Skip to content
Home » Nîşaneya Harûn: 1 Nogin, 2 Nêrî

Nîşaneya Harûn: 1 Nogin, 2 Nêrî

  • by

Me di Nîşaneya Mûsa 2 de dît ku Fermanên li Çiyayê Sîna hatin dayîn gelekî mîsoger bûn. Min ji we xwestibû ku hûn ji xwe bipirsin (ji ber ku ev armanca Şerîetê ye) bê hûn her tim bi ya Fermanan dikin an na. Heke hûn her tim bi ya Şerîetê nakin, wekî min, serê we di belayê de ye, Darizandin heye. Lê nexwe divê çi were kirin? Harûn (birayê Mûsa) û ziriyeta wî bi qurbanîdayînan bersiva vê pirsê dan – û wan qurbaniyan guneh telafî kirin yan jî ser wan nixumandin. Harûn du qurbaniyên taybet dan ku Nîşane bû ji bo fêmkirina bê Xweda çawa ser gunehê binpêkirina Şerîetê dinixumîne. Ew qurbanî Noginek û Du Nêrî bûn. Sureya Beqere navê xwe ji qurbanîkirina Noginê ya Harûn digire. Lê em bi nêriyan dest pê bikin.

Nêriyê Gunehan û Roja Kefaretê

Ji Nîşaneya Musa 1 ve Cejna Derbasbûnê (û hê jî wisa ye!) tê pîrozkirin ji aliyê Cihûyan ve ji bo bîranîna xelasiya ji Firewn. Lê Tewrat festîvalên din jî ferman dike. Ji wan a bi navê Roja Kefaretê bi taybetî girîng e. Vir bitikînin ji bo xwendina çîroka wê ya di Tewratê de.

Çima ji bo Roja Kefaretê ev qas talîmatên bi baldarî û hûrgulî hatine dayîn? Em binêrin bê çawa dest pê dikin:

Piştî mirina her du kurên Harûn ên ku nêzîkî Xwedê bûbûn û miribûn, Xwedê ji Mûsa re got: “Ji kekê xwe Harûn re bibêje bila serê carê neçe Cihê Herî Pîroz. Heke serê carê biçe pişt perdeyê û nêzîkî Derxûnê Bexişandinê yê ku li ser Sindoqa Peymanê ye bibe, wê bimire. Ji ber ku ez li ser derxûn, di nav ewran de xuya dibim.

Lewî 16:1-2

Tiştê ku berê bûbû ew bû ku du kurên Harûn miribin dema ku bi hirmegurm ketibûn nava Konê ku Hebûna XWEDÊ tê bû. Lê di Hebûna Pîroz a Xwedê de têkçûna wan a di îtaetkirina Şerîetê de (çawa ku me li vir dît) dibe sedema mirina wan. Çima di Kon de Sindoqa Peymanê hebû.  Quran jî behsa wê Sindoqa Peymanê dike. Ew dibêje

Pêxemberê wan ji wan re got: “Bêguman nîşana hukimdariya wî ew e ku dê sindoq (ya ku Tewrat tê de ye) ji we re bê. Ji cem Xwedayê we, ji bo we dilxweşî û bermahiyeke hêja ji binemala Mûsa û Harûnî tê de ne, firîşte wê hildigirin. Bêguman di vê de, ji bo we nîşan hene, eger bi rastî hûn xwedanbawer bin.

Sureya Beqere 2:248

Çawa ku ew dibêje, ev ‘Sindoqa Peymanê’ nîşaneyeke otorîteyê bû, ji ber ku Sindoq sembola peymanê ya Şerîeta Mûsa bû. Tabletên kevirî yên Deh Peymanan di wê Sindoqê de dihatin hilanîn. Kesekî ku di îtaetkirina Şerîetê de têk biçûya – li pêşberî vê Sindoqê – wê bimira.  Her du kurên pêşî yên Harûn dema ku ketibûn Kon miribûn. Ji ber vê yekê bi baldarî talîmat hatibûn dayîn, di talîmatan de dihate gotin ku Harûn di nava salê de wê kîjan rojê biketa nava Kon – Roja Kefaretê. Heke ew rojeke din biketayê, ew ê jî bimira. Lê di wê rojê de jî berî ku Harûn bikaribe here pêşberî Sindoqa Peymanê, diviya ev tişt bikirina:

Wê ji bo Xudan, wekî pêşkêşiya berdêlê nogineke bêqisûr a ku hêja ye bîne û bide kahin.

Lêwî 16:6

Îcar noginek hate qurbanîkirin ji bo bibe kefaret û ser gunehên Harûn ên bêîtaetiya ji Şerîteyê binixumîne. Hema di piştre re Harûn merasîma newaze ya du nêriyan pêk anî.

Wê kahin ji bo wî li hizûra Xudan kefaretê bide û wê ew kes ji ber çi sûc kiribe, wê bê bexişandin. Xudan ji Mûsa re got: “Li Harûn û kurên wî emir bike û bibêje: ‘Rê û rêbaza qurbana şewitandinê ev e: Wê qurbana şewitandinê tevahiya şevê, heta serê sibê li ser agirê gorîgehê bimîne. Wê agirê li ser gorîgehê netefe.

Lêwî 16:7-9

Piştî ku nogin qurbanî kir ji bo gunehên xwe, Harûn du nêrî girtin û pişk avêt. Nêriyek wê wekî nêriyê gunehan bihata diyarkirin. Nêriyê din jî wê bihata qurbanîkirin di ber gunehên wî de. Çima?

“Piştre wê ji bo gel nêriyê pêşkêşiya paqijiyê serjê bike, xwîna wî bibe pişt perdeyê û çawa ku bi xwîna noginê kir, wê xwîna nêrî jî bi ser derxûn ve û bi pêşiya derxûn ve bireşîne. Bi vî awayî wê di ber qirêjiyên gelê Îsraîl de, di ber guneh û neheqiyên wan de, ji bo Cihê Herî Pîroz kefaretê bide. Wê ji bo Konê Hevdîtinê vê bike, çimkî di nava qirêjiyên mirovan de dimîne. 

Lêwî 16:15-16

Îcar çi bi nêriyê gunehan dihat?

“Piştî ku Harûn ji bo Cihê Herî Pîroz, Konê Hevdîtinê û gorîgehê kefaretdayînê qedand, wê nêrî bi saxî bîne. Wê Harûn her du destên xwe deyne ser serê nêriyê sax û li hemû neheqî, serhildan û gunehên gelê Îsraîl mikur bê. Bi vî awayî wê van bide ser serê nêrî û bi zilamekî ku ji bo vî karî hatiye tayînkirin, nêrî berde çolê. Wê nêriyê hemû sûcên gelê Îsraîl lê barkirî here diyarekî bêber. Wê zilam nêrî berde çolê.

Lêwî 16:20-22

Qurbanîkirina noginê ji bo gunehê Harûn bi xwe bû. Qurbanîkirina nêriyê pêşî ji bo gunehê neteweya Îsraîliyan bû. Piştre Îbrahîm destên xwe datanî ser serê nêriyê sax – wekî nîşaneyekê- wî gunehên mirovan derbasî ser nêriyê gunehan dikirin. Nêrî piştre li çoltêrê dihate berdan wekî nîşaneyeke ku gunehên mirovan êdî hatibûn rakirin ji ser mirovan. Bi van qurbanîkirinan kefareta gunehên wan dihate dayîn. Ev yek her sal ji bo Roja Kefaretê dihate kirin.

Nogin an jî Çêleka di Beqere û Tewratê de

Her wiha diviya Harûn Nogin (çêlekeke ciwan li şûna gayekî) qurbanî bikira. Ji ber vê noginê û qurbanîkirina wê navê sureya duyemîn a di Quranê de Sureya Beqere hatiye danîn. Ji ber ku Quran rasterast behsa vê qurbanîkirinê dike. Vir bitikînin ji bo xwendina çîroka di Quranê de. Îcar ji ber ku wî li şûna gayekî (yanî heywanekî nêr) hatibû fermankirin ku noginek (yanî heywaneke mê) were qurbanîkirin, mirov gelekî şaşwazî bûbûn. Wiha diqede:

Me ji wan re got: “Hinek ji goştê çêleka kuştî bidin. Bi vî awayî Xwedê Teala miriyan sax dike û nîşanên (şiyana) xwe ji we re berçav dike da ku hûn aqil bigirin.

Sureya Beqere 2:73

Her wiha ev jî yek ji wan nîşaneyan e ku divê em bala xwe bidinê. Lê bi çi awayî ev Nogin dibe nîşaneyek? Me dît ku têkiliya wê bi mirin û jiyanê re heye. “Belkî em fêm bikin” heke em li ser talîmatên orjînal ên di Tewratê de yên ku ji bo vê qurbaniyê li Harûn hatine kirin bixebitin. Vir bitikînin ji bo çîroka di Tewratê de. Em dibînin ku

Piştre li ber çavên Elezer nogin tevî çermê xwe, goştê xwe, xwîna xwe û zibilê xwe wê were şewitandin. Kahîn wê rahêje hinek serwîzad, cehtirî û hiriya sor û biaveje ser nogina ku dişewite.

Jimarî 19:5-6

Cehtirî terhikekî giyayekî bipel bû. Di Derbasbûnê de dema Îsraîliyan bi xwîna berxikê Derbasbûnê deriyên xwe boyax dikirin ji bo ku mirin ji wan derbas bibe, ferman li wan hatibû kirin ku

Qevdekî giyayê cehtirê hildin, di nav xwîna tasê de bigerînin, li serder û kêlekên derî bixin. Bila heta serê sibê kes ji mala xwe dernekeve.

Derketin 12:22

Cehtirî ji bo noginê jî hat bikaranîn û nogin, cehtirî, hirî û serwîzad hatibûn şewitandin ta ku ji xweliyê pê ve tişt ji ber wan nema. Piştre

Zilamekî paqij divê xweliya noginê bide hev û wê bibe devereke paqij a li derveyî kampê. Divê ew xwelî were hilanîn ji aliyê Îsraîliyan ve da ku wê ji bo paqijkirina avê bi kar bînin; ew ji bo paqijbûna ji gunehan e.

Jimarî 19:9

Yanî xwelî tevî “ava paqijkirinê” kirin. Mirovekî nepaqij wê destnimêja (rîtuela xwe-paqijkirinê) xwe bigirta da ku bi ava ku ew xwelî di nav de bû xwe dîsa paqij bikira. Lê xwelî ne ji bo her cure qirêjiyê bû, ew ji bo cureyekî qirêjiyê bû.

Kesekî ku dest bide cendekê mirovekî, ew ê heft rojan qirêj were hesandin. Ew ê di roja sêyemîn û heftemîn de bi ava paqiyê xwe paqij bike, bi wî awayî ew ê paqij bibe. Heke di roja sêyemîn û heftemîn de ew xwe paqij neke, ew ê paqij neyê hesibandin. Kesekî ku dest bide cendekê mirovan û xwe paqij nekiribe, wê cihê Xwedê biherimîne. Ew kes divê ji Îsraîlê were avêtin. Ji ber ku wî ava paqij bi xwe de nekiriye, ew qirêj tê hesibandin, qirêjî li ser wî dimîne.

Jimarî 19:11-13

Îcar xweliya Noginê, tevlî avê kirin, ew ji bo girtina destnimêjê bû. Dema ku kesekî destê xwe dida bedena mirovekî mirî ew qirêjî dibû. Lê çima dema ku yekî destê xwe dida bedena yekî mirî, ew wisa qirêjî dibû? Li vê yekê bifikirin! Adem bûbû fanî ji ber bêîtaetiya xwe û hemû zarokên wî (ez û hûn) jî wisa bûbûn. Mirin qirêj e, ji ber ku ew encameke guneh e – ew têkildarî nepaqijiya guneh e. Kesekî ku destê xwe bidaya bedena miriyekî, ew jî hingê qirêjî dibû. Lewma ew xwelî Nîşaneyek bû – ku bi riya şûştinê qirêjî paqij dikir. Mirovekî nepaqij, di ‘qirêjiya’ xwe de dimir, wî yê dîsa jiyan bi dest bixista dema ku bi xweliya noginê destnimêj bigirta û xwe paqij bikira.

Çima li şûna heywanekî nêr yeke mê hatibû bikaranîn? Ravekirineke rasterast nehatiye dayîn, lê em dikarin ji ayetan sedema wê bibînin. Di seranserê Tewratê (û hemû Pirtûkên Pîroz) de Xweda wekî mêr tê behskirin. Lê neteweya Îsraîliyan jî wekî heyîneke bi zayenda mê dihat behskirin. Mîna di têkiliya zewacî ya jin û mêran de, Xwedê jî hikimdarî dikir û şopînerên wî bi ya wî dikir. Lê hikimdarî bi tenê di destê Xwedê de bû. Wî ferman da Îbrahîm ji bo ku kurê xwe qurbanî bike; Wî Fermanên li ser Tabletan dan; Wî darizandina Tofana Nûh kir, hwd. Yek ji wan tiştan bi fikra mirovekî (pêxember jî di nav de) çênebû – şopînerên Wî bi tenê fermanên Wî dianîn cih.

Xweliya Noginê ji bo bicihanîna pêwîstiya mirovan a paqijiyê hebû. Nexwe divê ew Nîşaneyeke guncan bûya ji bo pêwîstiya mirovan û divê heywaneke mê bihata pêşkêşkirin. Ew qirêjî şerma me ya ji ber gunehkariyê nîşan dide, ne sûcê ku me li pêşberî Xwedê kiriye. Dema ku ez guneh dikim, ez bi tenê Şerîetê binpê nakim û nabim sûcdarê li ber Darizandinê, her wiha ez şerm dikim û poşman dibim. Xweda şerma me çawa nixumand? Xwedê cil dan ji bo nixumandinê. Mirovên pêşî cilên çermî girtin ji bo nixumandina tazîbûn û şerma xwe. Û Zarokên Adem ji hingê ve cilan li xwe dikin  –  a rast ew tiştekî ew qasî xwezayî ye ku em kêm caran dibêjin ‘çima?’. Ew destnimêja bi xweliya Noginê riyeke din bû ku em xwe pê ‘paqij’ hîs bikin ji tiştên ku em herimandine. Armanca Noginê paqijkirina me bû.

Em bi dilê ku bi xwînreşandinê ji wijdana xerab paqij bûyî û bi bedena ku bi ava paqij hatî şûştin, bi piştrastiya temam a baweriyê, bi dilekî rastîn nêzîkî Xwedê bibin.

Îbranî 10:22

Berevajî wê, di Roja Kefaretê de qurbanîkirina nêriyan bi tenê ji bo Xwedê bû, lewma heywanekî nêr dihat bikaranîn. Bi Nîşaneya Deh Fermanan me got ku cezayê bêîtaetiyê bi dubareyî tê gotin ku mirin e (vir bitikîne ji bo ayetan). Xweda Hakim bû (hê jî Hakim e!) û wekî Hakim Wî mirin dixwest. Pêşî mirina noginekê daxwaza Xwedê ya wekî berdêla di ber guneh Harûn de anîbû cih. Piştre mirina nêriyekî daxwaza Xwedê ya ji bo berdêla gunehê Îsraîliyan anîbû cih. Piştre gunehên civaka Îsraîliyan bi awayekî sembolîk li stûyê nêriyekî hate siwarkirin ji aliyê Harûn ve û wan ew nêriyê gunehan berda çolterê û ew jî nîşaneyek bû ku gunehên civakê hatine rakirin.

Ew qurbanîkirin ji aliyê Harûn û ziriyeta wî ji hezar salî bêtir hatin pîrozkirin. Di seranserê dîroka Îsraîliyan de li welatê ku ji wan re hatibû dayîn; dema ku Dawid bû Padîşah û her wiha kurên wî hikimdarî kir, dema ku gelek pêxember bi peyamên hişyariyê hatin; heta di ser jiyana Îsa Mesîh (AS) re ew qurbanîkirin çêbûn ji bo ku wan pêwîstiyan pêk bînin. Lê ew wekî siya xelaskirina dihat bûn, wan wekî Nîşaneyekê ew îşaret dikir.

Îcar bi van Nîşaneyên dawî yên Mûsa û Harûn Tewrat ber bi dawiyê ve dihat. Piştî demekê pêxemberên peyhatî wê werin û Zebûr wê peyamên ji bal Xwedê ve bidomîne. Lê berî wê peyameke dawî di Tewratê de hebû. Pêxember Mûsa (AS) wê li siberojê binêriya ji bo Pêxemberekî ku wê bihata, her wiha wî yê li pîrozî û naletên ku wê bi ser ziriyeta Îsraîl de bibarîna binêriya.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *