Skip to content
Home » Nîşaneya Adem

Nîşaneya Adem

  • by

Adem û jina wî bêhempa ne, ji ber ku ew rasterast ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin û ew li Bexçeyê Edenê jiyane. Lewma ew xwedî nîşaneyên girîng in ku divê em hîn bibin. Der barê Adem de di Quranê de du ayet hene ku divê em behsa wan bikin û yek jî di Tewratê de ye. (Ji bo xwendinê Vir bitikînin).

Ev çîrok gelekî dişibin hev. Di herduyan de jî heman kes hene (Adem, Hewa, Şeytan (Îblîs) û Xweda; di her du çîrokan de heman cih heye (Bexçe); di her du çîrokan de Şeytan (Îblîs) derewan dike û Adem û Hewayê dixapîne; di her du çîrokan de Adem û Hewa ji ber ku ji tazîbûna xwe şerm dikin, pelan didin ber xwe; di her du çîrokan de Xweda piştre tê û dipeyive ji bo darizandinê; di her du çîrokan de Xweda li wan tê rehmê û ji bo ‘şerma’ tazîbûna xwe veşêrin cilan dide wan. Quran dibêje ev ‘nîşaneya Xwedê’ ye ji bo ‘Zarokên Adem’ ango me. Îcar ev ne bi tenê derseke dîrokê ye li ser bûyerên pîroz ên di demên berê de.  Em dikarin ji çîroka Adem dersê bigirin.

Hişyariya Adem a ji bo me

Adem û Hewa berî ku Xweda wan darizîne yek sûcê bêîtaetiyê kiribûn. Wekî mînak, di deh sûcên bêîtaetiyê de Xweda ji bo neh sûcên bêîtaetiyê hişyariyê nade û axirê nadarizîne. Xwedê yek kirina sûcê bêîtaetiyê darizand. Gelek mirov bawer dikin ku piştî wan gelek guneh kirin, Xweda wê wan darizîne. Ew dibêjin qey heke ew ji yên din ‘kêmtir gunehan’ bikin, yan jî heke qenciyên wan ji xerabiyên wan bêtir bin, (belkî) Xweda wê wan nedarizîne. Serpêhatiya Adem û Hewayê ji me re dibêje ku ne wisa ye. Xweda wê yek gunehê bêîtaetiyê jî darizîne.

Heke em bêîtaetiya ji Xwedê re bidin ber binpêkirina zagonên neteweyekê, wê bêtir bê fêmkirin. Li Kanadaya ku ez lê dijîm, heke ez zagonekê binpê bikim, (wek mînak tiştekî bidizim), ew welat dikare min darizîne. Ez nikarim bibêjim min bi tenê zagonek binpê kiriye, min kes nekuştiye û nerevandiye. Ji ber binpêkirina yek zagonê Kanada dikare min darizîne. Xweda jî wisa dike.

Ji ber ku Adem û Hewa xwe bi pelan nixumandine, em dibînin ku ew şerm dikin û hewl didin tazîbûna xwe veşêrin. Her wiha dema ez tiştên ku min didin şermê dikim, ez jî hewl didim xwe binixumînim û ji yên din veşêrim. Lê hewla Adem li pêş Xwedê bêfeyde bû. Xwedê têkçûna wan dikarî bibîne û Ew Ket Nav Tevgerê û Peyivî.

Tevgerên Xwedê yên Darizandinê – her wiha yên Dilovaniyê

Em dikarin sê tevgeran bibînin:

  1. Xweda wan dike fanî – îcar ew ê bimirin.
  2. Xweda wan ji Bexçe diavêje. Îcar divê ew jiyaneke dijwartir li Dinyayê bijîn.
  3. Xweda cilên çermî dide wan.

Balkêş e ew yek niha jî bandorê li ser me hemûyan dike. Her kes dimire; tu kes – ne pêxember ne yekî din – tu carî venegeriya Bexçe; û her kes hê jî cilan li xwe dike. A rast ev her sê tişt ew qasî ‘normal’ bûne ku em hema hema ji bîr dikin ku bandora tiştê ku Xwedê bi Adem û Hewayê kiriye hê jî tê hîskirin ji aliyê me ve piştî hezar salan. Encamên tiştên ku qewimîne hê îro jî bibandor in.

Cilên ku Xwedê dabûn diyariyeke dilovaniyê bûn – şerma wan hatibû nixumandin êdî. Erê, Wî ew darizandin – lê wî dilovanî jî dabû – lê ne mecbûrî wê bû.  Adem û Hewa bi tevgerên xwe yên baş ên di ber tevgera xwe ya bêîtaetiyê re nebûn xwedî ‘diyariya’ cilan. Adem û Hewayê nikarîbûn bibin xwedî diyariya Xwedê bi layîqbûnê yan jî heqkirinê. Lê yekî ji bo wê berdêl da. Tewrat ji me re dibêje ku cil “çermî’ bûn. Yanî ew ji heywanekî hatibûn. Heta hingê qet mirin çênebûbû, lê êdî heywanekî ku çermê guncan bû ji bo cilan berdêla wê dabû – bi canê xwe. Heywanek mir da ku Adem û Hewa bikaribin Dilovaniya Xwedê bigirin.

Quran ji me re dibêje ku wan cilan şerma wan dixumand, lê ji bo nixumandina wê ji wan re ‘rastî’ pêwîst bû û bi awayekî cilên (çermî) ku wan girtin nîşaneyeke rastiyê bûn û ew yek nîşaneyek bûn ji bo me.

“Ey Benîadem! Me cil dane we da ku hûn bi wan şerma xwe veşêrin û her wiha xweşik bibin. Lê cilên rastiyê yên herî baş in.  Ew ji nîşaneyên Xwedê ne ku belkî ew nesîhetê ji wan bigirin.

Sureya E’raf 7:26

Pirseke baş ev e: em ê çawa ‘cilên rastiyê’ bigirin? Pêxemberên piştre wê bersiva vê pirsa gelekî girîng bidin.

Gotinên Xwedê yên di Darizandin û Dilovaniyê de

Xweda bi tenê van sê tiştan nake ji bo Adem û Hewa û me (zarokên wan), her wiha ew Gotina Xwe dibêje. Di her du çîrokan de Xweda behsa ‘dijmin’ dike, lê di Tewratê de dibêje ku ev ‘dijmin’ wê di navbera jin û mar (Şeytan) de be. Ev peyama spesîfîk li jêr jî hatiye dayîn. Min kesên ku behsa wan tê kirin di nav kevanekê () de dane. Xweda dibêje:

“Û Ez (Xweda) ê dijmintiyê bixim

navbera te (Şeytan) û jinê,

û navbera zarokê te û wê;

ew (zarokê jinê) ê serê te (Şeytên) bipelixîne,

û tê (Şeytan) êrîşî paniya (zarokê jinê) bikî.

Destpêk 3:15

Ev mamikek e – lê tê fêmkirin. Heke hûn bi baldarî bixwînin, hûn ê bibînin ku behsa pênc karakterên cuda tê kirin Û behsa pêxemberiyeke di demên pêş de tê kirin (ji ber ku her tim ‘ê’ya dema bê hatiye bikaranîn). Karakter ev in:

  1. Xweda (yan Allah)
  2. Şeytan (yan Îblîs)
  3. Jin
  4. Zarokê jinê
  5. Zarokê Şeytên

Her wiha mamik nîşan dide bê ev karakter wê di dema bê de çawa girêdayî hev du bin. Ev li jêr hatiye nîşandan.

Karakter û têkiliya wan a di Wehda ku Xwedê di Bihuştê de daye

Ew nabêje bê jin kî ye. Lê Xweda behsa ‘zarokekî’ Şeytên û ‘zarokekî’ jinê dike. Ev tiştekî razmend e û em der barê zarokê jinê de tu tiştî dizanin. Ji ber ku ji zarok re dibêje ‘ew’ û ‘wî’, em dizanin ku ew zarok mirovekî nêr e. Bi vê agahiyê em dikarin çend şîroveyên muhtemel ji holê rakin. Ji ber ku ‘wî’ ye, ne ‘wê’ ye, nexwe ew zarok ne jin e – lê mêr jî ji jinekê tê. Ji ber ku ‘wî’ ye, ne ‘wan’ e, nexwe zarok yek e (yanî ne pirjimar e). Yanî ew zarokê ku behsa wî tê kirin NE komeke mirovan e ku aîdî nasnameyeke neteweyî yan jî ya dînekî diyar e. Ji ber ku ‘wî’ ye, nexwe ne ew heyberekî ne candar e (ango zarok mirovek e). Ev yek bi awayekî zelal îhtîmala ku zarok felsefeyek, doktrînek an jî dînek e ji holê radike. Her wiha zarok NE (wek mînak) Xiristiyanî yan jî Îslam e, ji ber ku hingê wê jê re negota ‘wî’, her wiha ew ne komeke mirovên Cihû, Xiristiyan an jî Misilman e, ji ber ku hingê wê jê re bigota ‘wan’. Tevî ku razmendiya bê ‘zarok’ kî ye hê li holê ye jî, me gelek îhtîmalên ku belkî bi awayekî xwezayî werin bîra me ji holê rakirin.

Em ji hevokên dema bê fêm dikin ku ew wehd encama planeke armanckirî ya di serê Xwedê de ye. Ev ‘zarok’ ê serê Şeytên bipelixîne (yanî wî tune bike), lê di heman demê de Şeytan ê ‘êrîşî paniya wî bike’. Razmendiya bê ev tê çi wateyê ne aşkera ye li vê derê. Lê em dizanin ku planeke Xwedê wê aşkera bibe.

Bala xwe bidinê bê Xwedê ji Adem re çi NEGOTIYE. Ew soza zarokekî nade mêr, lê ew soza zarokekî dide jinê. Ev tiştekî gelekî awarte ye, bi taybetî ji ber ku di Tewrat, Zebûr û Încîlê de behsa kurên ku ji bavan tên gelekî tê kirin. Secereyên ku di Tewrat, Zebûr û Încîlê de hatine dayîn bi piranî bi tenê dibêje kîjan kur ji kîjan bavî hatine. Lê ev wehda di Bexçe de cuda ye – tê de wehda zarokekî ku wê ji mêrekî were nîn e. Tewrat bi tenê dibêje ji jinê wê zarokek were – bêyî ku behsa mêrekî bike.

Ji nav hemû mêrên ku hatibûn dinyayê bi tenê bavê du kesan ê mirov tune bû. Ê pêşî Adem bû, ew rasterast ji aliyê Xwedê ve hate afirandin. Ê duyem Îsa el Mesîh (AS) bû ku ji keçekê hatibû dinyayê – yanî bavê wî yê mirov tune bû. Ev yek li tespîta me ya zarok ‘wî’ ye, ne ‘wê’ye yan jî ne ‘wan’ e tê. Îsa el Mesîh (AS) zarokê jinekê ye. Lê dijmin kî ye, ‘zarokê’ Şeytên kî ye? Li vir cih nîn e ku em bi berfirehî bidin ser şopa wî, lê Kitêb behsa mirovekî hikimdar ê bi navê ‘Kurê Wêraniyê’, ‘Kurê Şeytên’ û bi navên din dikin û dibêjin ku ew ê li dijî ‘Îsa’ (Mesîh) rabe. Ew bi navê Decal jî tê zanîn. Pirtûkên piştre behsa şerekî di navbera Dijberê Îsa û Îsa (Mesîh) de dikin. Lê wekî formeke embriyo ya di destpêka dîrokê de behsa wî tê kirin.

Lûtkeya dîrokê ango şerê ku di navbera Şeytên û Xwedê de berî demeke dirêj li Bexçe dest pê kiribû, bi heman destpêkê di Pirtûka yekem de tê dayîn. Gelek pirs mane û gelek pirsên din jî çêbûne. Heke em ji vir bidomînin û ji Peyamnêrên serkeftî hîn bibin, em ê bersiva pirsên xwe baştir bigirin û em ê dema ku em tê de dijîn baştir fêm bikin. Em ê bi Adem û Hewayê û kurên wan Qabil û Habil bidomînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *