Skip to content
Home » Roj 1: Îsa Mesîh – Ronahiya ji Gelan re

Roj 1: Îsa Mesîh – Ronahiya ji Gelan re

  • by

Îsa Mesîh di Yekşema Palmiyeyê de bi têketina Orşelîmê heftiya xwe ya dawî da destpêkirin. Sureya Enbiyayê (Sure 21 – Pêxember) ji me re dibêje:

Û wê jina ku namûsa xwe bi îfet parastiye bi bîr bîne. Me li Cebraîlê ferîştehê xwe ferman kir ku pif bike wê û me ew û kurê wê ji gelan re kirin nîşan.

Sureya Enbiya 21:91

Sureya Enbiya bi zelalî dibêje ku Xwedê Îsa Mesîh (AS) kiriye nîşan ji bo hemû gelan, bi tenê ne ji bo Xiristiyanan yan jî Cihûyan. Pêxember Îsa Mesîh çawa bû ‘nîşaneyek’ ji bo me hemûyan? Xwedê gerdûn ji bo hemû mirovan afirand. Lewma di her roja wê heftiya xwe ya dawî de Îsa Mesîh (AS) bi awayê ku îşaretî şeş rojên Afirandinê (Quran û Tewrat dibêjin ku Xwedê her tişt di şeş rojan de afirandine) bike dipeyivî û hereket dikir.

Em ê bi nirxandina her roja heftiya dawî ya Îsa Mesîh dest pê bikin û em ê bibînin bê çawa hemû hîndarî û tevgerên wî nîşane ne ji bo Afirandinê. Ew ê nîşan bide ku bûyerên her roja wê heftiyê ji aliyê Xwedê ve hatine nîşandayîn ji destpêka demê ve – ne ji aliyê fikrên mirovan ve, ji ber ku mirov nikarin bûyerên ku bi hezar salan ji hev qut in koordîne bikin. Em bi Yekşemê dest pê dikin – Roj Yek.

Roj Yek – Ronahiya di Tariyê de

Sûreya Nûrê (Sure 24 – Ronahî) metelokeke ‘Ronahiyê’ dide. Dibêje:

Xweda ronîkerê erd û asîmanan e. Mînaka ronahiya Wî, wekî kulekekê ye ku tê de çira be. Ew çira jî di nav şûşeyekê de be, ew şûşe jî her wekî stêreke ronak be ku ronahiya wê ji dareke pîroz a zeytûnê be, ne li rojhilat e ne jî li rojava ye, nêzîk e ku zeyta wê ronahî bide, çendî ku agir negihîjê jî. Nûra li ser nûrê ye! Xweda kî ku nûra wî bixwaze, wî bi bal ve rasterê dike û Xweda ji bo mirovan derb û meselan tîne. Ji ber ku Xweda her tiştî dizane.

Sureya Nûrê 24:35

Ev metelok behsa Roja Yekemîn a Afirandinê dike dema ku Xwedê Ronahî afirand. Tewrat dibêje:

Xwedê got: ‘Bila ronahî çêbe.’ Ronahî çêbû. Xwedê dît ku ronahî qenc e û wî ronahî ji tariyê veqetand. Xwedê navê ronahiyê ‘Roj’ û navê tariyê ‘Şev’ danî. Bû êvar û sibe, ev roja pêşî bû.

Destpêk 1:3-6

Xwedê di Roja Yekemîn a Afirandinê de Ronahî çêkir da ku tariyê ji holê rake. Wekî nîşaneyekê da ku nîşan bide ku bûyerên wê saetê hatibûn plankirin ji Roja Yekemîn a Afirandinê ve, Mesîh digot hebûna wî ronahiyek e ku tariyê radike.

