Skip to content
Home » Rût û Bowaz çawa çîrokeke evînê ya bêhempa ye?

Rût û Bowaz çawa çîrokeke evînê ya bêhempa ye?

  • by

Heke we navê çîrokên navdar ên evînê bidaya, dibe ku we çîroka pêxember Mihemed (AS) û Xetîceyê yan jî çîroka pêxember Mihemed (AS) û jina wî ya ku herî zêde jê hez dikir Eyşeyê yan jî çîroka Elî û Fatîmayê bidaya. Di fîlman û edebiyatê de dibe ku navê Romeo û Juliet, Xweşik û Kirêt, Elî û Yasemîn a di filmê Eladîn de yan jî Sînderela û Prensê Lihevhatî bidaya. Di wan de dîrok, çanda populer, honaka romantîk tên ba hev û çîrokên evîneke mezin a ku dilê me, hestên me û xeyalên me dîl digirin tên pêşkêşkirin.

Bi awayekî balkêş evîna ku di navbera Rût û Bowaz de mezin bû ji van hemû evînan bêtir mayînde û qedirbilind bûye û di rastiya xwe de ew hê jî bandorê li ser jiyana bi milyaran mirovên ku îro dijîn dike – sê hezar salan piştî ku ev evîndar gihîştine hev.

Sureya Ma’ûn, Duha, Şerh û Mumehîneyê mînakên di çîroka Rût û Bowaz de didin

Çîroka Rût û Bowaz prensîbeke herheyî ya di van Sureyan de nîşanî me dide. Boaz, bi qenciyên xwe yên biçûk ên ji Rûtê re zilamekî berevajî zilamên xerab bû ku di Sureya Ma’ûnê de behsa wî tê kirin (Sure 107 – Qenciyên Biçûk)

Ew ê ku yê sêwî bi dilhişkî dide paş û ji bo nandayîn û têrkirina belengazan kesî di ber re nake.

Sureya Ma’ûnê 107:2-3

Riya qedandinê jî li ber hewcedaran digirin.

Sureya Ma’ûnê 107:7

Rût mînakeke bêqisûr e ji bo tecrûbeya ku di Sureya Duhayê (Sure 93 – Saetên Sibehê) de tê teswîrkirin.

Ma tu neheyirî bûyî, piştre Wî tu rasterê kirî? Ma tu ne xizan bûyî, Wî tu Dewlemend kirî? Îcar li yê sêwî zilmê meke, yê parsek neqewirîne û qencî û kerema Xwedayê xwe bixwaze.

Sureya Duhayê 93:7-119

Tecrûbeya Naomî, xesûya Rûtê bi awayekî zelal prensîba ku di Sureya Şerhê (Bêhnfirehî) de hatiye dayîn teswîr dike.

Ma me singa te fireh nekir (Ya Pêxember), ma me barê te li ser te sivik nekir? Ew barê ku pişta de di bin de dikir qirçeqirç. Ma me nav û dengê te bilind nekir? Vêca li dû her tengasiyê firehî tê. Bi rastî li dû her tengasiyê firehî tê.

Sureya Şerhê 94:1-6

Awayê ezmûnkirina baweriya Rûta koçber mînakek e ku di Sureya Mumehîneyê (Sure 60 – A ku divê were ezmûnkirin) de hatiye sepandin.

Gelî bawermendan! Gava ku jinên bawermend koê bikin û bên cem we, wan biceribînin (ka wan ji dil bawerî aniye yan na). Xweda bêtir agahdar e ji îmana wan. Eger we zanî ku ew jin ji dil bawermend in, wan li kafiran venegerînin. Ne ew jinên bawermend li kafiran helal in ne jî kafir li wan jinan helal in. Ew mehra ku mêrê wan jinan daye wan, li wan (mêrên kafir) vegerînin. Dema hûn mehra wan jinan bidin wan, tu guneh ji we re nîn e ku hûn bi wan re bizewicin. Jinên kafir di bin mehra xwe de negirin, ew mehra ku we daye wan (jinên ku gihîştine kafiran) ji wan bistînin. Bila ew (kafir) jî mehra ku dane jinên xwe (ew ên ku bûne Misilman û hûn bi wan re zewicîne) ji we bixwazin. Ev hikmê Xwedê ye, Xweda di navbera we de hikim dike. Xweda zana û karbinecih e.

Sureya Mumehîneyê 60:10

Rût û Bowaz di roja me de

Evîna wan her wiha wêneyê evîneke mîstîk û îlahî ye ku pêşkêşî min û we hatiye kirin ji aliyê Xwedê ve. Çîroka Rût û Bowaz têkildarî evîna di nav çandan de, evîna qedexe, evîna sirgûniyê û têkiliya di navbera zilamekî bihêz û jineke bêhêz de ye – ku dikare di qada tevgera #EzJî de were bikaranîn. Ew li ser têkiliya Cihû û Ereban a antîk e. Ew dibe modelek ji bo me ku divê em çawa zewaceke baş ava bikin. Hema li gorî yekê ji van qayîdeyan be jî çîroka Rût û Bowaz hêjayî zanînê ye.

Evîna wan hatiye qeydkirin di Pirtûka Rûtê ya di Încîlê de. Ew pirtûkeke kurt e – bi 2400 peyvî hatiye gotin – lê ew hêjayî xwendinê ye (li vir). Ew li derdora sala 1150’yî ya BZ çêbûye, ev wê dike çîroka herî kevin a evînê ku hatiye qeydkirin. Çend filmên wê jî hatine kişandin.

Filmê Hollywoodê çîroka Evîna Rûtê teswîr dike

Çîroka Evînê ya Rûtê

Naomî û mêrê xwe Cihû bûn û wan tevî du kurên xwe terka Îsraîlê kir ji ber hişkesaliyê û li nêzî welatê Moavê (Urduna îro) bi cih bûn. Piştî ku kurên Naomiyê bi du jinên wê herêmê re zewicîn, mêrê wê û her du kurên wê mirin û ew û du bûkên wê bi tena serê xwe man. Naomî biryar dide ku vegere welatê xwe Îsraîlê û bûka xwe ya bi navê Rût jî bi xwe re dibe da ku di rê de jê re hevaltiyê bike. Piştî demeke dirêj, Naomî vedigere bajarê xwe Beytlehemê wekî jinebiyeke xizan û digel Rûta ciwan, bêhêz û koçber a Moavî (Ereb).

Rût û Bowaz hev dibînin

Rûta ku tu dahata wê nebû, diçe nav zeviyan da ku dexla ku ji ber palehiya paleyan maye ji xwe re efare bike. Şerîata Qanûna Pêxember Mûsa (AS) weke toreke ewlehiya civakî ferman kiriye ku pale divê li pey xwe hinek dexlê bihêlin di nav zeviyê de da ku kesên xizan wê ji xwe re bidin hev. Rût dibîne ku ew bêyî hemdê xwe ketiye nav zeviyên kesekî dewlemend ê bi navê Bowaz û dexlê dide hev. Rûta ku li zeviyê di nav kesên din de bi lez û bez dexla ku ji ber paleyan mabû dide hev bala Bowaz dikişîne. Ew talîmatê dide zilamên xwe ku bêtir dexlê li pey xwe bihêlin da ku ew bikaribe bêtir bide hev. Bi wê kirina xwe Bowaz wêneyekî berevajî zilamê xerab ê di Sureya Ma’ûnê de dide û Rût pêdiviyên xwe dabîn dike wekî ku di Sureya Du’hayê de hatiye gotin.

Rût û Bowaz hev dibînin. Gelek berhemên hunerî yên ku hevdîtina wan teswîr dikin hene.

Ji ber ku ew dikare gelek efareya dexlê bike li zeviya wî, Rût îcar her roj tê zeviya Bowaz ji bo efareya dexla mayî. Bowaz, parêzvanê wê, nahêle ku Rût ji aliyê tu paleyê wî ve were acizkirin û tahdekirin. Rût û Bowaz bala hev du dikişînin, lê belê ji ber ferqa salên wan, statuya wan a civakî, neteweya wan a cuda, her du jî gav naavêjin. Îcar Naomî navbîniya wan dike. Ew ji Rûtê re dibêje, bi şev piştî ku pîrozbahiya palehiyê qediya, here bi wêrekî xwe di rex Bowaz re dirêj bike. Bowaz wê kirinê wê wekî teklîfa zewacê qebûl dike û biryar dike ku bi wê re bizewice.

