Skip to content
Home » Îsa Mesîh bexşandinê hîn dike

Îsa Mesîh bexşandinê hîn dike

  • by

Sureya Xafir (Sure 40 – Bexşînkar) dibêje ku Xweda dibexşîne.

Gunehbexşîn e, tobepejirên e, ezabdijwar e û Xwedankerem e. Ji wî pê ve tu xweda nîn e. Veger bi bal wî ve ye.

Ew ferîştehên ku erşê Xwedê hildigirin û ew ên ku li dora erş in, ew hemdê Xwedayê xwe dikin û ji her kêmasiyê wî pak didêrin, ew pê bawerî tînin û ji yên ku wan bawerî aniye re jî lêborînê dixwazin, dibêjin: Xwedayê me! Dilovanî û zanîna te ser her tiştî girtiye. Nexwe ew ên ku wan tobe kiriye û dane ser riya te, wan bibexşîne û ji ezaba dojehê biparêze.

Sureya Xafir 40:3&7

Sureya Hucuratê (Sure 49 – Gelek Ode) ji me re dibêje aştiya di nav xwe de bidomînin ji bo girtina vê dilovaniyê.

Bi rastî mumîn bes ji hev re bira ne. Nexwe navbera birayên xwe çêkin û xwe ji pêkanîna hikmê Xwedê biparêzin da ku rehmet li we bê kirin.

Sureya Hucuratê 49 :10

Îsa Mesîh hîndariya li ser bexşandina Xwedê da û ew bi bexşandina mirovan a hev ve girê da.

Îsa Mesîh li ser bexşandina yên din

Dema ez li nûçeyên dinyayê temaşe dikim, ez dibînim ku xwînrijandin û şîdet li çar aliyê dinyayê zêde bûye. Bombebarankirina Efxenistanê, şerê li seranserê Lubnan, Suriye û Iraqê, şîdeta li Misirê, kuştinên li Pakistanê, serhildanên li Tirkiyeyê, revandina xwendekarên dibistanên li Nîjeryayê, şerê di navbera Filîstîn û Îsraîlê de, qirkirina li bajarokên Kenyayê – û bêyî ku ez li nûçeyên xerab bigerim ez van dibînim. Her wiha gelek guneh hene, gelek êş û kul hene ku em ji hev re çêdikin ku nabin manşetên nûçeyan – lê dîsa jî ew me gelekî diêşînin. Di vê serdema heyfhilanîn û cezakirinê de, hîndariya Îsa Mesîh a li ser bexşandinê zêde zêde girîng e. Rojekê şagirtekî wî jê pirsî bê divê çend caran ew bibexşînin. Va ye ew çîroka di Încîlê de:

Hingê Petrûs hat ba Îsa û jê re got: “Ya Xudan, gava ku birayê min li hember min guneh bike, divê ez çend caran li wî biborim? Ma heta heft caran?” Îsa bersiva wî da: “Ez ji te re dibêjim, ne heta heft caran, lê heta heftê caran heft. Ji ber ku Padîşahiya Ezmanan dişibe vê yekê: Padîşahek hebû ku xwest bi xulamên xwe re li hesab binêre. Gava ku padîşah dest bi hesêb kir, yekî ku bi deh hezar telant deyndarê wî bû, anîn ba wî. Ji ber ku nikarîbû deynê xwe bide, axayê wî emir kir ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû malê wî bên firotin û deynê wî bê dayîn. Xulam xwe avêt ber lingên wî, jê lava kir û got: ‘Li min sebir bike, ez ê hemû deynê xwe bidim.’ Dilê axa bi wî şewitî, ew berda û li deynê wî jî bihûrt. Lê gava ku xulam derket derve, wî hevalekî xwe yê xulam dît ku bi sed zîvî deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‘Deynê min ê ku li te ye bide.’ Hevalê wî yê xulam xwe avêt ber lingên wî û jê lava kir û got: ‘Li min sebir bike, ez ê deynê xwe bidim.’ Lê wî nexwest, çû û ew avêt zîndanê heta ku wî deynê xwe bide. Gava ku hevalên wî yên xulam ev yek dîtin, gelek xemgirtî bûn, rabûn çûn ba axayê xwe û hemû tiştên bûyî jê re gotin. Hingê axa xulam gazî ba xwe kir û jê re got: ‘Hey xulamê xerab! Ji ber ku te ji min lava kir, ez li hemû deynê te bihûrîm. Wek ku ez li te hatim rehmê, ma ne diviya ku tu jî li hevalê xwe yê xulam bihatayî rehmê?‘ Axayê wî hêrs bû û ew da destê cefakeran, heta ku ew hemû deynê xwe bide.” Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebore, Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li we bike.

Metta 19:21-35

Armanca çîroka wî ew e ku heke em dilovaniya wî qebûl bikin, Xweda (Padîşah) pir zêde dibexşîne. Ev yek bi deh hezar tûrikên zêr ên ku xulam deyndarî wî ye hatiye sembolîzekirin. Xulam dibêje ku pêwîstiya wî bêtir bi demê heye ji bo ku deynê xwe bide. Lê ew deynekî wisa zêde bû ku wî yê tu carî nekariya bide, lewma Padîşah hemû deynê wî betal kir. Xweda jî wê ji me re dike, heke em dilovaniya wî bigirin.

Lê piştre wî heman xulamî xulamekî din peyda kir ku bi sed zîvan deyndarî wî bû. Wî jê xwest ku tevahiya deynê xwe bide û wî qebûl nekir ku bêtir wext bide wî xulamî. Dema ku em li hemberî hev gunehan dikin, êş û xisar çêdibin, lê heke em wê bidin ber êşa ku gunehên me didin Xwedê, ew ne tu tişt e – wekî 100 zîvên miqabilî deh hezar turikên zêr e.

Îcar Padîşah (Xweda) xulam avête zindanê da ku hemû deynê xwe bide. Di vê hîndariya xwe de Îsa dibêje, heke em mirovên ku li hemberî me guneh kirine û em êşandine nebexşînin, em ê ji bexşînkariya Xwedê bêpar bimînin û em xwe mehkumî dojehê bikin. Tiştekî ji vê cidîtir nîn e.

Mesele ew e ku em vî ruhê bexşîner biparêzin. Dema ku yekî em êşandin, belkî daxwazeke mezin a tolhildanê bi me re çêbe. Îcar em ê çawa vî ruhê bexşînkar bi dest bixin? Divê em keşfa li ser Încîlê bidomînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *