Skip to content
Home » Îsa Mesîh hîndariya li ser… ketina bihuştê dike

Îsa Mesîh hîndariya li ser… ketina bihuştê dike

  • by

Sureya Kehfê (Surê 18 – Şikeft) îlan dike ku kesên bi ‘kirinên rast’ wê bikevin Bihuştê:

Bêguman ew ên ku bawerî anîn û karên qenc kirin, ji wan re bihuştên Firdewsê cih û wargeh in.

Sureya Kehfê 18:107

Her wiha Sureya Casiyeyê (Sure 45 – Çokdayîn) dubare dike ku ew ên xwedî kirinên rast wê li Dilovaniya Bihuştê werin qebûlkirin.

Herçî ew ên ku bawerî anîn û karên qenc kirin, Xwedayê wan, wan dixe rehma xwe. Ha ev, ew serkeftin û serfiraziya aşkera bi xwe ye.

Sureya Casiyeyê 45:30

Hûn hêvî dikin ku rojekê herin bihuştê? Ji bo ku ez û hûn em herin bihuştê ji lazim e? Carekê ev pirs ji aliyê ‘pisporekî’ Cihû yê ku perwerdehiya şîrovekirina qanûna şerîeta pêxember Mûsa (AS) dîtibû ve ji Îsa Mesîh (AS) hate pirsîn. Îsa Mesîh (AS) bersiveke ku ew ne li bendê bû da wî. Axaftina di navbera wan de ya ku di Încîlê de li cih digire li jêrê ye. Ji bo fêmkirina meteloka Îsa divê hûn bizanibin ku rihê Cihûyên wê demê ji ‘Sameriyan’ diçû. Her wiha rihê Sameriyan jî ji Cihûyan diçû. Kîna di navbera Samerî û Cihûyan de dişibiya kîna di navbera Îsraîlî û Filîstiyên di dema me de, yan jî ew dişibiya kîna di navbera Sunî û Şiiyên di dema me de.

Meteloka Jiyana Bêdawî û Cîranê Baş

Îcar Qanûnzanek rabû, ji bo ku Îsa biceribîne got: “Mamoste, ma ez çi bikim da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?” Îsa lê vegerand û got: “Ma di Qanûnê de çi nivîsî ye? Tu çawa dixwînî?” Wî lê vegerand û got: “‘Bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hêza xwe û bi hemû hişê xwe ji Xudan, Xwedayê xwe hez bike‘ û ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.’” Îsa lê vegerand û got: “Te rast got, de îcar wisa bike, tê bijî.” Lê wî xwest xwe rûspî derxe û ji Îsa re got: “Ma cîranê min kî ye?” Îsa lê vegerand û got: “Zilamek ji Orşelîmê daket xwarê û çû bajarê Erîhayê. Ew ket nav destên rêbiran. Rêbiran ew tazî kir, lê xistin û hema bibêje nîvkuştî dev jê berdan û çûn. Îcar bi rasthatinî kahînek di wê riyê re dadiket. Gava wî ew dît, wî xwe jê dûr kir û di aliyê din re bihûrî û çû. Bi vî awayî yekî Lêwî jî hat wê derê, wî jî ew dît û di aliyê din re bihûrî û çû. De îcar yekî Samerî jî rêwîtî dikir û hat ba wî. Gava wî ew dît, dilê wî pê şewitî. Ew çû ba wî. Wî zeyt û şerab bi birînên wî de kirin û ew girêdan. Wî ew li ser dewara xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û lê bû xweyî. Dotira rojê du zîv derxistin, dan xwediyê mêvanxaneyê û jê re got: ‘Li vî mirovî bibe xweyî, her tiştê ku tu bêtir lê serf bikî, gava ez vegerim, ez ê bidim te.’ “Îcar, li gor dîtina te, kîjan ji van her sêyan bû cîranê wî yê ku ketibû destê rêbiran?” Qanûnzan got: “Ew ê ku dilê wî pê şewitî.” Îsa got: “De îcar tu jî here û wisa bike!”

Lûqa 10:25-37

Dema ku pisporê Qanûnê bersivên wekî ‘Ji Xwedayê xwe hez bikin’ û ‘Ji cîranê xwe hez bikin wekî xwe’ didan, wî ji Qanûna Şerîeta Mûsa (AS) jêgiran dikirin. Îsa got ku wî bersiva rast daye lê wê yekê bi xwe re pirsa kîjan cîranê wî bû derxiste holê. Lewma Îsa Mesîh (AS) ev metelok got.

Di metelokê de em li bendê ne ku mirovên dîndar (kahîn û Lêwî) alîkariya wî zilamê ku lêdan xwaribû bikin, lê wan serê xwe pê re neêşand û ew di wê rewşa xerab de hiştin. Dînê wan ew nekiribûn Cîranên Baş. Li şûna wan, kesê ku zêde hêvî jê nayê kirin, yê ku wekî dijminê wî tê hesibandin – alîkariya wî mirovê lêdanxwarî dike.

Îsa Mesîh (AS) ferman dike û dibêje “here û wisa bike”. Ez nizanim hûn çi difikirin, lê berteka min a pêşî ya ji vê metelokê re ew bû ku belkî min ew xelet fêm kiribe û min nexwest ez guh bidimê.

Lê bifikirin ku sedema hemû pevçûn, kuştin, dilêşî û felaketên ku li derdora me çêdibin ew e ku piraniya mirovan guh nadin vê fermanê. Heke em wekî vî Sameriyî bijiyane, hingê bajarên me û welatên me wê di nav aştiyê de bûna li şûna şer û pevçûnê. Her wiha hingê temînata me ya ketina bihuştê jî wê hebûya. Lê di rewşa niha de kêm kes xwedî temînata ketina bihuştinê ne – digel ku hin mirov pir bi dîndarî dijîn jî wekî pisporê Qanûnê yê ku bi Îsa (AS) re dipeyivî, ew ne xwediyê wê temînatê ne.

Hûn xwedî temînata jiyana bêdawî ne?

Lê gelo mimkun e ku yek bibe Cîranekî wisa? Em ê çawa wê yekê bikin? Heke em ji xwe re durist bin, divê em qebûl bikin ku bûyîna Cîranekî wekî ku wî ferman dikir pir zehmet e.

Û li vir em çirûskeke hêviyê dibînin, ji ber ku dema ku em fêm dikin ku em nikarin wê bikin, em dibin ‘ruhê feqîr’ – ê ku Îsa Mesîh (AS) hîndariya wî jî kiribû ku pêwîst e ji bo têketina ‘Padîşahiya Xwedê’.

Li şûna ku em guh nedin vê metelokê, divê em wê bi kar bînin ji bo em li xwe binêrin û qebûl bikin ku em ê nikaribin wê bikin – ji ber ku pir zehmet e. Hingê, di wê bêçaretiya xwe de, em ê ji Xwedê alîkariyê bixwazin. Çawa ku Îsa Mesîh (AS) di Weaza li serê Çiyê de soz dide.

“Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûn ê bibînin; li derî bixin, ew ê ji we re vebe. Ji ber ku her kesê ku dixwaze, distîne û yê digere, dibîne û yê li derî dixe, jê re vedibe. Kî ji we, gava ku kurê wî nên jê bixwaze, wê kevir bide wî? An gava ku masî bixwaze, wê mar bide wî? Digel ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çiqas bêtir tiştên qenc bide wan ên ku ji wî dixwazin!

Meta 7: 7-11

Yanî Mesîh destûrê dide me ku em alîkariyê bixwazin- û soza alîkariyê tê dayîn. Belkî divê em wiha ji Xwedê lava bikin:

Bavê li Bihuştê. Te pêxember şandin da ku ew riya rast hînî me bikin. Îsa Mesîh (AS) hîn kir ku divê ez ji kesên ku dijminên min jî tên hesibandin hez bikim û alîkariya wan bikim û heke ez wisa nekim, ez ê jiyana bêdawî bi dest nexim. Lê dibînim ku ew ji bo min ne mimkun e. Ji kerema xwe alî min bike û min wisa biguherîne ku ez bikaribim vê riyê bişopînim û jiyana bêdawî bi dest bixim. Ji min Gunehkarî re Dilovan be.

Ez bi teşwîq û destûra Mesîh ez ji te lava dikim Xweda.

(Peyvên ku em bi kar tînin ne girîng in – bi tenê divê em îtiraf bikin û dilovaniyê bixwazin)

Încîl dibêje ku Îsa Mesîh (AS) rastî Sameriyekê re hatiye. Pêxember çawa nêzîkî keseke ku wek dijmin dihat hesibandin û mirovan (Cihû) jê nefret dikir bû. Çi bû bi Sameriyê re û divê em çi hîn bibin da ku alîkariya me bike ji bo ku em bibin Cîranekî baş, em ê îcar li wê binêrin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *