Skip to content
Home » Di Roja Darizandinê de Milyaketên li Rast û Çepê me alî me dikin?

Di Roja Darizandinê de Milyaketên li Rast û Çepê me alî me dikin?

  • by

Sureya Haqqeyê (Sure 69 – Rastî) teswîr dike bê çawa Roja Darizandinê wê bi pifkirina Sûrê dest pê bike.

Êdî gava ku di sûrê de yek pifkirin bê pifkirin, erd û çiya bên rakirin û bi carekê li hev bên xistin û hûr û hêra bibin, ha wê rojê bizane ku qiyamet rabû. Asîman diderize û êdî wê rojê asîman sist û xav e. Milyaket li dora asmên in. Wê rojê heşt milyaket Erşê Xwedayê te di ser wan (mirovan) re dê hilgirin. Wê rojê (ji bo hesab) hûn ê bêne pêşberî Xwedayê xwe, kes ji we nayê veşartin.

Sureya Haqqeyê 69:13-18

Sureya Qafê (Sure 50) jî Rojekê teswîr dike ku wê Sûra Xwedê were pifkirin û ferîştehên parêzkar ên li rastê û çepê wê hesabê xêr û gunehên me qeyd bikin. Ayet wiha dibêje:

Sond be, bi rastî Me însan afirandiye û ya ku nefsa wî jê re dibêje û ya ku dikeve dilê wî jî em dizanin û em ji şahdemarê wî jî bêtir nêzîkî wî ne. Wê demê li rast û çepê însên du milyaket rûniştî ne ku her hal û hereketên wî dinivîsin. Însan çi bibêje, her li balê çavdêr û amadekar hene (ku emelên wî qeyd dikin). Serxweşiya mirinê bi fermana heq hat. Hey însan ha ev e ya ku tu jê direviyayî! Di sûrê re hate pifkirin, ha ev e roja ku soza wê hatiye dayîn. Her kes digel ajoyekî û şahidekî (du milyaket) tê heşrê. (Jê re dê wiha bê gotin: Hey mirov!) Sond be ku (li dinyayê) haya te ji vê tune bû, me perde ji ser çavê te hilanî. Êdî îro dîtina te pir dijwar e. Hevalê wî (milyaketê hesabgir) dê bibêje: Ha ev (kitêba kar û kiryarê wî) li cem min hazir e.

Surah Qaf 50:16-23

Ayeta 20’an dibêje hişyariya Sûrê jixwe berê hatiye dayîn (berî ku Quran were daxistin). Ew hişyarî kengî hatiye dayîn? Ew ji aliyê Îsa Mesîh (AS) ve hatiye dayîn dema ku wî di Încîlê de behsa vegera xwe ya li dinyayê kir, wî got ew ê ji aliyê sûra Asîmanan ve were îlankirin:

Ew ê milyaketên xwe bi boriya dengbilind bişîne û milyaket wê bijartiyên wî ji çar aliyan, ji perekî ezmanan heta perê din bicivînin.

Metta 24:31

Piştî wê yekê çi dibe? Sureya Qafê ferîştehekî rastê û yekî çepê teswîr dike ku qeyda emelên me digirin. Ji ber ku Xweda ji şahdemarê me bêtir nêzîkî me ye, Încîl dibêje ku ew qeydên emelên me wisa berfireh in ku di rastiya xwe de ‘pirtûk’ in. Ev yek hatibû teswîrkirin di xuyaniyeke Yûhenna de, yanî şagirtekî Îsa Mesîh (AS) û wî ew xuyanî di pirtûka dawî ya Încîlê de nivîsiye. Wiha gotiye:

Hingê min textekî mezin ê spî û yê li ser wî rûniştî bû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan û cihek ji bo wan peyda nebû û min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin. Kitêb vebûn û kitêbeke din a ku Kitêba Jiyanê ye vebû. Mirî, li gorî kirinên xwe yên ku di kitêban de nivîsî bûn, hatin darizandin. Deryayê miriyên di nava xwe de, mirinê û diyarê miriyan jî miriyên di nava xwe de teslîm kirin û her yek li gorî kirinên xwe hate darizandin. Hingê mirin û diyarê miriyan hatin avêtin nav gola êgir. Ev gola êgir mirina duyemîn e û navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.

Peyama Yûhenna 20:11-15

Ev îlan dike ku herkeswê were darizandin ‘li gorî tiştên ku wan kirine’ yên di ‘pirtûkan’ de qeydkirî. Lewma em silavê didin ferîştehên li aliyê rastê û çepê piştî nimêjkirinê, bi hêviya ku xêrên me bêtir binivîsin.

Pirtûka Jiyanê

Îcar bala xwe bidinê ku pirtûkeke din jî heye bi navê ‘Pirtûka Jiyanê’, lê cudatir e ji pirtûkên ku xêr û gunehan qeyd dikin. Ew dibêje ‘çi kesê’ ku navê wî di Pirtûka Jiyanê de nehatibe nivîsandin, ew ê were avêtin nav Gola Êgir (têgiheke din a ji bo dojehê). Yanî heke lîsteya xêrên me yên ku ferîştehê li aliyê me yê rastê qeyd dike pir dirêj be û lîsteya gunehên me ya ku ferîştehê li aliyê me yê çepê qeyd dike pir kurt be jî – hingê jî- heke navê me ne di ‘Pirtûka Jiyanê’ de be, em ê bikevin Dojehê. Ev ‘pirtûka jiyanê’ çi ye û çawa navê me di vê pirtûkê de tê qeydkirin?

Hem Tewrat hem jî Quran dibêjin ku dema Hezretî Adem guneh kir, Xwedê ew ji Bihuştê avêt û ew kir fanî. Ev tê wê wateyê ku ew (û zarokên wî) ji Çavkaniya Jiyanê hatine qutkirin. Ji ber vê yekê em fanî ne û em ê rojekê bimirin. Pêxember Îsa Mesîh (AS) hate vê dinyayê ji bo ku ew vê Jiyanê restore bike ji me re da ku navên me bikevin nava Pirtûka Jiyanê. Çawa ku wî îlan kiriye:

“Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku guhê xwe dide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê dîwankirin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê.

Yûhenna 5:24

Pêxember Îbrahîm (AS) çawa ev diyariya jiyanê pêşbînî kir û çima Îsa Mesîh dikare jiyanê bide me li vir bi hûrgulî hatiye ravekirin. Sureya Qafê hişyariyê dide:

(Wê ji her du milyaketan re were gotin,) “Heydê her kafirê rikdar biavêjin Dojehê,

Sureya Qafê 50:24

Heke Jiyana Herheyî tê pêşkêşkirin, çima em li ser nabin xwedî agahî?

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *