên li ser Zebûrê binêrin. Lê pirsek heye ku bi tenê hûn dikarin bibersivînin: ‘Ez dixwazim li vê Padîşahiyê bim?’

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *