Skip to content
Home » Pêxember Îsa Mesîh (AS) Gotina Erka di ser Xwezayê re

Pêxember Îsa Mesîh (AS) Gotina Erka di ser Xwezayê re

  • by

Sureya Zariyat (Sure 51 – Bayê Tozbelav) teswîr dike bê Pêxember Mûsa (AS) çawa hate şandin bi bal Firewn ve.

Di (çîroka) Mûsa de jî (îbreteke din hebû), wê dema Me ew bi delîleke aşkera û ronak bi bal Firewn ve şand.

Pêxember Mûsa otorîteya xwe nîşan da bi hêzên xwe yên mûcîzewî xwe yên li ser xwezayê, jihevkirina Behra Sor jî di nav de. Her cara ku yekî gotiye ku ez pêxember im (Wekî Mûsa), ew rastî rûyên dijber hatiye û diviyaye ispat bike layîqî baweriyê ye wekî pêxemberekî. Bala xwe bidine motîfa di Sureya Şuerayê (Sure 26 – Helbestvan) de ku vê çerxa redkirinê û ispata pêxemberan teswîr dike.

Gelê Nûh jî bi pêxemberan bawerî neanî. Dema birayê wan Nûh ji wan re got ma hûn natirsin (ji Xwedê)? Bêguman ez ji bo we pêxemberekî pêbawer im.

Sureya Şuerayê 26:105-107

Gelê Ad jî bi pêxemberên xwe bawerî neanî. Dema birayê wan Hûd ji wan re got, “Ma hûn (ji Xwedê) natirsin? Bêguman ez pêxemberek im ku bi bal we ve hatime şandin, emîn û pêbawer im. Vêca ji Xwedê bitirsin û bi gotina min bikin.

Sureya Şuerayê 26:123-126

Gelê Semûd jî bi pêxemberên xwe bawerî neanî. Wê demê birayê wan Salih ji wan re got, “Ma hûn (ji Xwedê) natirsin? Bêguman ez pêxemberek im bi bal we ve hatime şandin. Vêca ji Xwedê bitirsin û bi gotina min bikin.

Sureya Şuerayê 26:141-144

Gelê Lût jî bi pêxemberên xwe bawerî neanî. Wê demê birayê wan Lût ji wan re got, “Ma hûn (ji Xwedê) natirsin? Bêguman ez pêxemberek im bi bal we ve hatime şandin. Vêca ji Xwedê bitirsin û bi gotina min bikin.

Sureya Şuerayê 26:160-163

Gelê Eyketê jî bi pêxemberên xwe bawerî neanî. Wê demê birayê wan Şûeyb ji wan re got, “Ma hûn (ji Xwedê) natirsin? Bêguman ez pêxemberek im bi bal we ve hatime şandin. Vêca ji Xwedê bitirsin û bi gotina min bikin.

Sureya Şuerayê 26:176-179

Ev pêxember hemû hatibûn redkirin û diviya wan ispat bikira ku ew pêxemberên pêbawer in. Ev yek ji bo Pêxember Îsa Mesîh jî wisa bû.

Pêxember Îsa Mesîh xwedî erka hîndekariyê û başkirinê ya ‘bi gotinekê’ bû. Her wiha li ser Xwezayê jî ew xwedî erk bû. Încîl dibêje bê çawa ew di ser golê re derbas bûye bi şagirtên xwe re û vê yekê kiriye ku ew ‘bitirsin û heyirî bimînin’. Va ye çîroka wê:

Rojekê ji rojan ew bi şagirtên xwe ve ket qeyikekê û ji wan re got, “Werin, em herin aliyê din ê golê.” Û bi rê ketin. Gava ew bi qeyikê diçûn, ew bi xew ve çû. Hingê bagerek li golê rabû, av diket qeyikê û ew ketin talûkê. Şagirt nêzîkî wî bûn, wan ew hişyar kir û got: “Ya mamoste, ya mamoste, em helak dibin!” Ew jî rabû û li ba û pêlên avê hilat. Êdî bager rawestiya û dinya bêdeng bû. Hingê wî ji wan re got, “Kanî baweriya we?” Ew tirsiyan, şaş man û ji hev re got, “Ma ev kî ye ku li ba û avê emir dike û ew bi ya wî dikin?” 

