Ji bo ku şopandina dîroka Îsraîliyan hêsantir bibe, ez ê rêze-xetên demê çêbikim ku dîroka wan vedibêjin. Em dîroka Îsraîliyan bi danîna pêxemberên herî naskirî yên Incîlê heta serdema Îsa Mesîh (AS) di rêze-xetên demê de dest pê dikin.

Ev tabloya demê salnameya Rojavayiyan bi kar tîne (û ji bîr nekin ku ev hemû BZ’ê ne). Firehiya stûnan nîşan dide bê ew pêxember çi qasî dirêj jiyaye. Îbrahîm û Mûsa (AS) girîng in ji ber Nîşaneyên xwe yên ku me li wan nihêrîbû. Dawud (AS) baş tê zanîn ji ber ku wî Zebûr da destpêkirin û ew Padîşahê pêşî yê xanedanekê ye ku li Orşelîmê hikimdarî kiriye. Îsa Mesîh (AS) girîng e ji ber ku ew di navenda Încîlê de ye.
Jiyana li Misrê

Ev periyoda demê dema ku Yûsifê (an jî Joseph) nevîçirkê Îbrahîm (AS) pêşengiya gelê xwe dike ji Misirê dest pê dike, li wir ew kole bûn. Mûsa (AS) Îsraîliyan ji Misirê derdixe bi Nîşaneya Derbasbûnê.
Ji Misrê derket – bê padîşah li Orşelîmê

Ew li ser axa Îsraîlê (yan jî Filîstînê dijîn). Mûsa (AS) Pîrozîkirin û Naletên li ser wan îlan dike di dawiya jiyana xwe de – dema ku tabloya demê ji kesk derbasî zer dibe. Îcar ji bo sedsalan Îsraîlî li vî welatê ku hatibû wehdkirin di Nîşaneya 1 a Îbrahîm de dijîn. Lê belê Padîşahekî wan tune bû, her wiha li Orşelîmê jî paytextekî wan tune bû – ew aîdî gelên din bû di wê periyoda demê de.
Xanedana Padîşahan û Fetha Babîlê

Dawud (AS) Orşelîmê fetih dike û ew dike paytexta xwe, cihê ku qesra Padîşah lê bû, û ji aliyê Pêxember Samûêl (AS) ve wek Padîşah tê tayînkirin. Kurê wî Silêman (an Silêman), ku ew jî bi aqilmendiya xwe navdar e, wek cîgirê wî hukum dike. Silêman li Orşelîmê Perestgeheke ecêb ji bo Xudan ava dike. Neviyên Padîşah Dawud nêzîkî 400 salan hukumdarî dikin û ev serdem bi rengê şînê vekirî tê nîşandan (1000 – 600 BZ).
Ev serdema rûmetê bû ji bo Îsraîliyan – wan dest pê kir ku Bereketên sozdayî bibînin. Ew hêzek cîhanî bûn, civatek pêşketî hebûn, çandek, Perestgehek hebûn û ev serdema ku gelek pêxemberan peyamên ji Xwedê wergirtin û ew di Zebûrê de ku Dawud dest pê kir hatine tomar kirin. Lê sedema şandina gelek pêxemberan ew bû ku Îsraîlî her ku diçû bêtir gendel dibûn, pûtperestî dikirin û Deh Fermanan îtaet nedikirin. Ji ber vê yekê Xwedê pêxember ji wan re şandin da ku wan hişyar bikin û ji wan re bibîr bînin ku nifirên Mûsa dê werin ser wan. Lê Îsraîliyan guh nedan.
Ji ber vê yekê di dawiyê de li dora sala 600 BZ nifir rast derketin. Nebukadnezar, padîşahekî bihêz ji Babîlê hat – û tam wekî ku Mûsa di nifira xwe de pêşbînî kiribû dema ku wî nivîsandibû
Xweda wê ji aliyê din ê dinyayê neteweyekê binî hemberî we… neteweyeke tirsîner a ku wê rêzê ji bo pîr û kalên we û zarokên we negire. … Ew ê hemû bajarên li seranserê welatê we dorpêç bikin.
Dubarekirina Şerîetê 28:49-52
Nebukadnezar Orşelîm fetih kir, ew şewitand, û Perestgeha ku Silêman çêkiribû hilweşand. Piştre wî Îsraîlî bi dest xistin û piraniya wan sirgûnî çar aliyên Împaratoriya Babîlê ya mezin kir. Bi tenê Îsraîliyên feqîr li paş man. Bi vî awayî pêşbîniya Mûsa rast derket. Pêşbîniya wî ya ku digot:
Hûnê ji ser welatê hûn diçinê ku ji xwe re bikin milk, bên rakirin û avêtin. Wê Xudan te ji serê dinyayê heta binê dinyayê di nav hemû gelan de belav bike.
Dubarekirina Şerîetê 28:63-64

Fetihkirin û sirgûniya bo Babîlê
Beşek ji Împeratoriya Farisî
Îcar ji bo 70 salî, periyoda bi sor nîşankirî, Îsraîlî li derveyî Welatê Wehdkirî li sirgûniyê jiyan.
Piştî wê, Împeratorê Pers Kîros Babîl fetih kir û Kîros bû kesê herî hêzdar ê li dinyayê. Û wî qanûneke ku dihişt Îsraîlî vegerin welatê xwe derxist.

…û piştre di bin Îskenderê Mezin de
Bi vî awayî êdî ew li welatekî serbixwe nedijiyan, ew êdî eyaletek bûn di nava Împeratoriya mezin a Pers de. Vê yekê heta 200 salî dom kir û ew bi rengê pembeyî di tabloya demê de tê nîşandan. Di pêvajoya vê demê de Perestgeh dîsa hat çêkirin (wekî Perestgeha 2. tê zanîn) û pêxemberên dawî yên Peymana Kevin peyamên xwe girtin.
Piştre Îskenderê Mezin Împeratoriya Pers fetih kir û wî Îsraîlî kirin eyaleteke Împeratoriya xwe û wê jî ji bo 200 salî dom kir. Ev yek bi rengê şînê tarî hatiye nîşandan.

Bikevin Împeratoriya Romayê

Piştre Romayiyan Împeratoriyên Yewnan têk birin û ew bûn Împeratoriya Xurt a Romayê. Îsraîlî dîsa bûn eyaleteke vê Împeratoriyê û ew bi rengê zerê vekirî hatiye nîşandan. Pêxember Îsa Mesîh vê demê li Îsraîlê jiya. Ev yek rave dike bê çima di seranserê Încîlê de Waliyekî Romayî û Leşkerên Romayî hene – ji ber ku Romayiyan hikmî Cihûyan dikir li Welêt di dema jiyana Îsa Mesîh de.
Lê belê, ji dema Babîliyan ve (600 BZ’ê) Îsraîliyan (yan jî Cihûyan çawa ku niha ji wan re tê gotin) careke din serbixwe nebûn wekî dema ku ew di bin hikimdariya Padîşah Dawid de bûn. Ew ji aliyê hikûmetên gelên din ve dihatin birêvebirin. Ew ji eê yekê ne razî bûn û piştî mirina Îsa Mesîh wan serî rakir li ber hikimdariya Romayê. Şerê serxwebûnê dest pê kir. Lê Cihûyan ew şer winda kir. A rast Romayî hatin û Orşelîm rûxandin, Perestgeha 2. şewitandin Cihû şandin çar aliyên Împeratoriya Romayê wekî kole. Ji ber ku ew Împeratorî wisa mezin bû Cihû di heman demê de li çar aliyên dinyayê belav bûn.

Û bi vî awayî ew hema hema 2000 salî dijîn: belavbûyî û parçebûyî dijîn li welatên biyan û tu carî li wan welatan nayên qebûlkirin. Gotinên Mûsa yên di Naletê de tên dayîn pêk tên çawa ku hatibû nivîsandin
Tê di nav wan miletan de rihetiyê nebînî. Wê ji bo binê lingê te cihê bêhnvedanê tunebe. Wê Xudan li wir dilekî tirsonek, çavên bêhêvî û canekî çilmisî bide te.
Dubarekirina Şerîetê 28:65
Serxwebûna windabûyî
Îcar Naletên Mûsa pêk hatin? Belê ew pêk hatin û bi hemû hûrguliyên xwe pêk hatin. Naletên ku bi ser Îsraîliyan de hatin dikin ku em ji yên ku ne Cihû ne vê pirsê bikin :
Wê hemû milet bêjin: ‘Çima Xudan ev yek anî serê vî welatî? Ev hêrsa mezin çima rabû?’ “Wê bersiv wiha be: ‘Wan peymana Xwedayê bav û kalên xwe Xudan xera kir ku dema wî ew ji welatê Misrê deranîn bi wan re çêkiribû.
Dubarekirina Şerîetê 29:24-25
Ev Nîşaneyeke girîng e ji me re ji bo ku em bi cidiyet guh bidin hişyariyên pêxemberan – ji ber ku ji bo me jî wê hişyarî hebin.
Helbet ev lêkolîna dîrokî bi tenê heta beriya derdora 2000 salî diçe. Vir bitikînin ji bo ku hûn bibînin bê çawa pîrozîkirin û naletên pêxember Mûsa bi encam bûne di demên me yên modern de.