Skip to content
Home » Qur’an: Guhertin tune! Hedîs çi dibêjin?

Qur’an: Guhertin tune! Hedîs çi dibêjin?

  • by

“Qur’an nivîsara resen e – heman ziman, tîp û xwendin. Cihê şîrovekirina mirovan an wergera xirab tune ye … Ger hûn ji her malek cîhanê nusxeyek Qur’anê hildin, ez guman dikim ku hûn ê di navbera wan de ferqek bibînin.”

Hevalekî ev not ji min re şand – ew nivîsa Qurana Pîroz bi ya Incîl/Încîlê re berawird dikir. Bîst û çar hezar destnivîsên kevnar ên Incîlê hene û guhertoyên wan ên piçûk hene, ku tenê çend peyv diguherin. Hemî mijar û raman di hemî 24000 destnivîsan de yek in, tevî mijara Îsa Mesîh ku me di mirin û vejîna xwe de fîdyeyê dide. Lêbelê, wekî jor, pir caran tê gotin ku di Quranê de tu guhertoyek tune ye. Ev qaşo serdestiya Quranê li ser Incîlê ye û delîla parastina wê ya mûcîzeyî ye. Lê hedîs di derbarê avakirin û berhevkirina Quranê de ji me re çi dibêjin?

Pêkhatina Quranê ji Pêxember heta Xelîfeyan

Omer bîn Xetab dibêje:

Min bihîst ku Hîşam bin Hekîm bin Hîzam sûreya Furqan bi awayekî cuda ji ya min dixwend. Resûlê Xwedê (ﷺ) ew (bi awayekî cuda) fêrî min kiribû. Ji ber vê yekê, min dixwest (di dema nimêjê de) pê re şer bikim lê min li bendê ma heta ku ew xilas bibe, paşê min cilê wî li dora stûyê wî girêda û ew bi wê girt û ew anî cem Resûlê Xwedê (ﷺ) û got: “Min bihîstiye ku ew sûreya Furqan bi awayekî cuda ji ya ku te fêrî min kiriye dixwend.” Pêxember (ﷺ) ferman da min ku ez wî berdim û ji Hîşam xwest ku wê bixwîne. Dema ku wî ew xwend, Resûlê Xwedê got: “Bi vî rengî hatiye daxistin.” Piştre wî ji min xwest ku ez wê bixwînim. Dema ku min ew xwend, wî got: “Bi vî rengî hatiye daxistin. Quran bi heft awayên cuda hatiye daxistin, ji ber vê yekê wê bi awayê ku ji te re hêsantir be bixwîne.”

Sahîh-î Buxarî 2419: Pirtûk 44, Hedîs 9

Îbn Mesûd dibêje:

Min bihîst ku kesek ayetek (Qur’anê) bi awayekî diyarkirî dixwend, û min bihîstibû ku Pêxember (ﷺ) heman ayetê bi awayekî cuda dixwend. Ji ber vê yekê min ew bir ba Pêxember (ﷺ) û jê re got ku ez vê yekê qebûl dikim, lê min li ser rûyê wî nîşana nerazîbûnê dît, û wî got: “Herdu jî rast dibêjin, ji ber ku miletên berî we ji hev cuda bûn, ji ber vê yekê ew hatin tunekirin.”

Sahîh-î Buxarî 3476: Pirtûk 60, Hedîs 143

Ev her du hedîs bi awayekî zelal dibêjin dema ku Pexember Muhemmed (SAW) sax bû, çend varyantên Quranê dihatin xwendin û ew ji aliyê Muhemmed (SAW) ve dihatin qebûlkirin. Îcar piştî mirina wî çi bû?

Ebû Bekir û Quran

Zeyd bîn Sabît dibêje:

Ebû Bekîr Sidîq gazî min kir piştî ku gelê Yamamayê hate kuştin (yanî hin sehabeyên Pêxember ên ku li hemberî Museylîmeyê şer dikirin). (Ez çûm cem wî) û min dît ku Omer bîn Xetab li ba wî rûdine. Ebû Bekir piştre (ji min re) got, “Omer hate cem min û got: “Gelek windahiyên giran çêbûne di nav hafizên (yanî ew ên ku Quranê ji ber dizanin) Quranê de di roja Şerê Yamamayê de û ditirsim ku bêtir windahî çêbin ji hafizan di qadên din ên şer de, hingê beşeke mezin a Quranê dibe ku winda bibe. Ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim, tu (Ebû Bekir) fermanê bidî ku Quran were komkirin. “Tiştekî ku Resûlê Xwedê nekiriye, tê çawa bikî?”, min ji Omer re got. Omer got, “Bi destûra Xwedê ev projeyeke baş e.” Omer bi min re nîqaş domand ji bo ku ez teklîfa wî qebûl bikim, heta ku Xwedê singa min ji bo wê vekir û min başiya di fikrê de ya ku Omer fêm kiribû fêm kir.” Piştre Ebû Bekir (ji min re) got, ‘Tu xortekî biaqil î û tu gumana me li ser te nîn e û tu yê Wehiya Pîroz a ku ji bo Resûlê Xwedê (ﷺ) hatiye şandin binivîsî. Divê tu li Quranê (nivîsarên parçe parçe) bigerî û wê berhev bikî di nava yek pirtûkê de.” Weleh heke wan li min ferman bikira ku ez çiyayekî ji cihê wî bileqînim, ew ê ji min re girantir nehata ji wê fermana berhevkirina Quranê.

Piştre min ji Ebû Bekir re got, “Hûn ê çawa tiştekî ku Resûlê Xwedê (ﷺ) nekiriye bikin?” Ebû Bekir bersiv da, “Bi destûra Xwedê, ew projeyeke baş e.” Ebû Bekir bi min re nîqaş domand ji bo ku ez fikra wî qebûl bikim heta Xwedê singa min vekir ji bo tiştê ku Wî singa Ebû Bekir û Omer vekiribû. Îcar min dest bi lêgerîna Quranê û berhevkirina wê kir ji (tiştên ku ew li ser hatibû nivîsandin) pelên xurmeyê, kevirên spî yên tenik û her wiha min ew ji zilamên ku ew ji ber dizanîn berhev kir. Min ayeta dawî ya Sureya Tewbeyê li ba Ebû Eyûb Ensarî peyda kir, min ji xeynî wî ew li cem tu kesê din nedît. Ayet ev e: Sond be, Pêxemberek (Mihemed) ji nav we ji bo we hatiye ku zehmetkêşiya we li ser wî giran e, li ser rasterêkirina we rijd e… (heta dawiya Sureya Tewbeyê 9:128-129). Piştre hemû destnivîsarên (kopiyên) Quranê li ba Ebû Bekir man heta ew mir, piştre ew li ba Omer man heta dawiya emrê wî û piştre li ba Hafsayê, keça Omer man.

Sahîh-î Buxarî 4986: Pirtûk 66, Hedîs 8

Ev di dema xelîfeya Ebû Bekir de bû, ku rasterast piştî Muhemmed (SAW) hatibû. Ev yek ji me re dibêje ku Muhemmed (SAW) qet Quranê necivandibû û ne jî nîşan dabû ku wî tiştek wisa xwestiye. Bi windahiyên giran ên di şer de di nav kesên ku Quranê jiber dizanibûn, Ebû Bekir û Umer (ew bû xelîfeyê duyem) Zeîd razî kirin ku dest bi berhevkirina Quranê ji çavkaniyên cûrbecûr bike. Zeîd di destpêkê de dudil bû ji ber ku Muhemmed (SAW) qet nîşan nedabû ku nivîs standardîze bibe. Wî baweriya xwe bi çend hevalên xwe anîbû ku Quranê fêrî şagirtên xwe bikin, wekî ku hedîsa jêrîn ji me re dibêje.

Masriq dibêje:

Abdullah bîn Amr behsa Abdullah bîn Mesûd kir û got, “Ez ê tu carî ji wî zilamî hez nekim, ji ber ku min bihîst Pêxember (ﷺ) got, ‘Quranê ji çar kesan hîn bibin: Abdullah bîn Mesûd, Selîm, Mu’adh û Ubey bîn Ka’b.’”

Sahîh-î Buxarî 4999: Pirtûk 66, Hedîs 21

Her wiha piştî mirina Pêxember (SAW) nelihevî derket di navbera sehabeyan de ji ber van varyantên cur bi cur ên xwendina Quranê. Hedîsa li jêrê behsa neliheviya li ser Sûreya Leyl 92:1-3 dike.

Îbrahîm dibêje:

Hevalên Abdullah (bîn Mesûd) hatin cem Ebû Darda, (berî ew werin mala wî), ew li wan li wan geriya û ew dîtin. Piştre wî ji wan pirsî: ‘Ji nav we kî dikare Quranê bi qasî Abdullah xweş bixwîne? Wan bersiv da û got, “Em hemû.” Wî pirsî, “Ji nav we kî dikare Quranê ji ber bixwîne?” Wan Alqama nîşan da. Piştre wî ji Alqama pirsî: “Abdullah bîn Mesûd Sûreya Leylê (Şev) çawa xwend?” Alqama got: Bi awayê ‘Bi mêr û jinan.’ Ebû Darda got, “Ez şahid im ku Pêxember ew bi wî awayî xwend, lê ev mirov dixwazin ez wê bi vî awayî bixwînim. –‘Bi Yê ku mêr û jin afirandine.’, Û bi Xwedê ez ê nedim pey wan.”

Sahîh-î Buxarî: Vol. 6, Pirtûk 60, Hedîs 468

Qurana îro xwendina duyemîn ji bo Sûreya Leyl 92:3 heye. Balkêş e ku du ji çar kesên ku Pêxember Muhemmed (SAW) bi taybetî wekî rayedarên xwendina Quranê destnîşan kirine (Ebdullah û Ebû Derda) xwendinên cûda bikar tînin û nexwestin yên din bişopînin.

Hedîsa jêrîn nîşan dide ku tevahiya herêmên împaratoriya Îslamî xwendinên cûda dişopînin, heya wê astê ku meriv dikare bi xwendina ku ew bikar tîne piştrast bike ka kesek ji ku derê hatiye. Di rewşa jêrîn de, Iraqîyên Kufayê xwendina Abdullah bin Mesûd a Sûreya 92:1-3 dişopînin.

Alqama dibêje:

Min Ebû Darda dît û wî ji min re got: Tu ji kîjan welatî yî? Min got: Ez ji gelê Iraqê me. Wî dîsa ji min re got: Tu ji kîjan bajarî yî? Min lê vegerand û got: Ji Kufayê. Wî dîsa ji min re got: Tu Quranê li gorî xwendina Abdullah bîn Mesûd dixwînî? Min got: Belê. Wî got: Vê ayetê bixwîne (Sond bi şevê dema bi tarîtiya xwe erdê dinixumîne). Îcar min ew xwend. (Sond bi şevê dema bi tarîtiya xwe erdê dinixumîne, bi rojê gava ronî dibe, bi Xwedayê ku mêr û jin afirandine). Ew keniya û got: Min bihîst ku Resûlê Xwedê (ﷺ) bi vî awayî dixwîne.

Misilman: Pirtûk 6, Hedîs 346

Îbn Ebas dibêje:

Omer got, Ubey di nav me de yê herî baş bû ji xwedina Quranê re, lê me dev ji hin xwendinên wî berda.’ Ubey dibêje, ‘ Min ew ji devê Resûlê Xwedê (ﷺ) girtibû û ez ê ji bo tu tiştî dev ji wê bernedim.” Lê Xwedê got: “Em tu Wehiyên me betal nakin yan jî nahêlin ku werin jibîrkirin, Em tiştekî ji wan baştir an jî wekî wan dixin şûna wan.” 2.106

Sahîh-î Buxarî: Pirtûk 66, Hadîs 27

Her çend Ubai di xwendina Quranê de “ya herî baş” bû (ku berê ji hêla Muhemmed- SAW ve hatibû destnîşankirin), hin kesên din ên di civakê de hin ji tiştên ku wî dixwend derxistin. Nakokiyên li ser tiştên ku werin zêdekirin û yên ku werin derxistin dest pê kirin ku bibin sedema rageşiyê. Em di hedîsa jêrîn de çareseriya vê pirsgirêkê dibînin.

Xelîfa Osman û Quran

Anas bîn Malîk dibêje:

Huzeyfe bîn Yeman derket pêşberî Osman. Di dema şerê fethkirina Ermenistan û Iraqê de di navbera gelê Iraqê û Şamê de nelihevî derketibû. Ji ber ku (gelê Şamê û Iraqê) Quran bi awayê cuda dixwendin, ew ketibû nav endîşeyê, ji ber vê yekê wî ji Osman re got: ‘Ey emîrê bawermendan! Hêj ku ev milet neketiye nav îxtilafê li ser xwendina Pirtûkê (Quranê) wekî ku Cihû û Xiristiyanan wan berê kiriye, wan xelas bike.” Li ser vê yekê Hz. Osman ji Hafsayê re peyamekê dişîne û dibêje, “Nivîsarên Quranê ji me re bişîne da ku em nivîsarên Quranê di nusxeyeke bêqisûr de kom bikin û wê îadeyî te bikin.” Hafsa ew ji Osman re şandin. Osman piştre ferman da Zeyd bîn Sabît, Abdullah bîn Zubeyr, Saîd bîn As û Abdurrahman bîn Harîs bîn Hîşam ku destnivîsaran bi awayekî bêqisûr zêde bikin. Osman ji sê endamên komîsyonê yên Qureyşî re got, “Heke hûn bi Zeyd bîn Sabît re li ser hin xalên di Quranê de li hev nekin, wê bi zarayê Qureyşî binivîsin, ji ber ku Quran bi zimanê wan daketiye xwarê.” Wan jî wisa kir û piştî ku wan gelek kopî derxistin, Osman destnivîsarên orjînal li Hafsayê vegerandin. Osman ji her herêmeke Misilmanan re yek ji wan nusxeyên ku hatibûn kopîkirin şand û ferman da ku hemû nusxayên din ên Quranê, çi yên parçe parçe çi yên tam werin şewitandin.

Sahîh-î Buxarî: Pirtûk 66, Hedîs 9

Ji ber vê yekê varyantên Quranê nîn in îro. Ne ji ber ku pêxember Muhemmed (SAW) bi tenê yek varyanteke Quranê girt yan jî bi tenê yek xwend (wî heft heb bi kar dianîn), her wiha ne ji ber ku wî Quran di yek nusxeyê de kom kir. Wî wisa nekir. A rast, heke hûn di sinetan de li ‘xwendinên cuda’ bigerin, hûn ê 61 hedîsî bibînin ku li ser xwendinên cuda yên Quranê nîqaş dikin. Qurana îro bêvaryant e, ji ber ku Osman (3. xelîfe) ji xwendinan yek girt, sererast kir û hemû nusxeyên din jî şewitandin. Hedîsa li jêrê nîşan dide bê ew sererastkirin di Qurana îro de çawa mane.

Bîn Ebas dibêje:

Omer got, “Ez ditirsim piştî ku demeke dirêj derbas bû, mirov bibêjin, “Em Ayetên li ser Recmê (mirina bi kevirkirinê) nabînin di Pirtûka Pîroz de,” û wekî encam ew ji rê derkevin û ferzên ku Xwedê ferman kirine, terk bikin. Binêrin! Ez dibêjim kesê ku sûcê têkiliya cinsî ya qedexe bike, heke ew zewicandî be û sûcê wî hatibe ispatkirin ji aliyê şahidan ve yan jî bi hemîletî û îtîrafkirinê sûcê wî derkeve holê, ew ê were recmkirin.” Suyan lê zêde kir û got, “Min ew vegotin bi vî awayî ji ber kiribû.” Omer got, “Helbet Resûlê Xwedê  (ﷺ) cezayê Recmê dida û piştî wî me jî ew ceza da.”

Sahîh-î Buxarî 6829 : Pirtûk 86, Hedîs 56

Bîn Ebas dibêje:

… Xwedê Mihemed bi Rastiyê şand û Pirtûka Pîroz jê re aşkera kiriye û di nav wan tiştên ku Xwedê aşkera kirine de, Ayeta Recmê (kevirkirina kesên (jin û mêr) zewicandî yên ku dikevin têkiliya cinsî ya qedexe) hebû û me ew Ayet xwend û ew fêm kir û ji ber kir. Resûlê Xwedê (ﷺ) cezayê kevirkirinê da û me jî wisa kir piştî wî…

Buxarî Pirtûk 86, Hedîs 57

Di Qurana îro de li ser kevirkirina (Recma) ji bo zînayê ayet nîn e. Ew wisa hat sererastkirin.

Îbn Zubeyr dibêje: Min ji Osman re got, “Ev ayeta di Sureya Beqereyê de, “Ew mêrên ku dimirin û li dûv xwe jinebiyan bihêlin, bila wesiyet bikin ku heta salekê ew jinên wan di malên wan de bikarin jiyana xwe bidomînin.” ji aliyê Ayeteke din ve hatiye betalkirin. Nexwe tu çima wê dinivîsî (di Quranê de)?” Osman got. “Dest nedinê, ji ber ku ez ê tu tiştê wê (yanî Quranê) neguherînim ji xweseriya wê.”

Sahîh-î Buxarî: Cild. 6, Pirtûk 60, Hedîs 60

Em li vir neliheviya di navbera Osman û Îbn Zubeyîr de dibînin li ser hiştin yan nehiştina ayetekê ya di Quranê de. Osman bi ya xwe dike û ji ber vê yekê ew ayet heye di Qurana îro de. Lê li ser wê yekê nelihevî heye.

Osman û Pêvajoya ji bo Sureya 9’an (ya Tewbeyê)

Osman îbn Affan dibêje:

Yezîd Farisî got: Min bihîst ku Îbn Ebas dibêje: Min ji Osman îbn Affan pirsî: Çima te (Sureya) Tewbeyê ya ku aîdî (sureyên) mî’înê ye (di wan de sed heb ayet hene) û (Sureya) Enfalê ya ku aîdî (sureyên) mathaniyê ye xist kategoriya Seb’ut Tiwalê (sure yan jî beşên pêşî yên dirêj ên Quranê) û te “Bi navê Xwedê yê Dilovan û Dilovîn” nenivîsî di navbera wan de?

Osman bersiv da: Dema ku ayetên Quranê ji Pêxember re (ﷺ) hatin wehiykirin, wî gazî yekî kir da ku wan binivîse ji bo wî û jê re got: Vê ayetê bixe sureya ku behsa filan û bêvan tiştî tê de tê kirin; piştî ku çend ayetên din jî hatin wehiykirin, wî dîsa heman tişt gotin (li ser wan). (Sureya) Enfalê sureya yekemîn e ku li Medîneyê hatiye wehiykirin û (Sureya) Tewbeyê ya herî dawî ye di Quranê de ku hatiye wehiykirin, her wiha naveroka wê dişibê yên di Enfalê de, min ji ber vê yekê got ew beşek ji yên Enfalê ye. Ji ber vê yekê min ew xistin kategoriya Seb’ut Tiwalê (heft sureyên dirêj) û min “Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn” nenivîsî di navbera wan de.

Dawud: Pirtûk 2, Hedîs 396

Sûreya 9 (Tewbe yan Barah) tekane Sûreya ye di Quranê de ku bi “Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn” dest pê nake. Hedîs rave dike bê çima. Osman digot qey Sûreya 9 beşek ji Sureya 8’an e ji ber ku naveroka wan wekî hev bû. Ji lêpirsînê em dikarin bibînin ku ew bûye sedema gengeşiyan  di navbera civaka Misilmanan a berê de. Hedîsa di dorê de berteka sehabeyekî ye ku ji Qurana Osman re nîşan dide.

Abdullah (bîn Mesûd) ragihand (ku wî ji sehabeyên xwe re gotiye ku nusxeyên xwe yên Quranê veşêrin) û got:

Her kî tiştekî vedişêre, ew ê di roja Qiyametê de wî tiştê ku veşartiye bîne û piştre wiha got: Piştî xwedina kê ya Quranê, hûn li min ferman dikin ku ez Quranê bixwînim? A rast min ji heftê beşên Quranê bêtir li pêşberî Resûlê Xwedê (ﷺ) xwendine û eshabên Resûlê Xwedê (ﷺ) dizanin ku ez (ji wan hemûyan) Quranê ji wan baştir dizanim, her wiha heke min bizaniya ku yekî ku ji min baştir dizane heye, helbet ez ê biçûma cem wî. Şaqîq got: Ez di nav koma sehabeyên Mihemed (ﷺ) de rûniştim, lê min nebihîst ku tu kesî ev (yanî xwendina wî) red kiriye û tê de xeletî dîtiye.

Sahîh-î Muslîm 2462: Pirtûk 44, Hedîs162

Çend tiştên ku bi ber çavan dikevin:

  1. Ebdullah bîn Mesûd ji şopînerên xwe re dibêje Quranên xwe veşêrin ji ber hin sedeman.
  2. Wer dixuye ku wî ferman girtiye ji kesekî ji bo ku xwendineke cuda bi kar bîne. Ev wekî referansekê tê fêmkirin ji bo dema Osman a ku versiyona xwe ya Quranê standardîze kir.
  3. Îtiraza Îbn Mesûd a li ser guherandina xwendina wî ya Quranê ev bû: Ez (Mesûd) baştir bi Pirtûkê dizanim
  4. Şaqîq gotiye ku Sehabeyên Mihemed îtiraz nekirine ji Mesûd re.

Versiyonên nivîsarên Qurana îro

Piştî çapa Osman, varyantên xwendinê hê jî hebûn. A rast, wer dixuye ku piştî Pêxember (SAW) di sedsala 4. de vegerek çêdibe li xwendinên cur bi cur. Digel ku di nav Ereban de piraniya xwendina nivîsarî li ser Hafsê (yan jî Hofs) ye, bi piranî li Afrikaya Bakur Warş tê bikaranîn û li Afrîkaya Rojava jî Durî bi piranî tê bikaranîn û yên din jî hene. Cudahiyên di navbera van xwendinan de bi piranî di nivîsandinê de û di hin guhartoyên biçûk ên peyvan de ye, bi piranî ew tu bandorê li ser wateyê nake, lê hin cudahî hene ku bandorê li ser wateyê jî dikin di konteksa demî de, lê ew bandorê li fikra giştî nakin.

Yanî tercîhek heye bê kîjan versiyona Quranê wê were bikaranîn.

Nûneratiyek pêbawer

Me hîn bûye ku îro xwendinên Erebî yên Quranê hene, û piştî mirina pêxember Muhemmed (SAW) ew di pêvajoyek sererastkirin û hilbijartinê re derbas bûye. Sedema ku îro di nivîsa Quranê de ewqas kêm guherîn heye ev e ku hemî guhertoyên din ên nivîsê di wê demê de hatine şewitandin. Quranê notên xwendina alternatîf tune ne, ne ji ber ku xwendinên alternatîf tune bûn, lê ji ber ku ew hatine hilweşandin. Osman muhtemelen xwendinek baş a Quranê çêkiriye, lê ew ne tenê bû, û ew bêyî nakokî nehatiye çêkirin.

Bi vî awayî, fikra ku bi berfirehî tê pejirandin ku Quran “nivîsara orîjînal – heman ziman, tîp û xwendin. Cihê şîrovekirina mirovan tune” xelet e. Her çend Incîl û Quran her du jî xwendinên cûda hene, her du jî delîlên destnivîsê yên bihêz hene ku nîşan didin ku nivîsa îroyîn nêzîkî orîjînal e. Her du jî dikarin nûnertiyek pêbawer a orîjînal bidin me. Gelek kes ji ber rêzgirtina neheq ji bo awayê parastina Quranê û nefretkirina neheq ji bo awayê parastina Incîlê, ji lêgerîna fêmkirina peyama Pirtûkan dûr dikevin. Çêtir e ku em li ser fêmkirina Pirtûkan bisekinin. Ji ber vê yekê ew di serî de hatine dayîn. Cihê baş ji bo destpêkirinê bi Adem e.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *