Skip to content

Xwezikdariya Rastîn

(Lûqa 6:20-23)

1Îsa elalet dîtin û hilkişiya çiyê. Çaxê rûnişt, şagirtên wî hatin ba wî. 2Wî dest bi hînkirina wan kir û got:

3«Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in,

Çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.

4Xwezî bi wan ên ku şîndar in,

Çimkî ewê bên aşkirin.

5Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in,

Çimkî ewê erdê par bistînin.

6Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne,

Çimkî ewê bên têrkirin.

7Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in,

Çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin.

8Xwezî bi wan ên ku dilpak in,

Çimkî ewê Xwedê bibînin.

9Xwezî bi wan ên ku aştîker in,

Çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin.

10Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan,

Çimkî Padîşahiya Ezmanan a wan e.

11Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin. 12Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên beriya we jî.

Xwê û Ronahî

(Marqos 9:50;Lûqa 14:34-35)

13«Hûn xwêya dinyayê ne, lê eger xwê tama xwe winda bike, careke din ewê bi çi bê bitamkirin? Êdî bi kêrî tiştekî nayê, ji bilî ku bê avêtin derve û di bin lingên mirovan de bê perçiqandin.

14«Hûn ronahiya dinyayê ne. Bajarê ku li ser çiyê ye nikare bê veşartin. 15Ne jî kes qendîlê pêdixe û dike bin melkebê, lê belê datîne ser şamdankê ku ronahiyê bide her kesên hundir. 16Bi vî awayî bila ronahiya we jî li ber mirovan wisa şewq bide, da ku kirinên we yên qenc bibînin û pesnê Bavê we yê li ezmanan bidin.

Şerîet û Nivîsarên Pêxemberan

17«Nefikirin ku ez hatime Şerîetê û nivîsarên pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim. 18Bi rastî ez ji we re dibêjim, beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih. 19Loma kî ku ji van emran ê herî biçûk bişikêne û bi wî awayî mirovan hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re yê herî biçûk bê gotin. Lê kî ku van emran bîne cih û hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re mezin bê gotin. 20De îcar ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ne di ser a Şerîetzan û Fêrisiyan re be, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.

Hêrs û Mêrkujî

21«We bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirin!› 22Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bêje: ‹Bêmejî!› wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bêje: ‹Ehmeq!› ewê agirê dojehê heq bike. 23Loma, gava ku tu li ser gorîgehê diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye, 24diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike. 25Hê ku tu di riya dadgehê de yî, zû bi sûcdarkerê xwe re li hev were. An na, ewê te bide destê dadger û dadger jî te bide destê qerdiyan û tê bikevî zîndanê. 26Bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê dawî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.

Zîna

27«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Zînayê neke!› 28Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye. 29Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te nekeve dojehê. 30Û eger destê te yê rastê te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te neçe dojehê.

Jinberdan

(Metta 19:9;Marqos 10:11-12;Lûqa 16:18)

31«Hatiye gotin: ‹Kî ku jina xwe berde, bila kaxeza jinberdanê bide wê.› 32Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku zîna ne tê de, ji ber sedemekî din jina xwe berde, dibe sedemê zînakirina wê. Û kî ku bi jineke berdayî re bizewice zînayê dike.

Sondxwarin

33«We ev jî bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Bi derew sond nexwe û sondên xwe li ber Xudan bîne cih.› 34Lê ez ji we re dibêjim, qet sond nexwin! Ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye, 35ne jî bi erdê, çimkî binlingê wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Padîşahê Mezin e 36û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûyekî spî an reş bikî. 37Bila erêya we «Erê» be û naya we «Na» be. Ji vê zêdetir ji Yê Xerab e.

Heyfhilanîn

(Lûqa 6:29-30)

38«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Çav di ber çav de, diran di ber diran de.› 39Lê belê ez ji we re dibêjim, li ber ê xerab ranebin. Eger yek sîleyekê li lama te ya rastê bixe, ya din jî bide ber. 40Û eger yek bixwaze te bide dadgehê û kirasê te ji te bistîne, ebayê xwe jî bi dest wî ve berde. 41Eger yek bi zorê te kîlometrekê rêve bibe, bi wî re du kîlometreyan here. 42Bide wî yê ku ji te dixwaze, rûyê xwe ji yê ku ji te deyn dixwaze, nezivirîne.

Ji Dijminên Xwe Hez Bikin

(Lûqa 6:27-28,32-36)

43«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Ji cîranê xwe hez bike, ji dijminê xwe nefret bike!› 44Lê ez ji we re dibêjim, ji dijminên xwe hez bikin û ji bo yên ku tengahiyê didin we dua bikin, 45da ku hûn bibin zarokên Bavê xwe yê li ezmanan. Çimkî ew tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li ser qencan dertîne û barana xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne. 46Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, ma wê xelata we çi be? Ma bacgir jî weha nakin? 47Û eger hûn bi tenê silavê bidin birayên xwe, ma hûn ji yên din zêdetir çi dikin? Ma pûtperest jî weha nakin? 48Loma bêkêmahî bin, çawa ku Bavê we yê li ezmanan bêkêmahî ye.

Xêrxwazî

1«Hay ji xwe hebin, kirinên xwe yên qenc li ber çavên mirovan nekin, ji bo ku ji aliyê wan ve bên dîtin. An na, wê ji Bavê we yê li ezmanan ji bo we xelat nebe. 2Loma, çaxê ku tu xêrê bikî, li pêşiya xwe li boriyê nexe, wek ku durû li kuçê û di kinîştan de dikin, da ku pesnê wan bê dayîn. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. 3Îcar çaxê ku tu xêrê bikî, bila destê te yê çepê nezane ku destê te yê rastê çi dike, 4da ku xêra te veşartî be. Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin jî dibîne, wê bergîdana te bide te.

Duakirin

(Lûqa 11:2-4)

5«Gava ku hûn dua dikin, wek ên durû nebin, çimkî ew hez dikin ku li serê kuçeyan û di kinîştan de dua bikin, da ku ji aliyê mirovan ve bên dîtin. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. 6Lê çaxê ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê xwe bigire û ji Bavê xwe yê ku nayê dîtin re dua bike û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.

7«Çaxê ku hûn dua dikin, wek pûtperestan gotinên pûç pircar nekin; ew guman dikin bi pircarkirina peyvan wê bên bihîstin. 8Îcar hûn nebin wek wan, çimkî Bavê we hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane.

9«Hûn bi vî awayî dua bikin:

Bavê me yê li ezmanan,

Navê te pîroz be.

10Bila padîşahiya te bê.

Daxwaza te wek li ezmên,

Bila li ser rûyê erdê jî bê cih.

11Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.

12Û li deynên me bibihûre,

Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.

13Û me nebe ceribandinê,

Lê me ji Yê Xerab xilas bike.

Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.

14Eger hûn li sûcên mirovan bibihûrin, Bavê we yê li ezmanan jî wê li sûcên we bibihûre. 15Lê eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî li sûcên we nabihûre.

Rojîgirtin

16«Û çaxê ku hûn rojiyê bigirin, wek durûyan mirûzê xwe nekin; ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. 17Lê çaxê ku tu rojiyê bigirî, rûn li porê xwe bide û serçavê xwe bişo, 18da ku mirov nebînin ku tu bi rojî yî, lê Bavê te yê ku nayê dîtin bibîne. Û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.

Xezîna li Ezmanan

(Lûqa 12:33-34)

19«Li ser rûyê erdê ji bo xwe xezîneyan necivînin, ku li wir zeng û bizûzk wan xera dikin, dixwin û diz dikevinê û didizin. 20Lê ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin, ku li wir ne zeng û bizûzk dikarin wê xera bikin, bixwin û ne jî diz dikarin bikevinê û bidizin. 21Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.

Çiraya Bedenê

(Lûqa 11:34-36)

22«Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te qenc be, wê tevahiya bedena te bibe ronahî. 23Lê eger çavê te xerab be, wê tevahiya bedena te di tariyê de be. Îcar, eger ronahiya di dilê te de tarî ye, ew çi tariyeke mezin e!

Xulamtiya ji Du Axayan re

(Lûqa 16:13)

24«Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.

Xeman Nexwin

(Lûqa 12:22-31)

25«Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin û ne jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ne di ser xwarinê re û beden jî ne di ser lixwekirinê re ye? 26Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne? 27Îcar kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêjtir bike?

28«Û hûn çima ji bo cilan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin, ew ne dixebitin û ne jî rîs dirêsin. 29Lê ez ji we re dibêjim ku Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan cil li xwe nekirin. 30Îcar, eger Xwedê giyayê çolê yê ku îro heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake, hey kêmîmanno? 31Loma xeman nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî ‹Emê çi li xwe bikin?› 32Pûtperest li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in. 33Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn. 34Loma ji bo sibê xeman nexwin, çimkî sibe wê ji bo xwe xeman bixwe. Derdê rojê têra rojê dike.

Dadbarkirina Kesên Din

(Lûqa 6:37-38,41-42)

1«Dadbar nekin, da ku hûn jî neyên dadbarkirin. 2Çimkî hûn bi çi awayî yên din dadbar bikin, hûn jî, hûnê bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin. 3Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî? 4An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Bihêle ku ez qirşikê di çavê te de derxim› hê ku girş di çavê te de ye? 5Hey mirovê durû, pêşî girşê di çavê xwe de derxe, hingê tê zelal bibînî ku tu qirşikê di çavê birayê xwe de derxî.

6«Tiştê pîroz nedin kûçikan û ne jî durên xwe bavêjin ber berazan. An na, ewê wan di bin lingên xwe de biperçiqînin û bizivirin we perçe perçe bikin!

Ji Xwedê Bixwazin

(Lûqa 11:9-13)

7«Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûnê bibînin; li derî bixin, ewê ji we re vebe. 8Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne û yê digere, dibîne û yê li derî dixe, jê re vedibe. 9Kî ji we, gava ku kurê wî nên jê bixwaze, wê kevir bide wî? 10An gava ku masî bixwaze, wê mar bide wî? 11Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çiqas bêtir tiştên qenc bide wan ên ku ji wî dixwazin!

12«Loma her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wisa ji wan re bikin, çimkî hînkirina Şerîetê û pêxemberan ev e.

Deriyê Teng

(Lûqa 13:24)

13«Di deriyê teng re derbas bibin. Çimkî deriyê ku dibe helakê fireh e, riya ku diçe wê rihet e û yên ku pê ve diçin gelek in. 14Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e û yên ku wê dibînin hindik in.

Dar û Berê Wê

(Lûqa 6:43-45)

15«Hay ji pêxemberên derewîn hebin. Ew di postê miyan de tên ba we, lê di hundir de ew gurên har in. 16Hûnê wan ji berê wan nas bikin. Ma mirov ji stiriyan tirî û ji diriyan hêjîran diçinin? 17Bi vî awayî her dara qenc berê qenc, lê her dara xerab jî berê xerab dide. 18Dara qenc nikare berê xerab bide û dara xerab nikare berê qenc bide. 19Her dara ku berê qenc nede tê birrîn û avêtin nav êgir. 20Îcar hûnê wan ji berê wan nas bikin.

Daxwaza Bavê li Ezmanan

(Lûqa 13:26-27)

21«Ne ku her kesên ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan› wê bikevin Padîşahiya Ezmanan! Bi tenê yên ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan dikin, wê bikevinê. 22Wê rojê gelek wê ji min re bêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan! Ma bi navê te me pêxemberîtî nekir? Bi navê te me cin dernexistin? Ma bi navê te me gelek keramet nekirin?› 23Hingê ezê bi eşkereyî ji wan re bêjim: ‹Min hûn qet nas nekirin! Ji min dûr kevin, hûn ên ku neheqiyê dikin!›

Xaniyê Yê Aqilmend û Yê Bêaqil

(Lûqa 6:47-49)

24«Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û tîne cih, mîna wî mirovê aqilmend e ku xaniyê xwe li ser latê ava kiriye. 25Baran dibare, bahoz radibe, lehî tên û li wî xaniyî dixin, lê ew hilnaweşe, çimkî li ser latê hatiye avakirin. 26Û her kesê ku van peyvên min dibihîze û nake, mîna wî mirovê bêaqil e ku xaniyê xwe li ser seylakê ava kiriye. 27Baran dibare, bahoz radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe. Û bi hilweşîneke mezin dikeve.»

28Gava ku Îsa ev gotinên xwe xilas kirin, elalet li hînkirina wî gelek şaş ma. 29Çimkî wî ne wek Şerîetzanên wan, lê wek yekî xweyî desthilatî ew hîn dikirin.