Skip to content

Destpêk: Di Qurana Kerîm de Motîfa Încîlê ya ku Nîşaneyeke Xwedê ye

  • by

Cara pêşî dema ku min Qurana Pîroz xwend, ez ji gelek aliyan ve heyirîm. Berî her tiştî min dît ku gelek referansan rasterast dide Încîlê (Mizgînî). Lê bi taybetî dema ku wê behsa Încîlê dikir motîfa spesifîk ku wê bi kar dianî bala min kişand. Ayetên di Quranê de yên ku rasterast behsa Încîlê dikin li jêr in. Belkî motîfa ku bala min kişand bala we jî bikişîne.

Xwedê bi heqî ji te re Quran şand ku ew kitêbên beriya te rast didêre; û Wî Şerîet (a Mûsa) û Mizgînî (ya Îsa) şandin. Ku ew (Tewrat û Încîl) berî vêga (berî Quranê) ji bo mirovên delîl û ronahî bûn. Xwedê kitêbên cudaker (ên ku heq û batilî ji hev diqetînin) jî şandin. Bêguman ew ên ku ayetên Xwedê înkar dikin; ji wan re ezabekî dijwar heye.

Sûreya Alî Îmran 3:3-4

Xweda wê Wî (Îsa) fêrî Kitêb û Hikmetê, Şerîet û Mizgîniyê bike

Sûreya Alî Îmran 3:48

Gelî yên xwedankitêb! Çima hûn der barê Îbrahîm de nîqaşê dikin, digel ku Şerîet û Încîl piştî wî hatine şandin?

Sûreya Alî Îmran 3:65

Me Îsayê kurê Meryemê li ser şopa pêxemberan şand ku ew ji Şerîeta beriya xwe re rastdêr e. Me Încîl jî dayê ku tê de hîdayet û ronahî heye û Tewrata beriya xwe rast didêre û ji teqwadaran re jî rêber û şîret e.

Sûreya Maîde 5:46

Eger wan (mirovên xwedankitêb) Şerîet, Încîl û wehya (Quran) ku ji cem Xwedayê wan ji wan re hatiye şandin ragirtibûya

Sûreya Maîde 5:66

Gelî yên xweykitêb! Heta ku hûn bi rastî û duristî Şerîetê, Încîlê û Qurana ku ji cem Xwedayê we ji we re hatiye şandin

Sûreya Maîde 5:68

Hişyar be Min [Xwedê] Kitêb û Hîkmet, Şerîet û Încîl hînî te [Îsa] kir… Sûreya Maîde 5:110

Li ser Xweda peymaneke rastîn e ku di Şerîet, Încîl û Quranê de …Sûreya Tewbe 9:111

Ev wesfên wan ên di Şerîetê de ne, her çı wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne. Ev weke çandiniyekê ne ku zîxa xwe derxistiye, xurt bûye, stûr bûye û xwe li ser koka xwe girtiye

Sûreya Fetih 48:29

Tiştê ku balê dikişîne ew e ku di hemû referansên Quranê de ‘Încîl’ tu carî bi tenê serê xwe nehatiye behskirin. Di hemû mînakan de navê ‘Şerîetê’ li ber hatiye gotin. ‘Şerîet’ pirtûka pêxember Mûsa (AS) ye ku bi navê ‘Tewratê’ tê zanîn û di nav Misilmanan de û bi navê ‘Torah’ jî di nav gelê Cihû de tê zanîn. Încîl (Mizgînî) di nav Pirtûkên Pîroz de bêhempa ye ku tu carî ew bi tena serê xwe nehatiye behskirin. Berevajî vê hûn dikarin referansên ku bi tenê behsa Tewrat (Şerîet) û Quranê dikin bibînin. Va ne ji wan çend mînak:

Me Kitêb (Tewrat) ji Mûsa re şand da ku qenciya me tekûz bibe li ser ê qencî kiriye û bibe şîrove ji her tiştî re û bibe rêberî û dilovanî: vêca bidin pey wê û ji kufrê xwe biparêzin da ku rehmet li we bê kirin.

Sûreya Beqere 6:154-155

Ma ew (munafiq) hê jî li Quranê nafikirin? Eger ew ne ji cem Xwedê bûya, ew ê tê de rastî pir nakokiyan bihatina.

Sûreya Nîsa 4:82

Bi gotineke din, em dibînin ku dema ku Quran behsa ‘Încîlê’ dike, ew her tim digel ‘Tewratê’ (Şerîetê) behsa wê dike. Ev tiştekî bêhempa ye, ji ber ku dema Quran behsa xwe dike, xwe ji Pirtûkên Pîroz ên din cuda dike û her wiha dema ku ew behsa Tewratê (Şerîetê) dike, ew bêyî ku behsa Pirtûkên Pîroz bike jê behs dike.

Nîşaneyek e ji Pêxemberan ji bo me?

Îcar ev motîf (her tim behskirina ‘Încîlê’ ya piştî ‘Tewratê’) girîng e? Dibe ku hin kes bibêjin ev tesadufek e yan jî ew ji ber kevneşopiyekê ye ku bi vî awayî behsa Încîlê dike. Ez hîn bûm ku divê em bi cidî li ser motîfên bi vî rengî yên di Pirtûkan de bisekinin. Dibe ku ew nîşaneyeke girîng be ji bo me da ku em pê prensîba ku Xwedê xwe li ser ava kiriye bizanibin, prensîba ku bi tenê bi zanîna Tewratê (Şerîetê) em dikarin Încîlê fêm bikin. Tewrat şertekî pêşî ye ku divê em bizanibin da ku em Încîlê fêm bikin. Nexwe ew tiştekî hêja ye ku em pêşî li Tewratê binêrin û bibînin bê em hînî çi bûne da ku em bikaribin pê Încîlê (Mizgînî) fêm bikin. Quran ji me re dibêje ku ew pêxemberên pêşî ‘Nîşaneyek’ in ji bo me. Binêrin bê çi dibêje:

Gelî zarokên Adem! Eger ji nav we pêxemberên min ji we re bên û Nîşaneyên min ji we re bibêjin, êdî kî xwe (ji dijberiya wan) biparêze û (bi emelê salih) xwe rind bike, vêca ne li ser wan tirs heye ne jî ew xemgîn dibin. Ew ên ku bi Nîşaneyên Me baweriyê nayînin û li xwe nenihane (ku pê baweriyê bînin), ew xelkê êgir in, ew heta hetayê dê tê de bimînin

Sûreya E’raf 7:35-36

Bi gotineke din, van pêxemberan Nîşane û peyam di ser jiyana xwe re didan Zarokên Adem (jixwe em hemû zarokên wî ne!). Ew kesên biaqil û dûrbîn wê hewl bidin ku van nîşaneyan fêm bikin. Nexwe em li Tewratê (Şerîetê) binêrin û wisa em li Încîlê bifikirin – em li pêxemberên pêşî bifikirin da ku em bibînin bê wan çi Nîşane dane me da ji bo em bi alîkariya wan Riya Rast fêm bikin.

Em bi Nîşaneyên Adem rasterast ji destpêka dîrokê dest pê dikin. Helbet dibe ku hûn bixwazin bi bersivdayîna pirsa bê pirtûkên Tewrat, Zebûr û Încîl xera bûne yan na dest pê bikin. Qurana Pîroz çi dibêje der barê vê pirsa girîng de? Gelo Sunet çi dibêjin? Ji bo Darizandinê ew ê baş be ku hûn wextê xwe veqetînin û agahiyan bigirin li ser Tewratê û bizanibin bê ew Nîşaneyeke çawa ye ji bo Riya Rast.

Cara pêşî dema ku min Qurana Pîroz xwend, ez ji gelek aliyan ve heyirîm. Berî her tiştî min dît ku gelek referansan rasterast dide Încîlê (Mizgînî). Lê bi taybetî dema ku wê behsa Încîlê dikir motîfa spesifîk ku wê bi kar dianî bala min kişand. Ayetên di Quranê de yên ku rasterast behsa Încîlê dikin li jêr in. Belkî motîfa ku bala min kişand bala we jî bikişîne.

Xwedê bi heqî ji te re Quran şand ku ew kitêbên beriya te rast didêre; û Wî Şerîet (a Mûsa) û Mizgînî (ya Îsa) şandin. Ku ew (Tewrat û Încîl) berî vêga (berî Quranê) ji bo mirovên delîl û ronahî bûn. Xwedê kitêbên cudaker (ên ku heq û batilî ji hev diqetînin) jî şandin. Bêguman ew ên ku ayetên Xwedê înkar dikin; ji wan re ezabekî dijwar heye.

Sûreya Alî Îmran 3:3-4

Xweda wê Wî (Îsa) fêrî Kitêb û Hikmetê, Şerîet û Mizgîniyê bike

Sûreya Alî Îmran 3:48

Gelî yên xwedankitêb! Çima hûn der barê Îbrahîm de nîqaşê dikin, digel ku Şerîet û Încîl piştî wî hatine şandin?

Sûreya Alî Îmran 3:65

Me Îsayê kurê Meryemê li ser şopa pêxemberan şand ku ew ji Şerîeta beriya xwe re rastdêr e. Me Încîl jî dayê ku tê de hîdayet û ronahî heye û Tewrata beriya xwe rast didêre û ji teqwadaran re jî rêber û şîret e. Sûreya Maîde 5:46

Eger wan (mirovên xwedankitêb) Şerîet, Încîl û wehya (Quran) ku ji cem Xwedayê wan ji wan re hatiye şandin ragirtibûya .Sûreya Maîde 5:66

Gelî yên xweykitêb! Heta ku hûn bi rastî û duristî Şerîetê, Încîlê û Qurana ku ji cem Xwedayê we ji we re hatiye şandin Sûreya Maîde 5:68

Hişyar be Min [Xwedê] Kitêb û Hîkmet, Şerîet û Încîl hînî te [Îsa] kir… Sûreya Maîde 5:110

Li ser Xweda peymaneke rastîn e ku di Şerîet, Încîl û Quranê de Sûreya Tewbe 9:111

Ev wesfên wan ên di Şerîetê de ne, her çı wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne. Ev weke çandiniyekê ne ku zîxa xwe derxistiye, xurt bûye, stûr bûye û xwe li ser koka xwe girtiye

Sûreya Fetih 48:29

Tiştê ku balê dikişîne ew e ku di hemû referansên Quranê de ‘Încîl’ tu carî bi tenê serê xwe nehatiye behskirin. Di hemû mînakan de navê ‘Şerîetê’ li ber hatiye gotin. ‘Şerîet’ pirtûka pêxember Mûsa (AS) ye ku bi navê ‘Tewratê’ tê zanîn û di nav Misilmanan de û bi navê ‘Torah’ jî di nav gelê Cihû de tê zanîn. Încîl (Mizgînî) di nav Pirtûkên Pîroz de bêhempa ye ku tu carî ew bi tena serê xwe nehatiye behskirin. Berevajî vê hûn dikarin referansên ku bi tenê behsa Tewrat (Şerîet) û Quranê dikin bibînin. Va ne ji wan çend mînak:

Me Kitêb (Tewrat) ji Mûsa re şand da ku qenciya me tekûz bibe li ser ê qencî kiriye û bibe şîrove ji her tiştî re û bibe rêberî û dilovanî: vêca bidin pey wê û ji kufrê xwe biparêzin da ku rehmet li we bê kirin.

Sûreya Beqere 6:154-155

Ma ew (munafiq) hê jî li Quranê nafikirin? Eger ew ne ji cem Xwedê bûya, ew ê tê de rastî pir nakokiyan bihatina.

Sûreya Nîsa 4:82

Bi gotineke din, em dibînin ku dema ku Quran behsa ‘Încîlê’ dike, ew her tim digel ‘Tewratê’ (Şerîetê) behsa wê dike. Ev tiştekî bêhempa ye, ji ber ku dema Quran behsa xwe dike, xwe ji Pirtûkên Pîroz ên din cuda dike û her wiha dema ku ew behsa Tewratê (Şerîetê) dike, ew bêyî ku behsa Pirtûkên Pîroz bike jê behs dike.

Nîşaneyek e ji Pêxemberan ji bo me?

Îcar ev motîf (her tim behskirina ‘Încîlê’ ya piştî ‘Tewratê’) girîng e? Dibe ku hin kes bibêjin ev tesadufek e yan jî ew ji ber kevneşopiyekê ye ku bi vî awayî behsa Încîlê dike. Ez hîn bûm ku divê em bi cidî li ser motîfên bi vî rengî yên di Pirtûkan de bisekinin. Dibe ku ew nîşaneyeke girîng be ji bo me da ku em pê prensîba ku Xwedê xwe li ser ava kiriye bizanibin, prensîba ku bi tenê bi zanîna Tewratê (Şerîetê) em dikarin Încîlê fêm bikin. Tewrat şertekî pêşî ye ku divê em bizanibin da ku em Încîlê fêm bikin. Nexwe ew tiştekî hêja ye ku em pêşî li Tewratê binêrin û bibînin bê em hînî çi bûne da ku em bikaribin pê Încîlê (Mizgînî) fêm bikin. Quran ji me re dibêje ku ew pêxemberên pêşî ‘Nîşaneyek’ in ji bo me. Binêrin bê çi dibêje:

Gelî zarokên Adem! Eger ji nav we pêxemberên min ji we re bên û Nîşaneyên min ji we re bibêjin, êdî kî xwe (ji dijberiya wan) biparêze û (bi emelê salih) xwe rind bike, vêca ne li ser wan tirs heye ne jî ew xemgîn dibin. Ew ên ku bi Nîşaneyên Me baweriyê nayînin û li xwe nenihane (ku pê baweriyê bînin), ew xelkê êgir in, ew heta hetayê dê tê de bimînin

Sûreya E’raf 7:35-36

Bi gotineke din, van pêxemberan Nîşane û peyam di ser jiyana xwe re didan Zarokên Adem (jixwe em hemû zarokên wî ne!). Ew kesên biaqil û dûrbîn wê hewl bidin ku van nîşaneyan fêm bikin. Nexwe em li Tewratê (Şerîetê) binêrin û wisa em li Încîlê bifikirin – em li pêxemberên pêşî bifikirin da ku em bibînin bê wan çi Nîşane dane me da ji bo em bi alîkariya wan Riya Rast fêm bikin.

Em bi Nîşaneyên Adem rasterast ji destpêka dîrokê dest pê dikin. Helbet dibe ku hûn t û Nîşanên Îbrahîm (I, II, III) didomînin. Helbet dibe ku hûn bixwazin dest bi bersivandina vê pirsê bikin ka gelo pirtûkên Tewrat, Zabur û Încîl (ku Încîlê pêk tînin) xera bûne. Qurana pîroz li ser vê pirsa girîng çi dibêje? Û Sunnet? Û agahiyên ji zanista rexnegiriya metnê? Di Roja Qiyametê de wê baş be ku hûn wextê xwe bidin ku hûn agahdar bibin.


Leave a Reply

Your email address will not be published.