Skip to content
Home » Dîroka Îsraîliyan: Naletên Mûsa (AS) pêk hatin?

Dîroka Îsraîliyan: Naletên Mûsa (AS) pêk hatin?

  • by

Ji bo ku şopandina dîroka Îsraîliyan hêsantir bike, ez ê çend tabloyên demê bidim ji bo teswîrkirina dîroka wan. Em pêxemberên wan ên di Încîlê de yên ku herî zêde tên zanîn heta Îsa Mesîh (AS) bixin tabloyekê û bi vî awayî dest bi dîroka Îsraîliyan bikin. 

Pêxemberên Încîlê yên ku herî zêde têne nasîn

Ev tabloya demê salnameya Rojavayiyan bi kar tîne (û ji bîr nekin ku ev hemû BZ’ê ne). Firehiya stûnan nîşan dide bê ew pêxember çi qasî dirêj jiyaye. Îbrahîm û Mûsa (AS) girîng in ji ber Nîşaneyên xwe yên ku me li wan nihêrîbû. Dawid (AS) baş tê zanîn ji ber ku wî Zebûr da destpêkirin û ew Padîşahê pêşî yê xanedanekê ye ku li Orşelîmê hikimdarî kiriye. Îsa Mesîh (AS) girîng e ji ber ku ew di navenda Încîlê de ye.

Em di periyoda bi rengê kesk de dibînin ku Îsraîlî wekî kole jiyane li Misirê.

Jiyîna wekî kole di bin hikmê Firewn de li Misirê

Ev periyoda demê dema ku Yûsifê (an jî Joseph) nevîçirkê Îbrahîm (AS) pêşengiya gelê xwe dike ji Misirê dest pê dike, li wir ew kole bûn. Mûsa (AS) Îsraîliyan ji Misirê derdixe bi Nîşaneya Derbasbûnê.

Yanî bi Mûsa (AS) dîroka Îsraîliyan diguhere û ew bi rengê zer tê nîşandayîn niha.

Xwe-Birêvebirina li Îsraîlê bêyî Padîşahekî li Orşelîmê

Ew li ser axa Îsraîlê (yan jî Filîstînê dijîn). Mûsa (AS) Pîrozîkirin û Naletên li ser wan îlan dike di dawiya jiyana xwe de – dema ku tabloya demê ji kesk derbasî zer dibe. Îcar ji bo sedsalan Îsraîlî li vî welatê ku hatibû wehdkirin di Nîşaneya 1. a Îbrahîm de dijîn. Lê belê Padîşahekî wan tune bû, her wiha li Orşelîmê jî paytextekî wan tune bû – ew aîdî gelên din bû di wê periyoda demê de. 

Her wiha bi şandina Dawid re li derdora salên 1000 BZ’ ev rewş diguhere.

Jiyîna bi Padîşahan ji Dawid pê de bi hikimdariya ji Orşelîmê

Dawid (AS) Orşelîm fetih kir û ew kir bajarê xwe yê paytext ku lê seraya Padîşah hebû û ew hatibû imadkirin wekî Padîşah ji aliyê Pêxember Samuel (AS) ve. Û kurê wî Silêman (an jî Solomon) ku navdar bû bi zîrekiya xwe, wekî peyhatiyê wî hikimdarî kir. Silêman Perestgeheke newaze çêkir ji bo Xwedê li Orşelîmê. Ziriyeta Padîşah Dawid hikimdarî domand ji bo 400 salî û ev period bi rengê şînê vekirî tê nîşandan (1000-600 BZ). Ew periyodeke zêrîn bû ji bo Îsraîliyan – wan hingê Pîrozîkirinên wehdkirî dîtin. Ew bûn hêzeke mezin a dinyayê, xwedî civakeke pêşketî bûn, xwedî çand bûn, xwedî Perestgeh bûn û di wê periyodê de gelek pêxemberan peyam ji bal Xwedê anîn û ew di Zebûra ku Dawid da destpêkirin de hatin qeydkirin. Lê sedema ku gelek pêxember hatibûn şandin ew bû ku Îsraîlî her ku diçû bêtir xera dibûn, bi pûtan diperizîn, bi ya Deh Fermanan nedikirin. Ji ber vê yekê Xwedê ji wan re pêxember dişandin da ku hişyariyê bidin wan û bînin bîra wan ku Naletên Mûsa wê bi ser wan de werin. Lê Îsraîliyan guh nedan wan.

Îcar axirê li derdora 600 BZ’ê Nalet pêk hatin. Nebukadnezar, Padîşahekî xwedî hêz ji Babîlê hat – wekî ku Mûsa pêşbînî kiribû di Naleta xwe de dema ku nivîsandibû

Xweda wê ji aliyê din ê dinyayê neteweyekê binî hemberî we… neteweyeke tirsîner a ku wê rêzê ji bo pîr û kalên we û zarokên we negire. … Ew ê hemû bajarên li seranserê welatê we dorpêç bikin.

Tesniye 28:49-52

Nebukadnezar Orşelîm fetih kir, ew şewitand, û Perestgeha ku Silêman çêkiribû hilweşand. Piştre wî Îsraîlî bi dest xistin û piraniya wan sirgûnî çar aliyên Împaratoriya Babîlê ya mezin kir. Bi tenê Îsraîliyên feqîr li paş man. Bi vî awayî pêşbîniya Mûsa rast derket. Pêşbîniya wî ya ku digot:

Hûn ê ji erdê ku hûn ji bo çêkirina mal û milk biçinê werin derxistin. Piştre Xweda wê we li nav hemû neteweyan belav bike, ji wî aliyê dinyayê heta aliyê din.

Tesniye 28:63-64
Fetihkirin û sirgûniya bo Babîlê

Îcar ji bo 70 salî, periyoda bi sor nîşankirî, Îsraîlî li derveyî Welatê Wehdkirî li sirgûniyê jiyan.

Piştî wê, Împeratorê Pers Kîros Babîl fetih kir û Kîros bû kesê herî hêzdar ê li dinyayê. Û wî qanûneke ku dihişt Îsraîlî vegerin welatê xwe derxist.

Jiyîna li Welêt wekî parçeyekî Împeratoriya Pers

Bi vî awayî êdî ew li welatekî serbixwe nedijiyan, ew êdî eyaletek bûn di nava Împeratoriya mezin a Pers de. Vê yekê heta 200 salî dom kir û ew bi rengê pembeyî di tabloya demê de tê nîşandan. Di pêvajoya vê demê de Perestgeh dîsa hat çêkirin (wekî Perestgeha 2. tê zanîn) û pêxemberên dawî yên Peymana Kevin peyamên xwe girtin.

Piştre Îskenderê Mezin Împeratoriya Pers fetih kir û wî Îsraîlî kirin eyaleteke Împeratoriya xwe û wê jî ji bo 200 salî dom kir. Ev yek bi rengê şînê tarî hatiye nîşandan.

Jiyîna li Welat wekî parçeyekî Împeratoriyên Yewnan

Piştre Romayiyan Împeratoriyên Yewnan têk birin û ew bûn Împeratoriya Xurt a Romayê. Îsraîlî dîsa bûn eyaleteke vê Împeratoriyê û ew bi rengê zerê vekirî hatiye nîşandan. Pêxember Îsa Mesîh vê demê li Îsraîlê jiya. Ev yek rave dike bê çima di seranserê Încîlê de Waliyekî Romayî û Leşkerên Romayî hene – ji ber ku Romayiyan hikmî Cihûyan dikir li Welêt di dema jiyana Îsa Mesîh de.

Jiyîna li Welêt wekî parçeyekî Împeratoriya Romayê

Lê belê, ji dema Babîliyan ve (600 BZ’ê) Îsraîliyan (yan jî Cihûyan çawa ku niha ji wan re tê gotin) careke din serbixwe nebûn wekî dema ku ew di bin hikimdariya Padîşah Dawid de bûn. Ew ji aliyê hikûmetên gelên din ve dihatin birêvebirin. Ew ji eê yekê ne razî bûn û piştî mirina Îsa Mesîh wan serî rakir li ber hikimdariya Romayê. Şerê serxwebûnê dest pê kir. Lê Cihûyan ew şer winda kir. A rast Romayî hatin û Orşelîm rûxandin, Perestgeha 2. şewitandin  Cihû şandin çar aliyên Împeratoriya Romayê wekî kole. Ji ber ku ew Împeratorî wisa mezin bû Cihû di heman demê de li çar aliyên dinyayê belav bûn.

Orşelîm û Perestgeh tên rûxandin ji aliyê Romayiyan ve di sala 70 PZ’ê de. Cihû sirgûnî çar aliyên dinyayê dibin

Û bi vî awayî ew hema hema 2000 salî dijîn: belavbûyî û parçebûyî dijîn li welatên biyan û tu carî li wan welatan nayên qebûlkirin. Gotinên Mûsa yên di Naletê de tên dayîn pêk tên çawa ku hatibû nivîsandin

Di nav wan neteweyan de hûn ê tu rehetiyê nebînin, hûn ê cihekî aram nebînin ji bo bêhnvedanê. Li wê derê Xweda wê hişekî nerehet, çavên bihesret û westiyayî û dilekî bêhêvî bide we.

Tesniye 28:65

Îcar Naletên Mûsa pêk hatin? Belê ew pêk hatin û bi hemû hûrguliyên xwe pêk hatin. Naletên ku bi ser Îsraîliyan de hatin dikin ku em ji yên ku ne Cihû ne vê pirsê bikin :

Hemû netewe wê bibêjin: “Çima Xwedê ev yek bi vî welatî kir? Çima ev hêrs, çima ev xezeb?”

Û bersiv wê ev be: “Ji ber ku mirovên wî terka peymana Xwedê kirin, Xwedayê bav û kalên wan, peymana ku Wî bi wan re çêkiribû dema ku Wî ew ji Misirê derxistin.

Tesniye 29:24-25

Ev Nîşaneyeke girîng e ji me re ji bo ku em bi cidiyet guh bidin hişyariyên pêxemberan – ji ber ku ji bo me jî wê hişyarî hebin.

Helbet ev lêkolîna dîrokî bi tenê heta beriya derdora 2000 salî diçe. Vir bitikînin ji bo ku hûn bibînin bê çawa pîrozîkirin û naletên pêxember Mûsa bi encam bûne di demên me yên modern de.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *