Skip to content
Ez – li Muskokaya xweşik, ON, Kanada

Ez dixwazim bi we re parve bikim bê Mizgîniya Încîlê çawa ji min re watedar bû. Bi ya min ev ê bike ku hûn nivîsên di vê malperê de baştir fêm bikin.

(Agahiyên bingehîn… Ez li Kanadayê dijîm. Zewicî me û kurekî me heye. Min li Zanîngeha Torontoyê, Zanîngeha New Brunswickê û Zanîngeha Acadiayê xwend. Dîplomaya min a Endazyariyê û pisporiya min a li ser endazyariya profesyonel heye bi berfirehî li ser bernameyên kompîturê û modelkirinên matematîkî)

Bêaramiya di Ciwanekî Bijare de

Ez di nav malbateke halxweş a xwedî pîşe de mezin bûm. Ez bi eslê xwe ji Swêdê me. Dema ku ez hê zarok bûm, me koçî Kanadayê kir, lê ez li çend welatan mezin bûm – li Cezayîrê, Almanyayê, Kamerûnê û axirê ez vegeriyam Kanadayê ji bo zanîngehê. Wekî her kesî min jî dixwest (hê jî dixwazim) jiyaneke têr û tijî – bi dilxweşî, di nav aştiyê de û xwedî wate û armanc bijîm – digel mirovên din ên ku ez bi wan re de nav têkiliyê de bûm, bi taybetî bi malbat û hevalên xwe re.

Dema ku ez di nav civakên cuda de dijiyam – hem ên ji dînên cuda hem ên sekuler – min pir pirtûk dixwendin û min gelek nêrînên cihêreng ên li ser ‘rastî’yê û li ser avakirina jiyaneke têr û tijî nas kirin. Tiştê ku min dît ew bû ku digel ku em (ez û piraniya Rojavayiyan) xwedî dewlemendiyeke mezin, teknolojiyê û azadiya hilbijartinê bûn ji bo gihîştina armancên xwe, nakokî ew bû ku wer dixuya ku em di nav rewşeke bêewle de bûn. Min dît ku têkiliyên malbatî ji yên nifşên berê bêqîmettir û demdemî bûn. Min bihîst ku heke em “hinekî din bêtir bi dest bixin”, em ê bigihîjin wê jiyana têr û tijî. Lê çi qasê din? Bêtir çi? Pere? Zanîna zanistê? Têknolojî? Zewq? Statû?

Dema ku ez ciwan bûm, van pirsan bi min re bêaramiyeke nediyar çêkir. Ji ber ku bavê min şêwirmendê endazyariyê bû li Cezayîrê, min bi ciwanên din ên dewlemend, bijare û perwerdekirî re hevaltî kir. Lê li wir jiyan pir basît xuya dikir bi çend alternatîfên li derve yên kêfkirinê. Lewma min û hevalên xwe bêriya rojên ku em ê vegerin welatên xwe dikir, hingê me yê bi TV’ê, xwarinên xweş, derfetan û jiyana hêsan a li Rojava kêf bikira – û em ê ‘tatmîn’ bibûna. Lê dema ez çûm Kanadayê yan jî Ewropayê, piştî demeke kurt bêaramiya min dîsa li min vedigeriya. Ji wê jî xerabtir, ez pê hesiyam ku ew her tim di nava mirovên li wê derê de heye. Di destê wan de çi hebûya (jixwe gelek tiştên wan hebûn), wan pêwîstî bi zêdetirê wê didît.

Dema ku destgirtiyeke min a populer çêbû, min got qey min “ew” dît. Ji ber ku ji bo demekê wer dixuya ku tiştekî nava min tije dikir, lê piştî çend mehan bêaramî dîsa li min vegeriya. Min digot qey piştî ku dibistan qediya, ez ê wê jiyanê ‘bi dest bixim’… piştre min got dema ku min ehliyet girt û erebe ajot, lêgerîna min wê bi dawî bibe. Dema ku ez mezintir bûm, min bihîst ku mirov behsa malnişîniyê dikin ji bo tatmînbûnê. Ew bû? Ma em ê hemû jiyana xwe ji bo bidestxistina tiştan derbas bikin û bibêjin ew tiştê din wê me tatmîn bike heta ku jiyana me biqede? Ew dişibiya tiştekî vikûvala!

Di maweya vê demê de min bi Xwedê bawer kir, digel ku piraniya Rojava bûbû sekuler û ateîst. Ji min re dûrî aqil dihat ku tevahiya dinyayê û her tiştê tê de jixweber derketibe holê. Lê digel wê baweriya xwe ya dînî, di hundirê min de aloziyek çêdibû dema ku min hewl dida ku bêaramiya xwe ya ku min li jorê behsa wê kiribû bi kirin, gotin an jî fikirîna tiştên ku ez dixistim nav şermê tatmîn bikim. Wekî ku jiyaneke min a nepenî hebû ku haya kesî jê nebû. Lê ew jiyan tijî hesûdî (min tiştên xelkê dixwestin), neduristî (min hin caran rastî vedişart), şerûdî (ez bi hêsanî bi malbata xwe re diketim nav qirênê), bêexlaqiya cinsî (bi piranî tiştên ku min li ser TV’yê temaşe dikirin – ji ber ku hingê înternet nebû – yan jî min dixwendin û di hişê xwe de li ser difikirîm) û xweperestî. Min dizanî ku piraniya mirovên din vê beşa jiyana min nabînin, lê Xweda dibîne. Vê yekê ez nerehet dikirim. A rast ji gelek aliyan ve heke min baweriya xwe bi Xwedê neaniya, ew ê bi kêrî min bihata, ji ber ku min ê hingê guh nedaya hestê sûcdariya şermê yê li pêşberî Wî. Çawa ku Dawid di Zebûrê de gotibû, min pirs kir, “Zilamê ciwan riya xwe bi çi paqij dike” (Mezmûr 119:9) Min bêtir hewl da ku rîtuelên dînî yên mîna diakirin, xwedîderketina li nefsê yan jî beşdariya li civînên dînî bikim, lê yekê ji wan ew bêaramî bi tevahî ji holê ranekir.

Zanatiya Silêman

Di maweya wê demê de, ji ber wê bêaramiyê min dît ku nivîsarên Silêman bandoreke mezin li hundirê min û derveyê min dikin. Silêman, kurê Dawid, padîşahekî Îsraîla antîk bû, bi zanatiya xwe navdar bû û wî çend pirtûk nivîsandine ku parçeyekî Zebûrê ne û di wan de wî bêaramiya ku di min de jî hebû teswîr dikir. Wî wiha nivîsandiye:

Min ji bo kenînê got: “Dînîtî ye” û ji bo şahiyê jî got: “Bi kêrî çi tê?” Min biryar da bi şerabê şad bibim û li pey bêaqiliyê bikevim, lê şarezatiyê jî rêberiya min dikir. Min dixwest bizanibim di çend rojên jiyana mirov de, çi ji bo wî baş e. Min karên mezin kirin, ji xwe re xanî ava kirin û rez danîn. Min ji bo xwe bexçe û xerzik danîn û di nav de her cure darên fêkiyan danîn. Min ji bo avdana wan daristanan lîç çêkirin. Min xulam û xadim standin, koleyên li mala min hatibûn dinyayê jî hebûn. Gelek malê min, pez û dewarên min hebûn. Hem jî ji hemûyên ku beriya min li Orşelîmê mane bêtir bûn. Min ji bo xwe zêr û zîv, ji xezîneyên padîşah û herêmên bindestkirî civandin. Stranbêjên min ên jin û mêr û gelek jinên min ên ku mirov ji wan zewqê distîne hebûn. Ez ew qas dewlemend bûm ku li Orşelîmê kesekî bi qasî min dewlemend nebû. Şarezatiya min jî dev ji min berneda. Min tu tiştê ku çavê min xwest ji bo xwe texsîr nekir. Min dilê xwe ji tu şahiyê bêpar nehişt. Ji ber ku dilê min bi hemû keda min şad dibû û para min a ji hemû keda min ev bû.

Waiz 2:1-10

Dewlemendî, navdarî, zanîn, xebat, jin, zewq, padîşahî, statu… Silêman xwediyê hemûyan bû – û ew ji yên her kesê dema wî û me bêtir bûn. Dibe ku hûn bibêjin her kes bi wan tiştan wê tatmîn bibûya. Lê ew gihîşt vê encamê:

Çaxê min li hemû karên destên xwe û keda di ber de dayî nihêrî, min dît ku va ye her tişt pûç e û wek ketina pey bayê ye. Li ser rûyê erdê tu qezenc tune bû. Şarezatî ji bêaqiliyê çêtir e. Ez dîsa fikirîm ka şarezatî, dînîtî û bêaqilî çi ye? Ma kesê ku dikeve cihê padîşah, ji bilî tiştên ku berê hatine kirin, dikare çi bike? Min dît ku ronahî di ser tariyê re, şarezatî jî di ser bêaqiliyê re ye. Zilamê şareza bi çavên serê xwe dibîne, lê yê bêaqil di tariyê de bi rê ve diçe. Lê min fêm kir, ya ku tê serê her duyan yek e û min di dilê xwe de got: “Ya ku tê serê kesê bêaqil, wê bê serê min jî. Îcar çima ez ev qasî şareza bûme?” Lewma min di dilê xwe de got: “Ev jî pûç e.” Ji ber ku wek ê bêaqil, kesê şareza jî di rojên pêş de tê jibîrkirin. Di pêşerojê de her du jî nayên bîra kesî. Heyf e ku kesên şareza jî wek yên bêaqil dimirin. Xebat jî pûç e. Îcar min ji jiyanê nefret kir, ji ber ku ya ku li ser rûyê erdê dihat kirin, ji min re giran hat. Her tişt pûç e. Wek ketina pey bayê ye. Min ji hemû keda xwe ya ku min li ser rûyê erdê da, nefret kir. Ji ber ku ez ê her tiştî ji yê ku piştî min tê re bihêlim. Kî dizane ka wê şareza yan bêaqil be? Dîsa jî wê li ser her tiştî rûne ku min li dinyayê bi ked û şarezatiyê bi dest xistiye. Ev jî pûç e. Lewma min hêviya xwe ji hemû keda xwe ya ku min li ser rûyê erdê daye birî. Ji ber ku mirov hene ya ku bi ked, zanîn, şarezatî û jêhatîbûna xwe bi dest dixin, ji kesekî ku keda xwe di ber re nedaye re dihêlin. Ev jî pûç û xerabiyeke mezin e. Çi feydeya mirov ji hemû keda wî û xemxwarina wî ya li ser rûyê erdê re heye? Hemû rojên wî, karên wî derd û keder in. Bi şev jî dilê wî rihetiyê nabîne. Ev jî pûç e.

Waiz 2:11-23

Mirin, Dîn û Bêedaletî – Neguheriyên Jiyana ‘Li ser rûyê erdê’

Li rex van hemû probleman ez bi aliyekî din ê jiyanê tengezar bûm. Silêman jî pê tengezar bûbû.

Ji ber ku ya ku tê serê mirovan tê serê heywanan jî. Tiştê ku tê serê wan yek e. Mirov çawa dimirin, heywan jî wisa dimirin. Hilma her duyan eynî ye. Mirov ne di ser heywên re ye, ji ber ku her tişt pûç e. Hemû diçin derekê, hemû ji axê ne û hemû car din vedigerin axê. Ma kî dizane ku piştî mirinê mirov dertên jor û heywan dadikevin jêr?

Waiz 3:19-21

Ya ku tê serê hemûyan yek e. Ya ku tê serê yê rast, yê xerab, yê baş û helal û yê heram yek e. Eynî tişt tê serê kesê ku gorî pêşkêş dike û yê ku nake jî. Çi tê serê yê qenc, tê serê yê gunehkar jî, yê ku sond dixwe jî, wek yê ku ji sondê ditirse ye. Xerabiya her tiştê ku li ser rûyê erdê tê kirin ev e: Eynî tişt tê serê hemûyan. Her wiha di dema ku dijîn de, dilê mirovan bi xerabî û dînîtiyê tije ye. Piştre ew tevî miriyan dibin. Lê bi hemû kesên ku dijîn re hêvî heye. Belê seyê sax ji şêrê mirî çêtir e. Ji ber ku yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin, lê mirî tiştekî nizanin, êdî ji bo wan xelat tune ye. Ji ber ku bibîranîna wan jî hatiye jibîrkirin.

Waiz 9:2-5

Ez di nav malbateke dîndar de mezin bûm û li Cezayîrê ku welatekî dîndar bû jiyabûm. Dîn dikare bibe bersiv? Lê min fêm kir ku dîn bi piranî serveyî ye – bi tenê têkiliya wî bi merasîmên derveyî re heye – û ew nakeve nava dilê me. Divê kesek çend merasîmên dînî yên wekî diakirin û çûyîna dêrê (yan jî mizgeftê) bike da ku Xweda têra xwe jê ‘razî’ bibe? Hewldana jiyaneke dînî ya biexlaq pir zehmet bû, ma kî xwedî wê hêzê ye ku xwe her tim ji gunehan bide alî? Divê min çi qasî xwe bidaya alî? Xwedê bi rastî ji min çi hêvî dikir? Bicihanîna ferzên dînî dibe ku bibin barekî giran.

Û bi rastî heke Xweda berpirsyar be, çima karekî wiha xerab dike? Min ji xwe pirsî. Ji bo dîtina bêedaletî, xerabî û tahdeyên ku li dinyayê diqewimin hewce nake mirov zêde li derdora xwe binêre. Ev ne rewşeke ku di van salên dawî de diqewime, ji ber ku Silêman jî berî 3000 salî pê hesiyabû. Wî gotiye:

Min li ser rûyê erdê ev jî dît: Di şûna heq de xerabî heye, di cihê rastiyê de xerabî heye.

Îcar ez zivirîm û min li hemû zilm û zordariyên ku li ser rûyê erdê tên kirin nihêrî. Min hêsirên bindestan dîtin, kesê ku dilê wan aş bike tune ye. Hêz li aliyê zordaran e, kesê ku li ber dilê wan dide tune ye. Min ji zindiyan bêtir xweziya xwe bi miriyan anî, min mirî ji zindiyan bextewartir dîtin. Lê yê ku hê nehatiye dinyayê û karên xerab ên ku li ser rûyê erdê tên kirin nedîtiye, ji her duyan dilgeştir e.

Waiz 3:16; 4:1-3

Ji bo Silêman, çawa ku em jî bi zelalî dibînin; jiyana ‘li ser rûyê erdê’ bi tahde, bêedaletî û xerabiyê hatiye mohrkirin. Çima wisa ye? Çareseriya wê heye? Û piştre jiyan bi mirinê diqede. Mirin dawî ye û hikmî jiyana me dike. Çawa ku Silêman nivîsiye, ew qedera hemû mirovan e, baş û xerab, dîndar û ne dîndar. Pirsa bêdawîtiyê bi mirinê re ji nêzîk ve têkildar bû. Ez ê biçim Bihuştê yan jî (jê xerabtir) ez ê biçim cihê darizandina ebedî – Dojehê?

Lêgerîna di Edebiyata Bêwext de

Problemên bidestxistina tatmîneke bêdawî di jiyanê de, barê merasîmên dînî, tahde û bêedaletiya ku bûye bela di tevahiya dîroka mirovatiyê de, her wiha teqeziya mirinê û tirs û endîşeya tiştên ku wê piştî mirinê çêbin di hundirê min de dikeliyan. Dema ku ez di lîseyê de bûm, me sparteka berhevkirina sed heb berhemên wêjeyê (helbest, stran, kurteçîrok û hwd.) yên ku me ji wan hez dikir girtibû. Ew spartek yek ji egzersîzên herî xweş bû ku min li dibistanê kiribû. Piraniya berhevkariya min têkildarî yekê ji van probleman bû. Wê spartekê kir ku ez gelek kesên din ên ku bi heman probleman re rû bi rû mabûn nas bikim û li wan guhdarî bikim. Min ji demên cuda, ji paşxaneyên perwerdehiya cuda, ji felsefe û awayê jiyanên cuda mirov nas kirin.

Her wiha hin gotinên Îsa yên di Încîlê de jî tê de cih girtin. Digel wêjeya sekuler hîndariyên Îsa yên bi vî awayî hebûn:

“… ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke têr û tijî hebe.”

Yûhenna 10:10

Dilekî min got belkî, bi tenê belkî, li vir bersivek hebe ji bo wan pirsên ku Silêman, wan nivîskaran û min dipirsî. Ji ber ku Încîl (ku heta hingê kêm-zêde peyveke dînî ya bêwate bû) dihat wateya ‘mizgînî’yê. Bi rastî Încîl Mizgînî bû gelo? Ew pêewle bû yan ew xerakirî bû? Ev pirs di hundirê min de mezin bûn.

Qewameke ku Nayê Jibîrkirin

Piştre wê salê ez û çend heval çûbûn Swîsreyê ji bo geşteke kaşûnê. Piştî ku me rojeke xweş bi kaşûnê û enerjiya ciwaniyê derbas dikir, em êvaran jî diçûn dîskoyan. Li wan dîskoyan me dans dikir, keçik nas dikirin û heta nîvê şevê me ji xwe re kêf dikir.

Navendên kaşûnê yên li Swîsreyê li serê çiyayan hatine çêkirin. Gelekî baş tê bîra min ku şevekê bi derengî ez ji dîskoyekê derketibûm û diçûm odeya xwe. Lê di rê de ez sekinîm û min li stêrkan nihêrî. Ji ber ku dinya wisa tarî bû ku (ez li serê çiyayekî bûm û li wê derê kêm mirov hebûn ku ‘qirêjiya roniyê’ çêkin) min dikarî ezametî û îhtişama hemû stêrkan bibînim. Wî dîmenî kir ku bêhn li min biçike û bi tenê min karî ez li wir bisekinim û bi tirs û rêzdarî li wan binêrim. Ayeteke ji Zebûrê hate hişê min ku digot, “Asîman berziya Xwedê didin nîşan…”

Mezmûr 19:1

Dema ku min di wê şeva tarî de li îhtişama gerdûna bistêrk dinihêrî, te digot qey ez dikarim beşeke biçûk a îhtişama Xwedê bibînim. Di nav bêdengiya wê kêliyê de min dizanî ku tercîheke min heye. Min dikarî teslîmî Wî bibim an jî min dikarî ez bi awayê ku diçûm bidomînim, yanî digel ku ez xwedî formeke xwedayî bûm, min ê hêza wê ya li ser tevahiya jiyana xwe înkar bikira. Îcar ez ketim ser çokên xwe û min serê xwe tewand heta erdê di nav wê bêdengiya şeva tarî de û min bi van gotinan lava kir, “Tu Xweda yî. Ez xwe teslîmî te dikim. Gelek tişt hene ku ez wan fêm nakim. Ji kerema xwe berê min bide ser Riya Xwe ya Rast”. Serê min wisa li ser erdê ez di nav teslîmiyetê de sekinîm û bi qebûlkirina hebûna gunehên di jiyana xwe de min rêberî dixwest. Di wan deqeyan de tu mirovê din li cem min nebû. Bi tenê ez û Xweda hebûn saet di 2’ê şevê de, di bin asîmanê tijî stêrk de, li derveyî navenda kaşûnê ya Swîsreyê. Ew qewameke wisa bû ku qet neyê jibîrkirin û dema ku hewl didim wê bibêjim gotin têrî wê nakin.

Ew gaveke girîng bû di rêwîtiya min de. Min xwe teslîmî tercîha Wî kir li wê devera ku min dixwest hin bersivan bigirim. Bersiv ji min re hatin dema ku min lêkolîn kirin û îtaetî tiştên ku hîn dibûm dikir. Piraniya tiştên di vê malperê de ew in ku ez di wê şevê de hîn bûme. Dema ku yek dest bi rêwîtiyeke bi vî rengî dike, hestek pê re çêdibe ku ew ê tu carî negihîje dawiyê, lê ez hîn bûm û min tecrûbe kir ku Încîl bersivê dide wan pirsên ku min di jiyana xwe de dikirin. Armanca wê ya sereke nîşandana – jiyaneke têr û tijî, mirin, bêdawîtî, azadî, problemên rojane yên wekî hezkirina di nav malbatê de, şerm, sûcdarî, tirs û bexişandin e. Angaşta Încîlê ew e ku ew bibe bingeheke ku em bikaribin jiyana xwe li ser ava bikin. Dibe ku kêfa hinekan ji bersivên ku Încîl dide re neyê yan jî wan bi temamî fêm neke, lê ji ber ku ev peyam ji ba Xwedê hatiye di ser şexsê Îsa Mesîh re, ew ê bibe ehmeqî ku yek jê bêhay bimîne.

Heke hûn ji bo fikirîna li ser Încîlê wext veqetînin, belkî hûn jî heman tiştî bibînin.