Skip to content

Nîşaneya Peymana Nû

  • by

Me di gotara xwe ya pêş de, ji Pêxember Yeremya (AS) dît ku guneh, di nav tiştên din de, nîşaneya tîbûna me ye. Digel ku em dizanin tiştên gunehkar xelet in û me ber bi şermê ve bibin, tîbûna me dîsa jî me ber bi guneh ve dibe. Pêxember Yeremya (AS) di dawiya serdema Padîşahên Îsraîlî de jiya – demeke kurt beriya darizandina Xwedê – di dema ku guneh zêde bûbûn de.

Di dema Pêxember Yeremya de (600 BZ – AS) hema hema hezar salî piştî dayîna Qanûna ji aliyê Pêxember Mûsa ve, jiyana Îsraîliyan xera bûbû. Wan guh nedabû Qanûnê û ji ber vê yekê ew ê bihatina darizandin wekî netewe. Dîn hem ji bo Xwedê hem ji bo mirovên tî bûbû hêvîşikestinek. Lê pêxember Yeremya (AS) yê ku peyamnêrê darizandinê bû, pê re peyameke der barê tiştekî din de jî hebû… ya ji bo di rojeke pêş de… ew çi bû?

Xweda dibêje: “Ew rojên ku ez ê bi gelê Îsraîlê re û bi gelê Cihûda re peymaneke nû çêkim tên.” Xwedê got: “Ew ê neşibe peymana ku min bi bav û kalên wan re çêkir dema ku min bi destê wan girt û ew ji Misirê derxistin, ji ber ku wan qanûna min binpê kir, digel ku ez mêrê wan bûm.” Xweda dibêje: “Ez ê vê peymanê bi gelê Îsraîlê re çêkim vê carê.” Xwedê got: “Ez ê qanûna xwe bixim nava hişê wan û ez ê wê li ser dilê wan binivîsim. Ez ê bibim Xwedayê wan û ew ê bibin gelê min. Ji niha û pê de ew ê hînî cîranên xwe nekin yan jî ew ê ji kesekî din re dibêjin, ‘Xweda nas bikin,’ ji ber ku ew hemû wê min bizanibin ji biçûkan heta mezinan.” Xweda dibêje: “Ji ber ku ez ê sûcên wan efû bikim û ez ê êdî gunehên wan ji bîr bikim.”

Yeremya 31:31-34

Peymana Pêşî – Peymana ku ji aliyê Pêxember Mûsa ve hatiye dayîn – têk çûbû ne ji ber ku Qanûn ne baş bû. Na, Qanûna Mûsa gelekî baş bû (hê jî wisa ye). Lê problem ew bû ku Qanûn li ser tabletên kevirekî hatibûn nivîsandin. Bi tîbûna di dilê xwe de mirovan nikarîbû bi ya Qanûnê bikin. Problem ne ew bû ku di nava Qanûnê de çi hatibû nivîsandin, problem ew bû ku ew li ku hatibû nivîsandin. Diviya Qanûn di nava dilê mirovan de bihata nivîsandin da ku mirovan ew bişopanda, ne li ser keviran bihata nivîsandin. Diviya Qanûn di nava mirovan de bihata nivîsandin, da ku hêza wan hebûya bi ya wê bikin.

Gelo ji ber ku ew Cihû bûn ew di şopandina Qanûnê de têk çûn? Gelek mirov, ji ber gelek sedemên cuda, Cihûyan ji ber têkçûnê zû sûcdar dikin. Lê di vê xalê de ew ê baştir be, heke em pêşî xwe di ber çav re derbas bikin. Ji ber ku Roja Darizandinê em ê bi tenê hesabê têkçûn û serkeftinên xwe bidin li pêşberî Xwedê, yên kesên din wê me eleqedar nekin. Dema ku hûn li jiyana xwe dinêrin, hûn bawer dikin ku Qanûnê dişopînin – ew di dilê we de hatiye nivîsandin da ku hûn xwedî hêza şopandina wê bin? Heke hûn bawer dikin ku hûn Qanûnê dişopînin, divê hûn li kirinên xwe binêrin li ber roniya hîndariyên Pêxember Îsa Mesîh (AS). Yan na ew ji bo we wekî ya Îsraîliyên di dema Yeremya de ye – yanî Qanûn baş e – lê ew li ser keviran hatiye nivîsandin û hêza we ya şopandinê nîn e? Standarda ku em ji Pêxember Mûsa (AS) hîn bûbûn bînin bîra xwe. Ne bes e ku em bi ya piraniya qanûnê bikin. Divê em bi ya hemû Qanûnê bikin, her tim.

Heke hûn difikirin ku hûn bi awayekî baş Qanûnê naşopînin, heke hûn ji ber hin tevgerên xwe şerm dikin, xeman nexwin. Xweda, bi Dilovaniya Xwe, di peyama li jor de di ser Pêxember Yeremya (AS) re wehdeke din daye ji bo Peymana Nû ya ku wê di rojeke pêş de were. Ev Peyman wê cuda be, ji ber ku şertên vê Peymana Nû wê di ‘nava’ dilê mirovan de werin nivîsandin da ku qabîliyeta jiyana li gorî şertên wê bide.

Lê bila bala we bikişîne ku ev Peymana Nû wekî ku ji bo ‘mala Îsraîlê’- Cihûyan e. Em vê çawa fêm bikin? Wer dixuye ku gelê Cihû carinan wekî di rewşeke pir xerab de, carinan jî di rewşeke pir baş de ne. Va ye pêxemberekî din ê mezin ê Zebûrê, Yeşaya (yê ku kehaneta hatina Mesîh a ji bakîreyekê kiribû – AS) kehaneteke din kiriye ku girêdayî vê kehaneta ji aliyê Yeremya (AS) ve ye. Ev her du pêxember, digel ku 150 salî dûrî hev jiyane (çawa ku em dikarin di Tabloya Demê ya li jêrê de bibînin) û lewma hev du nas nekirine, ji aliyê Xwedê ve peyam girtine ku hev du temam kirine ku em bi vî awayî fêm dikin ku ew peyam ji ba Xwedê bûne.

Pêxember Yeremya di Tabloya Demê de bi Pêxemberên din ên Zebûrê re tê nîşandan

Yeşaya jî li siberojê dinihêrî û behsa hatina Xulamekî dikir. Va ye kehaneta ku wî kiriye:

Niha Xweda dibêje –yê ku di zik de şikil daye min û ez kirim xulamê xwe ku Aqûb bi şûn de bînim ba wî û Îsraîl li ber wî bicivînim, ji ber ku di çavê Xudan de ez birûmet im û Xwedayê min bû hêza min– ew dibêje: “Ji bo ku tu bibî xulamê min ne bes e ku tu eşîrên Aqûb ji nû ve li cihê wan deynî û Îsraîliyên saxmayî bi şûn ve bînî, ez ê te ji neteweyan re bikim ronahî da ku rizgariya min bigihîje binê dinyayê!”

Yeşaya 49:5-6

Bi gotineke din, ev xulamê ku wê were, wê xelasiya Xwedê ji ba gelê Cihû bigihîne heta ba kesên ku ne Cihû ne, da ku ew xelasî bigihîje heta dawiya dinyayê. Ev xulamê ku wê were kî ye? Ew ê çawa bikaribe vî karî bike? Kehaneta Yeremya ya ji bo Peymana Nû ya ku wê di dilê me de were nivîsandin ne li ser keviran wê çawa pêk were? Em dîsa li kehanetên di Zebûrê de dinêrin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.