Skip to content

Pêxember Îsa Mesîh Dilovaniyê belav dike

  • by

We qet fermana qanûna şerîetê binpê kiriye? Tu kes ji me naxwaze vê bike, lê di rastiyê de gelek ji me têkçûyînên xwe vedişêrin û hêvî dikin ku yên din bi gunehên me bihesin û şerma me derxin holê. Lê heke têkçûna me derketibe holê, nexwe em ji bo çi hêvî dikin?

Çawa ku Sureya Luqman (Sure 31-Luqman) tîne bîra me ku

Ev ayetên kitêba xwedan hîkmet e. Ew rêber û rehmet e ji bo mirovên qencîkar.

Sureya Luqman 31:2-3

Sureya Luqman îlan dike ku ‘qencîkar’ dikarin ‘dilovaniyê’ hêvî bikin. Her wiha Sureya Hicrê (Sure 15 – Hicr) pirseke gelekî girîng dike.

Wî got: Qey ji rêşaşan pê ve kî hêviya xwe ji rehma Xwedê dibire?

Sureya Hicrê 15:56

Lê yên ku ji rê derketine wê çi bikin? Peywira Îsa Mesîh ew bû ku dilovaniyê bide wan kesên ku ji rê derketine û dilovanî ji wan re lazim e. Pêxember (AS) bû xwediyê wê derfetê ku wê nîşanî yeke ku şerma wê derketibû holê bide.

Ev yek hatibû serê jineke ciwan di dema hîndariya Pêxember Îsa Mesîh (AS) de. Încîl vê yekê wiha qeyd dike.

Serê sibê zû ew dîsa vegeriya Perestgehê, xelk hemû hat ba wî. Ew rûnişt û wî dest pê kir û ew hîn kirin. Qanûnzan û Fêrisiyan jineke ku li ser zînayê hatibû girtin anîn û li holê dan rawestandin. Wan jê re got: “Mamoste, dema ku vê jinê zîna dikir, hat girtin. Di Qanûnê de, Mûsa li me emir kiriye ku em ên wiha bidin ber keviran. Îcar tu çi dibêjî?” Wan ev ji bo ceribandina Îsa got, da ku wî sûcdar derxin. Lê Îsa xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî. Careke din li ser pirsîna wan, wî serê xwe rakir û ji wan re got: “Di nav we de kî bêguneh be, bila kevirê pêşî ew biavêje wê.” Û dîsa wî xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî. Lê dema ku wan ev bihîst, ji mezinan bigire heta yê paşî yek bi yek derketin. Îsa bi serê xwe ma û jinik jî li wê derê rawestayî bû. Îsa serê xwe rakir û ji wê re got: “Sitiyê, ka ew li ku derê ne? Ma kesî tu sûcdar dernexistî?” Jinikê got: “Tu kesî, ezbenî!” Û Îsa got: “Ez jî te sûcdar dernaxim; here û êdî ji niha û pê ve gunehan neke.”

Yûhenna 8:2-11

Ev jin di ser zînayê de hatibû girtin û alimên qanûna şerîeta Pêxember Mûsa (AS) dixwest ku ew were kevirkirin, lê wan pêşî ew anî cem Pêxember Îsa Mesîh (AS) da ku bibînin bê ew ê çi biryarê bigire. Wî yê rastiya qanûnê qebûl bikira? (Di vê navberê de li gorî qanûnê diviya jin û mêr her du bi kevirkirinê bihatina cezakirin, lê wan bi tenê jin anîbû ji bo cezakirinê.)

Edaleta Xwedê û gunehê mirovatiyê

Îsa Mesîh (AS) qanûn berevajî nekir – ew standard bû ku ji aliyê Xwedê ve hatibû dayîn û wê edaleta bêqisûr temsîl dikir. Lê wî got bi tenê yên ku bêguneh in dikarin kevirê pêşî biavêjinê. Dema ku alim li ser vê yekê fikirîn, rastiya vê gotina li jêrê ya di Zebûrê de hate hişê wan.

Xweda ji jor ve li mirovan dimeyzîne da ku yên şehreza û li Xwedê digerin bibîne. Hemû ji rê derketin, bi hev re bûn mirar. Kesî qencîker tune, yekî tenê nîn e.

Zebûr 14:2-3

Ev tê wê wateyê ku bi tenê ne kesên xwedênenas, kafir û pirxwedayî gunehan dikin – her wiha kesên ku ji Xwedê û resûlê Wî bawer dikin jî gunehan dikin. A rast li gorî van ayetan, dema ku Xweda li mirovahiyê dinêre, ew hema hema ‘yek’ kesê qencîkar nabîne.

Qanûna Şerîeta Mûsa (AS) standarda Xwedê bû ku bingeha xwe ji edaleta teqez digirt û kesên ku ew dişopandin wan dikarî rastiyê bi dest bixin. Lê standard teqez bûn, bêyî ku rê bidin yek averêbûnê.

Dilovaniya Xwedê

Lê ji ber ku ‘em hemû ji rê derketine’, pêwîstî bi pergaleke din heye. Ev pergal wê ne edaleteke li ser liyaqatê bûya – ji ber ku mirovan nedikarî ferzên xwe yên qanûnî bînin cih – lewma diviya ew li ser bingeha karakterekî din ê Xwedê bûya – dilovanî. Wî yê li şûna ferzan dilovanî belav bikira. Ev di Qanûna pêxember Mûsa (AS) de hatibû nîşandan dema ku berxê Derbasbûnê dilovanî û jiyan da wan kesên ku ser deriyên xwe bi xwînê boyax kirin û bi Çêleka (ku Sureya 2 – Beqereyê navê xwe jê girtiye) Harûn (AS).  Ew berê jî hatibû nîşandayîn di dilovaniya cilên Adem, qurbanîdana Habil (AS) de û bi dilovaniya ku ji pêxember Nûh (AS) re hatibû dayîn. Her wiha ew di Zebûrê de jî hate nîşandayîn dema ku Xwedê wehd kir.

Ez ê di nava rojekê de sûcê vî welatî ji holê rakim. 

Zekeriya 3:9

Îcar Pêxember Îsa Mesîh (AS) ew dilovanî gihand keseke ku ji xeynî dilovaniyê tu hêviya wê nemabû. Ew balkêş e ku qet behsa dînê wê jinê nehatiye kirin. Em dizanin ku Pêxember Îsa Mesîh di Weaza li serê Çiyê de dibêje:

Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in, ji ber ku dilrehmî wê li wan bê kirin.

Metta 5:7

Û

“Dadbar nekin da ku hûn jî neyên dadbarkirin. Ji ber ku hûn bi çi awayî yên din dadbar bikin, hûn ê jî bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin. 

Metta 7:1-2

Dilovaniyê bike ji bo Dilovaniyê bigirî

Di Roja Darizandinê de ji min û ji we re Dilovanî wê lazim bibe. Pêxember Îsa Mesîh (AS) dilxwaz bû ji bo ku wê bide keseke ku bi awayekî aşkera ferman binpê kiribûn – û dilovanî heq nedikir. Lê tiştê ku wî kir nîşan dide ku divê em jî ji kesên li derdora xwe re dilovan bin. Li gorî pêxember, asta dilovaniya ku em ê nîşan bide wê asta dilovaniya ku em ê bigirin diyar bike. Wisa ye ji ber ku em gelekî zû der heqê gunehên kesên din de hikim didin û lewma gelek pevçûn li derdora me çêdibin. Em ê aqilane tevbigerin heke dilovaniyê nîşanî kesên ku em êşandine bidin. De em ji Xwedê alîkariyê bixwazin da ku em bibin kesekî wekî Pêxember Mesîh (AS) ku dilovaniyê dida kesên ku heq nedikirin jî da ku dema em jî heq nekin û ji me re lazim bibe, em bikaribin Dilovaniyê bigirin. Hingê em ê amade bin ji bo fêmkirina Dilovaniya ku Xweda di Mizgîniya Încîlê de pêşkêşî me dike.

Leave a Reply

Your email address will not be published.