Skip to content
Home » Nîşaneya Qabil û Habil

Nîşaneya Qabil û Habil

  • by

Di gotara xwe ya berî vê de me li nîşaneya Adem û Hewayê nihêrîbû. Du kurên wan ên ku tim bi hev re şer dikirin hebûn. Ew çîroka cinayeta yekemîn a di dîroka mirovatiyê de ye. Lê em dixwazin hînî prensîbên gerdûnî bibin ji vê çîrokê, da ku em Nîşaneya wan fêm bikin. De em bixwînin û hîn bibin. (Ji bo xwendina beşan a di paceyeke din de vir bitikînin).

Qayin û Habil (Qabil û Habil): Du kur, Du Qurbanî

Di Tewratê de du kurên Adem û Hewayê yên bi navê Qabil û Habil hene. Di Quranê de navê wan nîn e, lê li gorî kevneşopiyên Îslamê ew wekî Qabil û Habil tên zanîn. Herduyan ji Xwedê re qurbanî birin, lê qurbaniya Habil hate qebûlkirin û ya Qabil nehat qebûlkirin. Bi hesûdiya xwe Qabil birayê xwe kuşt, lê wî nekarî şerma sûcê xwe ji Xwedê veşêre. Pirsa girîng a di vê çîrokê de ew e ku çima qurbaniya Habil hate qebûlkirin û ya Qabil nehate qebûlkirin. Gelek kes dibêjin ku sedema wê cudahiya di navbera du birayan de ye. Lê xwendineke bi baldarî ya çîrokê wê me ber bi sedemeke berevajî wê ve bibe. Tewrat bi zelalî dibêje ku cudahiyek di navbera qurbaniyên ku wan anîbûn de hebû. Qabil ‘berên axê’ (ango fêkî û sebze) anîbûn û Habil jî ‘bezê têjikeke pezê xwe’ anîbû. Ev tê wê wateyê ku Habil heywanekî wek karik yan jî berxik ê keriya xwe qurban kiribû.

Li vir em nîşaneyeke wek a Adem dibînin. Adem hewl da şerma xwe bi pelan veşêre, lê wî çermê heywanekî (yanî mirina wî) wergirt da ku xwe baş pê binixumîne. Xwîna pelan, fêkiyan û sebzeyan nîn e, yanî jiyaneke wan a wekî ya mirovan û heywanan nîn e. Nixumandina bi pelên bêxwîn têrî Adem nedikir û bi heman awayî qurbaniya bêxwîn a fêkî û sebzeyan a Qabil nehatibû qebûlkirin. Qurbaniya Habil a ‘bezê heywanan’ dihat wê wateyê ku xwîna heywanekî hatiye rijandin, mîna rijandina xwîna heywanekî ya ji bo ku Adem û Hewa bi awayekî baş pê werin nixumandin.

Em dikarin vê nîşaneyê bi gotineke ku min zaroktiya xwe de bihîstiye rave bikin: ‘Rêya ku diçe dojehê bi kevirên niyeta baş hatiye çêkirin’. Wer dixuye ku ev gotin li Qabil jî tê. Wî ji Xwedê bawer dikir û wî baweriya xwe bi birina qurbaniyekê nîşanî Wî dida. Lê Xwedê qurbaniya wî qebûl nekir, yanî Qabil qebûl nekir. Lê çima? Ma wî tiştekî xerab kiribû? Heta hingê nayê gotin ku wî xerabiyek kiriye. Her wiha dibe ku ew xwedî niyet û kirinên herî baş be. Nîşaneya Adem ango bavê wî tiştekî ji me re dibêje. Dema ku Xwedê Adem û Hewa darizandin, Wî ew kirin fanî. Yanî mirin berdêla gunehê wan bû. Û piştre Xwedê nîşaneyek ango – cilên (çermê) heywanekî dan wan ji bo ku tazîbûna wan binixumîne. Îcar ev tê wê wateyê ku di wê rewşê de divê heywanek bimira. Heywanek mir û xwîna wî hate rijandin da ku şerma Adem û Hewayê veşêre. Û niha jî kurên wan qurbaniyan tînin, lê bi tenê ji bo qurbaniya Habil (‘bezê heywanên keriya wî’) divê mirin çêbûya û xwîna qurbaniyekî bihata rijandin. ‘Fêkiyên axê’ namirin, ji ber ku ew ne ‘zindî’ ne bi heman awayî û xwîna wan a ku were rijandin nîn e.

Nîşaneyeke ji bo me: Rijîna & Rijandina Xwînê

Xweda dersekê dide me li vir. Ne girêdayî me ye bê em ê çawa nêzî Xwedê bibin. Ew standardan datîne ber me û em biryar didin bê em ê qebûl bikin yan na. Û standarda li vir ew e ku qurbaniyek bimire, xwîna wî birije û were rijandin. Dibe ku min tiştekî din tercîh bikira, ji ber ku hingê min ê bikariya ji çavkaniyên xwe tiştek pêşkêş bikira. Min dikarî wext, enerjî, pere, dia û fedakarî bidaya, lê ne jiyanek. Lê ew – xwîna qurbaniyekî – li gorî daxwaza Xwedê bû. Tu tiştê din wê têrî wê yekê nekira. Bi awayekî balkêş em ê bibînin bê di nîşaneyên pêxembertiya piştre de ev motîfa qurbaniyê çawa didome.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *