Skip to content
Home » Îsa Mesîh Cîhadê îlan dike – bi riyeke ecêbhiştî, bi dijminekî cuda re, tam di wext de

Îsa Mesîh Cîhadê îlan dike – bi riyeke ecêbhiştî, bi dijminekî cuda re, tam di wext de

  • by

Sureya Tobeyê (Sure 9 – Poşmanî) gengeşiyekê derdixe, ji ber ku ew Cîhadê yan jî têkoşînê nîqaş dike. Ayet ji bo şerê fizîkî rêberiyê dike ku gelek şîroveyên cur bi cur li ser hene ji aliyê alimên cihêreng ve. Ayetên Sureya Tobeyê yên ku gengeşiyê derdixin ev e:

(Gelî bawermendan!) Bi barsivikî û bargiranî ve derkevin cengê, bi malên xwe û canê xwe di riya Xwedê de têbikoşin, ha ev ji bo we çêtir e eger bi rastî hûn dizanin.

Eger ji bo bidestxistineke hêsan an jî sefereke navinc bûya, bêguman dê wan bidana dû te. Lê belê riya zehmet ji wan re dûr hat û laşgiran bûn. Ew jî dê bi navê Xwedê sond bixwin (û bibêjin): Eger me karîbûya, teqez em ê jî digel we derketibûna. Ew xwe dibin helakê. Xwedê teqez dizane ku ew bêguman derewkar in.

Sureya Tobeyê 9:41-42

Sedema tehndana di Tobe 42’yan de ew bû ku heke çûyîna şer hêsan bûya, ew ê biçûna, lê ew ên ku dilxwaz bûn ji bo ‘têkoşînê’ dema ku ew dijwar derdikeve winda dibin. Ayeta ku piştî wê tê jî hincet û nîqaşên wan şopînerên ku nîv-dilxwaz in qeyd dike. Sureya Tobeyê piştre vê yekê bi bîr dixe:

Bibêje, “Ma ku yek ji du qenciyan (serkeftin û serbilindî yan jî şehîdbûn û lêborîn) bigihîje me, hûn çavnêriya çi dikin? Em jî ji bo we li hêviyê ne ku Xweda ji cem xwe, yan jî bi destên me ezabekî bigihîne we. De heydê çavlirê bin, em jî bi we re çavlirê ne.”

Sureya Tobeyê 9:52

Bi awayekî normal dema ku du encamên muhtemel hebin, hişyarî tê. Mirin (şehîdbûn) yan jî serkeftin. Lê heke têkoşîn gelekî mezin be, dibe ku her du encam jî pêk werin – hem şehîdbûn HEM serkeftin. Têkoşîna ku Pêxember Îsa Mesîh dikir di rêwîtiya xwe ya dirêj a bo Orşelîmê de ev bû – ew di dema heyvik yan jî hîlalê de gihîşt wê derê da ku kehaneta pêxemberên Zebûrê ya beriya sedsalan pêk bîne.

Têketina Orşelîmê

Sureya Îsra (Sure 17 – Rêwîtiya Şevê) pir baş tê zanîn, ji ber ku ew rêwîtiya bi şev ya Pêxember Mihemed (AS) teswîr dike dema ku ew bi tena serê xwe ji Mekkeyê tê li ser pişta Buraqekî ku difire.

Xweda ji her kêmasî û pûçiyê pak û bêrî ye, ew ê ku bendeyê xwe (Mihemed) di şevekê de ji Mescîdul Heramê biriye Mescîdul Eqsayê ya ku me hawirdora wê pîroz kiriye da ku nîşanên xwe nîşanî wî bidin. Bêguman Xweda her ew e yê bihîzer, yê bîner.

Sureya Îsrayê 17:1

Îsa Mesîh (AS) çûbû heman deverê bi Rêwîtiya Şevê. Lê Îsa Mesîh bi armanceke cuda çûbû wê derê. Li şûna ku ew wekî Nîşane were nîşandayîn, Îsa Mesîh ji bo ku Nîşaneyan nîşan bide kete nava Orşelîmê. Lewma ew bi aşkerayî di nava rojê de hat li şûna şevê û ew li ser pişta kerekî hat li şûna Bûraqekî. Belkî em bibêjin çûyîna li ser pişta Buraqekî bibask bibandortir e ji çûyîna li ser pişta kerekî, lê têketina wî ya nava Orşelîmê û çûyîna Perestgehê wê rojê li ser pişta kerekî Nîşaneyeke zelal e ji mirovan re. Em ê rave bikin bê çawa.