Ronahî li ser ên ne Cihû dibiriqe

Pêxember Îsa Mesîh (AS) nû ketibû nava Orşelîmê li ser pişta kerekî çawa ku pêxember Zekeriya (AS) kehanet kiribû beriya 500 salî, di heman roja ku pêxember Danîel (AS) kehanet kiribû de beriya 550 salî. Cihû ji gelek welatan hatibûn ji bo mihrîcana Derbasbûnê ya ku nêzîk bûbû, ji ber vê yekê Orşelîm bi Cihûyên hacî qerebalix bûbû (wekî bajarê Mekkeyê yê di dema Hacê de). Her wiha hatina pêxember di nava Cihûyan de bûbû sedema kelecaniyeke mezin. Lê ne bi tenê haya Cihûyan jê nebû ku Îsa Mesîh wê were. Încîl dibêje bê çi qewimiye piştî ku ew dikeve nava Orşelîmê.

Di nav wan kesan de yên ku ji bo di cejnê de biperizin hilkişiyabûn Orşelîmê, hinek Yewnan jî hebûn. Ew hatin ba Filîposê ji bajarê Beytsayda Celîlê û ji wî re gotin: “Ezbenî, em dixwazin Îsa bibînin.” Filîpos çû û ew ji Endrawis re got; Endrawis û Filîpos jî çûn ji Îsa re gotin.

Yûhenna 12: 20-22

Di dema Pêxember de bariyereke di navbera Yewnan û Cihûyan de

Ji bo Yewnanan (ew ji kesên ku ne Cihû bûn) tiştekî nedîtî bû ku li mihrîcaneke Cihûyan bin. Yewnan û Romayiyên wê demê ji ber ku pirxwedayî bûn, ew wekî kesên heram û vedêrkirî dihatin dîtin ji aliyê Cihûyan ve. Piraniya Yewnanan jî dînê Cihûyan yê yek-xwedayî (xwedayê ku nayê dîtin) û cejnên wan beredayî didîtin. Di wê demê de bi tenê Cihû yek-xwedayî bûn. Lewma ew gelên din her tim dûrî hev disekinîn. Ji ber ku civaka kesên ne Cihû ji civaka Cihûyan gelekî mezintir bû, Cihû bi awayekî dûrî piraniya gelên li dinyayê dijiyan. Dînê wan ê cuda, xwarina wan a helal, pirtûka pêxemberên wan a taybet di navbera Cihûyan û yên ne Cihû de bariyerek çêkiribû û yên li her du aliyên bariyerê bi çavê dijmin li hev dinihêrî.

Di roja me de ji ber ku pirxwedatî û pûtperestî ji aliyê piraniya dinyayê ve tê redkirin, dibe ku em bi hêsanî fêm nekin bê ew cudahî çawa bû di dema pêxember Îsa Mesîh (AS) de. A rast di dema Îbrahîm (AS) de ji xeynî wî pêxemberî hema hema her kes pir-xwedayî bû. Di dema Pêxember Mûsa (AS) de hemû gelên din bi pûtan diperizîn, her wiha Firewn bi xwe jî digot ku ew xweda ye. Îsraîlî giraveke biçûk a yek-xwedayiyê bûn li nav deryaya pûtperestiya hemû neteweyên li dora xwe. Lê pêxember Yeşaya (AS – 750 BZ) destûr girtibû ji bo dîtina siberojê û wî guherînek ji bo wan hemû gelan pêşbînî kiribû. Wî wiha nivîsîbû:

Ya kesên keviyên deryayan, min bibihîzin! Ya gelên dûr, guhdarî bikin! Gava ez di zik de bûm, Xudan gazî min kir. Gava ez di zikê dayika xwe de bûm, navê min danî.

Niha Xudan dibêje. Yê ku di zik de şikil daye min û ez kirim xulamê xwe ku Yaqûb bi şûn de bînim ba wî û Îsraîl li ber wî bicivînim –ji ber ku di çavê Xudan de ez birûmet im û Xwedayê min bû hêza min– dibêje: “Tê bibî xulamê min, ne bi tenê ji ber ku ez eşîrên Yaqûb ji nû ve li cihê wan deynim û Îsraîliyên saxmayî bi şûn ve bînim, lê ez ê te ji gelan re bikim ronahî da ku rizgariya min bigihîje binê dinyayê!”

Yeşaya 49:1, 5-6

“Rabe bibiriqe! Ji ber ku ronahiya te hat. Rûmeta Xudan bi ser te ve hilat. Va ye, wê tarî dinyayê bipêçe, wê taristan gelan binixême. Lê wê Xudan bi ser te de wekî zeraqê derkeve û rûmeta wî li ser te xuya bike. Wê gel werin ronahiya te, wê padîşah werin biriqîna zeraqa te.

Yeşaya 60:1-3

Yanî pêxember Yeşaya hatina ‘Xulamê’ Xwedê pêşbînî kiribû û gotibû digel ku ew ê Cihû be (‘ji qebîleya Yaqûb be’), ew ê bibe ‘ronahî ji yên ne Cihû re’ û ew ronahî wê bigihîje heta çar aliyên dinyayê. Lê ew ê çawa çêbûya tevî wê bariyera di navbera Cihûyan û yên ne Cihû de ku bi sedsalan bû didomiya?

Wê rojê dema ku Îs Mesîh kete nava Orşelîmê, ronahiyê pêşî yên ku ne Cihû bûn ber bi xwe ve kişand, çawa ku em dibînin, hin ji wan diçin ba pêxember. Di wê cejna Cihûyan de Yewnanî hebûn ku hatibûn Orşelîmê da ku pêxember Îsa Mesîh (AS) nas bikin. Lê ew ji aliyê Cihûyan ve heram dihatin dîtin, wan ê bikariya pêxember bibînin? Wan ji hevalên Îsa xwest ku ji pêxember rica bikin. Wî yê çi bigota? Wî yê destûr bidaya wan Yewnanên ku li ser dîn tiştek nedizanî da ku wî bibînin? Încîl wiha didomîne:

Îsa bersiva wan da: “Saeta ku Kurê Mirov bê birûmetkirin hat. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku liba genim nekeve erdê û nemire, bi tenê dimîne, lê eger ew bimire, gelek ber dide. Yê ku ji jiyana xwe hez dike, ew ê wê winda bike; lê yê ku li vê dinyayê ji jiyana xwe nefret dike, wê ji bo jiyana herheyî hiltîne. Yê ku bixwaze ji bo min xizmetê bike, bila li pey min bê. Ez li ku derê bim, yê ku ji min re xizmetê dike jî wê li wê derê be. Kî ku ji min re xizmetê bike, Bav wê wî bide rûmetkirin.

“Niha dilê min ketiye tengiyê. Ez çi bibêjim? Ma ez bibêjim: ‘Bavo, min ji vê saetê xilas bike’? Na, ji bo vê yekê ez hatime vê saetê. Bavo, navê xwe bi rûmet bike.” Li ser vê yekê dengek ji ezmên hat: “Min ew bi rûmet kir û ez ê dîsa wî bi rûmet bikim.” Ew qerebalixa ku li wê derê rawestiyabû û ev bihîst, got: “Ezman qîriya.” Hinekan jî digot: “Milyaketek bi wî re peyivî.” Îsa bersiv da û got: “Ev deng ne ji bo min, lê ji bo we hat. Niha dema darizandina vê dinyayê ye; niha serokê vê dinyayê wê bê avêtin derve. Çaxê ku ez ji erdê ber bi jor ve bêm hildan, ez ê hemûyan ber bi xwe ve bikişînim.” Wî bi vê gotinê îşaret kir, ka ew ê bi mirineke çawa bimire. Qerebalixê bersiva wî da: “Me ji Şerîetê bihîstiye ku Mesîh wê her û her bimîne. Çawa dibe ku tu dibêjî: ‘Divê Kurê Mirov ber bi jor ve bê hildan’? Kî ye ev ‘Kurê Mirov’?” Îsa ji wan re got: “Ronahî hê ji bo demeke kurt bi we re ye. Hê ku ronahî bi we re ye, bi rê ve herin da ku tarî bi ser we de negire. Yê ku di tariyê de bi rê ve diçe, nizane diçe ku derê. Hê ku ronahî bi we re ye, baweriyê bi ronahiyê bînin da ku hûn bibin zarokên ronahiyê.”

Piştî ku Îsa wiha peyivî, çû û xwe ji ber wan veşart. Digel ku wî li ber wan ev qas nîşan çêkiribûn, hê jî wan bawerî bi wî nedianî. Ev çêbû da ku gotina Yeşaya pêxember bê cih: “Ya Xudan, kê bi xebera ku me da bawer kir? Û zendê Xudan ji kê re hat diyarkirin?” Ji ber vê yekê wan nikaribû bawer bikin. Ji ber ku Yeşaya ev jî gotiye:

“Wî çavên wan kor kiriye û dilê wan hişk kiriye da ku bi çavên xwe nebînin û bi dilê xwe fêm nekin û venegerin û ez jî wan qenc nekim.” Yeşaya wiha gotiye, ji ber ku wî rûmeta Îsa dîtiye û li ser wî peyiviye. Lê belê dîsa jî ji serekan gelekan bawerî bi wî anî. Lê ji tirsa Fêrisiyan, ji bo ku ji kenîştê neyên avêtin, ev aşkera nekirin. Ji ber ku wan ji pesnê Xwedê bêtir ji pesnê mirovan hez kir.

Îsa bi dengekî bilind got: “Yê ku baweriyê bi min tîne, ne bi min, lê bi wî yê ku ez şandime baweriyê tîne û yê ku min dibîne, wî yê ku ez şandime dibîne. Ez bi ronahîtî hatim dinyayê da ku tu kesê ku baweriyê bi min bîne, di tariyê de nemîne. Eger yek gotina min bibihîze û pêk neyîne, ez wî nadarizînim. Ji ber ku ez nehatime ku dinyayê darizînim, lê ez hatime ku dinyayê xilas bikim. Yê ku min red dike û bi gotinên min nake, yekî ku wî darizîne heye. Ew gotina ku min gotiye, ew gotin wê di Roja Dawî de wî darizîne. Ji ber ku ez ji ber xwe napeyivîm, lê tiştê ku ez dibêjim û tiştê ku ez dipeyivim, Bavê ku ez şandime emir daye min. Ez dizanim ku emrê wî jiyana herheyî ye. Lewma tiştên ku ez dipeyivim, Bavê min çawa ji min re gotine ez wisa dibêjim.”

Yûhenna 12:23-50

Di vê axaftina bibandor de, dengê ku ji asîman hat jî di nav de, Pêxember got ku ew ê were ‘hildan‘ û ew ê ‘hemû gelan’ – ne tenê Cihûyan- ber bi xwe ve bikişîne. Gelek Cihûyan, yên ku bi yek Xwedayî diperizîn jî, fêm nekir bê pêxember çi digot. Pêxember Yeşaya gotibû ku dilê wan yê hişkbûyî – bêdiliya wan a xwe teslîmkirina ji Xwedê re – sedema wê nefêmkirinê bû, mîna yên ku bawerî bi wî anîn lê aşkera nekirin ji ber tirsê.

Pêxember Îsa Mesîh bi wêrekî digot  ‘Ez bi ronahîtî hatim dinyayê’ (ayet 46) ku pêxemberên beriya wî jî nivîsandibûn ku wê hemû gelan ronî bike. Di wê roja ku ew kete nava Orşelîmê de, pêşî ronahiyê da ser ên ne Cihû. Ew ronahî wê li hemû gelan belav bibûya? Pêxember xwestibû çi bibêje bi gotina ‘hildanê’? Em ê li ser wê heftiya dawî bidomînin da ku van pirsan bibersivînin.

Şemaya li jêrê her rojeke wê heftiyê nîşan dide. Di roja Yekşemê, roja yekemîn a wê heftiyê de wî sê kehanetên cuda yên ku ji aliyê sê pêxemberên pêşî ve hatibûn kirin anîn cih. Pêşî ew kete nava Orşelîmê li ser pişta kerekî çawa ku ji aliyê Zekeriya ve hatibû kehanetkirin. A duyemîn, wî tam di wextê ku Danîel kehanet kiribû de ew yek kir. A sêyemîn, peyam û mûcîzeyên wî bala kesên ku ne Cihû bûn kişandibû, çawa ku pêxember Yeşaya pêşbînî kiribû ku ew ê wekî ronahiyekê bide ser gelan û roniya xwe bide mirovên li çar aliyên dinyayê.

Bûyerên Heftiya Dawî – Roj 1 – Yekşem

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *