Skip to content
Home » Gelo Encama Naleta Mûsa (AS) pêk hat?

Gelo Encama Naleta Mûsa (AS) pêk hat?

  • by

Me di dîroka Îsraîliyan de dît ku di sala 70’î PZ de ew hatin derxistin ji Welatê Wehdkirî da ku wekî sirgûnî û biyanî bijîn di nav hemû neteweyên dinyayê de. Bi qasî 2000 salî Îsraîlî bi vî awayî li wan deveran jiyan. Dema ku ew di nav neteweyên cuda de dijiyan, wan bi awayekî periyodîk zilmên mezin dîtin. Ev yek nemaze li nav Xiristiyanên Ewropî çêbû. Ji Îspanyayê, Ewropaya Rojava heta qirkirinên li Rûsyayê Îsraîlî gelek caran di nav metirsiyê de jiyan. Gotinên Mûsa yên ku di Naletê de hatibûn nivîsandin pêk hatin.

Di nav wan neteweyan de hûn ê tu rehetiyê nebînin, hûn ê cihekî aram nebînin ji bo bêhnvedanê. Li wê derê Xweda wê hişekî nerehet, çavên bihesret û westiyayî û dilekî bêhêvî bide we.

Tesniye 28:65

Tabloya Demê ya li jêrê ji dema Încîlê pê de periyoda 2000 salên dîroka Îsraîliyan nîşan dide. Ev periyod bi rengê sor hatiye nîşandan.

Tabloyeke Demê ya Gelê Cihû ji dema Mûsa heta Îro

Hûn dikarin bibînin ku Îsraîlî di seranserê dîroka xwe de du caran di dema sirgûniyê re derbas bûne, lê dema sirgûniya duyemîn ji ya yekemîn (ku bi tenê ji 600’î heta 530’î BZ ye) gelekî dirêjtir dom kiriye.

Cihûyan nasnameya xwe ya çandî parast

Tiştê ku ji min re balkêş tê ew e ku Îsraîlî tu carî nebûne xwedî dereke navendî ku kokên çanda xwe lê vedin û digel ku ew tu carî zêde mezin nebûne jî (carinan ji ber mirina bi tomerî), wan tu carî nasnameya xwe ya çandî winda nekiriye di vê periyoda 2000 salî de. Ev yek pir balkêş e. Va ye lîsteya neteweyên di Tewratê de ku li Welatê Wehdkirî dijiyan di dema Nîşaneya 1. a Mûsa (AS) de.

Lewma ez hatim ku wan ji destê Misriyan rizgar bikim. Ez hatim ku wan ji wî welatî derînim û bişînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan, wî welatê xweş û fireh ê ku şîr û hingiv jê diherike.

Derketin 3:8

Ji dema ku Pîrozî û Nalet hatine dayîn ve:

Dema ku Xwedayê we XUDAN hûn birin warê ku hûn ê bikevinê û lê bi cih bibin, ew ê gelek neteweyan ji pêşiya we rake: Hîtîtî, Girgaşî, Amorî, Kenanî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan. Ev netewe ji we gelekî mezintir û zêdetir in.

Tesniye 7:1

Ji van gelan ên ku hêj jî dijîn hene ku hêj jî nasnameya xwe ya çandî û zimanî diparêzin? Na, ew ji mêj ve winda bûne. Em bi tenê ‘Girgaşiyan’ dizanin ji vê dîroka antîk. Piştî ku împaratoriyên Babilî, Persî, Yewnanî û Romayiyan ên xurt ev netewe dagir kirin, wan zû zimanê xwe û nasnameya xwe winda kir û ew di nava van împaratoriyên mezin de heliyan. Ji ber ku ez niha li Kanadayê dijîm, ez penaberên ku ji çar aliyên dinyayê tên vir dibînin. Piştî nifşê sêyemîn çand û zimanê welatê ku jê koç kirine bi temamî winda dibe. Ez ji Swêdê hatime Kanadayê dema ku hêj zarok bûme. Kurê min bi Swêdî napeyive. Birazî û xwarziyên min jî bi zimanê Swêdî napeyivin.  Nasnameya Swêdî ya bav û kalên min di nava çanda Kanadî de dihele û ji holê radibe. Ev yek ji bo hemû penaberên ji Çînê, Japonyayê, Koreyê, Îranê, Amerîkaya Başûr, Afrîka û welatên Ewropayê derbas dibe – di nifşa sêyemîn de nasnameya wan winda dibe.

Lewma balkêş e ku Îsraîlî ev qasî di nav dijminatiyê de jiyane, bi sedan salan ji cihekî reviyane cihekî din, serjimara wan a cîhanî ji 15 milyonî derbas bûye, lê wan nasnameya xwe – ya dînî, çandî û zimanî – qet winda nekiriye tevî ku 2000 sal derbas bûne.

Qirkirina Modern a Cihûyan – Holokost

Piştre zilm û qirkirinên li ser Cihûyan gihîştin radeya herî bilind. Hîtler di Şerê Duyem ê Cîhanê de, bi destê Almanyaya Nazî hewl da ku hemû Cihûyên li Ewropayê bikuje. Bi afirandina pergaleke mekanîze ya tunekirina wan a di firinên gazê de hew mabû ew bi ser bikeve. Lê belê ew têk çû û beşeke biçûk a Cihûyan xelas bû.

Vejîna Modern a Îsraîlê

Û piştre di sala 1948’an de Cihûyan bi riya Neteweyên Yekbûyî, bûn xwediyê vejîna newaze ya dewleta Modern a Îsraîlê. Bi rastî ew tiştekî newaze bû. Çawa ku li jorê jî me got, piştî ew qas salan, li dinyayê hêj jî mirovên ku xwe wekî ‘Cihû’ pênase dikin hene. Jixwe ji bo ku ev gotinên ku Mûsa berî 3500 salî nivîsandibûn rast derkevin, diviya neteweyek hebûya da ku bikaribe wehdê bigire. Ji ber vê yekê ew wekî neteweyekê man digel ew qas salên li sirguniyê.

Xwedayê we wê qedera we dîsa rast bike û ew ê li we were rehmê û we dîsa bide hev ji nav hemû neteweyên ku hûn li nav wan belav kirine. Heke hûn sirgûnî welatekî gelekî dûr ê di bin esman de kiribin jî, Xwedayê we wê we ji wê derê bide hev û bi paş de bîne.

Tesniye 30:3-4

A rast ev nîşaneyek bû Xweda Soza Xwe digire.

Her wiha gelekî balkêş bû ku ev dewlet di nav diranên dijberan de hate damezirandin. Piraniya neteweyên li wê herêmê li dijî Îsraîlê şer îlan kir di sala 1948… 1956 … 1967 û di sala 1973’yan de. Îsraîl, neteweyeke gelekî biçûk, hin caran bi pênc neteweyan re di heman demê de şer kir. Lê ne ku bi tenê ew li jiyanê man, her wiha wan axa xwe jî fireh kir. Di şerê sala 1967’an e Cihûyan Orşelîm, paytexta xwe ya dîrokî ya ku ji aliyê Dawid ve hatibû avakirin, bi dest xist.

Xwedê çima destûr da vejîna Îsraîlê?

Heta îro, ev hemû pêşketinên modern gelekî bi gengeşî ne. Hema hema tu qewimînên din ên modern ev qasî gengeşî dernexistine wekî vejîna Îsraîlê û vegera Îsraîliyên – ku hema hema rojane pêk tê niha – ku bi hezaran salan e li sirguniyê dijîn di nav neteweyên li çar aliyên dinyayê de. Her wiha belkî hûn jî gelekî hêrs dibin dema hûn vê dixwînin. Ne ji ber ku îro Cihû bawermend in – piraniya wan gelekî sekuler an jî ateîst in, ji ber qirkirina ku Hîtler bi serê wan de anî û hew mabû  bi ser bikeve. Her wiha ne ku ew bi awayekî teqez rast in. Lê tiştê balkêş ew e ku Mûsa çi di dawiya Naletan de nivîsandibû pêk hat û hê jî li ber çavên me pêk tê. Çima? Ew tê çi wateyê? Ew çawa pêk tê, digel ku ew hêj jî Mesîh red dikin? Ev pirsên girîng in. Bersiva van hemû pirsan dikare di Tewrat û Zebûrê de were dîtin. Belkî tiştên ku min niha nivîsandine we hêrs bike, belkî dilê we bişikîne. Lê belkî divê em biryara dawî bi paş de bixin heta em hin tiştên ku pêxemberan der barê vê bûyera balkêş de nivîsandine fêm bikin. Wan ew ji bo qenciya me – ji ber ku ev hemû wê ber bi darizandinê ve herin-, ji bo ya Cihûyan û hemû kesên din nivîsandine. Lê qet nebe divê em wan tiştên ku pêxemberan nivîsandine bizanibin da ku em bikaribin biryara xwe li gorî van hemû tiştên ku hatine nivîsandin bidin. Em xebata xwe bi Zebûrê didomînin da ku em fêm bikin bê Cihû çima Mesîh red dikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *