Skip to content
Home » Roj 7 – Bêhnvedana Sebtê

Roj 7 – Bêhnvedana Sebtê

  • by

Pêxember Îsa Mesîh hatibû îxanetkirin û xaçkirin di roja pîroz a Cihûyan a Derbasbûnê de ku niha wekî Îna Pîroz tê zanîn. Derbasbûn êvara pêncşemê di hingorê de dest pê kir û roja înê di hingorê de qediya – roja 6. a heftiyê. Bûyera dawî ya wê rojê veşartina pêxemberê mirî bû. Încîl dibêje jinên ku pêxember şopandin şahidî li bûyerê kirin.

Ew jinên ku ji Celîlê bi Îsa re hatibûn, li pey Yûsiv çûn, wan gor û çawa cesedê Îsa tê de hat danîn, dîtin. Hingê ew vegeriyan, wan rûn û giyayên bêhnxweş amade kirin. Û roja Şemiyê li gorî Qanûnê tu kar nekirin û bêhna xwe vedan.

Lûqa 23:55-56

Jinan xwest ku cesedê pêxember amade bikin, lê wext nemabû û Septê di hingora êvara roja înê de dest pê kiribû.  Ew roja 7. a heftiyê bû û destûr nebû ji bo Cihûyan ku di wê rojê de bixebitin. Wê fermanê bingeha xwe ji bûyera afirandinê ya di Tewratê de digirt. Xwedê her tişt di nav 6 rojan de afirand. Tewrat dibêje:

Erd û ezman bi hemû nexşên xwe temam bûn. Xwedê karê dikir, di roja heftan de bir serî. Di roja heftan de Xwedê ji hemû karên xwe, bêhna xwe veda.

Destpêk 2:1-2

Îcar jinan, tevî ku xwest cesedê wî amade bikin, wan bi ya Tewratê kir û bêhna xwe veda.

Lê serekkahînan di roja Sebtê de jî karê xwe domandin. Încîl civîna wan a ligel walî qeyd dike.

Dotira rojê – rojekê piştî roja amadekirinê – serekên kahînan û Fêrisî çûn ba Pîlatos û gotin: “Ezbenî, di bîra me de ye hê ku ew ê xapînok dijiya, gotibû: ‘Piştî sê rojan ez ê rabim.’ Ji bo vê yekê emir bide, da ku gor heta sê rojan bê parastin. An na, şagirtên wî dikarin bên cesedê wî bidizin û ji gel re bibêjin ku ew ji nav miriyan rabûye. Hingê xapandina dawîn wê ji ya pêşî xerabtir be.” Pîlatos got: “Nobedarên di emrê we de hene. Herin û hûn çawa dizanin, wisa gorê biparêzin.” Ew jî çûn gor parastin, kevir mor kirin û nobedar danîn ber.

Bi wî awayî serekkahîn roja Sebtê xebitîn da ku parêzkarekî bidin ber cesedê di nava gorê de. Cesedê Pêxember Îsa Mesîh (AS) di mirinê bû dema ku jinan ji ber îtaetkirina roja Septê ya heftiya pîroz di bêhnvedanê de bûn. Tabloya demê nîşan dide bê çawa bêhnvedana wan roja heftemîn a Afirandinê temsîl dike bi awayê ku Tewrat dibêje Xwedê bêhn veda piştî Afirandinê.

Bêhnvedana Sebtê ya di Mirinê de ji bo Pêxember Îsa Mesîh

Lê ew bêhnvedan bêdengiya beriya nîşandana hêzê bû. Sureya Fecirê (Sure 89 – Berbang) bi bîra me dixe bê çawa piştî şeveke tarî berbang girîng e. Berbang dikare tiştên ecêb bi xwe re bîne ji bo ‘kesên ku fêm dikin’.

Sond bi berbangê, bi şevên ku deh in, bi cot û ferê, bi şevê, gava ku her tiştî bi tarîtiya xwe diniximîne, diçe û tê. Ma ev tiştê sond pê hatiye xwarin ne hêjayî sond xwarinê ye?

Sureya Fecirê 89:1-5

Roja din serkeftineke mezin pêk hat çawa ku em li vir dibînin.

Em ê bibînin bê berbanga roja din wê çi bi xwe re bîne.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *