Skip to content
Home » Roj 2: Îsa Mesîh hat hilbijartin – li cihê ku îro Mescîdî Aksa û Kubeya Sehrayê lê ye

Roj 2: Îsa Mesîh hat hilbijartin – li cihê ku îro Mescîdî Aksa û Kubeya Sehrayê lê ye

  • by

Çima cihê Mescîdî Aksa (yan jî Beytu’l Makdîs) û Qubeya Sehrayê yê li Orşelîmê ev qasî taybet e. Gelek bûyerên pîroz li wê derê çêbûne, lê kêm kes dizanin bê çi hatiye serê Îsa Mesîh (AS) li wî cihê pîroz.

Ji bo ku em baştir fêm bikin bê Pêxember Îsa Mesîh (AS) li Orşelîmê çi dijwarî dîtine, em ê wan bi dijwariyên ku Pêxember Mihemed (AS) li Mekkeyê dîtine re bidin ber hev. Sureya Fetih (Sure 48 – Serfirazî) li ser Qureyşê ku Kabe diparast wiha dibêje:

Ên ku kafir bûne û berê we ji ziyareta mizgefta Mescîdul Heramê dagerandine, nehiştine ew qurbanên ku hatine berhevkirin bigihîjin cihê xwe. Eger ne ji hebûna hinek mêr û jinên mumîn bûya ku haya we ji wan tune ye ku we yê ew biçewisandina, vêca bêyî ku haya we jê hebûya hûn ê biketina bin webalekî giran. Xwedê ji bo ku kê dixwaze wî bide ber rehma xwe wisa kiriye. Eger mumîn û kafir ji hev cuda bûna, teqez ên ku îman neanîna me yê ezabekî cansoj bidaya wan.

Sureya Fetih 48:25

Qureyş nehişt ku pêxember (AS) û şopînerên wî herin Mescîdul Heramê û cihê pîroz yê qurbanîkirinê yê li Mekeyê. Li Perestgeha Pîroz û cihê pîroz ê qurbanîkirinê yê li Orşelîmê tiştekî wekî wê qewimî di dema Îsa Mesîh (AS) de. Serekên dînî pergaleke kirîn û firotina heywanên qurbanîkirinê saz kiribû ku tê de pereguhêrî hebû ji bo kesên ku ji deverên dûr dihatin. Vê yekê îbadeta rastîn asteng dikir li Perestgehê. Perestgeh ji bo ku Xweda di nav gelan de were nasîn hatibû avakirin – ji bo ku Wî ji wan veşêre. Îsa Mesîh (AS) ket nav tevgerê da ku rewşê rast bike, lê kesên nebawermend li dijî wî derketin û ev yek di Sureya Texabûn (Sure 64 – Hêvîşikestina Dualî) de tê gotin.

Pêxember hê nû ketibû nava Orşelîmê tam di roja ku berî sedsalan hatibû kehanetkirin de da ku xwe wekî Mesîh aşkera bike û bibe ronahî ji gelan re. Dîrok di salnameya Cihûyan de roja Yekşemê, 9’ê Nîsanê, 1. roja Heftiya Pîroz bû. Ji ber qanûnên di Tewratê de, roja din, 10’ê Nîsanê, rojeke bêhempa bû de salnameya Cihûyan de. Berî demeke dirêj Tewratê qeyd kiribû ku Pêxember Mûsa (AS) bi fermana Xwedê 10. webaya li hemberî Firewn amade dike.

Xudan li welatê Misrê ji Mûsa û Harûn re got: “Ev meh wê ji bo we bibe meha yekê. Wê ji we re bibe meha pêşî ya salê. Ji tevahiya civata Îsraîl re bibêjin: ‘Di roja dehê vê mehê de bila her kes ji malbata xwe re pezekî bikire. Divê pezek bibe para her malê.

Derketin 12:1-3

Di wê demê de Nîsan meha yekemîn a sala Cihûyan bû. Yanî ji dema pêxember Mûsa ve, di her 10’ê Nîsanê de, her malbateke Cihû berxek dineqand ji bo cejna Derbasbûnêbi tenê di wê rojê de ew yek dihate kirin. Di dema Pêxember Îsa Mesîh de Cihûyan berxên Derbasbûnê li Perestgeha xwe ya li Orşelîmê dineqandin – heman cihê ku beriya 2000 salî Pêxember Îbrahîm (AS) hatibû ceribandin ji bo qurbanîkirina kurê xwe. Îro, li wê derê Mescîdî AksaQûbeya Sehrayê heye. Îcar li cihekî diyarkirî (yanî li cihê ku îro Mescîdî Aksa û Qubeya Sehrayê lê ye û di dema pêxember Îsa Mesîh de Perestgeha Cihûyan lê bû), di rojeke diyarkirî ya sala Cihûyan de (10’ê Nîsanê), her malbateke Cihû berxek dineqand (malbatên xizan ji xwe re kevok dineqandin). Çawa ku hûn jî dikarin texmîn bikin, hejmara zêde ya mirov û heywanan, dengê bazarîkirinê, pevguherîna pereyan (ji ber ku Cihû ji gelek deveran dihatin) di 10’ê Nîsanê de nava Perestgehê dikirin wekî bazareke pir qerebalix. Încîl dibêje bê Îsa Mesîh di wê rojê de çi kiriye. Dema ku ayet behsa ‘roja din’ dikin, qesta wan roja piştî têketina wî ya padîşahî ya nava Orşelîmê ye, 10’ê Nîsanê – tam ew roj e ku berxên cejna Derbasbûnê di nava Perestgehê de tên neqandin.

Îsa ket Orşelîmê, çû Perestgehê. Çav li her tiştî gerand, lê ji ber ku wext bûbû êvar, bi diwanzdehan ve çû Beytanyayê. Roja din, gava ew ji Beytanyayê derdiketin, Îsa birçî bû. Ji dûr ve dareke hêjîrê ya bi pel dît, ber bi wê ve çû, ka ew ê tiştekî pê ve bibîne. Gava gihîşt ba wê, ji pelan pê ve tiştek nedît. Ji ber ku ne dema hêjîran bû. Wî ji darê re got: “Bila êdî tu kes tu caran ji te fêkî nexwe.” Şagirtên wî jî ev gotin bihîstin û ew hatin Orşelîmê. Îsa ket Perestgehê û dest pê kir ew kesên ku di Perestgehê de kirîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin û nehişt ku tu kes tiştekî di Perestgehê re derbas bike. Wî hînî wan kir û got: “Ma nehatiye nivîsîn ku ‘Wê ji mala min re mala duayê ya ji bo hemû miletan bê gotin’. Lê we ew kiriye ‘şikefta rêbiran’.”

Marqos 11:11-7

Di asta mirovî de pêxember Îsa Mesîh roja Duşemê (Roja 2. a heftiya pîroz), 10’ê Nîsanê çû nava Perestgehê û çalakiya bazirganiyê sekinand. Kirîn û firotinê bariyerek çêkiribû li pêşiya bawermendên ku ji bo ezmên dia dikirin, bi taybetî li ber kesên ji gelên din. Pêxember Ronahiyek bû ji bo wan gelan, lewma wî bariyera di navbera ezmên û erdê de bi sekinandina çalakiyên bazirganî rakir. Lê tiştekî nedîtî jî çêbû di heman demê de. Em dikarin wê ji nasnavê ku Pêxember Yehya (AS) li Îsa Mesîh kiriye fêm bikin. Di îlankirina wî de Pêxember Yehya gotibû:

Roja din Yûhenna dît ku Îsa ber bi wî ve tê û wî got: “Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike.

Yûhenna 1:29

Pêxember Îsa Mesîh “Berxê Xwedê” bû. Di qurbanîdana Îbrahîm de Xwedê berx ji bo Îbrahîm neqandibû li şûna kurê wî bi girtina berx a di nav deviyekê de. Ji ber vê yekê Cejna Qurbanê tê pîrozkirin di dema me de. Perestgeh ew cih bû ku berx lê hatibû neqandin – cihê ku niha Mescîdî Aksa û Qubeya Sehrayê lê ye. Dema ku Pêxember Îsa Mesîh çû nava Perestgehê di 10’ê Nîsanê de ew hatibû neqandin ji aliyê Xwedê ve wekî Berxê Xwe yê Derbasbûnê. Diviya ew li Perestgehê bûya di wextê rast e ji bo ku ew were neqandin – ew li wir bû.

Armanca Îsa wekî Berxê Derbasbûnê

Çima ew wekî berxê Derbasbûnê hat hilbijartin? Hîndariyên Îsa bersivê vê pirsê didin. Dema ku wî got, “wê ji mala min re mala duayê bê gotin ku ji bo hemû miletan e” wî ji Pêxember Yeşaya (AS) jêgiran dikir. Va ye temamiya pasajê (tiştê ku pêxember gotiye sorkirî ye).

“Ez ê xerîbên ku xwe bi Xudan ve girê dabûn ku jê re xizmetê bikin, ji navê Xudan hez bikin û bibin xulamên wî, her xerîbê Roja Septê digire û mirdar nake û qewîn bi peymana min digire, Ez ê wan bînim çiyayê xwe yê pîroz û li mala xwe ya duayê şa bikim.Wê qurbanên wan ên şewitandinê û qurbanên wan ên din li ser gorîgeha min bên qebûlkirin. Ji ber ku wê ji mala min re mala duayê bê gotin ku ji bo hemû miletan e.”

Yeşaya 56 :6-7
Tabloya Demê ya Pêxember Yeşaya (AS) digel hin pêxemberên din ên di Zebûrê de

‘Çiyayê Pîroz’ ê ku Yeşaya li ser wî nivîsandibû Çiyayê Moriya bû ku Pêxember Îbrahîm berxa ku ji aliyê Xwedê ve li şûna kurê wî hatibû neqandin qurbanî kiribû. Mala ‘duayê’ Perestgeh bû ku Îsa Mesîh di 10’ê Nîsanê de ketiye nava wê. Ji bo Cihûyan, cih û wextê mihrîcanê qurbanîdana Îbrahîm û Derbasbûna Mûsa digihîne hev. Lê belê bi tenê Cihûyan dikarî li Perestgehê qurbaniyan bidin û Derbasbûnê pîroz bikin. Lê Yeşaya nivîsandibû ku ‘biyan’ (yên ne Cihû) wê rojekê bibînin ku ‘pêşkêşiyên wan ên şewitî û qurbaniyên wan wê werin qebûlkirin’. Bi jêgirana pêxember Yeşaya, Îsa îlan dike ku bi saya kirina wî yên ku Cihû ne wê werin qebûlkirin. Wî rave nekiriye bê kirina wî wê çi be. Lê dema ku em bi çîrokê de biçin, em ê bibînin ku Xweda xwedî planekê ye ji bo pîrozîkirina min û we.

Rojên din ên di Heftiya Pîroz de

Piştî ku Cihûyan berxên xwe neqandin di 10’ê Nîsanê de, Tewratê li wan ferman dikir ku wiha bikin:

Hûn ê heta roja çardehê mehê wî xweyî bikin. Wê rojê ber êvarê, wê hemû civata Îsraîl a kombûyî wan serjê bike.

Derketin 12:6

Piştî Derbasbûna pêşî ya di dema pêxember Mûsa de, Cihûyan berxên xwe yên Derbasbûnê di her 14’ê Nîsanê de qurbanî kirin. Em ‘xweyîkirin’ û qurbanîkirina berxan a li gorî qayîdeyên Tewratê li tabloya demê zêde dikin. Em li nîvê jêrîn ê tabloya demê çalakiyên pêxember ên Roja 2. zêde dikin – paqijkirina wî ya Perestgehê û neqandina wî ya wekî berxê Derbasbûnê yê Xwedê.

Çalakiyên Pêxember Îsa Mesîh yên roja Duşemê – Roj 2 – li gorî qayîdeyên di Tewratê de

Dema ku Pêxember Îsa Mesîh (AS) kete nava Perestgehê û ew paqij kir, wê yekê bandorek li asta mirovatiyê kir. Încîl bi vî awayî wê diyar dike:

Serekên kahînan û Qanûnzanan ev bihîstin û dest pê kirin li riyên kuştina wî geriyan. Ew ji wî ditirsiyan, ji ber ku tevahiya qerebalixê li hînkirina wî gelekî şaş dima. Gava ku bû êvar, ew ji bajêr derketin.

Marqos 11:18

Bi paqijkirina Perestgehê ew bû hedefa serekên Cihû yên ku dixwestin wî bikujin.

Ew derketin pêşberî pêxember. Încîl dibêje ku roja din…

Ew dîsa hatin Orşelîmê. Dema ku Îsa di Perestgehê de digeriya, serekên kahînan, Qanûnzan û rihspî hatin ba wî û jê pirsîn: “Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî û kê ev desthilatî daye te ku tu van bikî?” 

Marqos 11:27-28

Sureya Texabun bi bîra me dixe ku ji Pêxemberên wê demê pirsên bi vî rengî dihatin kirin.

Erê ma xebera wan ên berê kafir bûne negihîştiye we? Vêca wan cezayê kufra xwe tehm kir û (li axiretê jî) ji wan re ezabekî dijwar heye. Ev e (ezabê wan dîtî) bi sebûnet ku pêxemberên wan bi delîl û mucîzeyên aşkera ji bo wan dihatin, vêca digotin: Erê ma çawa însanek dê (bibe peyxember û) me bîne riya rast? Vêca kafir bûn û berê xwe (ji heqiyê vegerandin. Xweda jî ne hewceyî baweriya wan bû. Xweda dewlemend û pesnande ye. Yên kafir hizir kirin ku ew ê piştî mirinê dîsa neyêne saxkirin û vejandin. Bibêje: Nexêr! Sond bi Xwedayê min be; teqez hûn ê bêne saxkirin û hûn ê teqez bi kar û kiryarên xwe bêne agahdarkirin. Ev rewş li ber Xwedê pir hêsan e.

Sureya Texabun 64:5-7

Îsa Mesîh (AS) wê bi ezmûneke dijwar erka xwe ispat bikira. Sureya Texabun dibêje ku kafiran tim ji pêxemberan dixwest ku ew bi wî awayî erka xwe ji wan re ispat bikin. Diviya pêxember bi Nîşaneyeke Zelal nîşan bidaya ku ew wekî ‘mirovekî’ erka xwe bi kar nayîne. Çawa ku Texabun bi zelalî dibêje, ezmûn ew bû ku ji mirinê rabe. Lê pêşî diviya çend bûyerên din jî biqewimîna di wê heftiya qederê de.  

Em ê binêrin bê planên serekan, çalakiyên pêxember û qayîdeyên di Tewratê de çawa gihîştine hev, dema ku me li çalakiyên Roja 3.&4. nihêrî.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *