Skip to content
Home » Nasnavê ‘Kurê Xwedê’ çawa tê fêmkirin?

Nasnavê ‘Kurê Xwedê’ çawa tê fêmkirin?

  • by

Belkî tu beşên Încîlê bi qasî sernavê ‘Kurê Xwedê’ yê ku di seranserê Încîlê de ji bo Pêxember Îsa Mesîh (AS) gelek caran tê bikaranîn gengeşî dernexistine. Sedema bingehîn a ku gelek kes dibêjin Încîl hatiye xerakirin ev têgih e. Meseleya li ser xerabûna Încîlê di ser Quranê re li vir û di ser sinetan re li vir hatiye lêkolînkirin û rexnegiriya deqî ya ji aliyê zanistî ve li vir hatiye lêkolînkirin. Encama ku li vir derket holê ew e ku Încîl nehatiye xerakirin. Lê gelo ev têgiha ‘Kurê Xwedê’ ya di Încîlê de tê çi wateyê?

Gelo ev yek tiştekî li dijî Tekaniya Xwedê ye ku di Sureya Îxlasê de tê ravekirin?

Sure 113 – Duristî

Bibêje, ‘Xweda her yek e. Her Xwedê ye bergeha hewcedaran. Kes jê çênebûye û ew jî ji kesî çênebûye. Tu hemkûf û hemta jî jê re nîn in.

Sureya Îxlasê 112:1-4

Mîna Sureya Îxlasê, Tewrat jî Tekaniya Xwedê tîne ziman dema ku Pêxember Mûsa (AS) wiha dibêje:

Guhdar be, ey Îsraîl! Xwedayê me yek Xweda ye.

Tesniye 6:4

Îcar em ê ‘Kurê Xwedê’ çawa fêm bikin?

Ev gotar wê li vê têgihê binêre, ji bo ku em fêm bikin bê ew ji ku hatiye, tê çi wateyê û ew nayê çi wateyê. Piştre em ê werin radeyeke xwedî agahî da ku em bikaribin bersiva wê û bersiva Încîlê bidin.

Têgiha ‘Kurê Xwedê’ ji ku derê tê?

‘Kurê Xwedê’ nasnavek e û jêderka wê têgihê ne Încîl e. Nivîskarên Încîlê ev têgih îcad nekirine yan jî dernexistine holê. Ew ji aliyê Xiristiyanan ve nehatiye îcadkirin. Em bi vê yekê dizanin, ji ber ku ew cara pêşî di Zebûrê de, beriya mirîdên Îsa Mesîh (AS) an jî Xiristiyanan hebû di beşa îlhamgirtî ya ji aliyê pêxember Dawid (AS) ve li derdora sala 1000’î BZ. Ka em lê binêrin bê ew pêşî ji ku derketiye.

Çi ye ev aloziya gelan, valafikirîna miletan? Padîşahên dinê radibin ser lingan, desthilatdar li hember Xweda û meshkiriyê wî ava dikin yekîtiyan û dibêjin: “Em biqetînin girêdanên wan, ji ser xwe biavêjin benê wan.” Ji textê ezmanan dikene bi wan, şa dibe Xweda bi kirina wan. Hingê wê bi hêrs ji wan re bibêje, bi xezeba xwe wan têxe dehşetê: “Ez im, yê ku padîşahê xwe, li ser çiyayê pîroz, Siyonê da rûniştin.” Ez ê qanûna Xweda bidim belavkirin, wî ji min re got, “Tu yî kurê min. Îro ez ji te re bûm bav.” Ji min bixwaze, ez ê wek mîras miletan, bi milkî çar aliyên dinê bidim te. Tê bi darê hesin wan bişikînî, wek derdanek kûzçêker ji hev biqetînî. Ey padîşahno, êdî bi aqil bin! Ey serokên dinê, dersê bigirin! Bi tirs ji Xwedê re bibin xizmetkar, bilerizin, bibin bextiyar. Kur maç bikin da ku hêrs nebe, kes ji we li ser rê tune nebe. Ji ber ku bi derbekê radibe hêrsa wî, xwezî bi wan ku xwe avêtine wî. (Mezmûr 2)

Em li vir sohbeteke di navbera ‘XWEDA’ û ‘meshkiriyê wî’ de dibînin. Di ayeta 7’an de em dibînin ku ‘XWEDA’ (Allah) ji Meshkirî re dibêje “tu Kurê min î; îro ez bûme bavê te…” Her wiha ev yek di ayeta 12’an de jî tê dubarekirin dema ku ew ji me re dibêje ‘Kurê wî maç bikin…’. Ji ber ku Xweda dipeyive û ji wî re dibêje ‘kurê min’, jêderka nasnavê ‘Kurê Xwedê’ ev der e. Ev nasnavê ‘Kur’ li kê hatiye kirin? Ew li ‘yê Meshkirî’ hatiye kirin. Bi gotineke din, nasnavê ‘Kur’ û nasnavê ‘meshkirî’ cih bi hev diguherînin di seranserê vê pasajê de. Jixwe me dît ku Meshkirî = Mesîh = Christ heman kes in, îcar ev Mezmûr jêderka nasnavê ‘Mesîh’ e. Yanî jêderka nasnavê ‘Kurê Xwedê’ heman pasaj e ku jêderka têgiha ‘Mesîh’ yan jî ‘Christ’ e – di nivîsarên îlhamgirtî yên Zebûrê de ku 1000 salî beriya hatina pêxember Îsa Mesîh (AS) hatine nivîsandin.

Zanîna vê yekê dike ku em sûcdariyên li ser Îsa yên di mehkemeya wî de fêm bikin. Li jêr tê nîşandan bê serekên Cihû çawa ew xistin vepirsînê di mehkemeyê de.

Nasnavên Îsa: Alternatîfên mantiqî yên li ser ‘Kurê Xwedê’

Gava bû roj, rihspiyên milet, serekên kahînan û qanûnzan li hev civiyan û ew anîn civîna xwe ya giregiran û ji wî re gotin: “Eger tu Mesîh î, ji me re bibêje!” Îsa bersiva wan da û got: “Eger ez ji we re bibêjim, hûn qet bawer nakin û eger ez ji we bipirsim jî, hûn qet bersiva min nadin. Lê ji niha û pê ve ‘Kurê Mirov wê li tenişta rastê ya hêza Xwedê rûne.’” Îcar hemûyan bi hev re jê pirsî: “Nexwe tu Kurê Xwedê yî?” Wî jî ji wan re got: “Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im.” Wan got: “Ma çi hewcedariya me bi şahidiyê heye? Me bi xwe ji devê wî bihîst.”

Lûqa 22:66-71

Serekan pêşî ji Îsa pirsî bê ew ‘Mesîh’ e yan na (ayet 67). Heke ez ji yekî re bibêjim ‘Tu X î?’ ev tê wê wateyê ku di hişê min de jixwe îdiaya X heye. Ez hewl didim ku têkiliya X bi kesê ku pê re dipeyivim re çêkim. Bi heman awayî, sedema ku serekên Cihû ji Îsa re digot ‘Ma tu Mesîh î?’ dihat wê wateyê ku di hişê wan de jixwe consepta ‘Mesîh’ hebû. Sedema vepirsîna wan ew bû ku nasnavê ‘Mesîh’ têkildarî kesê bi navê Îsa bû. Lê piştî pirsîna çend hevokên din ew dîsa dibêjin ‘Nexwe tu Kurê Xwedê yî?’ Ew nasnavê ‘Mesîh’ û ‘Kurê Xwedê’ li şûna hev bi kar tînin û wan dikin bergindên hev. Ev her du nasnav her du aliyên madalyonekê ne. (Di vê navberê de Îsa wekî ‘kurê mirov’ bersivê dide. Ev jî nasnavekî din e ku di pasajeke pirtûka Danîel de cih digire û li vir hatiye ravekirin.) Serekên Cihû fikra ku nasnavê ‘Mesîh’ û ‘Kurê Xwedê’ li şûna hev bi kar bînin ji ku derê girtin? Wan ew ji Mezmûr 2’yê girtibû ku hezar salî beriya hatina Îsa hatibû îlhamgirtin. Jixwe ji aliyê mantiqî ve mimkun bû ku Îsa ne ‘Kurê Xwedê’ be, heke ew ne ‘Mesîh’ bûya. Pozîsyona ku serekên Cihû ketibûnê ev bû çawa ku em li jorê dibînin.

Her wiha ji aliyê mantiqî ve mimkun bû ku Îsa hem ‘Mesîh’ hem ‘Kurê Xwedê’ be. Em vê di bersiva Petrûsê yek ji mirîdên sereke yên Îsa (AS) de dibînin dema ku jê tê pirsîn. Di Încîlê de nivîsandî ye.

Gava Îsa hat herêma Qeyseriya Filîpos, wî ji şagirtên xwe pirsî: “Li gorî gotina xelkê Kurê Mirov kî ye?” Wan lê vegerand û got: “Hinek dibêjin Yûhennayê meshker, hinek dibêjin Îlyas û hinekên din jî dibêjin Yeremya yan jî yek ji pêxemberan e.” Îsa ji wan re got: “Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?” Şimûn-Petrûs bersîv da û got: “Tu Mesîh î, Kurê wî Xwedayê jîndar î.” Îsa lê vegerand û got: “Xwezî bi te, ey Şimûnê kurê Ûnis, çimkî yê ku ev ji te re vekiriye ne xwîn û goşt e, lê Bavê min ê li ezmanan e.

Mettta 16:13-17

Petrûs sernavê ‘Mesîh’ bi ‘Kurê Xwedê’ ve girê dide bi awayekî xwezayî, ji ber ku her du nasnav ji jêderka wan a Mezmûran (Zebûrê) wisa hatibûn girtin. Îsa vê wekî wehiyeke Xwedê ya ji Petrûs re qebûl dike. Îsa ‘Mesîh’ e, lewma ew ‘Kurê Xwedê’ ye.

Jixwe ew ne mimkun e, her wiha di nav xwe de jî bi nakokî ye ku Îsa ‘Mesîh’ be lê ne ‘Kurê Xwedê’ be, ji ber ku her du têgih ji heman jêderkê ne û di heman wateyê de ne. Ew ê bibûya tiştekî wekî ku em bibêjin şeklek ‘çember’ e, lê ne ‘girover’ e. Şeklek dibe ku çarçik be û bi vî awayî ew ê ne çember yan jî girover be. Lê heke şeklek çember be, ew girover e. Giroverî tê wateya ku ew şekil çember e û heke em ji şeklê çemberê re bibêjin ne girover e ew ê li hev neke, yan jî em fêm nakin bê wateya ‘çember’ û ‘giroveriyê’ çi ye. Ev yek ji bo ‘Mesîh’ û ‘Kurê Xwedê’ jî derbasdar e. Îsa hem ‘Mesîh’ e hem jî ‘Kurê Xwedê’ ye (bi îdiaya Petrûs) yan  jî ne yek ji wan e (bi nêrîna serekên Cihû yên wê demê); lê nabe ku ew yek ji wan be û ne yê din be.

Wateya ‘Kurê Xwedê’ çi ye?

Îcar ev nasnav tê çi wateyê? Ji bo vê yekê delîlek heye di Peymana Nû de dema ku ew kesekî bi navê Yûsif, Yûsifê yek ji mirîdên pêşî (ne Yûsifê Firewn) dide nasîn, têgiha ‘kurê…’ bi kar tîne. Ew dibêje:

Bi navê Yûsiv yekî Lêwî ji Qibrisê hebû. Şandiyan jê re digot Barnabas, ku bê wergerandin: “Kurê handanê”. Zeviyeke vî mirovî hebû, wî ew firot û pereyên wê anîn li ber lingên Şandiyan danîn.

Karên Şandiyan 4:36-37

Hûn dibînin ku nasnavê ‘Barnabas’ tê wateya ‘kurê handanê’. Gelo Încîl dibêje ku navê bavê wî kesî yê rastîn ‘Handan’ bû û ji ber vê sedemê ji wî re digotin ‘Kurê handanê’? Helbet ew ne wisa bû! ‘Handan’ konsepteke razber e ku pênasekirina wê jî gelekî dijwar e, lê fêmkirina wê hêsan e bi dîtina wê ya di jiyana kesekî xwedî handanê de. Bi mêzekirina li jiyana kesê bi navê Yûsif mirov dikare handanê ‘bibîne’ di tevgerên wî de û bi wî awayî fêm bike bê ‘handan’ tê çi wateyê. Bi vê encamê em dikarin bibêjin ku Yûsif ‘kurê handanê’ bû. Wî bi awayê jiyîna xwe ‘handan’ temsîl dikir.

“Tu kesî Xweda nedîtiye” (Yûhenna 1:18). Ji ber vê yekê, zehmet e ji bo me ku em bi rastî karakter û xwezaya Xwedê fêm bikin. Divê em Xweda bi çavên xwe bibînin, lê ev yek ne mimkun e, ji ber ku ‘Xweda Ruh e’ û ew nayê dîtin. Încîl ji ber vê yekê girîngiya jiyan û kesayetiya Îsa Mesîh xulase û rave dike hem bi nasnavê ‘Gotina Xwedê’ û hem jî bi nasnavê ‘Kurê Xwedê’.

Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît. Yûhenna ji bo wî şahidî kir û bi dengekî bilind got: “Min gotibû: ‘Yê ku piştî min tê di ser min re ye, ji ber ku ew beriya min hebû.’ Yê ku min li ser digot ev bû.” Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand. Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin. Tu carî, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav e, wî bi xwe ew da zanîn.

Yûhenna 1:14,16-18

Em çawa bi pîrozî û rastiya Xwedê dizanin? Em dibînin ku di jiyana Îsa (AS) ya ji xwîn û goşt de xuya dikin. Mirîdan dikarî ‘pîrozî û rastiya’ Xwedê fêm bikira bi dîtina wan a di Îsa de. Qanûnê, bi fermanên xwe nedikarî van mînakên dîtbar bide me.

Kur … ê ku rasterast ji Xwedê tê

Bikaranîneke din a ‘kurê Xwedê’ jî ji me re dibe alîkar ji bo baştir fêmkirina wateya têkildarî Îsa (AS). Încîla Lûqa lîsteyeke secereya (ji bav heta kur) Îsa ya ku digihîje heta Adem dide. Em beşa dawî ya secereyê didin ku dibêje:

kurê Enoş, kurê Sêt, kurê Adem, kurê Xwedê bû.

Lûqa 3:38

Em li vir dibînin ku ji Adem re ‘kurê Xwedê’ tê gotin. Çima? Ji ber ku bavê Adem ê mirov tune bû; ew rasterast ji Xwedê hatibû. Bavê Îsa yê mirov jî tune bû; ew ji bakîreyekê çêbûbû. Çawa ku di Încîla Lûqa ya li jorê de jî tê gotin, ‘ew ji Bav hat’.

Ji bo ‘Kurê …’ mînaka ji Quranê

Quran gotina ‘kurê…’ bi heman awayê Încîlê bi kar tîne. Li ser ayeta li jêrê bifikirin.

Ji te dipirsin (Ya Mihemed), ka ew ê çi xerc bikin? Bibêje: “Xêra ku hûn didin; ew ji bo dê û bavan, lêzim û sêwiyan, belengaz û rêwiyan e. Hûn çi xêrê bikin, bêguman Xweda pê dizane.”

Sureya Beqereyê 2:215

Peyva ‘rêbiwar’ (yan jî ‘rêwî’) di Erebiya orjînal de (‘îbnî sabîl’ yan jî ابن السبيل) rasterast bi awayê ‘kurên rê’ hatiye nivîsandin. Çima? Ji ber ku şîrovekar û wergêran fêm nekiriye ku ev gotin rasterast behsa ‘kurên’ rê nake û ew tê wateya  rêwiyan – yanî tê wateya kesên ku bi awayekî xurt û pêgirtî girêdayî rê ne.

‘Kurê Xwedê’ nayê çi wateyê

Ev yek ji bo Încîlê jî derbasdar e dema ku têgiha ‘kurê Xwedê’ bi kar tîne. Di tu devera Tewrat, Zebûr an jî Încîlê de têgiha ‘Kurê Xwedê’ nayê wê wateyê ku Xweda bi jinekê re ketiye têkiliya cinsî û wekî encamê kurekî fizîkî çêbûye. Ev feraset li Yewnana Antîk a pirxwedayî ku ‘jinên’ xwedayan hebûn berbelav bû. Lê di tu devera Încîlê (Pirtûka Pîroz) de ev yek nayê gotin. Jixwe ne mimkun e ku ev yek bibe, ji ber ku dibêje Îsa ji bakîreyekê çêbûye – yanî têkiliya cinsî nîn e.

Kurte

Me li vir dît ku Pêxember Yeşaya li derdora sala 750’yî BZ kehanet kiribû ku rojekê di siberojê de Nîşaneyek wê rasterast ji Xwedê were.

Lewma wê Xweda bi xwe nîşanekê bide we. Va ye, wê keçik bi zaro bimîne û kurekî bîne. Wê navê wî bike Îmmanûel.

Yeşaya 7:14

Bi awayekî xwezayî kurê ji bakîreyekê wê ne xwedî bavekî ji mirovan be. Me li vir dît ku Cebraîlê ferîşteh ji Meryemê re got ku ev yek wê bibe, ji ber ku ‘hêza Yê Herî Berz wê bikeve ser te (Meryemê)’. Ew ê ji ber têkiliyeke nepîroz a di navbera Xwedê û Meryemê de çênebûya – ku jixwe hingê ew ê bibûya şirk. Na, ev kur wê bibûya ‘yê pîroz’ bi riya herî bêhempa, ew ê ji aliyê Xwedê ve bihata çêkirin, ne bi plan û xebata mirovan. Ew ê rasterast ji aliyê Xwedê ve bihata çêkirin çawa ku gotin rasterast ji aliyê me ve tên gotin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku Mesîh Kurê Xwedê bû û her wiha ew Gotina Xwedê bû.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *