Skip to content
Home » Where does the name Jesus Christ come from?

Where does the name Jesus Christ come from?

  • by

Quran ji Îsa (AS) re dibêje ‘Mesîh’. Gelo wateya vê yekê çi ye? Ew ji ku derê tê? Çima Xiristiyan jî ji Îsa re dibêjin ‘Christ? Gelo ‘Mesîh’ û ‘Christ’ heman tişt in yan tê de nakokî û xerabûn hene? Zebûr (Mezmûr) bersiva van pirsên girîng dide. Her wiha ji bo fêmkirina vê gotarê divê hûn pêşî gotara ‘Încîl çawa hatiye wergerandin?’ bixwînin, ji ber ku ew agahî wê li vir jî were bikaranîn.

Jêderka ‘Mesîh’

Di vî şeklê li jêrê de çawa ku di gotara ‘Încîl çawa hatiye wergerandin?’ de tê ravekirin, ez bi taybetî li ser peyva ‘Mesîh’ ya ku di Încîl an jî Peymana Nû de hatiye bikaranîn disekinim.

Pêvajoya wergera peyva ‘Mesîh’ ji Îbranî bo dema modern

Hûn dibînin ku di Zebûra orjînal a bi Îbranî de (di qadrana #1’ê de) têgiha ‘mashiyach’ heye ku ferhenga Îbranî wê wekî mirovê ‘meshkirî yan jî pîrozkirî’ rave dike. Di hin pasajên Zebûrê (Mezmûran) de peyva mashiyach bi awayekî spesifîk ji bo kesê ku hatina wî hatiye kehanetkirin tê dayîn. Dema ku Septuagint bi pêş ket di sala 250’yî BZ de (binêrin Încîl çawa hatiye wergerandin), pisporan peyveke di Yewnanî de li şûna peyva mashiyacha di Îbranî de bi kar anîn ku dihat heman wateyê – Χριστός = Christos – ku ji peyva chrio dihat ku wateya rûntêdana bi merasîmê bû. Ji ber vê yekê peyva Christos ji aliyê wateyê ve hate wergerandin (ne bi tîpguhêziya dengan) ji ‘mashiyach’a di Îbranî de bo Septuaginta bi Yewnanî ji bo ravekirina vî kesê diyar. Ev Qadrana #2 ye. Mirîdên Îsa (AS) fêm kirin ku ew kesê ku di Septuagintê de behsa wî tê kirin ew e, lewma wan jî têgiha Christos ji bo wî bi kar anî di Încîlê (yan jî Peymana Nû) de). (dîsa di qadrana #2 de)

Li di zimanên modern de ‘Christos’ piştre ji Yewnanî bo Îngilîzî (û bo zimanên din ên modern) bi awayê ‘Christ’ hate tîpguhêzîkirin. Ev di biniya şekil de bi hejmara #3 hatiye nîşandan. Îcar peyva ‘Christ’ a di Îngilîzî de sernavekî gelekî spesifîk ê ji Mezmûrên Zebûrê bû ku ji wergera Îbranî bo Yewnanî hatibû û piştre ji Yewnanî bo Îngilîzî hatibû tîpguhêzîkirin. Zebûra bi Îbranî rasterast li zimanên modern hatiye wergerandin û wergêran peyvên cuda bi kar anîne di Îngilîzî de ji bo ‘mashiyach’a di Îbranî de. Hin wergêran (wekî Padîşah James) tîpguhêziya peyva ‘mashiyach’a bi Îbranî bi awayê ‘Mesîh’ kirine bo Îngilîzî. Hinekan (wekî Încîla Nû ya Navneteweyî) ‘mashiyach’ ji aliyê wateyê ve wergerandine û kirine ‘Yê Meshkirî’ di van pasajên spesifîk yên Mezmûran (yan jî Zebûrê) de. Di her du rewşan de em zêde peyva ‘Christ’ nabînin di Mezmûrên bi Îngilîzî de û ji ber vê yekê ev girêdana bi Peymana Kevin re ne zelal e. Lê ji vê analîzê em dizanin ku di Încîlê (yan jî Pirtûka Pîroz) de

‘Christ’=‘Mesîh’=‘Yê Meshkirî’

ji bo sernavekî spesifîk bûye.

Îcar ‘Mesîh’ê di Quranê de ji ku tê ?

Me dît bê çawa ‘Christ’=‘Mesîh’=‘Yê Meshkirî’ heman nasnav in û di beşên cuda yên Încîlê (Pirtûka Pîroz) de cih digirin. Lê gelo ew ‘Christ’ê ku di Quranê de jê tê behskirin çi ye? Ji bo bersiva vê pirsê ez ê ji şeklê li jorê ku tê de veguherîna Mashiyach->Christ hatiye nîşandayîn texmînekê derxim.

Şeklê li jêrê li gorî pêvajoya Qurana bi Erebî ya ku piştî wergerên Încîlê (Pirtûka Pîroz) ya bi Îbranî û Yewnanî hatiye nivîsandin bihewîne hatiye berfirehkirin. Hûn dibînin ku min qadran #1 li du beşan dabeş kiriye. Beş 1a wekî ya pêşî ye ku ‘mashiyach’a di Zebûra bi Îbranî de rave dike li jorê. Beş 1b vê têgihê di Erebî de dişopîne. Hûn dibînin ku ev têgiha ‘mashiyach’ hatiye tîpguhêzîkirin (bi deng hatiye veguhestin) di Quranê de (bi awayê مسيح).  Piştre dema ku xwînerên Quranê yên ku bi Erebî diaxivin vê peyvên werdigerînin bo Îngilîzî ew dîsa bi awayê ‘Mesîh’ tîpguhêziya wê dikin.

Nîşandana pêvajoya wergerandina ‘Yê Meshkirî’ = ‘Mesîh’ = ‘Mesîh’ = ‘Christ’

Bi zanîna vê paşxaneyê em dibînin ku ew hemû ji heman nasnavî hatine û wateya hemûyan heman tişt e bi awayê ku “4= ‘four’ (bi Îngilîzî) = ‘quatre’ (bi Frensî) = IV (bi Reqemên Romayî) = 6-2 = 2+2 ye.

Mesîhê ku di sedsala 1. de hat texmînkirin

Îcar bi zanîna vê agahiyê ka em li ser Încîlê çend keşfan bikin. Li jêrê helwesta Padîşah Herod a li hemberî zilamên zana yên ku ji Rojhilat hatibûn û li padîşahê Cihûyan digeriyan heye, ev beşeke navdar a çîroka jidayîkbûna Îsa (AS) ye. Bala xwe bidinê nasnavê ‘Mesîh’ wekî nasnavê kesekî diyar tê gotin, digel ku ew bi taybetî behsa Îsa (AS) nake.

Gava ku Herodê padîşah ev yek bihîst, ew û hemû Orşelîm jî pê re bizdiya. Wî hemû serekên kahînan û Qanûnzan li hev du civandin û ji wan pirsî, ka Mesîh wê li ku derê çêbe.

Metta 2:3-4

Hûn dibînin ku nasnavê ‘Mesîh’ jixwe bi giştî hatiye qebûlkirin di nav Herod û şêwirmendên wî yên dînî de – berî ku Îsa (AS) ji dayîk bibe – ew tê bikaranîn li vir bêyî ku bi taybetî behsa wî were kirin. Sedema vê yekê, çawa ku li jorê jî hate ravekirin ew e ku nasnavê ‘Mesîh’ ji Zebûrê (Mezmûran) tê û ew bi sedan salan berî wê demê ji aliyê Pêxember û Padîşah Dawid (AS) ve hatibû nivîsandin û bi awayekî berbelav dihat xwendin ji aliyê Cihûyên sedsala 1. ve (wekî Herod) di Septuaginta bi Yewnanî de. ‘Mesîh’ nasnavek bû (hê jî wisa ye), ne navek bû. Bi vî awayî em dikarin fikrên sosret ên ku bi filmên wekî Şîfreya Da Vîncî hatine populerkirin ku dibêjin ‘Mesîh’ îcada Xiristiyanekî ye yan jî hatiye îcadkirin ji aliyê kesekî wekî Împaratorê Romayî Konstantînê sala 300 BZ ve bidin aliyekî. Ev nasnav bi sedan salan beriya ku Xiristiyanek hebe û berî ku Konstantîn were ser hikim hebûye.

Kehanetên ‘Mesîh’ yên di Zebûrê de

Ka em li van kehanetên pêşî yên nasnavên ‘Mesîh’ yên ku di Zebûrê (Mezmûran) de hatine nivîsandin ji aliyê Pêxember Dawid (AS) ve di sala 1000’î BZ de – hêj gelekî beriya jidayîkbûna Îsa (Mesîh – AS) binêrin.

Padîşahên dinê radibin ser lingan … li hemberî Xwedê û Meshkiriyê wî … Ji textê ezmanan dikene bi wan, şa dibe Xweda bi kirina wan… dibêje, ez im ê ku padîşahê xwe, li ser çiyayê pîroz, Siyonê da rûniştandin…”

Zebûr 2:2-6

Mezmûr 2 ya Zebûrê ya di Septuagintê de di Septuaginta bi Yewnanî de bi awayê li jêr tê xwendin. (Ez wê bi tîpguhêziya Mesîh diximê da ku xwînerên Septuagintê bikaribin sernavê Mesîh ‘bibînin’)

Padîşahên dinê radibin ser lingan … li hemberî Xwedê û Mesîhê wî … Ji textê ezmanan dikene bi wan, şa dibe Xweda bi kirina wan… dibêje, ez im ê ku padîşahê xwe, li ser çiyayê pîroz, Siyonê da rûniştandin…”

Mezmûr 2

Hûn dikarin Mesîh di vê pasajê de wekî xwînerekî ku di sedsala 1. de didît ‘bibînin’. Her wiha tîpguhêziya li jêrê yek bi yek heman wateyê dide:

Padîşahên dinê radibin ser lingan … li hemberî Xwedê û li hember Mesîhê wî … Ji textê ezmanan dikene bi wan, şa dibe Xweda bi kirina wan… dibêje, ez im ê ku padîşahê xwe, li ser çiyayê pîroz, Siyonê da rûniştandin…”

Mezmûr 2’ya Zebûrê

Her wiha Zebûr (Mezmûr) bi bêtir referansên ji bo vî Mesîhê ku wê were didome. Ez pasaja standard li rex yeke tîpguhêzkirî ya ku tê de ‘Christ’ û ‘Mesîh’ derbas dibe didim da ku hûn bikaribin wê bibînin.

Mezmûr 132 – ji ya bi ÎbranîMezmûr 132 – Ji SeptuagintêMezmûr 132’ya Zebûrê – ji tîpguhêziya ji Erebî
Ya Xweda, … 10 Ji bo xatirê evdê xwe Dawid, rûyê xwe ji yê ku te mesh kiriye nezivirîne. 11Xweda bi piştrastî ji Dawid re sond xwar, Ew ji wê venagere: “Ez ê yekî ji nîjada te, li textê te bidim rûniştin— …17”Ez ê li wir ji Dawid re qiloçekî derînim û min ji yê xwe yê meshkirî re, çirayek amade kir.”Ya Xwedê, … 10 Ji bo xatirê evdê xwe Dawid, rûyê xwe ji Christ nezivirîne. 11Xweda bi piştrastî ji Dawid re sond xwar, Ew ji wê venagere: “Ez ê yekî ji nîjada te, li textê te bidim rûniştin— …17”Ez ê li wir ji Dawid re qiloçekî derînim û min ji Christê xwe re çirayek amade kir.”Ya Xweda, … 10 Ji bo xatirê evdê xwe Dawid, rûyê xwe ji Mesîh nezivirîne. 11Xweda bi piştrastî ji Dawid re sond xwar, Ew ji wê venagere: “Ez ê yekî ji nîjada te, li textê te bidim rûniştin— …17”Ez ê li wir ji Dawid re qiloçekî derînim û min ji Mesîhê xwe re çirayek amade kir.”

Va ye hûn jî dibînin ku Mezmûr 132 bi taybetî bi hevokên dema bê dipeyive (“… Ez ê qiloçekî derînim ji Dawid re…”) û di seranserê Tewrat û Zebûrê de pasajên bi vî awayî gelek in. Bibîranîna vê yekê girîng e dema ku kehanet tên nirxandin. Diyar e ku Zebûr pêşbînî û îdiayên di dema bê de dike. Herod dizanîbû ku pêxemberên Peymana Kevin pêşbîniyên der barê ‘Mesîh’ê ku wê were kirine – ji ber vê yekê ew amade bû ji bo vê daxuyaniyê. Bi tenê pêwîstiya wî pê hebû ku şêwirmendên wî hûrguliyên van pêşbîniyan ji wî re bibêjin, ji ber ku wî bi Zebûrê baş nedizanî. Cihû bi bendewariya xwe ya ji bo Mesîh dihatin zanîn. A rast tu eleqeya Mesîhê ku ew li bendê bûn yan jî ew lê digeriyan û Îsayê di Încîlê de bi hev re nebû, eleqeya wê bêtir bi kehanetên di Zebûrê de yên ku bi awayekî zelal ji bo siberojê hatibûn kirin re hebû.

Kehanetên Tewrat û Zebûrê: wekî kîlida pergaleke kilîtkirî

A rast ji ber ku Tewrat û Zebûr bi awayekî spesifîk pêşbîniyan li ser dema bê dikin, ew wekî kilîda deriyekî ne. Her kilîdek bi şeklekî diyar tê çêkirin da ku ew bi tenê bikaribe deriyê xwe veke. Bi heman awayî Peymana Kevin jî wekî kilîdekê ye. Me di gotara Qurbanîkirina Mezin a Îbrahîm (AS), Cejna Derbasbûnê ya Pêxember Mûsa (AS) û Nîşaneya Kurê Bakîreyê de jî dît (ji kerema xwe li wan binêrin heke nayên bîra we) ku kehanetên spesifîk hene li ser kesê ku wê were. Mezmûr 32’ya Zebûrê qayîdeya ku ‘Mesîh’ wê ji zuriyeta Pêxember û Padîşah Dawid (AS) were lê zêde dike. Îcar ‘kilîd’ gelekî bêtir bi qîmet dibe dema ku em pasajên kehanetê yên di Peymana Kevin de dixwînin. Zebûr bi van kehanetan bi dawî nabe. Ew bêtir detayan dide me der heqê bê Îsa wê çi be û çi bike de. Em ê bi Zebûrê didomînin, lê pêşî em ê li pêwistiya xwe ya ku Mesîh wê behs bike binêrin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *