Skip to content

Îsa Mesîh ji aliyê Şeytên ve tê ceribandin

  • by

Sureya Enfalê (Sure 8- Xenîmet) ji me re dibêje bê Şeytan çawa mirovan dixapîne.

Wê dema Şeytên kirinên wan ji wan re xemilandin û got, “Îro ji mirovan tu kes zora we nabe û bêguman ez piştevan û arîkarê we me. Lê belê çi dema ku her du celeb ketin hemberî hev, ew bi paşpehniya xwe ve zivirî û got, “Ez ji we dûr im, bêguman a ku ez dibînim hûn nabînin, bêguman ez ji Xweda ditirsim û Xweda cezadijwar e.

Sureya Enfalê 8:48

Sureya Ta-Hayê (Sure 20 – Taha) nîşan dide bê Îblîs çawa Adem xistiye nav guneh. Ew dibêje:

Lê belê Şeytên bi pistepist ji Adem re got, “Ya Adem! Erê ma ez Dara Nemiriyê û padîşahiyeke ku qels nabe nîşanî te nedim?

Sureya Ta-Hayê 20:120

Şeytan hewl da ku heman taktîkê ji bo Pêxember Îsa Mesîh jî biceribîne. Încîl pistepista wî ya dilkêş a piştî ku Pêxember Yehya xuya dike wiha teswîr dike. Me dît bê pêxember Yehya (AS) çawa hat ku mirovan amade bike ji bo hatina Mesîh. Peyama wî ya xurt ew bû ku divê her kes tobe bike. Încîl dibêje ku pêxember Îsa (AS) ji aliyê Yehya (AS) ve hate meshkirin. Ev yek nîşan dide ku xizmeta Îsa Mesîh a ji bo gel a wekî Mesîh dest pê dike. Lê beriya ku ew bikaribe dest pê bike, pêxember Îsa (AS) diviya pêşî bihata ezmûnkirin û ceribandin ji aliyê dijminê me hemûyan ê mezin – Şeytan (an jî Îblîs) bi xwe ve.

Încîl vê ezmûnê bi hûrguliyên sê ceribandinên spesifîk ên ku Şeytan li ser Îsa (AS) ceribandine teswîr dike. Ka em bi dorê li wan binêrin. (Di ceribandinan de hûn ê bibînin ku Şeytan bi wî nasnavê balkêş ‘Kurê Xwedê’ xîtabî Îsa dike. Ji bo ku hûn wateyê wê fêm bikin li vir binêrin).

Ceribandina bi nan

Hingê Ruh Îsa bir çolê da ku ji aliyê Îblîs ve bê ceribandin. Piştî ku Îsa çil roj û çil şevî rojî girt, birçî bû û yê ku diceribîne hat ba wî û jê re got, “Eger tu Kurê Xwedê yî, ji van keviran re bibêje bila bibin nan.” Îsa bersiva wî da û got, “Hatiye nivîsîn ku ‘Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî.’”

Metta 4:1-4

Li vir em paralelekê dibînin bi xapandina Adem û Hewayê re ya li Bexçeyê Adenê. Di vê xapandinê de fêkiyê qedexe!… xweş bû ji bo xwarinê…! Û ji ber vê yekê ew pê xapiyabûn. Di vê rewşê de, Îsa (AS) bi rojî bû (û dawiya wê rojiyê tune bû – fitara wê – yan jî navberdana wê ya her êvarê tune bû) ji bo demeke dirêj bû û ji ber vê yekê ceribandina bi nan gelekî mantiqî bû. Lê encama wê ceribandinê cuda bû ji ya Adem, ji ber ku pêxember Îsa (AS) nehate xapandin, lê Adem hatibû xapandin.

Lê belê çima ew çil roj bûn ku wî xwarin nedixwar? Încîl sedema vê yekê ji me re nabêje, lê Zebûr pêşbînî dike ku Xulamê ku wê were wê bibe nûnerek ji bo neteweya Cihûyan a Îsraîlê. Neteweya Îsraîlê, di bin hikmê Mûsa (AS) de ji bo çil salan li çolê geriyabû û bi tenê xwarina ji asîman (a bi navê manna) xwaribû. Rojiya ji bo çil rojan û fikirîna li ser Gotina Xwedê wekî xwarineke sembolîk a ji nû ve jiyîna wê dema li çolê bû ji bo Xulamê ku hatibû wehdkirin.

Xapandina bi Ceribandina Xwedê

Ceribandina duyemîn jî ew qasî dijwar bû. Încîl ji me re dibêje:

Piştre Îblîs ew bir Bajarê Pîroz, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got, “Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir biavêje xwarê. Ji ber ku hatiye nivîsîn, ‘Ew ê ji bo te li ferîştehên xwe emir bike û ew ê te li ser destên xwe hilgirin da ku lingê te li kevirekî nekeve.’” Îsa bersiva wî da û got, “Ev jî hatiye nivîsîn, ‘Xudan Xwedayê xwe neceribîne.’”

Metta 4:5-7

Li vir Şeytan jêgiranan ji Zebûrê digire ji bo xapandina Îsa (AS). Diyar e ku ew ji ber dijberiya xwe ya li hemberî Xwedê li ser nivîsarên pîroz xebitiye da ku ew riyên li dijî wan peyda bike. Ew bi pirtûkan baş dizane û ew pisporê berovajîkirina wan e.

Ez tevahiya pasaja ku Şeytan ji Zebûrê ya ku Şeytan bi tenê beşeke biçûk jê girtiye li vir didim. (Ez binê beşa ku wî girtiye sor dikim).

Wê xerabî dest nede te, nexweşîn neyê nêzikî konê te. Da ku di hemû riyên te de, te biparêzin, ew ê ji bo te emir li ferîştehên xwe bike. Ji bo ku lingê te li kevirekî nekeve, wê li ser destê xwe te hilgirin. Tê pê li şêr û koremar bikî û biborî, tê şêrê ciwan û marê ziya biperçiqînî. Ji ber ku ji min hez kir, ez ê wî xelas bikim, ez ê wî biparêzim, ji ber ku navê min nas kir.

Mezmûr 91:10-14

Hûn jî dibînin ku di Zebûrê de ‘wî’ tê gotin û Şeytan bawer dike ku ew behsa Mesîh dike. Lê di vê pasajê de rasterast ‘Mesîh’ yan jî ‘Îsa’ nayê gotin, îcar Şeytan çawa bi vê yekî dizanî?

Hûn dibînin ku dibêje ‘tê’ pê ‘şêrê mezin’ û ‘koremar’ biperçiqînî (ayet 13 – min sor kiriye). ‘Şêr’ referansek e ji bo qebîleya Cihûda ya Îsraîliyan, ji ber ku Yaqûb (AS) di Tewratê de wiha kehanet kiribû:

“Cihûda, wê pesnê te bidin birayên te. Wê di stûyê dijmin de be destê te. Li ber te çok bidin erdê kurên bavê te. Cihûda, tu şêrekî ciwan î, kurê min, tu destvala ji nêçîrê venagerî. Wek şêremê xwe vedizelîne, wek şêrekî xwe vedikişîne, kî diwêre wî aciz bike? Serwer gava bê wê milet li ber wî serî deynin, wê gopalê serweriyê ji destê Cihûda dernekeve û serwerî ji ziriyeta wî neçe.

Destpêk 49:8-10

Yaqûb (AS) wekî pêxemberekî berî demeke dirêj di Tewratê de (li derdora sala 1700’î BZ) gotibû ku qebîleya Cihûda wekî şêrekî ye ku ‘ew’ê jê derkeve û ‘ew’ ê hikim bike. Zebûrê ew kehanet domandiye. Bi îlankirina ku ‘ew’ ê şêr ‘biperçiqîne’ Zebûrê gotiye ku ‘ew’ ê bibe hikimdarê Cihûda.

Ew pasaja Zebûrê ya ku Şeytan tê de dipeyive her wiha dibêje ‘tê’ ‘koremar biperçiqîne’. Ev referanseke rasterast e ji bo Wehda Yekemîn a ku ji aliyê Xwedê ve di Nîşaneya Adem de daye ku ‘zarokê jinê’ wê mar biperçiqîne. Va ye dîsa ew dîagrama ku karakter û çalakiyên di vê Wehda Yekemîn de rave dike:

Îcar Xwedê ji mar re got…

Ez ê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, nav ziriyeta te û ya wê. Ew ê serê te biperçiqîne, tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”

Destpêk 3:15

Ev wehd cara pêşî di Nîşaneya Adem de hatibû dayîn, lê hûrguliyên wê hingê ne zelal bûn. Niha em dizanin ku ‘Jin’ Meryem e, ji ber ku ew tekane kes e ku zarokekî wê yê bêyî zilamekî çêbûye – ew bakîre bû. Ji ber vê yekê zarokê wê, ‘ew’ ê ku wehd ji bo wî hatibû dayîn em niha dizanin ku divê Îsa Mesîh (AS) be. Lewma min ev nav xistine vê dîagramê.  Çawa ku hûn jî dibînin di vê dîagramê de wehda antîk a ku digot Îsa Mesîh wê mar biperçiqîne hatiye nîşandan. Kehaneta di Zebûrê de ya ku Şeytan jêgiran kiribû, vê yekê dubare dike dema ku wê dibêje:

“tê şêrê ciwan û marê ziya biperçiqînî.”

ayet 13

Şeytan ji Zebûrê jêgiran kir ku tê de referansa du kehanetên berê hebûn ji Tewratê ku digotin ‘ew’ ê were da ku îtaetê ferman bike û Şeytan biperçiqîne. Şeytan dizanî ku ew ayetên ku wî jêgiran kirine ji Zebûrê behsa Mesîh dike digel ku wan nedigot ‘Mesîh’. Ceribandina Şeytan ew bû ku vê yekê bi awayê xelet pêk bîne. Ev kehanetên ji Zebûr û Tewratê wê pêk bihatina, lê ne bi xweavêtina Îsa (AS) ya ji Perestgehê da ku bala xelkê bikişîne ser xwe, ew ê bi şopandina plana ku ji aliyê Xwedê ve di Tewrat û Zebûrê de hatibû aşkerakirin pêk bihata.

Ceribandina Perestinê

Şeytan bi tiştên ku Îsa xwediyê wan bû ew ceriband – bi hemû padîşayên li dinyayê. Încîl wiha dibêje:

Îcar Îblîs ew derxist serê çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan nîşanî wî da û jê re got, “Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî min, ez ê van hemûyan bidim te.” Hingê Îsa jê re got, “Ji min dûr bikeve, Îblîs! Ji ber ku hatiye nivîsîn, ‘Biperize bi Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.’” Piştî vê yekê Îblîs dev ji wî berda, ferîşteh hatin û ji wî re xizmet kirin.

Metta 4:8-11

Mesîh’ tê wateya ‘yê meshkirî’ ji bo hikim bike, yanî Îsa xwedî mafê hikimkirinê bû. Şeytan Îsa (AS) bi tiştê ku jixwe yê wî bû ceriband, lê Şeytan ew ji bo hikimkirina bi kurterêyeke xelet ceriband, wî xwest Îsa (AS) bi wî biperize da ku hikimkirinê bi dest bixe – ew jî şirk bû. Îsa xwe girt li ber xapandina Şeytan (careke din) bi jêgiraneke ji Tewratê. Îsa Mesîh (AS) Tewrat wekî pirtûkeke gelekî girîng didît û helbet wî baş pê dizanî û pê bawer bû.

Îsa – kesê ku me fêm dike

Ev pêvajoya ceribandina Îsa (AS) gelekî girîng e ji bo me. Încîl der barê Îsa de dibêje:

Ji ber ku ew bi cefakişandinê hat ceribandin, ew dikare were hawara wan ên ku tên ceribandin.

Îbranî 2:18

Û

Ji ber ku serokkahînê me ne wisa ye ku di qelsiyên me de nekare hevpariya dilîniya me bike, lê guneh ne tê de bi her awayî wek me hatiye ceribandin. Lewma em bi cesaret nêzîkî textê keremê bibin da ku rehm li me bibe û ji bo dema ku em hewcedarê alîkariyê bibin, em keremê bibînin.

Îbranî 4:15-16

Bila were bîra we ku Harûn (AS) wekî serokkahîn qurbanî dan da ku Îsraîlî werin efûkirin. Niha jî Îsa (AS) bi heman awayî wekî Serokkahîn tê hesibandin ku dikare rewşa me fêm bike – her wiha di ceribandinan de jî alîkariya me bike, ji ber ku ew bi xwe jî hatiye ceribandin – digel ku bêguneh bû. Lewma em dikarin li ber Xwedê bi Serokkahînê xwe Îsa bi xwe bawer bin, ji ber ku ew di gelek ceribandinan re derbas bûye, lê ew qet nexapiyaye û wî guneh nekiriye. Ew me fêm dike û dikare alîkariya me bike ji bo ceribandin û gunehên me bi xwe. Îcar pirs ev e: Em ê bihêlin?

Leave a Reply

Your email address will not be published.