Wezîfekarê Xwedîtiyê

Lê rewş ji evîneke sade ya di navbera wan gelekî tevlîhevtir bû. Naomî xizmeke Bowaz bû û ji ber ku Rût bûka Naomiyê bû, Bowaz û Rût jî dibûn xizmên hev du di ser zewacê re. Bowaz diviya wekî ‘wezîfekarê xwedîtiyê’ bi wê re bizewiciya. Ew dihat wê wateyê ku bi hikmê Qanûna Mûsa (AS) ew ê li ser navê mêrê wê yê pêşî (kurê Naomiyê) pê re bizewice û wê xwedî bike. Ev dihat wê wateyê ku Bowaz wê zeviyên malbata Naomiyê bikire. Ew ê bibûya mesrefeke mezin ji Bowaz re, lê astenga herî mezin ne ew bû. Xizmekî nêzîktir hebû ku mafê pêşî yê kirîna zeviyên malbata Naomiyê yê wî bû (û her wiha diviya bi Rûtê re bizewiciya). Hingê zewaca Rût û Bowaz tê taloqkirin heta ku zilamê din biryar bidaya bê ew dixwaze berpirsyariya xwedîkirina Naomiyê û Rûtê bigire ser xwe yan na. Di civîneke vekirî ya navsereyên bajêr de zewaca bi xizmê nêzîktir re tê betalkirin, ji ber ku zewacê wê milkê wî bi xwe bixista xetereyê. Bowaz îcar azad bû ji bo kirîn û azadkirina milkê malbata Naomiyê û bi Rûtê bizewice. Naomiyê piştî gelek salên zor û zehmet êdî rehetî dîtibû, li gorî wê prensîba di Sureya Şerhê de.

Mîrata Rût û Bowaz

Ji zewaca wan zarokekî wan ê bi navê Obed çêbû û piştre ew bû kalikê Padîşah Dawid. Dawid soz girtibû ku ‘Mesîh’ wê ji malbata wî derkeve. Her wiha wî kehanet kiribû ku ji bakîreyekê zarok wê çêbe û di dawiyê de Îsa Mesîh (AS) li Beytlehemê hate dinyayê, li heman bajarê ku Rût û Bowaz hev du dîtibûn berî demeke dirêj. Evîna wan, zewaca wan û secereya malbata wan bi zarokekî encam bûye ku bûye bingeha salnameya modern û cejnên navneteweyî yên wekî Krîsmas û Hêkesorkê – ew ne encameke xerab e ji bo evîna li gundekî di nav tozê de ya beriya 3000 salî.

Teswîrkirina Çîroka Evîneke Mezintir

Nezaket û hurmeta Bowazê dewlemend û bihêz a li hemberî Rûtê, yanî jineke xizan û koçber, modeleke berevajî tundî û îstîsmara berbelav a di dema me de ye ku bûye sedema tevgera #EzJî. Bandora dîrokî ya secereya malbatê ya ku bi saya wê evîn û zewacê çêbûye, her cara ku em dîroka di cîhazên xwe de not digirin tê bîra me û ev çîroka evînê ji me re bûye mîrateke mayînde. Lê çîroka evîna Rût û Bowaz her wiha wêneyek e ji bo evîneke mezintir – evîneke ku ez û we jê re vexwendî ne.

Pirtûka Pîroz me wekî Rûtê teswîr dike, dema ku dibêje:

Ez ê wê li welêt ji bo xwe biçînim. Ez ê ji ya ku merhemet nedîtiye hez bikim. Yên ku ne gelê min in, ez ê ji wan re bibêjim, ‘Hûn gelê min in’. Ew ê jî ji min re bibêje, ‘Tu Xwedayê min î.’”

Hoşêya 2:23

Pêxemberê Peymana Kevin Hoşêya (750 BZ) çareseriya di zewaca xwe ya xerab de bi kar anî ji bo ku nîşan bide ku Xweda bi hezkirinê xwe digihîne me. Wekî Rûta ku ketibû nav zeviyê wekî yeke ku nedihat hezkirin, lê piştre ji aliyê Bowaz ve hate hezkirin, Xweda dixwaze hezkirina xwe nîşanî yên ku xwe dûrî hezkirina wî dibînin jî bide. Ev ji Încîlê/Peymana Nû (Romayî 9:25) hatiye girtin da ku nîşan bide bê Xweda çawa hezkirina xwe digihîne kesên dûrî Xwe jî.

Hezkirina Wî çawa tê nîşandan? Îsa Mesîh ê ku ji zuriyeta Bowaz û Rûtê ye, ‘xizmê’ me ye, çawa ku Bowaz xizmê Rûtê bû. Wî berdêla gunehên me da Xwedê dema ku ew hate çarmixkirin li ser xaçê û bi wî awayî

Wî xwe ji bo me feda kir da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e.

Tîtos 2:14

Çawa ku Bowaz ‘wezîfekarê xwedîtiyê’ bû û berdêlek da ji bo xelaskirina Rûtê, Îsa jî ‘wezîfekarê xwedîtiyê’ ye ji me re ku bi fedakirina jiyana xwe em xelas kirine.

Nimûneyek ji bo zewaca me

Awayê berdêldayîna Îsa Mesîh û (Bowaz) ji bo xelaskirina me û qezenckirina bûka xwe nimûne ye ji bo avakirina zewaca me. Pirtûka Pîroz/Încîl rave dike bê em ê çawa zewaca xwe ava bikin.

Bi tirsa Mesîh bi ya hev bikin. Ey jinno! Wek ku hûn bi ya Xudan dikin, wisa bi ya mêrê xwe bikin. Ji ber ku çawa Mesîh serê Civînê ye, mêr serê jinê ye û Mesîh bi xwe Xilaskarê Civînê, yanî bedenê ye. Îcar çawa ku Civîn bi ya Mesîh dike, bila jin jî bi vî awayî di her tiştî de bi ya mêrê xwe bike. Ey mêrno! Wek ku Mesîh ji Civînê hez kir û xwe di ber wê de feda kir, bila her kes ji jina xwe hez bike. Wî xwe feda kir da ku Civînê bi peyva xwe pîroz bike û bi şûştina avê paqij bike da ku Civînê bi rewneqiya wê ve pêşkêşî xwe bi xwe bike ku tu leke yan qermîçek an tiştekî wek van li ser wê nebe, lê belê ew pîroz û bêleke be. Bi vî awayî her mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike. Yê ku ji jina xwe hez dike, ji xwe hez dike. Ji ber ku tu kesî, tu carî ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xwedî dike û xema wê dixwe, wek ku Mesîh jî Civînê xwedî dike û xema wê dixwe. Ji ber ku em endamên bedena wî ne. “Lewma mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û her du jî wê bibin bedenek.” Ev sir mezin e; lê ez vê li ser Mesîh û li ser Civînê dibêjim. Lewma bila her yek ji we jî wek ku ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike û bila jin siyaneta mêrê xwe bigire.

Efesî 5 : 21-33

Zewaca Bowaz û Rûtê ya li ser bingeha evîn û hurmetê û fedakariya Îsa bûne model ji bo mêrên ku bi fedakarî ji jinên xwe hez dikin, lewma divê em jî zewaca xwe li ser heman nirxan ava bikin.

Vexwendnameyeke Dawetê ji bo min û we

Wekî hemû çîrokên evînê yên xweş, Pirtûka Pîroz/Încîl jî bi dawetekê xelas dibe. Çawa ku berdêla ku Bowaz ji bo xelaskirina Rûtê da rê vekir ji bo daweta wan, berdêla ku Îsa Mesîh (AS) jî da rê vekiriye ji bo daweta me. Ew dawet ne fîguratîf e, rastîn e û ew ên ku vexwendnameya wî ya dawetê qebûl dikin dibin ‘Bûka Îsa’. Çawa ku Încîl dibêje:

Em şa û dilgeş bibin û em rûmetê bidin wî. Ji ber ku daweta Berx hat û bûka ku ji bo wî ye, xwe amade kir.

Peyama Yûhenna 19:7

Ew ê kesên ku teklîfa Îsa ya xelaskirinê qebûl dikin, dibin ‘bûk’. Ew daweteke îlahî ye ku ji me hemûyan re hatiye pêşkêşkirin. Încîl bi vê vexwendnameya daweta Wî ya ji bo me diqede.

Ruh û bûk dibêjin: “Were!” Û yê dibihîze bila bibêje: “Were!” Û yê tî bûye bila bê; yê dixwaze bila belaş ava jiyanê bistîne.

Peyama Yûhenna 22:17

Têkiliya di navbera Rût û Bowaz de evîneke model e ku hê îro jî xwe dide hîskirin. Ew wêneyek e ji bo hezkirina îlahî ya Xwedê. Ew ê bi her kesê ku teklîfa wî ya zewacê qebûl bike re wekî ku Bûka Wî ye bizewice. Wekî hemû teklîfên zewacê, teklîfa Wî divê were nirxandin da ku were dîtin bê divê hûn wê qebûl bikin yan na. Ji vir bi ‘plana’ ku bi Hezretî Adem hatiye danîn dest pê bikin, ji vir jî bibînin bê Hezretî Îbrahîm plan çawa dîtiye, ji vir jî bibînin bê Mûsa çawa nîşan daye ku Xelasker wê berdêlê bide û ji vir jî bibînin bê ew çawa hatiye pêşbînîkirin berî demeke dirêj da ku em bizanibin ku ew bi rastî Teklîfa Xwedê ye.

Filmekî din ê adaptasyona Pirtûka Rûtê

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *