Skip to content
Home » Pêxember Îlyas kî bû? Ew çawa dikare rê nîşanî me bide îro?

Pêxember Îlyas kî bû? Ew çawa dikare rê nîşanî me bide îro?

  • by

Di sureya Enamê û Sureya Saffatê de Pêxember Îlyas sê caran bi navê xwe tê behskirin. Ew ji me re dibêjin:

Bi heman awayî me rê nîşanî Zekeriya,Yûhenna, Îsa û Îlyas jî da. Hemû jî qencîkar bûn.

Enam 6:85

Bêguman Îlyas jî ji pêxemberan e. Wê dema ji gelê xwe re got, “Ma hûn ji Xwedê natirsin?” Ma ji bilî çêtirînê afirîneran, hûn ji pûtê bi navê ‘Be’l’ re îbadetê dikin? (Çêtirînê afirîneran) Xwedayê we ye, hem jî Xwedayê bav û kalên we ye yên pêşî ne. Vêca wan bawerî pê neanî û ew ê di dojehê de bêne berhevkirin. Ji bilî bendeyên Xwedê yên dilsaf (ew ji vê cuda ne). Me di nav wan de yên ku di pişt wî re tên, navê wî bi qencî hêla: “Silav li ser Îlyas be!” Bêguman em bi vî awayî qencîkarên rast û durist xelat dikin. Bi rastî ew jî ji bendeyên me yên bawermend bû.

Saffat 37:123-132

Îlyas digel Yûhenna (Yehya) û Îsa (Mesîh) hatiye behskirin, ji ber ku ew jî yek ji pêxemberên Încîlê ye. Çawa ku hatiye gotin, Îlyas bi pêxemberên pûtê Be’l re kete pêşbaziyê. Ew pêşbaşî bi hûrguliyên xwe ve li vir di Încîlê de hatiye qeydkirin. Li jêrê em ê li pîroziya ku Sureya Saffatê ji bo me (nifşên ku di pişt wî re hatine) wehd dike binêrin.

Îlyas û ezmûna ji bo pêxemberên Be’l

Îlyas zilamekî xurt bû û derket pêşberî 450 pêxemberên Be’l. Wî çawa bi ew qas kesan re serederî kir? Încîl dibêje ku wî ezmûneke aqilane bi kar aniye. Hem wî hem jî pêxemberên Be’l wê heywanek qurbanî bikira, lê wan ê agir pênexista. Her du aliyan wê gazî Xwedê xwe yê li asîmanan bikira ji bo pêxistina êgir. Kîjan Xwedayî bi agirê ji asîmanan qurbanî bişewitanda – ew ê Xwedayê rast û Jîndar bûya. Îcar wan 450 pêxemberan tevahiya rojê gazî Be’l kir ji bo ku ji asîmanan qurbaniyê wan bişewitîne – lê tu agir nehat. Piştre Îlyas, bi tena serê xwe, gazî Afirîner kir da ku qurbanî bişewitîne û di cih de agir ji asîmanan hat û qurbanî bi temamî şewitand. Mirovên ku şahidî li wê pêşbaziyê kirin zanî ku Xwedayê rastî kîjan e yê sexte kîjan e. Hat nîşandayîn ku Be’l sexte ye.

Em nebûne şahidên wê pêşbaziyê, lê ji bo ku em bizanin bê ji Xwedê peyamek wê were yan na, em dikarin stratejiya Îlyas a ezmûnkirinê bişopînin. Stratejî ezmûnkirina bi awayekî wisa ye ku bi tenê Xweda û pêxemberên wî dikarin bi ser bikevin û yên wekî pêxemberên Be’l ên ku xwedî şiyana mirovan in bi ser nakevin.

Di roja me de ezmûna Îlyas

Ezmûneke wisa di ruhê Îlyas de wê çawa bûya?

Sureya Necm ji me re dibêje.

A rast, ev dinya jî û dinyaya din jî (bi tenê) aîdî Xwedê ne

Necm 53:25

Bi tenê Xweda bi Dawiya her tiştî dizane, berî ku Dawî pêk were jî. Mirov Dawiya tiştan nizanin berî ku ew pêk were, bi tenê piştî ku ew pêk hat dizanin. Ji ber vê yekê ezmûn ew e ku were dîtin bê peyam bi rastî siberojê pêşbînî dike berî ku ew pêk were. Tu mirov û pût nikarin vê bikin. Bi tenê Xweda dikare.

Gelek kes merak dikin bê Pêxember Îsa Mesîh (AS) çawa ku di Încîlê de hatiye aşkerakirin, peyameke rastîn a Xwedê ye yan ew ji aliyê mirovên zîrek ve hatiye lihevanîn. Em dikarin ezmûna Îlyas ji bo vê pirsê bisepînin. Pirtûkên Tewrat û Zebûrê, digel pêxemberên wekî Îlyas bi sedsalan û heta bi hezar salan berî dema Îsa Mesîh hatine nivîsandin. Ew ji aliyê pêxemberên Cihû ve hatine nivîsandin, yanî ew ne nivîsarên ‘Xiristiyaniyê’ ne. Gelo van nivîsarên berê bi awayekî rast bûyerên Îsa Mesîh kehanet kirine? Va ye kurteyeke kehanetên ku di Tewratê de hatine dayîn. Va ye ev jî kehanetên Zebûrê û yên pêxemberên piştre ne. Hûn dikarin wekî Îlyas ezmûn bikin bê Pêxember Îsa Mesîh (AS) çawa ku di Încîlê de hatiye qeydkirin, bi rastî ji ba Xwedê ye yan ew ji aliyê mirovan ve hatiye lihevanîn.

Sureya Enam navê Îlyas dide digel navê Yehya û yê Îsa Mesîh. Bi awayekî balkêş, Îlyas di pirtûka dawî ya Peymana Kevin de hatina Îsa Mesîh û amadekirina dilên me kehanet kiriye. Em di Încîlê de dibînin bê çawa pêxember Yehya bi awayê ku Îlyas gotiye hatiye da ku bi mirovan re hevrû bibe û wan ji bo hatina Mesîh amade bike. Kesayetiya Îlyas bi xwe jî girêdayî kehanetên Yehya û Mesîh e.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *