Skip to content

Ji Tewratê: Çîroka pêxember Îsmaîl (AS) çi ye?

  • by

Gelek tevlîhevî hene der barê tiştên ku bi serê Îsmaîl de hatine. Tewrata ku berî 3500 salî ji aliyê pêxember Mûsa (AS) ve hatiye nivîsandin vê mijarê ji me re zelal dike. Xwedê soz dabû Mûsa (AS) ku Ew ê wî pîrozî bike û ziriyeta wî jî bi qasî libên qûmê yên li peravê wê zêde bibe (li vir binêrin). Îbrahîm (AS) axirê bû xwediyê du kuran ên ji du jinên wî, lê rikberiya di navbera wan kir ku ew Hacer û Îsmaîl ji cem xwe bişîne. Ev rikberî bi du merhaleyan çêbû. Merhaleya yekemîn piştî jidayîkbûna Îsmaîl û berî jidayîkbûna Îsheq çêbû. Tewrat bi vî awayî behsa vê rikberiyê dike û dibêje bê Xweda çawa Hacer parast, Xwe nîşanî wê da û pîroziya Xwe da Îsmaîl (AS):

Jina Îbrahîm Serayê jê re zarok neanîbû. Lê bi navê Hacer cariyeke Serayê ya Misrî hebû. Serayê ji Avram re got: “Xweda zarok nedan min. Here ba cariya min. Belkî bi vî awayî ez bibim xweyî zarok.” Îbrahîm bi gotina Serayê kir. Piştî ku Îbrahîm deh salan li welatê Kenanê rûnişt, jina wî Serayê cariya xwe ya Misrî Hacer anî û da mêrê xwe da ku jê re bibe jin. Avram çû ba Hacerê û ew bi zaro ma. Gava Hacerê dît ew bi zaro ye, wê dest pê kir xatûna xwe biçûk dît. Serayê ji Îbrahîm re got: “Ev neheqî ji rûyê te hat serê min. Min cariya xwe kir paşila te û gava wê dît ew bi zaro ye, wê ez biçûk dîtim. Bila Xweda şahidê min û te be.”

Îbrahîm jê re got: “Cariya te di destê te de ye. Tu her çi dixwazî bi wê bike.” Paşê Serayê tadeyî lê kir û Hacer ji ba wê reviya. Milyaketê Xwedê Hacer li çolê li ser kaniyekê dît. Ev kanî li ser riya Şûrê bû. Milyaket jê re got: “Ya Hacer, cariya Serayê! Tu ji ku têyî û bi ku ve diçî?” Wê got: “Ez ji Seraya xatûna xwe direvim.” Lê milyaketê Xwedê jê re got: “Vegere ba xatûna xwe û bindestiya wê bike.” Bi ser de milyaket got: “Ez ê ziriyeta te wisa pir bikim ku wê kes nikaribe bijmêre.” Milyaketê Xwedan berdewam kir û got: “Va ye tu bi zaro yî û tê kurekî bînî. Tê navê wî Îsmaîl deynî. Ji ber ku Xwedê tengasiya te bihîst.”

“Wê bibe wekî kerekî hov. Wê li dijî her kesî be û wê her kes jî li dijî wî be. Wê bi birayên xwe re bi dijminatî bijî.” Wê navê Xwedayê ku pê re peyivî wiha danî: “Tu ‘Êl-Royî’ yî.” Wê got: “Li vir min ê ku min dibîne dît.” Ji ber vê yekê ji bîra di navbera Qadêş û Beredê re Bîr-Lahay-Royî hat gotin. Hacerê ji Îbrahîm re kurek anî û navê Îsmaîl lê danî. Gava Hacerê ji Îbrahîm re Îsmaîl anî Îbrahîm heştê û şeş salî bû.

Destpêk 16 :1-16

Em dibînin ku Hacer wekî pêxemberekê ye, ji ber ku ew bi Xwedê re dipeyive. Xweda jê re dibêje bila navê kurê wê Îsmaîl be û sozekê dide wê ku ziriyeta Îsmaîl ‘bi qasî ku neyê hejmartin wê pir be’. Îcar piştî wê peyivîn û sozê ew li xanima xwe vedigere û rikberî bi dawî dibe.

Rikberî Mezin Dibe

Lê piştî 14 salan dema ku kurek ji Serayê re çêdibe rikberî dîsa dest pê dike. Tewrat dibêje bê ew çawa çêdibe:

Kurik mezin bû û di roja ku Îsheq ji şîr hat vekirin de Îbrahîm şahiyeke mezin çêkir. Çaxê Serayê dît kurê ku Hacera Misrî ji Îbrahîm re anîbû bi Îsheq tinazên xwe dike, wê ji Îbrahîm re got: “Vê cariyê û kurê wê biqewirîne. Bila kurê vê cariyê nebe hevparê mîrasa kurê min Îshaq.” Ev yek li Îbrahîm pir giran hat. Ji ber ku Îsmaîl jî kurê wî bû. Lê Xwedê ji Îbrahîm re got: “Tu li ber kurik û cariya xwe nekeve. Guhê xwe bide her tiştê ku Seray ji te re dibêje; ji ber ku wê ziriyeta te bi Îsheq bê naskirin. Ez ê kurê cariyê jî bikim miletek, ji ber ku ew jî ji ziriyeta te ye.”

Îbrahîm serê sibê zû rabû, hinek nan û meşkek av hilda, danî ser milê Hacerê û kurik pê re, ew şand. Hacer çû û demekê li Deşta Bîr-Şevayê geriya. Çaxê av di meşkê de nema, wê kurê xwe kir bin deviyekê û çû, bi qasî avêtina tîrekî dûr ket. Ew rûnişt û got: “Ez nikarim li mirina kurê xwe binêrim.” Paşê bi dengekî bilind giriya.

Xwedê dengê kurik bihîst û milyaketê Xwedê ji esmên gazî Hacerê kir û got: “Çi bûye Hacer? Netirse, Xwedê dengê kurik ji wê derê bihîst. Rabe, kurik rake û bi destê wî bigire. Ji ber ku ez ê wî bikim miletekî mezin.” Piştre Xwedê çavên Hacerê vekirin û wê bîreke avê dît. Ew rabû, meşka xwe bi avê tije kir û av da kurê xwe.

Gava zarok mezin dibû Xwedê pê re bû. Ew li çolê rûnişt û bû tîravêjekî xurt. Ew li Çola Paranê rûnişt û diya wî ji welatê Misrê jinek jê re anî.

Destpêk 21:8-21

Em dibînin ku Sera (navê wê yê Seray guherîbû) nekariya di heman malê de bi Hacerê re bijî û dixwaze ku ew ji malê were şandin. Îbrahîm (AS) nedixwest vê yekê bike, Xwedê soz dayê ku Ew ê Hacer û Îsmaîl (AS) pîrozî bike. Bi rastî jî Xweda bi Hacerê re peyivî, Wî çavên wê vekirin da ku avê bibîne li çolê û Wî soz dayê ku Îsmaîl (AS) wê bibe xwediyê ‘neteweyeke mezin’.

Tewrat çîrokê didomîne û dibêje bê çawa ew netewe çêbûye û bi pêş ketiye. Em beşa der barê Îsmaîl de ya di dema mirina Îbrahîm (AS) de bixwînin

Mirina Îbrahîm

Îbrahîmê kalbûyî û ji jiyanê têrbûyî di emrekî dirêj de, ruhê xwe da, mir çû û gihîşt bav û kalên xwe. Kurên wî Îshaq û Îsmaîl ew li şikefta Maxpêlaya nêzîkî Mamrê, di zeviya Efronê kurê Soharê Hîtîtî de veşart. Îbrahîm ew zevî ji Hîtîtiyan standibû. Îbrahîm û jina wî Sera li wê derê hatin veşartin. Piştî mirina Îbrahîm, Xwedê kurê wî Îsheq pîrozî kir. Ew li nêzîkî Bîr-Lahay-Royiyê ma.

Qeyda ziriyeta Îsmaîlê kurê Îbrahîm ê ku ji cariya Serayê, Hacera Misrî, ji Îbrahîm re çêbûbû: Li gorî rêza bûyîna xwe, navên kurên Îsmaîl ev in: Yê pêşî Nevayot, piştre Qêdar, Adbeyêl, Mîvsam, Mîşma, Dûma, Massa, Hadad, Têma, Yetûr, Nafîş û Qêdema. Ev kurên Îsmaîl bûn. Navên duwanzdeh mîrên eşîran li gorî gund û warên wan li wan kiribûn. Bi tevahî, Îsmaîl sed û sî û heft sal emir kir, piştre ruhê xwe da, mir çû gihîşt pêşiyên xwe. Kurên Îsmaîl ber bi Aşûrê ve ji Hawîlayê heta Şûra nêzîkî sînorê Misrê bi cih bûn. Ew li rojhilatê cihê malên hemû birayên xwe bi cih bûn.

Destpêk 25:8-18

Îsmaîl bi rastî jî temenekî gelekî dirêj jiya û kurên wî jî bûne serokên 12 eşîran. Xwedê çawa ku soz dabû ew pîrozî kir. Ereb îro jî dibêjin ku bav û kalên wan di ser Îsmaîl re digihîjin Îbrahîm.

Leave a Reply

Your email address will not be published.