Skip to content

Nîşaneya Xulamê ku wê were

  • by

Di gotara xwe ya dawî de me dîtibû ku pêxember Danîel pêşbînî kiribû ku Mesîh wê ‘were kuştin’. Em ber bi dawiya rêwîtiya xwe ya Zebûrê ve tên. Lê hêj piçek tiştên din jî hene ku em ê hîn bibin. Pêxember Yeşaya (di tabloya demê ya li jêrê de lê binêrin) kehanetek kir ji bo hatina Mesîh bi bikaranîna wêneyê Guliyekê.

Tabloya Demê ya Pêxember Yeşaya (AS) bi hin pêxemberên din ên di Zebûrê de

Lê her wiha wî nivîsand ku ew kesê ku wê were wê navê Xulam bigire. Wî pasajeke dirêj nivîsand li ser wî Xulamê ku wê were. Ew ‘Xulam’ kî bû? Wî yê çi bikira? Em bi hûrgulî li pasajê dinêrin. Ez ê bi awayekî tam wê ji nû ve li jêrê didim û hin şîroveyan lê zêde dikim ji bo ravekirinê.

Xulamê ku wê were ji aliyê Pêxember Yeşaya ve tê pêşbînîkirin. Tevahiya pasaja Yeşaya 52:13-53:12

Va ye wê xulamê min bi ser bikeve; wê bê rakirin û bilindkirin, wê gelekî berz bibe. Çawa ku gelek kes ji bo wî şaş û metel man– ji ber ku xuyanga wî ji ya mirovan û dirûvê wî ji yê mirovan ew qas xera bû– wê gelek neteweyan şaş bike, wê padîşah devê xwe ji ber wî bigirin. Ji ber ku wê ya ku ji wan re nehatiye gotin, bibînin û wê ya ku nebihîstine, fêm bikin.

Yeşaya 52:13-15

Em dizanin ku ev Xulam wê mirovekî mêr be, ji ber ku Yeşaya jê re dibêje ‘wî’. Dema ku Harûn (AS) wê qurbaniya xwe ji bo Îsraîliyan bidaya, wî yê mirov bi xwînê paqij bikirina – û piştre gunehên wan wê bihatina nixumandin û ew ê nehatina hesibandin li ser wan. Dema pêxember Yeşaya dibêje Xulam wê ‘paqij bike’ qesta wî ew e ku bi heman awayî Xulam wê gunehên mirovan paqij bike çawa ku Harûn (AS) heman tişt ji bo Îsraîliyan kiribû dema ku wî qurbanî dan.   

Lê Xulam wê ‘gelek neteweyan’ paqij bike. Yanî Xulam wê bi tenê ji bo Cihûyan neyê. Ev yek wehda ji bo Îbrahîm (AS) tîne bîra me dema ku Xwedê got (Nîşane 1 û Nîşane 3) ku ‘hemû netewe’ wê werin pîrozîkirin di ser zuriyeta wî re. Lê di vê paqijkirinê de ‘xuyang’ û ‘form’a Xulam wê ‘bêteşe’ û ‘xerakirî’ be. Digel ku ne zelal e bê Xulam wê çi bike ji bo ku bi vî awayî bêteşe bibe, rojekê netewe ‘wê fêm bikin’.

Kê baweriya xwe bi xebera me anî? Zendê Xwedê ji kê re xuya bû? Ew li hizûra wî wekî şaxekî teze, wekî koka li axa ziwa mezin bû. Ne bedewiya wî, ne jî rewnaqiya wî hebû ku em lê binêrin. Di xuyanga wî de tiştekî ku dilê me heriyê tune bû. Ji aliyê mirovan ve ew hat kêmkirin û redkirin. Mirovê êş û eleman bû, nexweşî nas kirin. Wekî zilamê ku mirov rûyê xwe jê vedişêrin, ew hat kêmkirin. Me qedir neda wî.

Yeşaya 53:1-3

Ji ber hin sedeman, digel ku Xulam wê gelek neteweyan paqij bike, ew ê were ‘kêmkirin’ û ‘redkirin’, tijî ‘êş û eleman bibe’ û ‘nexweşiyan nas bike’.

Bi rastî wî nexweşiyên me hildan, êş û elemên me hilgirtin. Lê em fikirîn ku Xwedê lê xist û eziyet lê kir. Lê ew ji ber neheqiyên me birîndar bû, ji ber sûcên me perçiqî. Cezayê ji bo aştiya me bi ser wî de hat. Me bi birînên wî şifa dît.

Yeşaya 53:4-5

Xulam wê êşên ‘me’ hilde. Her wiha ev Xulam wê were ‘qulkirin’ û ‘perçiqandin’ di ‘cezakirinê’ de. Ev cezakirin wê ji me re (ew kesên di nav gelek neteweyan de) ‘aştiyê’ bîne û me ‘baş bike’.

Me hemûyan wekî pêz riya xwe şaş kir, her yek ji me ber bi riya xwe ve çû. Lê Xweda sûcê me hemûyan xist stûyê wî.

Yeşaya 53:6

Me di Nîşaneya Tîbûna me de dît bê çawa bi hêsanî em diçûn ‘sarincên xwe yên şikestî’ ji bo şikandina tîna xwe li şûna ku em berê xwe bidin Xwedê.  Em ‘ji rê derketine’ her yek ji me ‘bi riya xwe de diçe’. Ev guneh (=xerabî) e.

Tahde û eziyet li wî hat kirin, lê wî devê xwe venekir. Wekî berxekî ku diçe serjêkirinê, wekî miya li ber hevringkirinê bêziman e, wî devê xwe venekir.

Yeşaya 53:7

Pêxember Habil, Nûh, Îbrahîm, Mûsa û Harûn (AS) berx anîbûn ji bo ku were qurbanîkirin. Lê Xulam bi xwe wê wekî berxekî bihata ‘serjêkirin’. Lê ew ê li dijî wê yekê dernekeve û ‘devê xwe jî veneke’.

Ew bi xedarî hat dadbarkirin û birin, di nifşê wî de kî fikirî ku ji ber asîbûna gelê wî, ew hat lêxistin û ji warê zindiyan qutkirin.

Yeşaya 53:8

Xulam hate ‘qutkirin’ ji ‘warê zindiyan’. Tiştê ku pêxember Danîel dixwest bibêje ev bû dema ku wî digot ‘Mesîh wê ‘were kuştin’? Heman gotin hatine bikaranîn! Ma wê çi wateya ‘hate qutkirin ji warê zindiyan’ hebe ji xeynî yek wê bimire?

Tevî ku zordarî nekiriye û hîle ji devê wî derneketiye, gora wî li ba xeraban çêkirin, di mirina xwe de li ba dewlemendan bû.

Yeşaya 53:9

Heke ‘gorek’ jê re hatibe çêkirin, nexwe divê ev Xulam miribe. Ew wekî zilamekî ‘xerab’ hate şermezarkirin û mir, tevî ku ‘wî zordarî nekiribû’ û ‘derew ji devê wî’ derneketibû.

Lê Xweda ji perçiqandina wî razî bû, wî xwest ew were eziyetkirin. Ji ber ku gava canê wî bû pêşkêşiya berdêlê, wê ziriyeta xwe bibîne û rojên wî dirêj bibin. Wê armanca Xweda di destê wî de bi pêş ve here.

Yeşaya 53:10

Ev mirina zalim ne qezayek yan jî bêşansiziyeke berbat bû. Ew bi awayekî zelal ‘daxwaza XWEDÊ’ bû ku ‘wî biperçiqîne’. Lê çima? Çawa ku qurbanîdana Harûn ‘pêşkêşiyeke ji bo guneh’ bû da ku kesê ku qurbaniyê dide ji gunehê xwe paqij bibe, li vir ‘jiyana’ vî Xulamî jî ‘pêşkêşiyeke ji bo gunehan’ bû. Ji bo gunehê kê? Heke em li ‘paqijkirina gelek neteweyan’ bifikirin (ya li jorê), nexwe ew ê gunehê mirovên di nav ‘gelek neteweyan’ de be.

Wê ji keda ruhê xwe ronahiyê bibîne, wê bi zanîna xwe têr bibe. Wê xulamê min ê rast, gelekan bi zanîna xwe rast bike, wê sûcên wan hilde ser xwe.

Yeşaya 53:11

Digel ku kehaneta Xulam gelekî erjeng e, li vir rengê xwe diguherîne û gelekî xweşbîn û serfiraz dibe. Piştî wê ‘êş û elema’ erjeng (tê ‘qutkirin ji warê zindiyan’ û ‘gorek’ jê re tê çêkirin), ev Xulam wê ‘roniya jiyanê’ bibîne. Ew ê li jiyanê vegere?! Her wiha bi vê kirinê ev Xulam wê gelekan ‘rast bike’.

‘Rastkirin’ tê wateya dayîna ‘rastiyê’. Bila dayîna ‘Rastiyê’ ya di Qanûna Mûsa de were bîra we ku dema yekî bi ya HEMÛ fermanan dikir HER demê dihate dayîn. Lê ji pêxember Îbrahîm re (Nîşane 2) ‘rastî’ hatibû dayîn. Ji ber pêbaweriya wî rastî ji wî re hatibû dayîn. Bi heman awayî vî Xulamî jî rastî ji ‘gelekan’ re anî. Ma rastî ne tiştekî wisa ye ku em hemû wê dixwazin û pêwîstiya me pê heye.

Lewma ez ê bi mezinan re parekê bidim wî, wê talên bi hêzdaran re parî bike. Ji ber ku wî canê xwe da ber mirinê. Bi asiyan re hat hejmartin. Lê wî gunehê gelekan hilgirt û ji bo wan asiyan lava kir.

Yeşaya 53:12

Ev Xulam wê di nav ‘mezinan’ de be, ji ber ku wî bi dilxwazî jiyana xwe ji dest da ‘canê xwe da ber mirinê’. Her wiha ew wek yekî ku bi ‘asiyan’ re hate hejmartin û wekî ‘gunehkarekî’ mir. Ji ber ku Xulam ev yek kir, ew dikare ji bo ‘gunehkaran’ ‘navbeynkariyê’ bike. Navbeynkar ew kes e ku di navbera du aliyan de navçîniyê dike. Du aliyên li vir divê ‘gelek mirov’ û ‘XWEDA’ bin. Ev ‘xulam’ têra xwe biqîmet e ku navbeynkariyê yan jî ricakeriyê dike li ser navê me ji Xwedê bi xwe!

Kî ye ev Xulam? Çawa ev qas tişt dikarin bibin? Ew ê bikaribe li ser navê ‘gelek kesên’ ji ‘neteweyên’ cuda ricakeriyê bike ji Xweda bi xwe? Em ê Zebûrê biqedînin bi lênêrîna li kehaneta dawî û piştre em ê Încîl vekin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.