Skip to content

Selamûn aleykum. Ev malper der barê Încîlê de ye ku bi navê Pirtûka Pîroz jî tê zanîn. Încîl tê wateya ‘Mizgînî’yê û ev Mizgînî peyamek e ku bi awayekî teqez bandorê li ser jiyana we dike. Di dema bilindbûna Împaratoriya Romayê de vê Mizgîniyê li Ewropa, Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê şoreş çêkir. Vê Mizgîniyê cîhana wê demê wisa guherandiye ku em bizanibin jî nizanibin jî jiyana me ya îroyîn jî bi awayekî bingehîn di bin bandora wê de maye. Încîl bûye sedema afirandina pirtûkan, jihevkirina peyvan, niqteşaniyê, tîpên girdek û hûrdek û her wiha zanîngeh, nexweşxane û sêwîxane jî cara pêşî ji aliyê mirovên ku fêm kiribûn bê Mizgînî divê çawa bandorê li ser civakê bike ve hatine avakirin. Vê Mizgîniyê rê li ber azadbûna civakê vekiriye li seranserê dinyayê û bandora Încîlê bi riyên aştiyane bûye sedema guherîna civakê ya di bin destên bixwîn ên Împaratorên Romayê de ku bi heman awayê dîktatorên di roja me de bi zordestî û bêexlaqî hikim dikirin.

Her wiha dema ku Pêxember Mihemed (AS) Qurana aşkera kir, wî bi rêz û rêzdarî behsa Încîlê kir. Çawa ku em di gelek gotarên di vî malperî de dibînin, wî û hevalên wî bi rûmet behsa Pirtûkên berê (Tewrat, Zebûr û Încîl) kiriye. Îcar heke Pêxember Mihemed (AS) wekî mînak tê girtin û şopandin, nexwe ma ne divê haya şopînerên wî jî ji heman Pirtûkan hebe?

Îro rewş guheriye, êdî navê Încîlê (yan jî Pirtûka Pîroz) her tim gotinên xweş nayîne bîra me. Gelek kes Încîlê têkildarî Xiristiyaniyê yan jî Rojava dibînin. Lê ev yek ne rast e – ew ji bo hemû mirovan e ku ji Xwedê bawer dikin û ew li Rojhilata navîn derketiye holê, ne li Rojava.

Mirov ne li dijî Încîlê ne, lê wer dixuye ku ew ji bo mirovan zêde ne xwedî wateyekê ye. Em di roja me de meraq dikin bê wehiyên ku piştre hatine ketine şûna Încîlê yan na. Carinan jî em meraq dikin bê ew xera bûye yan na. Di nav kar û baran de wextê me çênabe ku em bi rêk û pêk lê bifikirin bê Mizgînî der barê çi de ye. Ji ber vê yekê derfeta xebitîna li ser Pirtûkên Pîroz (Încîl jî di nav de) ji destê Cihû, Misilman û gelek Xiristiyanan direve.

Ji ber vê yekê me ev malper saz kir – da ku ew derfeta fêmkirinê bide me û belkî ji bo cara yekem em fêm bikin bê çima peyama Încîlê ‘Mizgînî’ ye. Ev malper wê derfetê bide me hemûyan da ku em li ser pirsên der barê Încîlê de bifikirin. Heke ev cara pêşî be ku hûn tên vir, belkî divê hûn Der barê Min de bixwînin, ez tê de çîroka bandora Încîlê ya li ser xwe parve dikim. Înşeleh hûn ê çav lê bigerînin, demê jê re veqetînin û bikevin nav maceraya fikirîna li ser Mizgîniya Încîlê.