Sureya Fussîletê (Sure 41 – Ravekirina bi Hûrgulî) dibêje ku di Roja Qiyametê de mirov wê di yek rêzê de bimeşin û çermê wan bi xwe jî wê şahidiya li dijî wan dike. Wê ji wan re wiha bê gotin:
Ha vê hizra we ya ku we der barê Xwedê de dikir, hûn birin helakê û hûn bûne ji yên ku ziyan kirin.
Sureya Fussîletê 41:23
Biryara dawî wê wiha be:
Me ji wan (muşrikan) re hin heval û hogir amade kirin ku ji her alî ve kirinên wan ji wan re xweşik nîşan dan. Li ser wan ezab mîsoger bû ku ew ezab ji umetên beriya wan li ser hin kesên cin û însî jî pêwîst bûbû. Bêguman wan her xesar kiriye.
Sureya Fussîlet 41:25
Ev bibîrxistineke xurt e ku dibêje gelek ji me wê ‘pir bixisirin’. Dibe ku ew hûn jî bin. Ev yek problemekê çêdike çawa ku Sureya Mumînûnê (Sure 23 – Bawermend) rave dike
Êdî kêşana kê (ya kar û kiryarên qenc) giran were, ha ew bi ser ketine.
Kêşa kê jî sivik were, êdî wan jî bi xwe zerar kiriye, (lewra ew) dê her û her li dojehê bimînin.
Sureya Mumînûnê 23: 102-103
Ên ku kêşana xêrên wan giran e, xwediyên heviyeke xelasbûnê ne, lê yên ku kêşana xêrên wan sivik e ‘winda dikin’ û ji bo wan qet hêvî tune ye. Îcar Sureya Mumînûnê dibêje ew ên ku winda dikin helak dibin. Yanî dabeşkirinek heye di navbera yên ku dîndar û paqij in (xwedî hêviya xelasbûnê ne) û ew ên ku ne dîndar in – ne paqij in. Îsa Mesîh bi taybetî hat ji bo ku alî yên nepaqij bike – yên xisirî ku mehkûmî Dojehê bûne çawa ku di Sureya Fussîletê û Sureya Mumînûnê de tê gotin.
Her wiha mirovên dîndar wê werin veqetandin ji yên ku ne dîndar in da ku ew jî bi wan re qirêjî nebin. Alimên qanûna Şerîetê jî di dema Pêxember Îsa Mesîh (AS) de tiştekî wisa dikir. Wan jî xwe ji kesên ku ne paqij bûn cuda dikir da ku ew paqij bimînin. Lê Îsa Mesîh (AS) hîndarî kir û got ku ya herî girîng ew e ku pakî û paqijî di nava dilê me de be. Yanî ew li cem wan kesan bû ku ji aliyê rîtuelî ve ne paqij bûn. Va ye bi vî awayî Încîl qeyd dike bê têkiliya wî ya bi gunehkaran re çawa bû û berteka alimên qanûna şerîetê ya li hemberî vê yekê çi bû.
Îcar hemû bacgir û gunehkar ber bi Îsa ve hatin da ku guhdariya gotinên wî bikin. Fêrisî û Şerîetzanan kirin pitepit û gotin: “Evê ha, gunehkaran qebûl dike û bi wan re dixwe!”
Lûqa 15:1-29
Îcar çima Îsa Mesîh (AS) gunehkar qebûl dikirin û bi wan re xwarin dixwar? Kêfa wî ji guneh re dihat? Pêxember bersiva rexnegiran bi sê metelok yan jî çîrokan da.
Meteloka Mêşina Winda
Îsa ev metelok ji wan re got: “Kî ji we, ku sed mêşin wî hebin û yek ji wan winda bibe, her not û nehên din li çolê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere, heta ku wê bibîne? Û gava ew wê bibîne, bi şahî wê datîne ser milê xwe û vedigere malê, gazî dost û cîranên xwe dike û ji wan re dibêje: ‘Bi min re şa bibin, ji ber ku min mêşina xwe ya windabûyî dîtiye.’ Ez ji we re dibêjim, wisa jî li ezmên, ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, ji not û neh rastên ku ne hewcedarê tobekirinê ne, wê bêtir bibe şahî.
Lûqa 15:3-7
Di vê çîrokê de pêxember (AS) me dişibîne mêşinan û ew jî şivanê mêşinan e. Wekî her şivanê ku diçe li mêşina xwe ya winda digere, ew bi xwe jî li mirovên winda digere. Dibe ku hûn ketibin nav gunehekî û dibe ku ew razeke we be ku ji malbata we jî tu kes pê nizane. Yan jî dibe ku jiyana we digel hemû problemên xwe wisa tevlîhev be ku bi we re hestê windabûnê çêdike. Ev çîrok hêviyê dide, ji ber ku hûn dizanin ku pêxember (AS) li we digere da ku alî we bike. Ew dixwaze we xelas bike, berî ku guneh we helak bike.
Piştre ew çîroka duyemîn dibêje.
Meteloka Pereyê Winda
“An kîjan jin ku deh zîvên wê hebin û yekî ji wan winda bike, ew qendîlê pê naxe û xênî namale û qenc lê nagere, heta wî bibîne? Û gava ew wî bibîne, ew bang dike dost û cîranên xwe û ji wan re dibêje: ‘Hûn bi min re şad bin, ji ber ku min zîvê xwe yê windabûyî dîtiye.’
“Ez ji we re dibêjim: Wisa jî wê li ba ferîştehên Xweda ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, bibe şahî.”
Lûqa 15:8-10
Di vê çîrokê de em pereyekî biqîmet lê winda ne û ew li wî pereyê winda digere. Îroniya di vê çîrokê de ew e ku digel ku ew pere di nava xênî de li derekê winda ye, ew bi xwe jî ‘nizane’ ku winda ye. Ew xwe winda hîs nake. Jin hestê windakirinê dijî û ji ber vê yekê ew malê gelekî bi baldarî dimale, li bin û pişt her tiştî dinêre, heta ku ew wî pereyê biqîmet nebîne, dilê wê rehet nabe. Dibe ku hûn jî xwe ‘winda’ hîs nakin. Lê rastî ew e ku divê em hemû tobe bikin û heke em tobe nekin, nexwe em winda ne, hûn wisa hîs bikin jî nekin jî. Di çavên pêxember de hûn pereyê biqîmet in, lê winda ne û ew windabûnê hîs dike, lewma lê digere û lê dixebite ku hûn tobe bikin.
Çîroka wî ya sêyemin ya herî xurt e.
Meteloka Kurê Winda
Û Îsa got: “Du kurên mirovekî hebûn. Kurê biçûk ji bavê xwe re got: ‘Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min re dikeve, bide min.’ Wî jî malê xwe li wan leva kir.
“Piştî çend rojan kurê biçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekî dûr. Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir. Piştî ku wî her tiştê xwe mezaxt, xelayeke dijwar bi ser wî welatî de hat. Ew ket tengahiyê û çû xwe li yekî ji xelkên wî welatî girt; wî jî ew şand nav erdên xwe, ber berazan. Îcar ew minêkar bû ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike, lê kesekî ew jî nedidayê. Çaxê aqilê wî hat serê wî, wî got: ‘Ew qas palên bavê min hene ku xwarin ji ber wan dimîne, lê ez li vê derê ji nêzan dimirim. Ez ê rabim, li bavê xwe vegerim û jê re bibêjim: Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re ‘kurê te’ bê gotin. Min bike wek yekî ji paleyên xwe.’
“Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand. Kurê wî jê re got: ‘Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.’ Lê bav ji xulamên xwe re got: ‘Bilezînin û herin xeftanê herî qenc bînin û li wî bikin, gustîlkekê bikin tiliya wî û pêlavekê bixin lingên wî. Conegayê dermalekirî bînin û şerjê bikin da ku em bixwin û şahiyê bikin, ji ber ku ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew windabûyî bû û va ye, hatiye dîtin.’ Û dest bi şahiyê kirin.
“Di wî çaxî de kurê wî yê mezin li zeviyê bû. Gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, wî dengê stran û govendê bihîst. Wî gazî yekî ji xulaman kir û jê pirsî ka çi bûye. Yê xulam jê re got: ‘Birayê te hatiye, bavê te conegayê dermalekirî şerjê kiriye, ji ber ku ew sax û silamet vegeriyaye.’ Birayê mezin hêrs ket û nexwest here hundir. Bavê wî derket û jê hêvî kir. Lê wî ji bavê xwe re got: ‘Binêre, ev qas sal in ku ez xizmeta te dikim û ez tu caran ji gotina te derneketim, te karikek jî neda min ku ez bi dostên xwe re pê şad bibim. Lê gava ev kurê te yê ku malê te bi fahîşeyan re xwar, vegeriya, te conegayê dermale ji wî re şerjê kir.’ Wî lê vegerand û got: ‘Lawo, tu her gav bi min re yî û her tiştê min ê te ye. Lê diviya em şad bibûna û me şahî bikira, ji ber ku ev birayê te mirî bû û rabûye, ew windabûyî bû û hatiye dîtin.’”
Lûqa 15:11-32
Di vê çîrokê de yan em kuê mezin in ku dîndar e yan jî em kurê biçûk in ku lê xistiye û çûye. Digel ku kurê mezin hemû qayîdeyên dînî tîne cih, ew tu carî hezkirina dilê bavê xwe fêm nake. Kurê biçûk jî digot qey wî azadiya xwe bi dest xistiye dema ku wî terka malê kir, lê ew bû koleyê birçîbûnê û xwe hetikand. Piştre ‘ew bi ser hişê xwe de hat’ û wî fêm kir ku dikare li bavê xwe vegere. Vegerîna wî ya malê aşkerabûna xeletiya wî ya terkkirina malê bû û ji bo qebûlkirina vê yekê jî jê re nefsbiçûkî lazim bû. Ev mînakeke ji me re ji bo ku fêm bikin bê ‘tobekirina’ ku pêxember Yehya (AS) bi wêrekî hîn dikir bi rastî tê çi wateyê.
Dema ku pozbilindiya xwe da aliyekî û li bavê xwe vegeriya, wî dît ku hezkirina bavê wî ji hêvîkirina wî gelekî zêdetir e. Sandalet, xeftan, gustîl, ziyafet, pîrozbahî, qebûlkirin – ev hemû nîşaneyên hezkirinê bûn. Ev çîrok dike ku em fêm bikin bê Xweda çi qasî ji me hez dike, çi qasî dixwaze em lê vegerin. Ji bo wê yekê divê em ‘tobe bikin’, dema ku me tobe kir, em ê bibînin ku ew ji bo qebûlkirina me amade ye. Pêxember Îsa Mesîh (AS) dixwaze vê hînî me bike. Hûn ê teslîm bibin û vê hezkirinê qebûl bikin?