Sureya Ahzab (Sure 33 – Hêzên Yekgirtî) çareseriyekê didin ji bo rewşeke berbelav a mirovan – em ê ji kesekî ku em navê wî nizanin re bibêjin çi?
Bi navê bavê zarokan gazî wan bikin, ev li cem Xwedê dadmentir û rasttir e. Îcar ku hûn nizabinibin bavê wan kî ye, ew di dîn de bira û mewlayên we ne. Di ya ku hûn şaş bikin de ji we re guneh tune ye, lê belê di ya ku dilê we qesd bike de ji we re guneh heye. Hîç guman tune ye ku Xweda gunehveşêr e, dilovan e.
Sureya Ahzabê 33:5
Ev yek bi bîra me dixe ku zanîna mirov bi sînor e – em carinan navên mirovên li derdora xwe jî nizanin. Sureya Necm (Sure 53 – Stêrk) behsa çend pûtên ku bi berbelavî di dema Mihemed Pêxember (AS) de hebûn dike (Lat, Uzza û Manat) û wiha dibêje:
Ev ji hin navên ku we û bav û kalên we danîne pê ve ne tiştekî din in. Xwedê der barê wan de tu delîlek neşandiye. Bi rastî ew bi pey guman û dilxwaziya xwe dikevin. Bi rastî jî ji Xwedayê wan, pêxember ji wan re hatiye şandin.
Sureya Necm 53:23
Navê xwedayên sexte ji aliyê mirovan ve li wan hate kirin. Ev ayet rêberiyekê dikin ji me re ji bo ku em îbadeta xelet û rast ji hev veqetînin. Ji ber ku em carinan bi navên kesên li derdora xwe jî nizanin, mirov helbet wê nizanibin bi navê pêxemberekî ku wê di demeke pêş de were. Heke navê Îsa hatibe dayîn di demeke gelekî pêş de, nexwe ev nîşaneyek e ku ev planeke rastîn a Xwedê ye û ne yek ji wan tiştên xelet e. Em li vir dinêrin bê navê Îsa Mesîh çawa hatiye kehanetkirin.
Nîşaneya di Navekî de
Me dît ku Xwedê wehda Padîşahiyeke ku wê Were dabû. Ev Padîşahî wê ji padîşahiyên mirovan cuda bûya. Li nûçeyên îro binêrin û bibînin bê çi diqewime li padîşahiyên mirovan. Pevçûn, xerabûn, xedarî, kuştin, tahdeya xurtan a li ser qelsan – ev tişt li hemû padîşahiyên mirovan çêdibin çi yên Misilmanan, Xiristiyanan, Cihûyan, Bûdîstan, Hîndûyan yan jî çi li yên Rojavayiyan ên sekuler. Problema van hemû padîşahiyan ew e ku em kesên ku li wan dijîn xwedî tîbûneke bêhizûr in ku çawa me bi Yeremya Pêxember (AS) dît ku me ber bi guneh ve dibe û gelek ji van probleman û gelek cureyên wan (yanî xerabûn, kuştin, êrîşkariya cinsî û hwd.) ji ber guneh diqewimin. Îcar astenga herî mezin a li pêşiya hatina Padîşahiya Xwedê em in. Heke Xweda niha Padîşahiya xwe ya nû dameziranda, yek ji me wê nekariya biketayê, ji ber ku gunehê me wê ew Padîşahî wekî padîşahiyên îro xerab bikira. Yeremya (AS) her wiha roja ku Xweda wê Peymaneke Nû girê bide jî kehanet kir. Ev Peyman wê nû bûya, ji ber ku ew ê di dilê me de bihata nivîsandin li şûna li ser tablet û keviran wekî Qanûna Mûsa. Wê yê em biguherandina ji hundir ve da ku em bikirina hemwelatiyên guncav ji bo vê Padîşahiyê.
Ev ê çawa bihata kirin? Plana Xwedê wekî gencîneyeke veşartî bû. Lê delîl di peyamên Zebûrê de hatin dayîn da ku ew kesên ku li Padîşahiya Wî digeriyan wan fêm bikin – lê ew kesên ku pê re eleqedar dibûn wê nezan bimînin. Em niha li van peyaman dinêrin. Di navenda planê de Mesîhê ku wê were heye (çawa ku me li vir dît = Mesîh = Îsa). Her wiha me jixwe di Mezmûrên Zebûrê de (îlhamgirtî ji aliyê Padîşah Dawid ve) dît ku Mesîhê kehanetkirî divê ji xeta zuriyeta Padîşah Dawid be (binêrin li vir ji bo lêkolînê).
Pêxember Yeşaya der heqê Dar, Qurm… û Guliyê de
Pêxember Yeşaya (AS) aşkera kir bê ev plana Xwedê wê çawa pêk were. Kitêba Yeşaya ya di Zebûrê de di dema xanedana Padîşahiya Dawid de (1000-600 BZ) hatiye nivîsandin . Dema ew hate nivîsandin (750 BZ) xanedan û tevahiya padîşahiya Îsraîliyan xera bûbû – ji ber tîbûna dilê wan.
Yeşaya (AS) îlham girt ji bo nivîsandina bangeke ji bo Îsraîliyan da ku li Xwedê vegerin û li gorî ruhê Qanûna Mûsa tevbigerin. Her wiha Yeşaya dizanî ku ev tobekirin û veger wê pêk neyê û lewma wî pêşbînî kir ku neteweya Îsraîliyan wê têk biçe û padîşahiya xanedanê wê hilweşe. Em li vir dibînin bê ev çawa çêbûye. Di kehaneta xwe de wî wêneyekî vê xanedanê yê wekî dareke mezin bi kar anî ku ew piştî demeke kurt dihate birîn û bi tenê qurmê wê dima. Ev yek li derdora 600 BZ pêk hat dema ku Babîliyan Orşelîm rûxand û ji hingê ve tu kesê ji zuriyeta Padîşah Dawid Orşelîm bi rê ve nebiriye.
Lê belê digel wan hemû kehanetên li ser hilweşandinê yên di pirtûka wî, ev peyama taybet jî hatibû:
Wê ji qurmê Îşay şaxek biavêje, ji koka wî Guliyek fêkî bide. Wê Ruhê Xwedê, Ruhê zanatî û fêmdariyê, Ruhê şîret û hêzdariyê, Ruhê zanîn û tirsa Xwedê li ser wî be.
Yeşaya 11:1-2
Îşay bavê Padîşah Dawid bû, ji ber vê yekê ew qurmê Xanedana wî bû. ‘Qocikê Îşay’ ji ber vê yekê bû kehanetek ji bo hilweşîna di siberojê de ya xanedana padîşahên ji Dawid. Lê Yeşaya, ji ber ku pêxember bû, wî dema piştî wê demê dît û pêşbînî kir ku digel ku qocik (sulaleya Padîşahan) mirî xuya dike, ew ê bi temamî ne wisa be. Wî daxuyand ku rojekê di siberojê de ajeke ku wê wekî Gulî were zanîn, ji heman qocikî şîn bibe. Ev Gulî bi awayê nêr tê pênasekirin, lewma Yeşaya kehaneta hatina zilamekî ji sulaleya Dawid dike. Ev zilam xwedî wisa taybetmendiyên zanatî, hêz û agahiyan e ku ew bi tenê li ba Ruhê Xwedê peyda dibin. Îcar bînin bîra xwe ku bê me çawa di kehanetê de jî dîtibû ku Mesîh wê ji zuriyeta Dawid were – ev tişta herî girîng bû. Gulî û Mesîh her du jî ji Dawid in? Gelo dibe ku ev du nasnav bin ji bo heman kesê ku wê were? De ka em di ser Zebûrê re vê yekê keşif bikin.
Pêxember Yeremya … der heqê Guliyê de
Pêxember Yeremya (AS) 150 salî piştî Yeşaya tê, dema ku xanedana Dawid li ber çavên wî ji holê radibû wiha nivîsî:
Xweda dibêje, “Ew roj wê were ku ez ê ji bo Dawid Guliyeke rast derxim, Padîşahekî ku wê bi zanatî hikim bike û ew ê tiştê rast û adil bike li welêt. Di dema wî de Cihûda wê were xelaskirin û Îsraîl wê di nav ewlehiyê de bijî. Wê bi vî navî gazî wî bikin: Xwedayê Rastiya Me.
Yeremya 23:5-6
Yeremya (AS) rasterast ji kehaneta Guliyê ya ku ji aliyê pêxember Yeşaya (AS) ve berî 150 salî hatibû destpêkirin dewam dike. Gulî wê bibe Padîşah. Me dît ku Mesîh jî wê bibûya Padîşah. Hevşibiya di navbera Mesîh û Gulî de zêdetir dibe.
Pêxember Zekeriya … nav li Guliyê dike
Pêxember Zekeriya (AS) peyamên ji bo me didomîne. Ew di sala 520 BZ de jiyaye, piştî ku gelê Cihû li Orşelîmê vegeriya piştî yekemîn sirguniya xwe ya li Babîlê. Lê ew ji aliyê Persan ve dihatin birêvebirin.
Vî Zekeriyayî bi Zekeriyayê bavê Yehyayê Meshkar re tevlîhev nekin. Pêxember Zekeriya 500 salî berî Zekeriyayê bavê Yehyayê Meshkar jiyaye û a rast vî Zekeriyayî navê xwe jî ji wî Zekeriyayî girtiye, çawa ku îro jî navê Mihemed li gelek kesan tê kirin û ew navê xwe ji Pêxember Mihemed (AS) digirin. Di wê demê de (520 BZ) gelê Cihû ji bo ku perestgehê dîsa ava bikin û qurbanîkirinên Harûn (AS) dîsa bidin destpêkirin dixebitîn. Kesên ji zuriyeta Harûn dibûn Serekkahîn (jixwe bi tenê kesên ji zuriyeta Harûn dikarîn bibin Serekkahîn) û wan navê Yeşû digirt di wê dema Pêxember Zekeriya de. Yanî wê demê (derdora 520 BZ) Zekeriya pêxember bû û Yeşû jî Serekkahîn bû. Xwedê – di ser Zekeriya re – ji Serekkahîn re bi vî awayî ragihand:
“Ya Yêşûyê Serekkahîn! Tu û hevalên te yên kahîn ên ku li ber te rûniştine yên ku mirovên nîşanê ne: Va ye ez ê xulamê xwe Gulî derxim meydanê. Va ye kevirê ku min daniye ber Yeşû!” …, dibêje Xwedayê Mezin, “û ez ê di nava rojekê de sûcê vî welatî ji holê rakim”.
Zekeriya 3:8-9
Gulî! Dîsa! Lê vê carê ew dibêje ‘xulamê min’ jî. Her wiha bi awayekî Serekkahîn Yeşû sembola vê Guliyê ye ku wê were. Serekkahîn Yeşû bi awayekî Nîşaneyek e. Lê bi çi awayî? Her wiha ‘di nava rojekê de’ rakirina sûcan ji aliyê Xwedê ve tê çi wateyê (“Ez ê rakim…”)? Em bi Zekeriya lêkolîna xwe didomînin û hînî tiştekî metelhiştî dibin.
‘Peyva Xwedê ji min re hat: “… [der heqê] serekkahîn Yeşû de. Ji wî re bibêje va ye Xwedayê Mezin wiha dibêje, ‘Va ye zilamê ku navê wî Gulî ye…’’
Zekeriya 6:9-10
Bala xwe bidinê ku navê Yeşû bi xwe Gulî ye. Bila were bîra we bê em hînî çi bûbûn der heqê tîpguhezî û wergerên Îbranî bo Îngilîzî de. Em ‘Yeşû’ dixwînin li vir, ji ber ku em wî bi wergera Îngilîzî dixwînin. Lê reseniya vî navî ya di Îbranî de çi ye? Şeklê li jêrê vê yekê ji me re dibêje.
Ji çaryeka 1 -> 3 (çawa ku me fêm kiribû bê nasnavê ‘Mesîh’ ji ku derê hatiye) em dibînin ku navê ‘Yeşû’ ji navê Îbranî ‘Yhowshuwa’ hatiye tîpguhêzandin. Ev nav bi awayê ‘Yeşû’ hatiye tîpguhêzandin dema ku Peymana Kevin li Îngilîzî hatiye wergerandin. Her wiha bila were bîra we ku Tewrat/Zebûr li Yewnanî hatine wergerandin li derdora 250 BZ. Ev Çaryek 1 -> 2 ye. Ev wergêr her wiha tîpguhêziya navê Îbranî dikin ‘Yhowshuwa’ dema ku ew Peymana Kevin werdigerînin Yewnanî. Tîpguhêziya wî ya bi Yewnanî Iesous e. Yanî ‘Yhowshuwa’ya Îbranî ya di Peymana Kevin de Iesous e di Peymana Kevin a Yewnanî de. Dema ku Peymana Kevin a Yewnanî li Îngilîzî tê wergerandin Navê Iesous bi awayê ‘Jesus’ tê tîpguhêzîkirin. Yanî bi awayê Mesîh=Messiah=Îsa=Yê Meshkirî.
‘Yhowshuwa’ = Iesous = Yeşû = Jesus (= Isa)
Bi heman awayê ku navê Mihemed = محمد e, navê Yeşû = Îsa ye. Tiştê balkêş ê ku her kes heq dike ku bizane ew e ku 500 salî berî ku Îsa Mesîh, Pêxemberê Încîlê bijî, ji aliyê pêxember Zekeriya ve hatiye pêşbînîkirin ku navê Gulî wê Jesus (yanî Îsa – bi tîpguhêziya ji Erebî) be. Jesus (ango Îsa) Gulî ye. Gulî û Mesîh (ango Christ) du nasnavên ji bo heman kesî ne! Lê çima diviya ew du nasnavên cuda bûna? Wî yê çi bikara ku wê ew qasî gelekî girîng bûya? Pêxemberên Zebûrê wê baştir rave dikin bi hûrguliyên berfireh –di gotara me yan din de.