Skip to content
Home » Wê Rojê: Qarî’e, Tekasur û Mesîh

Wê Rojê: Qarî’e, Tekasur û Mesîh

  • by

Sureya Qarî’eyê (Sure 101 – Karesat) hatina Roja Darizandinê bi vî awayî teswîr dike:

Ma Qarî’e çi ye? Ma tu çi dizanî ka Qarî’e çi ye? Ew roj e ku mirov dibin wekî perperîkên şerpeze û belavbûyî û çiya jî dibin wekî hiriya jendî. Vêca ew kesê ku teraziya xêrên wî giran be, êdî ew ê di nava jiyaneke jêrazî û rehet de be. Herçî kesê ku teraziya xêrên wî sivik be, vêca cihê wî dojeh e.

Qarî’e 101-2-9

Sureya Qarî’e ji me re dibêje, ew kesên ku teraziya kirinên wan ên baş giran be, dikarin tiştên baş hêvî bikin di Roja Darizandinê de.

Lê ew ên ku teraziya kirinên wan ên baş sivik be wê çi bikin?

Sureya Tekasurê (Sure 102 – Pesindayîna bi Pirbûnê) hişyariyê dide me:

Malkomkirin û maldariya dinyayê hûn dûr xistine, heta mirin bi ser we de were yan jî hûn herin gorê. Nexêr, paşê hûn ê bizanin! Dîsa nexêr! Paşê hûn ê bizanin! A rast, eger we bi yeqînî (qedera xwe) zanîbûya (hûn ê cuda tevbigeriyana) (Lê) Bêguman hûn ê agirê dojehê bibînin! Hûn ê wê bi çavên serê xwe bibînin. Paşê Wê Rojê hûn ê ji nîmet û xweşiyên li ser xwe bêne pirsyarkirin!

Tekasur 102:1-8

Sureya Tekasurê ji me re dibêje ku agirê dojehê wê li ber me di Roja Darizandinê de dema ku em werin ‘pirsiyarkirin’.

Em dikarin amade bin ji bo Wê Rojê, heke teraziya kirinên me yên baş sivik be?

Pêxember Îsa Mesîh bi taybetî ji bo wan kesên ku teraziya kirinên wan ên baş sivik e hatiye. Wî di Încîlê de gotiye ku

Îsa ji wan re got: “Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe. Lê wek ku min ji we re got, we ez dîtim, lê hê hûn bawer nakin. Hemû yên ku Bav dide min, wê bên ba min û yê ku bê ba min, ez wî qet nazivirînim. Ji ber ku ez ji ezmên hatim xwarê, ne ji bo ku ez daxwaza xwe bikim, lê ji bo ku ez daxwaza yê ku ez şandime bikim. Daxwaza yê ku ez şandim ev e, ku ez ji hemûyên ku wî dane min yekî winda nekim, lê di Roja Dawî de wî rakim. Erê, daxwaza Bavê min ev e, ku her kesê Kur bibîne û baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe. Û di Roja Dawî de ez ê wî rakim.” Îcar Cihûyan li pey wî kirin pitepit, ji ber ku wî got: “Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im.” Wan got: “Ma ev ne Îsayê kurê Ûsiv e ku em diya wî û bavê wî nas dikin? Ma çawa dibe ku ew niha dibêje: ‘Ez ji ezmên hatime xwarê’?” Îsa bersîv da û ji wan re got: “Di nav xwe de nekin pitepit. Tu kes nikare bê ba min, heta Bavê ku ez şandime wî ber bi min ve nekişîne û di Roja Dawî de ez ê wî rakim. Di nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‘Hemû wê ji aliyê Xwedê ve hînkirî bin.’ Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tê ba min. Ev nayê wê wateyê ku kesekî Bav dîtiye. Bi tenê yê ku ji Xwedê ye, wî Bav dîtiye. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê tîne jiyana wî ya herheyî heye. Nanê jiyanê ez im. Bav û kalên we li çolê Manna xwarin, lê ew mirin. Ew nanê ku ji ezmên hatiye xwarê, da her kesê ku jê bixwe nemire, ev e. Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ez ê ji bo jiyana dinyayê bidim, bedena min e.”

Yûhenna 6:35-51

Îsa Mesîh (AS) îdia dikir ku ew ‘ji asîmanan daketiye’ û ew ê ‘jiyana herheyî bide’ her kesê ku baweriya xwe bi wî bîne. Cihûyên ku li wî guhdarî dikirin xwestin ku ew wê erka xwe ispat bike. Pêxember behsa pêxemberên berê yên ku hatina wî û erkdariya wî kehanet kiribûn kir. Em dikarin bibînin bê çawa Tewrata Mûsa hatina wî pêşbînî kiriye û her wiha pêxemberên ku piştî Mûsa (AS) hatine jî. Lê qesta pêxember çi bû dema ku wî digot ‘yên ku baweriya xwe bi wî bînin’? Em li vir dinêrin.

Her wiha Îsa Mesîh erkdariya xwe nîşan da bi nîşaneyên başkirinê û di ser Xwezayê re. Wî di hîndariya xwe de rave kiriye:

Îcar di nîvê cejnê de Îsa derket Perestgehê û dest bi hînkirinê kir. Cihû lê şaş mabûn û digotin: “Ev mirovê ku li ser nivîsaran nehatiye hînkirin, çawa ev qas bi wan dizane?” Îsa bersiva wan da û got: “Hînkirina min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê. Eger mirovek bixwaze ku daxwaza Xwedê bike, wê bizane ku hînkirina min ji Xwedê ye, an ez ji ber xwe dibêjim. Yê ku ji ber xwe dipeyive, li rûmeta xwe digere; lê yê ku li rûmeta yê ku ew şandiye digere, ew rast e û li ba wî xapandin tune. Ma Mûsa Qanûn neda we? Dîsa jî kes ji we Qanûnê pêk nayîne. Çima hûn li kuştina min digerin?” Qerebalixê bersiv wî da: “Tu bi cinan ketiyî! Kî li kuştina te digere?” Îsa li wan vegerand û got: “Min karekî nedîtî kir, hûn hemû lê şaş man. Mûsa sinet da we – ev jî ne ji Mûsa, lê ji bav û kalan e – û hûn roja Şemiyê mirovekî sinet dikin. Madem ji bo ku Qanûna Mûsa xera nebe, hûn roja Şemiyê mirov sinet dikin, ji bo ku min di roja Şemiyê de mirovek yekser sax kiriye, hûn çima li min hêrs dibin? Li gorî dîtinê dadbar nekin, lê li gorî rastiyê dadbar bikin.” Hingê hinek mirovên ku ji Orşelîmê bûn digotin: “Ma ev ne ew e ku li kuştina wî digerin? Û va ye, li vir ew bi aşkerayî dipeyive û tu kes jî jê re tiştekî nabêje. Gelo serekan bi rastî fêm kiriye ku ew Mesîh e? Lê em dizanin ku ev mirov ji ku derê tê. Gava ku Mesîh bê, kes wê nezane ku ew ji ku derê tê.” Hingê, dema ku Îsa di Perestgehê de hîn dikir, bi dengekî bilind got: “Nexwe hûn min nas dikin û hûn dizanin ku ez ji ku derê me! Lê ez ji ber xwe nehatime. Yê ku ez şandime rastî ye, lê hûn wî nas nakin. Ez wî nas dikim, ji ber ku ez ji wî me û wî ez şandime.” Li ser vê yekê ew xebitîn ku Îsa bigirin, lê kesî dest neavêt wî, ji ber ku hê saeta wî nehatibû. Lê gelekan ji qerebalixê bawerî bi wî anî û gotin: “Ma gava ku Mesîh bê, wê ji kirinên vî bêtir nîşanan çêke?” Fêrisiyan tiştên ku qerebalixê li ser Îsa dikirin pisepist bihîstin. Li ser vê yekê Fêrisî û serekên kahînan ji bo girtina wî parêzkar şandin. Îcar Îsa got: “Hê ji bo demeke kurt ez bi we re me; piştre ez ê herim ba yê ku ez şandime. Hûn ê li min bigerin, lê hûn min nabînin; cihê ku ez ê lê bim, hûn nikarin bênê.” Hingê Cihûyan ji hev re got: “Ev mirov wê here ku derê ku em wî nabînin? Nexwe wê here ba gelê me yê ku li nav Yewnaniyan belav bûye û Yewnaniyan hîn bike? Wateya peyvên ‘Hûn ê li min bigerin, lê hûn min nabînin û cihê ku ez ê lê bim, hûn nikarin bênê’ çi ye?” Di roja dawîn û herî girîng a cejnê de Îsa ji piyan rawesta û bi dengekî bilind got: “Eger yek tî be, bila bê ba min û vexwe. Yê ku baweriyê bi min bîne, wek ku di Nivîsara Pîroz de hatiye gotin: ‘Wê ji dilê wî çemên ava ku jiyanê didin biherikin.’” Îsa ev peyv li ser wî Ruhê Pîroz got, ku wan ên bawerî bi wî dianîn wê bistandana. Ji ber ku Ruh hê nehatibû dayîn, ji ber ku hê Îsa nehatibû birûmetkirin. Dema ku wan ev gotin bihîstin, hinekan ji qerebalixê got: “Bi rastî jî ev ew pêxember e.” Hinekan jî got: “Ev Mesîh e”, lê hinekên din jî gotin: “Ma Mesîh wê ji Celîlê bê? Ma Nivîsara Pîroz nabêje ku Mesîh wê ji dûndana Dawid û ji gundê Dawid, ji Beytlehmê bê?” Lewma di nav qerebalixê de, li ser wî dubendî çêbû. Hinekan ji wan xwest wî bigirin, lê tu kesî dest neavêt wî.

Yûhenna 7:14-44

Ava jiyanê ya ku wî wehd dikir Ruh bû ku di Pentîkosê de hat û niha Jiyana ku me ji mirina Roja Darizandinê xelas dike dide me. Bi tenê divê em bi tîbûna xwe bizanibim.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *