Skip to content

Danasîna Zebûrê

  • by

Dawud an jî Dawid (AS) di nav pêxemberan de gelekî girîng e. Îbrahîm Pêxember (AS) dest bi serdemeke nû kir bi wehda zuriyetek û neteweyeke mezin (yanî bi têkiliya ku Xwedê bi mirovan re danî) û piştre wî qurbaniyeke mezin da. Piştre Mûsa Pêxember (AS) bi riya Cejna Derbasbûnê Îsraîlî ji koletiyê xelas kirin û wî Qanûnek da wan da ku ew bikaribin bibin neteweyek. Lê tiştê ji wan kêm Padîşahek bû da ku wan wisa bi rê ve bibe ku ew li şûna naletên Xwedê pîroziyên Wî bigirin. Dawid (AS) ew padîşah û pêxember bû. Wî serdemeke din da destpêkirin – hikimkirina Padîşahan a ji Orşelîmê. 

Padîşah Dawid (AS) kî bû?

Hûn dikarin ji tabloya Dîroka Îsraîliyan bibînin ku Dawid (AS) li derdora salên 1000 BZ, hezar salî piştî Îbrahîm (AS) û 500 salî piştî Mûsa (AS) jiyaye. Dawid (AS) wekî şivanê pezê malbata xwe dest pê kiribû. Dijminê mezin û gewre yê Îsraîliyan -Golyat- ji bo ku Îsraîliyan bi dest bixe  û şewqa wan bişikîne artêşek bi rê ve dibir. Lê Dawid (AS) meydan ji Golyat re xwest û di şer de ew kuşt. Kuştina leşkerekî mezin a ji aliyê lawikekî ciwan ê şivan ve tiştekî ew qasî balkêş bû ku Dawid nav û deng veda. Piştre Îsraîliyan bêtir dijminên xwe têk birin. Quran vî şerê di navbera Dawid (AS) û Golyat de bi vê ayetê ji me re dibêje:

Êdî bi destûra Xwedê ew têk birin. Dawid, Golyat kuşt. Xwedê hikimdarî û hîkmet da Dawid  ji ilmên ku dixwest pê da zanîn. Eger Xwedê hin mirov neparastina û hin jê neanîna rê, helbet dê pergala ser erdê xerab bibûya. Lê belê Xwedê ji bo temamê alemê xwediyê kerema pir e.

Sureya Beqereyê 2:251

Navdariya Dawid a wekî şervanekî piştî vî şerî zêdetir bû. Lê belê piştî tecrûbeyên demdirêj û dijwar ew bû Padîşah, ji ber ku gelek dijminên wî hebûn, hem li derveyî Îsraîliyan hem jî di nav wan de yên li dijî wî hebûn. Di kitêbên Samûel I û II yên di Încîlê de behsa van têkoşîn û serkeftinên Dawid (AS) tê kirin. Samûel (AS) ew pêxember bû ku Dawid (AS) wekî Padîşah imad kiribû.

Her wiha Dawid (AS) wekî muzîkjenekî ku stran û helbestên xweş ji bo Xwedê çêdikirin navdar bû. Di vê Sureya Sadê de (Sureya 38’an) behsa vê yekê tê kirin.

Xwe li hemberî ya ku dibêjin ragire û evdê me Dawid bîne bîra xwe ku ew xwedanhêz bû, bi rastî jî berê wî her ber bi Xwedê ve bû. Me kir ku çiya her sibeh û her êvarê pesnê Xwedê bidin û teyr û tûrê ku lê kom dibûn lê vegerînin. Me hikimdariya wî xurt kir, me hîkmet û qabiliyeta axaftineke xweş û zelal dayê.

Sureya Sadê 38:17-20

Ev ayet hem xurtiya şervaniya Dawid (AS) hem jî ‘Pesnên’ bi qasî stranên xweş ên ku çivîk ji bo Afirînerên xwe dibêjin nîşan didin.  Her wiha wekî Padîşah ‘zanatiya axaftinê’ ji aliyê Xwedê ve ji wî re hatibû dayîn. Ev stran û helbestên Dawid (AS) hatin qeydkirin û wan kitêba Zebûrê pêk anî – ku niha wekî Mezmûr tên zanîn. Ji ber ku zanatiya gotinên wî ji aliyê Xwedê ve hatibûn dayîn, ev qeydên Dawid (AS) Pîroz jî bûn û wekî Tewratê bi wehiyan hatibûn. Quran vê yekê bi vî awayî rave dike.

Xwedayê te, bi yên ku li asîmanan û erdê hene bêtir dizane. Bêguman me hin pêxember di ser hinan re girtin û me Zebûr jî daye Dawid.

Sureya Îsra 17:55

Silêman – dûmahîka Zebûrê

Lê dema ku Dawid (AS) di temenekî mezin de wekî Padîşah mir, ev nivîsarên ku wekî wehî dihatin bi dawî nebûn. Kurê wî û warisê wî Silêman (AS) jî ji bo zanatiya xwe ji Xwedê wehî digirtin. Sureya Sadê vê yekê wiha teswîr dike.

Me (kurek bi navê) Silêman daye Dawid. Silêman çi xweş bende bû! Bi rastî jî ew pir tobekar bû!

Sureya Sadê 38:30

Û

Serpêhatiya Dawid û Silêman jî bîne bîra wan, wê dema ku der barê çandiniyekê de hikim didan, dema pezê hin kesan bi şevê ketibû navê û zerar dabûyê û em li ser hikimdayîna her duyan şahid bûn û me pê dizanî. Me ev (hikimdayîn) bi Silêman dabû zanîn. Me pêxemberî, zanîn û têgihîştin dabû her duyan. Me ji Dawid re çiya û teyr berdest kirin ku ligel wî pesnê Xwedê didan û ya ku em bivên em wê dikin.

Sure Enbiyayê 21:78-79

Me zanîn daye Dawid û Silêman. Her duyan got: “Pesin ji Xwedê re be ku em di ser gelek bendeyên xwe yên bawermend re girtine!”

Sureya Nemlê 27:15

Îcar Silêman (AS) kitêbên wehiyên zanatiyê li Încîlê zêde kirin. Ji kitêbên wî re dibêjin Metelok, Waiz û Stranên Silêman.

Pêxemberên din

Lê bi mirina Silêman (AS) re, Padîşahên ku piştre hatin Tewrat neşopandin û yekî ji wan padîşahên ku piştre hatin wehî negirtin. Bi tenê Dawid û Silêman (AS) ji nav wan hemû Padîşahên Îsraîlê ji Xwedê wehî girtin ji bo nivîsandinê – ew hem pêxember bûn hem jî padîşah bûn. Lê ji padîşahên piştî Silêman re Xwedê bi riya pêxemberan peyamên hişyariyê şandin. Yûnis pêxemberê ku ji aliyê masiyekî mezin ve hate daqurtandin yek ji van pêxemberan bû. Vê yekê bi qasî 300 salî dom kir – bi şandina gelek pêxemberan. Hişyarî, nivîsar û wehiyên wan jî li Kitêbên di Încîlê de yên ku ji wehiyan pêk tên hatin zêdekirin. Çawa ku li vir tê ravekirin, Îsraîlî axirê hatin dagirkirin û sirgunî Babîlê hatin kirin ji aliyê Babîliyan ve û piştre di bin serweriya Kîrosê damezrînerê Împaratoriya Persan de ew li Orşelîmê hatin vegerandin. Di maweya vê demê de pêxember dîsa hatin şandin û wan peyam dan – ev peyam di kitêbên dawî yên Peymana Kevn a Încîlê de hatine nivîsandin.

Zebûr – li benda hatina Mesîh

Hemû pêxember ji bo me girîng in, ji ber ku ew di nav peyamên xwe de ji bo Încîlê jî bingehê datînin. A rast nasnavê ‘Mesîh’ bi xwe jî ji aliyê Dawid (AS) ve tê gotin di rûpelên pêşî yên Zebûrê de û pêxemberên ku piştî wî hatine jî bêtir hûrguliyan kehanet dikin ji bo hatina Mesîh. Ev yek bi taybetî girîng bû, ji ber ku Padîşahên ku piştre hatibûn Tewrat neşopand û Îsraîliyan guhê xwe nedida Fermanan. Wehd, hêvî û hesreta hatina Mesîh di konteksta têkçûnên mirovên wê demê de hate kehanetkirin. Wekî pêxember wan li siberojê dinihêrî, çawa ku Mûsa (AS) di Tewratê de ferman kiribû. Ev kehanet di roja me ya îroyîn de jî ji bo me kesên ku têk çûne riya rast a ku divê em bizanibin ji me re dibêjin. Mesîh diviya bibûya roniyeke hêviyê di nav têkçûnê de.

Îsa Mesîh (AS) Zebûr çawa dît û çawa bi kar anî?

A rast pêxember Îsa Mesîh bi xwe Zebûr bi kar anî ji bo ku alîkariya rêhevalên wî û şopînerên wî bike ji bo fêmkirina Încîlê û rola Mesîh. Ew der barê Îsa de vê dibêje:

Îcar wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin.

Lûqa 24:27

Gotina ‘û hemû Pêxember’ van pêxemberên di Peymana Kevin de yên ku Zebûr dişopandin nîşan dide. Îsa Mesîh (AS) dixwest rêhevalên wî fêm bikin bê çawa Zebûr der barê wî de kehanetan dike. Îsa Mesîh (AS) bi vî awayî hînî wan kir:

Hingê wî ji wan re got: “Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Qanûna Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.” Hingê wî hişê wan vekir da ku ew bikarin Nivîsarên Pîroz fêm bikin.

Lûqa 24:44-45

Dema ku ew li vir behsa ‘Pêxember û Mezmûran’ dike, qesta wê kitêba Zebûrê ye ku Dawid nivîsandiye û ew kitêbên piştre (‘Pêxember’) jî digire nav xwe. Îsa Mesîh (AS) diviya ‘hişê wan vekira’ û bi tenê hingê wan dê bikariya ‘nivîsarên pîroz’ (yanî kitêbên ku bi wehiyan hatine yên Tewrat û Zebûrê) fêm bikira. Di rêze-gotarên me yên din de armanca me ew e ku em tiştên ku Îsa Mesîh (AS) di van kitêban de nîşan dane bişopînin da ku em jî bikaribin hişê xwe vekin û hingê Încîlê fêm bikin.

Di Tabloyeke Demê de Dawid û Pêxemberên Zebûrê

Wêneyê li jêrê piraniya van pêxemberan (lê ne hemûyan, ji ber ku cih nîn e ji bo hemûyan) nîşan dide. Dirêjahiya her xêzikekê dirêjahiya temenê her pêxemberekî nîşan dide. Koda rengê tabloyê rewşa Îsraîliyan takîp dike bi heman awayê ku me dîroka wan takîp kiribû ji Pîrozî û Naletên Mûsa.

Tabloya Demê ya Dawid (AS) û hin Pêxemberên din ên Zebûrê

Leave a Reply

Your email address will not be published.