Skip to content

Mixabin ez ê mizginiyekê nedim we. A rast ez ê xebereke qet nebaş bidim, ji ber ku wateya wê ew e ku hûn (û ez jî xwediyê heman problemê me) di rastiyê de najîn. Rastî girîng e, ji ber ku bingeha Padîşahiya Xwedê ya Esmanan wê li ser rastiyê ava bibe. Em ê bi tevgerên xwe yên rastiyê (nekirina derew, cînayet, pûtperestî hwd) û bi perestina xwe ya birêkûpêk a bi Xwedê herin Bihuştê. Ji ber vê yekê Rastî pêwîst e ji bo têketina Padîşahiya Pîroz çawa ku Dawid di Zebûrê de nîşan dide. Bi tenê mirovên ku bi vî awayî hatine teswîrkirin wê herin Şahinşahiya Pîroz û ji ber vê yekê ew ê bibe Bihuşt.

Ya Xweda, kî wê bibe mêvan li konê Te? Kî wê rûne li çiyayê Te yê pîroz? Ên ku bêkêmasî dijîn, a rast dikin û ji dil a rast dibêjin. Ên ku bi zimanên xwe nakin buxtan, xerabiyê nakin bi dostan, riswa nakin cîranan. Ên ku zilamên rezîl kêm dibînin, lê ji yên ku ji Xwedê ditirsin re rêz digirin. Bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê. Pereyê xwe nade faîzê, li hember ê bêsûc bertîlê nastîne. Ê ku van dike wê tu carî neleqe.

Zebûr 15:1- 5

Fêmkirina Guneh

Lê ji ber ku em her tim wiha nakin, ji ber ku em her tim bi ya Fermanan nakin, em dikevin guneh. Îcar guneh çi ye? Ayeteke ji pirtûka piştî Tewratê ya di Peymana Kevin de wêneyekî dide ber me da ku em vê mijarê baştir fêm bikin. Ayet dibêje:

Heftsed mêrên destçep ên hilbijartî jî di nav van de bûn. Hemû nîşangirên wisa baş bûn ku dikarîn bi çimçîrê li mûyekî bidin.

Hakim 20:16

Ev ayet leşkerên di bikaranîna çimçîrê de pispor û hedefnegirtina wan a nemimkun teswîr dike. Tewrat û Peymana kevin ji aliyê pêxemberan ve bi Îbranî hatiye nivîsandin. Berginda peyva ‘hedefnegirtin’ê ya di Îbranî de יַחֲטִֽא׃ ye. (bi awayê Khaw-taw tê bilêvkirin). Heman peyva Îbranî di Tewratê de wekî guneh jî hatiye wergerandin. Wekî mînak, ev peyva Îbranî ya ‘guneh’ tê bikaranîn dema ku Yûsif wekî koleyekî li Misirê tê firotin, bi jina xwediyê xwe re zînayê nake, digel ku ew jê lava dike (di Sureya Yûsif 12:22-29 a Quranê de jî tê gotin). Ew jê re dibêje:

Di vê malê de kes ji min mezintir tune. Ji bilî te, malxweyê min tu tiştek ji min texsîr nake. Ji ber ku tu jina wî yî. Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim?

Destpêk 39:9

Demeke kurt piştî dayîna Deh Fermanan Tewrat dibêje:

Mûsa ji wan re got: “Netirsin, çimkî Xweda ji bo ku we biceribîne hat da ku tirsa wî di dilê we de hebe û hûn gunehan nekin.”

Derketin 20:20

Di van herduyan deveran jî heman peyva Îbranî יַחֲטִֽא׃ bi awayê ‘guneh’ hatiye wergerandin. Ew heman peyva ‘hedefnegirtin’ê ye ku di mijara nîşangiriya leşkeran de hatibû bikaranîn, lê di van ayetan de ji bo nêzîktêdayîna mirovan a ji hev re hatiye gotin. Xwedê wêneyekî newaze daye me da ku em pê wateya ‘guneh’ fêm bikin. Leşker kevirekî dixin mencenîqê û pê wî diavêjin hedefê. Heke ew li hedefê nekeve, ew têk diçin. Bi heman awayî Xweda dixwaze em li hedefê bixin bi perestinê û bi qenciya li hember kesên din. ‘Guneh’ hedefnegirtina wê armancê ye ku Xwedê daye ber me. Di vê rewşê de dema ku em bi ya hemû fermanan nakin, em armanca ku Xwedê daye ber me hedef nagirin.

Mirin – Encama guneh di Tewratê de

Îcar encama vê çi bû? Me di Nîşaneya Adem de nîşaneya yekemîn a vê yekê dît. Dema ku Adem bêîtaetî kir (bi tenê carekê!) Xwedê ew kir fanî. Bi gotineke din ew ê bimira. Wê di Nîşaneya Nûh de jî berdewam kiribû. Xwedê hemû mirov bi mirina di tofanekê de darizandin. Û ew di Nîşaneya Lût de jî domiyabû, dema ku dîsa darizandin mirin bû. Kurê Îbrahîm diviya bi qurbanîkirinê bimira. Dehemîn karesata Derbasbûnê mirin bû ji bo kurikên nûzayî. Ev trend dîsa pêk hat, dema ku Xweda bi Mûsa (AS) re peyivî. Em dibînin ku berî wê Xwedê bi xwe Deh Ferman li ser Tabletan nivîsandine û Wî fermanên li jêr dane:

Xweda ji Mûsa re got: “Tu here ba gel, bila îro û sibê xwe pak bikin. Bila kincên xwe bişon. Bila ew ji bo roja sisiyan amade bin. Ji ber ku ez ê wê rojê li ber çavê hemûyan dakevim Çiyayê Sînayê. Sînorekî li dora çiyê bikişîne û ji gel re bêje: ‘Nabe kes derkeve çiyê û xwe nêzîkî qûntara wî bike. Her kî xwe nêzîkî çiyê bike, divê bê kuştin’”. 

Derketin 19:10-12

Ev mînak di seranserê Tewratê de didomin. Piştre Îsraîliyan îtaetî Xwedê nekirin (wan guneh kir) û ew nêzîkî cihê Wî bûn. Li vir bala xwe bidin tirsa wan dema ku haya wan ji encaman çêbû.

Îsraîliyan ji Mûsa re got: “Em ê helak bibin! Em ê bimirin! Em hemû em ê tune bibin! Kî nêzîkî cihê Xwedê bibe, dimire. Em tev em ê tune bibin?”

Jimarî 17:12-13

Harûn (AS), birayê Mûsa (AS), bi xwe jî xwediyê du kuran bû û kurên wî miribûn, ji ber ku ew bi guneh nêzîkî Cihê Herî Pîroz ê Xwedê bûbûn.

Piştî mirina her du kurên Harûn ên ku nêzîkî Xwedê bûbûn û miribûn, Xwedê ji Mûsa re got: “Ji kekê xwe Harûn re bibêje bila serê carê neçe Cihê Herî Pîroz. Heke serê carê biçe pişt perdeyê û nêzîkî Derxûnê Bexişandinê yê ku li ser Sindoqa Peymanê ye bibe, wê bimire. Çimkî ez li ser derxûn, di nav ewran de xuya dibim.

Lewî 16:1-2

Îcar Harûn (AS) re hatibû peywirdarkirin ku bi riyeke birêkûpêk nêzîkî wî cihî bibe. Û Xwedê peywira kahîntiyê dabû wî:

Lê peywira li gorîgehê û pişt perdeyê tu û kurê xwe hûn ê bigirin ser xwe. Ez peywira kahîntiyê diyarî we dikim. Ji xeynî we kî nêzîkî cihê pîroz bibe, ew ê were kuştin.

Jimarî) 18:7

Piştre çend keçên ku birayên wan nebûn hatibûn ba Mûsa (AS) ji bo mîratgiriya erd. Çima bavê wan miribû?

“Bavê me li çolê mir. Ew bi Korah û alîgirên wî re li dijî Xwedê ranebû. Ew ji ber gunehê ku wî kiribû mir. Kurên wî çênebûn.

Jimarî 27:3

Îcar mînakeke gerdûnî hatibû danîn ku di dawiya Tewratê de bi kurtasî wiha tê gotin:

…her kes wê ji ber gunehê xwe bimire.

Tesniye 24:16

Xwedê hînî Îsraîliyan (û me) kiribû ku encama guneh mirin e.

Dilovaniya Xwedê

Îcar dilovaniya Xwedê çi ye? Ew bi awayekî zelal li derekê heye? Em dikarin ji wê hîn bibin? Erê! Û Erê! Ji bo me kesên ku guneh kirine û rastiya wan kêm e girîng e ku bala xwe bidin ser vê Dilovaniyê. Ew di gelek Nîşaneyên ku me dabûn de jî hebû. Îcar ew ê bêtir bi awayekî zelal xuya bike di Nîşaneya Harûn – Çelêkek û Du Bizin de.