Luke8:22-25

Her wiha gotina Îsa Mesîh (AS) ferman li bayê û pêlan dikir! Helbet niha şagirtên wî yên ku li wê derê bûn ketibûn nav tirseke mezin. Yekî xwedî erkeke wiha dikir ku ew meraq bikin bê ew kî ye. Careke din dema ku ew bi hezaran mirovan re bû, wî heman erka xwe nîşanî wan da. Wê carê wî ferman li bayê û pêlan nekir-wî ferman li xwarinê kir. Va ye çîrok:

Piştî vê yekê Îsa derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bû ku jê re Teberiya digotin. Qerebalixeke mezin dabû pey wî, ji ber ku wan ew nîşan û keramet dîtibûn, ên ku wî ji bo nexweşan çêkiribûn. Îsa derket serê çiyê û li wê derê bi şagirtên xwe ve rûnişt. Cejna Cihûyan a Derbasbûnê nêzîk bû. Gava Îsa çavên xwe hildan, wî dît ku qerebalixeke mezin ber bi wî ve tê. Îsa ji Filîpos re got, “Em ê nên ji ku derê bikirin, ji bo ku ev mirov bixwin?” Wî ev ji bo ku Filîpos biceribîne got, ji ber ku wî dizanibû ku ew ê çi bike. Filîpos bersiva wî da, “Ji bo ku ji her yekî re pariyek bikeve bi du sed zîvî jî nan têra wan nake!” Yek ji şagirtan, birayê Şimûn-Petrûs, Endrawis ji wî re got, “Li vir lawikek heye ku pênc nanên wî yên cehî û du masiyên wî hene, lê ji bo ev qas mirov ev çi ye!” Îsa got, “Mirovan li erdê bidin rûniştin.” Li wir gelek giya hebû û ew rûniştin. Hejmara mirovan li dora pênc hezar kesî bû. Hingê Îsa nan hildan, piştî ku şikir kir, ew li kesên rûniştî belav kirin. Bi vî awayî bi qasî ku wan xwest, wî masî jî dan wan û piştî ku têr xwarin, wî ji şagirtên xwe re got, “Wan pariyên ku mane bidin hev, bila tiştek ziyan nebe.” Şagirtan jî ew berhev kirin û ji ber wan ên ku pênc nanên cehî xwaribûn, diwanzdeh selik ji pariyan tije kirin. Dema ku van mirovan ev nîşana ku Îsa çêkir dît, wan got, “Bi rastî jî ew pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e!” Îcar Îsa têgihîşt ku ew ê bên û ji bo ku wî bikin padîşah bi zorê bibin; dîsa ew bi serê xwe hilkişiya çiyê.

Yûhenna 6:1-15

Dema mirovan dît ku Îsa Mesîh (AS) dikare pênc heb nan û du heb masiyan ew qasî zêde bike û 5000 mirovî pê têr bike û hêj jî xwarin ji ber wan bimîne, wan zanî ku ew pêxemberekî bêhempa ye. Wan meraq kir bê ew heman Pêxember e ku Tewrata Mûsa (AS) berî demeke dirêj pêşbîniya hatina wî kiribû. Em dizanin ku Îsa Mesîh (AS) ew Pêxember e, ji ber ku Tewratê gotibû li ser wî Pêxemberî:

Ez ê ji nav wan, ji birayên wan pêxemberekî wekî te derxim. Hûn ê gotinên min ji devê wî bibihîzin. Hemû fermanên min wê ji wî re werin ragihandin. Ew ê li ser navê min bipeyive. Kesên ku guh nedin gotinên wî, ez ê ceza bikim.

Tesniye 18: 18-19

Nîşaneya vî Pêxemberî ew bû ku Xwedê wê gotina Xwe ‘bixista devê vî’ Pêxemberî. Çi cudahiya Gotinên Xwedê ji yên mirovan heye? Bersiv tê dubarekirin di ayetên li jêrê de, ji Sureya Nehlê (Sure 16 – Mêşhingiv) dest pê dike:

Dema em çêbûna tiştekî bixwazin, gotina me jê re tenê ev e: Çêbe! Di cih de ew jî çêdibe!

Nehl 16:40

Fermana Xwedê -dema ku ew tiştekî bixwaze- tenê ev e ku jê re bibêje “bibe”. Vêca ew jî di cih de dibe.

Yasîn 36: 82

Ew Xweda ye, yê ku sax dike hem jî dimirîne. Dema ku Ew bixwaze karekî bike, bes jê re dibêje “Çêbe!” Ew jî di cih de çêdibe.

Xafir 40:68

Pêxember Îsa Mesîh (AS) nexweş baş kirin û ruhên xerab qewirandin tenê ‘bi gotinekê’. Îcar em dibînin ku ew bi tenê Gotinekê dibêje û ba û pêl bi ya wî dikin. Piştre ew Dibêje û bereket dikeve nan û zêde dibe. Ev Nîşane di Tewrat û Quranê de rave dikin bê çima dema ku Îsa Mesîh tiştekî dibêje – ew çêdibe – ji ber ku erka wî hebû. Ew Mesîh bû!

Fêmkirina Dilan

Lê şagirtên wî bi xwe di fêmkirina vê yekê de gelekî astengî kişand. Wan girîngiya zêdekirina nan fêm nedikir. Em bi vê yekê dizanin, ji ber ku hema piştî têrkirina 5000 mirovî Încîl dibêje ku:

Gava Îsa qerebalix verê dikir, wî zû ji şagirtên xwe xwe re got ku li qeyikê siwar bibin û beriya wî derbasî aliyê din ê golê, Beytsaydayê bibin. Piştî ku xatir ji wan xwest, ji bo ku dua bike, çû çiyê. Dema ku bû êvar, qeyik di nava golê de bû û Îsa jî bi serê xwe li perê avê bû. Îsa dît ku şagirt di kişandina bêrikan de gelek zehmetiyê dikişînin, ji ber ku ba ji hemberî wan ve dihat. Nêzîkî berbanga sibehê, Îsa li ser golê bi rê ve çû û nêzîkî wan bû. Wî xwest ku di ber wan re derbas bibe, lê gava wan dît ku Îsa li ser golê bi rê ve diçe, wan got qey xeyaletekî dibînin û qîriyan. Ji ber ku hemûyan jî ew dîtin û bizdiyan. Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got, “Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!” Hingê ew li ba wan, li qeyikê siwar bû û ba rawestiya. Şagirt bi carekê şaş man, ji ber ku wan ew bûyera li ser nên fêm nekiribû; hişê wan giran bûbû. Gava ku ew derbasî aliyê din bûn, wan qeyik girê da, ketin bejahiyê û hatin bajarê Cênîsartê. Ew ji qeyikê peya bûn û xelkê di cih de Îsa nas kir. Xelk bi lez li seranserê herêmê geriya, cihê ku Îsa lê bû hîn bûn û hemû nexweş bi nivînên wan ve anîn. Her cihê ku Îsa diçûyê, çi bajar be çi gund be û çi gundik be, nexweş li ser meydanan vedizelandin û ji bo ku bi tenê destê xwe li rêşiyên kirasê wî bidin, lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê didan, qenc dibûn.

Marqos 6:45-56

Careke din pêxember Îsa Mesîh Gotineke Erkê got û ew ‘çêbû’. Lê şagirtên wî ‘fêm nekir’. Sedema nefêmkirina wan ne ew bû ku ew ne kesên zana bûn; sedema nefêmkirina wan ne ew bû ku ew ne li wê derê bûn; yan jî sedema nefêmkirina wan ne ew bû ku ew şagirtên xerab bûn; yan jî sedem ne ew bû ku ew ne bawermend bûn. Na, ew dibêje ku ‘dilê wan hişk bûbû’. Pêxember Yeremya (AS) kehanet kiribû ku Peymaneke Nû wê were – bi Qanûna ku wê di dilê me de were nivîsandin. Heta ku Peyman dilê wan neguherîne, ew ê hişk be – dilê şopînerên Pêxember ên nêzîkî wî jî di nav de! Hişkbûna dilê me nahêle ku em rastiya ruhî ya ku ji aliyê pêxemberan ve hatiye aşkerkakirin fêm bikin.

Ji ber vê yekê karê Pêxember Yehya (AS) ê amadekirinê gelekî girîng e. Ew gazî mirovan dike ji bo ku gunehên xwe aşkera bikin li şûna ku wan veşêrin. Heke dilên şagirtên Îsa Mesîh hişk bûbûn û diviya wan tobe bikira û gunehê xwe aşkera bikira, nexwe dilê min û we niha çawa ye! Belkî hûn tevlî min bibin û em pev re di dilê xwe de dia bikin ji Xwedê re (Ew fikrên me jî dizane, lewma em dikarin bi tenê bi fikirînê dia bikin) bi aşkerakirina ku ji Dawid re hatiye dayîn.

Ya Xweda, li gorî kerema xwe li ber min bikeve; bi pirbûna dilovaniya xwe paqij bike serhildanên min. Bi tevahî min bişo ji sûcê min, min paqij bi ke ji gunehê min. Ji ber ku ez dizanim serhildanên xwe, her gav li pêş min e sûcê min. Li hemberî te, tenê min li ber te sûc kir, min ya ku li pêş çavê te xerab bû kir. Îcar tu di gotinê de mafdar, di dadbarkirinê de rastdar î.

Ya Xweda, tu dilekî pak bide min, nû û zexim bike ruhê hundirê min. Min ji hizûra xwe neavêje, ruhê xwe yê pîroz ji min nestîne. Şahiya rizgarkirina xwe bi şûn ve bide min, bi ruhekî dilxwaz tu bike piştgiriya min.

Psalm51:1-4,10-12

Ez vê diayê dikim û we jî teşwîq dikim ku heman tiştî bikin da ku Peyamên Pêxember werin fêmkirin bi dilên nerm û pak û em ê bi vî awayî di Încîlê de bidomînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *