Skip to content

Pîroz be! Hûn ê Roja Qiyametê bêtir di nav ewlehî û xweşiyê de bin, ji ber ku heke hûn li gorî Şerîetê tevdigerin, hûn her tim di Rastiyê de ne. Wekî şexs ez kesekî nas nakim ku bikaribe bi temamî li gorî Şerîtê bijî, ji ber ku ew serkeftineke bi rastî pir mezin e. Lê dev ji hewldana xwe bernedin, ji ber ku divê hûn vê Riya Rast bidomînin di seranserê jiyana xwe de.

Min gotibû ku ev Deh Fermanên Şerîetê tu carî nehatine betalkirin, ji ber ku fermanên bingehîn in ji bo perestina bi Yek Xwedayî, zînayê, diziyê, rastiyê û hwd. Lê pêxemberên ku piştre hatine şîrove li ser van fermanan kirine ji bo ravekirina sepandina wan a bi temamî. Li jêr tişên ku Îsa Mesîh (AS) di Încîlê de gotiye heye li ser parastina van Deh Fermanan. Di hîndariyên xwe de Ew behsa ‘Fêrisiyan’ dike. Fêrisî mamosteyên dînî yên di dema wî de bûn. Em dikarin wan wekî alimên gelekî bawermend û zana yên di roja me de bihesibînin.

Gotinên Îsa Mesîh (AS) ên li ser Deh Fermanan

De îcar ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ne di ser a Şerîetzan û Fêrisiyan re be, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan. We bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‘Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirin!’ Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bibêje: ‘Bêmejî!’ wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bibêje: ‘Ehmeq!’ ewê agirê dojehê heq bike. Loma, gava ku tu li ser gorîgehê diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye, diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike. Hê ku tu di riya dadgehê de yî, zû bi sûcdarkerê xwe re li hev were. An na, ew ê te bide destê dadger û dadger jî te bide destê qerdiyan û tê bikevî zîndanê. Bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê dawî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.

We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Zînayê neke!’ Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, jixwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye. Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te nekeve dojehê. Û eger destê te yê rastê te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te neçe dojehê.

Metta 5: 20-30

Her wiha mirîdên Îsa Mesîh – rêhevalên wî- jî hîndariyên li ser pûtperestiyê dikirin. Wan digot pûtperestî ne ew e ku bi peykerên  îdolan tê perestin – pûtperestî perestina bi tiştekî ji xeynî Xwedê ye. Pere jî di nav de. Her wiha hûn ê bibînin ku wan digot ‘çavbirçîtî’ jî pûtperestî ye, ji ber ku mirovê çavbirçî bi pereyan diperize digel Xwedê.

Loma xwestekên xwe yên dinyayî, fuhûşî, pîsîtî, şehwet, xwesteka xerab û çavbirçîtiya ku pûtperestî ye, bikujin. Ji ber van, xezeba Xwedê tê ser wan ên ku bi ya wî nakin.

Kolosî 3:5-6

Û divê peyivîna bêedebî û bi ehmeqî, an henekên zir, yanî tiştên ku ne hêja ne, nebin, lê hê bêtir hûn şikirdar bin. Vê yekê qenc bizanin ku di Padîşahiya Mesîh û Xwedê de mîrasa tu mirovê fuhûşker, nepak an jî mirovê çavbirçî yanî pûtperest, tune.

Bila tu kes we bi peyvên pûç nexapîne, çimkî xezeba Xwedê ji ber van tiştan tê ser kurên neguhdariyê.

Efesî 5: 5-6

Ev ravekirin Deh Fermanên orjînal hildidin dest ku bi awayekî giştî li ser tevgerên derve û motîvasyona hundirîn in ku bi tenê Xweda dikare wan bibîne. Ev yek Şerîtê dijwartir dike.

Hûn dikarin li ser bersiva xwe ya ji bo tevgerîna li gorî Şerîetê bifikirin. Lê heke hûn dibêjin qey hûn bi temamî li gorî Şerîetê dijîn, nexwe wate û armanca Încîlê nîn e ji bo we. Hewce nake hûn Nîşaneyên din bişopînin yan jî hewl bidin ku Încîlê fêm bikin. Ji ber ku Încîl bi tenê ji bo wan kesan e ku nekarîne li gorî Şerîetê bijîn – ne ji bo wan kesan e ku li gorî wê dijîn. Îsa Mesîh vê yekê bi vî awayî rave dike.

Çaxê ku Îsa li mala Metta li ser xwarinê bû, gelek bacgir û gunehkar hatin, bi wî û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştin. Dema ku Fêrisiyan ev yek dît, wan ji şagirtên wî pirsî: “Çima Mamosteyê we bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?” Gava Îsa ev bihîst, got: “Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm in. Îcar hûn herin û mana peyva: ‘Ez rehmê dixwazim, ne goriyê’ hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.”

Metta 9:10-13