Pêxember Îsa Mesîh (AS) bi rakirina Lazar a ji mirinê peywira xwe aşkera kiribû û niha ew li ser riya xwe ya ji bo Orşelîmê (Quds) bû. Awayê ku ew ê biçûya wê derê hêj berî sedsalan hatibû kehanetkirin. Încîl wê wiha rave dike:

Dotira rojê girseyeke mezin a ku hatibû cejnê, gava bihîst ku Îsa tê Orşelîmê, wan rahişt guliyên xurmeyan, çûn pêşiya wî û qîriyan:

“Hosanna! Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be! Padîşahê Îsraîlê pîroz be!”

Îsa dehşikek dît û lê siwar bû, wek ku hatiye nivîsîn: “Netirse, ey keça Siyon. Va ye, padîşahê te li ser pişta dehşikê siwar e û tê.” Şagirtên wî di destpêkê de ev fêm nekirin, lê dema ku Îsa hat birûmetkirin, hingê hat bîra wan ku ev tişt ji bo wî hatine nivîsîn û wan ev tişt ji bo wî kirin. Ew qerebalix çaxê ku wî ji gorê gazî Lazar kiribû û ew ji nav miriyan rakiribû pê re bû, şahidiya vê yekê dikir. Ji ber vê yekê gelek çûn pêşiya wî, ji ber ku wan bihîstibû ku wî ev nîşan çêkiriye. Lewma Fêrisiyan ji hev re got: “Hûn dibînin tiştek ji destê we nayê; binêrin çawa tevahiya dinyayê daye pey wî.”

Yûhenna 12:12-19

Têketina Îsa Mesîh – li gorî Dawid

Padîşahên Cihû yên antîk her sal li ser pişta hespê xwe yên qraliyetê siwar dibûn û digel alayekê diçûn Orşelîmê. Dawid (AS) ev kevneşopî dabû destpêkirin. Îsa Mesîh ew kevneşopî dîsa zindî kir dema ku ew li ser pişta kerekî ket Orşelîmê di roja ku bi navê Yekşema Palmiyeyê tê zanîn de. Mirovan heman stranên ji Zebûrê yên ku ji bo Dawid hatibûn gotin ji bo Îsa Mesîh gotin:

Ya Xudan, em lava dikin, me rizgar bike,

Ya Xudan, em lava dikin, me serfiraz bike!

Bila pîroz be, yê ku bi navê Xudan tê!

Em ji mala Xudan, we pîroz dikin.

Xudan Xweda ye, wî em ronahî kirin.

Goriyê bikertik, bi qiloçê gorîgehê ve girê bidin.

Mezmûr 118:25-27

Mirovan ev strana antîk a ku ji bo Padîşahan hatibû gotin digotin, ji ber ku wan dizanî ku Îsa Lazar vejandiye, lewma ew pir kelecanî bûn ji bo hatina wî ya Orşelîmê. Gotina ku wan diqîriya ‘Hosanna’ tê wateya ‘xelas bike’ – çawa ku di Mezmûr 118:25 de hatibû nivîsîn pir berê. Wî yê ew ji çi ‘xelas bikirina’? Pêxember Zekeriya ji me re dibêje.

Têketin tê kehanetkirin ji aliyê Zekeriya ve

Îsa Mesîh tiştê ku padîşahên berê beriya sedsalan kiribû dîsa kir, lê wî ew bi awayekî cuda kir. Pêxember Zekeriya (AS) yê ku kehaneta navê Mesîhê ku wê were kiribû, her wiha kehanet kiribû ku Mesîh wê li ser pişta kerekî bikeve nava Orşelîmê. Tabloya demê ya li jêrê Pêxember Zekeriya di dîrokê de dide digel pêxemberên din ên ku pêşbîniya bûyerên Yekşema Palmiyeyê kirine.

Pêxemberên ku pêşbîniya têketina Îsa ya Orşelîmê ya di Yekşema Palmiyeyê de kirine

Beşek ji wê kehanetê hatiye jêgirankirin ji Mizgîniya Yûhenna ya li jorê (bi nivîsa şîn). Kehaneta Zekeriya ya bi temamî li vir e:

Ya keça Siyonê, gelek şa be!

Ya keça Orşelîmê, biqîre!

Va ye padîşahê te ber bi te ve tê!

Ew rast e û rizgar dike.

Ew nefsbiçûk e û li kerê,

Belê li dehşikê, li dehşikê kerê siwar dibe.

Wê erebeyên şer ji Efrayîmê,

Hespan ji Orşelîmê tune bike.

Wê kevanên şer tune bibin.

Wê padîşahê we, gotina aştiyê ji miletan re bibêje.

Wê serweriya wî ji deryayan heta deryayan,

Ji Çemê Firatê heta binê dinyayê be.

Lê herçî hûn in,

Ji ber xwîna qurbaniya ku min pê peyman bi we re çêkiriye,

Ez ê girtiyên we ji bîra bêav azad bikim.

Zekeriya 9:9-11

Ew Padîşahê ku ji aliyê Zekeriya ve hatibû kehanetkirin wê ji padîşahên din cuda bûya. Ew ê bi bikaranîna ‘erebokên şer’, bi ‘hespên şer’ û bi ‘kevanên şer’ nebûya Padîşah. A rast wî Padîşahî wê ew çek ji holê rakirina û li şûna wan wî yê ‘aştiya neteweyan bixwesta’. Lê belê wî Padîşahî wê dîsa têkoşîn bikira ji bo têkbirina dijmin. Wî yê wekî ku di Cîhadeke mezin de ye têkoşîn bikira.

Dema ku em dijminê ku ew padîşah pê re rû bi rû dibe dibînin, ev yek zelal dibe. Bi awayê normal, dijminê padîşahekî ji neteweyeke dijber yan jî artêşeke din an jî ji serhildaneke gelê wî, yan jî ji dijberên wî çêdibe. Lê pêxember Zekeriya dinivîse ku Padîşah wê li ser ‘kerekî’ û bi ‘daxwaza aştiyê’ aşkera bibe û ew ê ‘girtiyan ji çala bêav azad bike’ (ayet 11). ‘Çal’ li gorî Îbranî referansa gorê yan jî mirinê bû. Wî padîşahî wê kesên ku girtiyên dîktator, siyasetmedarên bêexlaq bûn an jî yên di zindaneke bi destê mirovan de girtî bûn xelas nekirana, wî yê kesên ku‘girtiyên’ mirinê bûn xelas bikirana. [1]

Bi giştî dema ku em behsa xelaskirina mirovan a ji mirinê dikin, qesta me ew e ku mirina wî tê bipaşdexistin. Wekî mînak dibe ku yek ji fetisînê were xelaskirin, yan jî bi saya dermanan canê yekî were xelaskirin. Ev ‘xelaskirin’ bi tenê mirinê bi paş de dixe, ji ber ku ew kesê ku tê xelaskirin wê piştre bimire. Lê Zekeriya ne xelaskirina mirovan a ji mirinê, xelaskirina wan ji girtîbûna ji aliyê mirinê ve – ya kesên ku jixwe mirine kehanet kiribû. Padîşahê ku ji aliyê Zekeriya ve hatibû kehanetkirin, wê li ser pişta kerekî bihata û mirin bi xwe têk bibira û girtiyên mirnê azad bikirana. Ji bo vê yekê têkoşîneke mezin pêwîst bû – cîhadeke nedîtî pêwîst bû. Alim carinan dibêjin têkoşînên me yên hundirîn ‘cîhada mezin’ in û têkoşînên me yên derveyî ‘cîhada biçûktir’ in. Dema ku ev Padîşah bi ‘çal’ê re hevrû bû, diviya van her du têkoşîn an jî cîhad bikirana.

Padîşah wê kîjan çek bi kar bianîna di vê cîhad an jî têkoşîna li dijî mirinê de? Pêxember Zekeriya dinivîse ku ev Padîşah wê bi tenê “xwîna qurbaniya ku min pê peyman bi we re çêkiriye’ bigire di vî şerê di çalê de. Xwîna wî bi xwe wê bibe çek dema ku ew bi mirinê re hevrû dibe.

Bi têketina Orşelîmê ya li serê pişta kerê re Îsa xwe wekî vî Padîşahî – Mesîhî îlan dike.

Çima Îsa Mesîh (AS) bi êş û xêmê digirî?

Di Yekşema Palmiyeyê de Îsa Mesîh kete nava Orşelîmê (ku wekî Têketina Serfiraziyê tê zanîn) û serekên dînî li dijî wî derketin. Mizgîniya Lûqa bersiva Îsa Mesîh a ji dijberiya wan re wiha teswîr dike:

Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît, li ser giriya û got: “Xwezî îro te jî ev tiştên ku ji bo aştiya te ne bizaniyana! Lê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin. Roj wê bi ser te de bên ku dijminên te wê li dora te çeperan çêkin û hawirdora te bigirin, ji her aliyî ve te bidin tengahiyê û wê te û zarokên te yên di nav te de li erdê bixin û ew ê di nav te de kevir li ser kevir nehêlin, ji ber ku te wextê serdana xwe nezanî.”

Lûqa 19:41–44

Îsa Mesîh bi taybetî got ku divê serekên dînî ‘wextê hatina Xwedê bizaniya’ di ‘wê rojê’ de. Wî xwest çi bibêje? Wan serekan çi nedizanî?

Pêxemberan ew ‘Roj’ kehanet kiribû

Bi sedsalan berê pêxember Danîel (AS) kehanet kiribû ku Mesîh wê 483 sal piştî biryarnameya restorekirina Orşelîmê were. Me sala ku Danîel texmîn kiribû wekî sala 33 PZ hesab kiribû  – sala ku Îsa Mesîh ketibû nava Orşelîmê li ser kerekî. Pêşbînîkirina sala têketinê bi sedsalan berî ku ew pêk were mirov ecêbmayî dihêle. Lê wext heta rojê jî dikare were hesabkirin. (Ji kerema xwe pêşî li vir binêrin, ji ber ku em ê lê zêde bikin).

Pêxember Danîel saleke 360 rojî bi kar anîbû û 483 sal pêşbînî kiribû berî ku Mesîh were aşkerakirin. Li gorî vê yekê hejmara rojan ev bû:

483 sal * 360 roj/sal = 173880 roj

Li gorî salnameya navneteweyî ya modern 365.2422 roj/sal dike 476 sal digel 25 rojên ekstra. (173 880/365.24219879 = 476 mayî 25)

Biryarnameya restorekirina Orşelîmê ya ku jimartina bi paş de dide destpêkirin kengî bû? Ew di vê mêjûyê de hat dayîn:

Di meha Nîsanê ya di bîstemîn sala Padîşah Artahşasta de…

Nehemya 2:1

Kîjan roja Nîsanê (meheke di salnameya Cihûyan de) bû nayê dayîn, lê 1’ Nîsanê dibe, ji ber ku ew destpêka Sala Nû ye û ev jî dike ku Padîşah bi Nehemya re bipeyive di pîrozbahiyê de. 1’ê Nîsanê her wiha heyva nû nîşan dide, ji ber ku salnameya heyvê dihat bikaranîn (wekî salnameya îslamî). Mehên nû bi awayê kevneşopiya Misilmanan hatibûn diyarkirin – bi çavdêrîkirina heyvika (hîlal) heyvê ya ji aliyê zilamên naskirî ve. Bi astronomiya modern em dizanin bê kengî heyva nûderketî 1’ê Nîsanê nîşan dida di sala 444’an a BZ de. Ya zehmet ew e ku em bizanibin heyvika nû wê rojê ji aliyê çavdêran ve bi rastî hatiye dîtin yan na, yan jî ji ber çavên wan reviyaye û serê Nîsanê rojekê bi derengî hatiye. Hesabên astronomîk heyvika 1’ê Nîsana 20. sala Împaratorê Pers Artahşasta dixin 4’ê Adara 444’an, saet 22:00’ê salnameya modern[2]. Heke heyvik li ber çavên wan neketibe, îcar 1’ê Nîsanê dibe 5’ê Adara 444’an a BZ. Bi her du awayan jî biryarnameya restorekirina Orşelîmê wê bihata derxistin di 4 yan jî 5’ê Adara sala 444’an a BZ de.

Heke em 476 salên ku Danîel kehanet kiribûn li vê dîrokê zêde bikin, ew ê me bibe 4 an jî 5’ê Adara sala 33’yan a PZ. (Sala 0 nîn e, salnameya modern ji sala 1’ê PZ dest pê dike, lewma bi arîtmetîkî ew dibe -444 + 476 +1= 33). Em 25 rojên mayî yên ku Danîel kehanet kirine li 4 an jî 5’ê Adara sala 33’yan a PZ zêde bikin, ew ê bibe 29 an jî 30’ê Adara sala 33’yan a PZ, çawa ku di tabloya demê ya li jêrê de hatiye nîşandan. 29, 33 PZ roja Yekşemê bû – Yekşema Palmiyeyê bû – yanî roja ku Îsa (AS) kete nava Orşelîmê li ser pişta kerê û got ku ew Mesîh e. Em vê yekê dizanin, ji ber ku îna din Cejna Derbasbûnê bû – û Cejna Derbasbûnê her tim di 14’ê Nîsanê de ye. 14’ê Nîsanê di sala 33’yan a PZ de 3’ê Nîsanê bû. 5 rojan berî roja înê di 3’ê Nîsanê de, Yekşema Palmiyeyê 29’ê Adarê bû.

Bi têketina Orşelîmê di 29’ê Adara sala 33’yan a PZ de, li ser pişta kerekê, pêxember Îsa Mesîh hem kehaneta Zekeriya û hem jî kehaneta Daniel a der barê Rojê de pêk anî. Ev yek di tabloya demê ya li jêrê de tê nîşandan.

Danîel beriya 173 880 rojan berê aşkerakirina Mesîh kehanet kiribû; Nehemya wext dabû destpêkirin. Dibe 29’ê Adara sala 33’yan a PZ dema ku Îsa ket nava Orşelîmê di Yekşema Palmiyeyê de.

Pêkhatina van hemû kehanetan a di rojekê de nîşaneyên zelal ên ku Xweda ji bo aşkerakirina plana xwe ya li ser Mesîh bi kar anîne nîşan dide. Lê di roja piştî wê rojê de Îsa Mesîh kehaneteke din a Pêxember Mûsa (AS) pêk anî. Dema ku wî ew yek kir, bûyerên cîhada wî ya bi ‘çalê’- mirina dijminê wî – re wê dest pê bikirana. Em ê careke din li vê binêrin.

[1] Çend mînakên ku nîşan didin bê çawa ‘çal’ tê wateya mirinê ji bo pêxemberan:

Lê tê bikevî diyarê miriyan,

Heta çala kûr a mirinê. Yeşaya 14:15

Çimkî diyarê miriyan ji te re spas nake,

Mirin pesnê te nade.

Kesên ketin çala mirinê

Hêviya xwe bi dilsoziya te ve girê nadin. Yeşaya 38:18

Ew nêzî çalê dibin,

û jiyana wan nêzî ferîştehên mirinê. Eyub 33:22

Ew ê te berdin nava çalê,

Û tê bimirî bi mirineke erjeng

Di nava dilê deryayan de. Hezekîel 128:8

Gorên wan di kûrahiya çalê de ne û artêşa wê li dora gora wê ye. Ên ku tirs belav dikirin li welatê zindiyan hemû hatine kuştin bi şûran û ketine. Hezekîel 32:23

Ya Xudan, te canê min derxist ji diyarê miriyan,

Da ku ez nekevim gorê, te da min jiyan.

Mezmûr 30:3

[2] Ji bo guherîna di nav salnameyên antîk û yên modern de (wekî mînak 1’ê Nîsanê = 4’ê Adarê, 444 BZ) û hesabên heyva nû ya antîk ez xebata Dr. Harold W. Hoenher, Chronological Aspects of the Life of Christ (Bergehên Kronolojîk yên Jiyana Mesîh). 1977. r.176 bi kar tînim.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *