Home » Roj 6 – Îsa Mesîh û Îna Pîroz

Roj 6 – Îsa Mesîh û Îna Pîroz

  • by

Sureya Cumu’eyê (Sure 62, În) ji me re dibêje ku roja îbadetê ya ji bo Misilmanan roja înê ye. Lê Sureya Cumu’eyê pêşî şertekî datîne – ku pêxember Îsa (AS) qebûl kiriye di rola xwe de wekî Mesîh de. Cumu’e berî ku îlan bike ku roja îbadetê roja înê ye, ew vê yekê dibêje:

Bibêje: Gelî Cihûyan, heke hûn dibêjin ku ji nav mirovan Xwedê hûn hilbijartine, nexwe mirinê bixwazin, eger hûn rast dibêjin.” Lê belê Cihû ji ber kar û kiryarên ku kirine tu carî mirinê naxwazin. Xweda bi sextekaran dizane.

Sureya Cumu’eyê 62:6-7

Ev ayetên di Sureya Cumu’eyê de dixwazin bibêjin heke hûn bi rastî dostên Xwedê ne, nexwe ji mirinê netirsin. Lê ji ber ku bi wan (û me) re şik hene li ser kirinên wan ên qenc, xwe nadin ber mirinê. Lê di wê roja înê de, Roja 6. a heftiya dawî, wekî Cihûyekî, Îsa Mesîh tam bi wê ezmûnê rû bi rû ma – wî ew kir û bi diakirinê dest pê kir. Încîl li ser pêxember wiha dibêje:

Wî Petrûs û her du kurên Zebedî bi xwe re birin û dest pê kir, keder û diltengiyê ew girt. Hingê wî ji wan re got: “Dilê min gelekî teng dibe, ez dikim bimirim. Li vir bin û bi min re hişyar bimînin.” Hinekî pêşve çû, xwe deverû avêt erdê û dua kir: “Bavê min, eger bibe bila ev kasa tehl ji min derbas bibe. Lê bila ne wek ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî be.”

Metta 26:37-39

Berî ku em bûyerên wê înê bidomînin, em ê li bûyerên ku heta wê diaya înê qewimîne binêrin. Dijminê me yê aşkera, Şeytan ketibû nava Cihûdayê ku di Roja 5. de îxanetî pêxember Îsa Mesîh (AS) kiribû. Êvara din a Roja 6. pêxember şîva xwe ya dawî bi hevalên xwe ( li vir wiha ji wan re dibêjin şagirtên wî) re parve kir. Di wê şîvê de wî bi mînak û hîndariyan rave kir bê em ê çawa ji hev hez bikin û hezkirina Xwedê ji bo me çi qasî mezin e. Tiştê ku wî kiriye li vir di Încîlê de tê teswîrkirin. Piştre wî ji bo hemû bawermendan dia kir – ku hûn dikarin ji vir bixwînin.

Încîl teswîr dike bê piştî diakirina wî ya roja înê çi qewimiye:

Girtina li Bexçe

Piştî ku Îsa ev tişt gotin, bi şagirtên xwe ve derbasî aliyê din ê newala Qidronê bû. Li wê derê baxçeyek hebû. Îsa û şagirtên xwe ketinê. Cihûdayê ku ew da dest jî ev cih dizanîbû, ji ber ku Îsa û şagirtên xwe gelek caran li wir li hev diciviyan. Îcar Cihûda komeke leşker û hin parêzgerên ku Fêrisî û serekên kahînan şandibûn, bi fanos, xetîre û çekan ve bi xwe re anîn û hat wê derê. Îsa hemû tiştên ku wê bihatana serê wî dizanîbû. Îcar derket pêş û ji wan re got: “Hûn li kê digerin?” Wan lê vegerand û gotin: “Li Îsayê Nisretî!” Îsa ji wan re got: “Ez ew im.”

Cihûdayê ku Îsa da dest jî bi wan re bû. Gava ku Îsa ji wan re got: “Ez ew im!” ew ber bi paş ve çûn û ketin erdê. Wî dîsa ji wan pirsî: “Hûn li kê digerin?” Wan got: “Li Îsayê Nisretî.” Îsa bersiva wan da: “Min ji we re got ku ez ew im; madem hûn li min digerin, bihêlin bila ev ên ha herin.” Wî ev got, da ew peyva ku wî gotibû bê cih: “Ji yên ku te dane min, min yek ji wan winda nekir.” Hingê Şimûn-Petrûs şûrê ku pê re bû kişand û daweşand xulamê Serokkahîn û guhê wî yê rastê jê kir. Navê xulam Malxos bû. Îsa ji Petrûs re got: “Şûrê xwe bixe kalan! Ma ez wê kasa tehl a ku Bav daye min venaxwim?” Piştî vê yekê koma leşkeran û serdarê wan û parêzgerên Cihûyan Îsa girtin û girê dan. Pêşî ew birin ba Henanê ku xezûrê Qeyafa bû. Qeyafa Serokkahînê wê salê bû.

Yûhenna 18:1-13

Pêxember çû bexçeyê li derveyî Orşelîmê da ku dia bike. Cihûda leşker anîn wir da ku wî bide girtin. Heke em bi girtinê re rû bi rû bimînin, yan em ê şer bikin, yan birevin yan jî xwe veşêrin. Lê pêxember Îsa Mesîh (AS) ne şer kir ne jî reviya. Wî dizanî ku pêxemberê ku ew lê digerin ew e. Bi aşkerakirina xwe ya zelal (“Ez ew im”) wî leşker şaşwazî kirin û hevalên wî xwe xelas kirin. Pêxember hişt ku wî bigirin û bibin mala Henan ji bo pirsyarîkirinê. 

Pirsyarîkirina Yekemîn

Încîl qeyd dike bê pêxember li wir çawa hatiye pirsyarîkirin:

Hingê Serokkahîn, Îsa li ser şagirtên wî û hînkirina wî kişand pirsyariyê. Îsa bersiv da û got: “Ez bi aşkerayî bi xelkê re peyivîm. Min her dem li kenîştan û li Perestgeha ku hemû Cihû lê diciviyan hîndarî dikir. Min tu tişt bi dizî negot. Tu çima min dikişînî pirsyariyê? Ji yên ku ez bihîstime bipirse, ka min ji wan re çi gotiye; ew dizanin ku min çi gotiye.” Dema ku Îsa wiha peyivî, yek ji parêzgerên ku li wê derê disekinîn sîleyek lê xist û got: “Çawa tu bersiva Serokkahîn wiha didî?” Îsa lê vegerand û got: “Eger min ne rast gotibe, nerastiya min bibêje. Lê eger ez rast dibêjim, tu çima li min dixî?” Hingê Henan ew girêdayî şand ba Qeyafayê Serokkahîn.

Yûhenna 18:19-24

Pêxember Îsa Mesîh (AS) ji cem serekkahînê berê şandin cem serekkahînê wê salê ji bo pirsyarîkirinê.

Pirsyarîkirina Duyemîn

Li pêşberî hemû serekan pirsyarîkirin wê were çêkirin. Încîlê ev pirsyarîkirina ku piştre çêbûye qeyd kiriye:

Îsa birin ba Serokkahîn. Hemû serekên kahînan, rihspî û Qanûnzan li wir civiyabûn. Petrûs ji dûr ve li pey wî çû, heta ku ew gihîşt hundirê hewşa Serokkahîn. Li wir bi parêzgeran re li ber êgir rûniştibû û xwe germ dikir. Îcar serekên kahînan û hemû civîna giregiran ji bo ku biryara kuştina Îsa bidin, li hemberî wî li şahidiyê digeriyan, lê peyda nedikirin. Gelekan li ser wî şahidiya derewîn da, lê şahidiya wan hev du nedigirt. Hingê hinek rabûn û li ser wî şahidiya derewîn dan û gotin: “Me bihîst ku vî mirovî got: ‘Ezê vê Perestgeha ku bi dest hatiye avakirin, hilweşînim û di sê rojan de ez ê Perestgeheke din a ku ne bi dest hatiye çêkirin, ava bikim.’” Lê dîsa jî şahidiya wan hev du negirt. Serokkahîn rabû, li navendê rawesta û ji Îsa pirsî: “Ma tu bersivê nadî? Ev çi şahidî ye ku ev ên ha li ser te didin?” Lê Îsa tu tişt negot û deng nekir. Serokkahîn dîsa ji wî pirsî: “Ma tu Kurê yê Pîroz Mesîh î?” Îsa got: “Ez im. Û ‘hûnê bibînin ku Kurê Mirov li milê rastê yê hêza Xwedê rûniştî ye û bi ewrên ezmên tê.’” Hingê Serokkahîn cilên xwe çirandin û got: “Êdî çi hewcedariya me bi şahidan heye? We çêrkirina wî bihîst! Hûn çi dibêjin?” Hemûyan jî ew sûcdar dît û gotin ku ew yê kuştinê ye. Hingê hinekan dest pê kir û tif kirin wî, rûyê wî nixamtin, dan ber kulman û jê re gotin: “Ka pêxemberîtiyê bike!” Parêzgeran jî ew girt û dan ber sîleyan.

Marqos 14:53-65

Serekên Cihûyan biryar da ku Pêxember Îsa Mesîh were kuştin. Lê ji ber ku Orşelîm ji aliyê Romayê ve dihate birêvebirin, diviya Waliyê Romayê îdam erê bikira. Lewma wan pêxember bir cem Waliyê Romayê Pontus Pîlatos. Her wiha Încîl qeyd dike bê di heman demê de çi hatiye serê Cihûda Îskaryotê ku îxanetî wî kiribû. 

Çi hate serê Cihûdayê xayîn?

Çaxê bû sibe hemû serekên kahînan û rihspiyên gel ji bo ku Îsa bikujin bi hev  şêwirîn. Ew girêdan, birin û dan destê Pîlatosê walî. Hingê Cihûdayê ku Îsa dabû dest, gava dît ku çi biryar li ser wî hat dayîn, li kirina xwe poşman bû û sî zîv li serekên kahînan û rihspiyan zivirandin û got: “Min guneh kir. Ez bûm sedemê xwîna bêsûc.” Wan lê vegerand û gotin: “Me çi ji vê ye? Tu bifikire.” Cihûda zîv avêtin nav Perestgehê û derket. Ew çû û wî xwe daleqand. Serekên kahînan zîv hildan û gotin: “Nabe ku em van pereyan bixin xezîna Perestgehê, ji ber ku pereyên xwînê ne.” Bi hev şêwirîn û ji bo veşartina biyaniyan Zeviya Cerçêker kirîn. Lewma ji wê zeviyê re heta îro jî Zeviya Xwînê tê gotin.

Metta 27:1-8

Îsa Mesîh ji aliyê Waliyê Romayê ve tê pirsyarîkirin

Îsa li ber walî rawesta û wî jê pirsî: “Ma tu padîşahê Cihûyan î?” Îsa lê vegerand û got: “Erê, wek ku te got.” Çaxê ku ew ji aliyê serekên kahînan û rihspiyan ve hat sûcdarkirin, wî tu bersiv neda. Hingê Pîlatos jê pirsî: “Ma tu nabihîzî ku ew li dijî te çi qas şahidiyê dikin?” Îsa bersiv neda û peyvek jî negot, wisa ku walî gelekî şaş ma.

Adeta walî bû ku di cejnê de girtiyekî ku xelkê dixwest berde. Wê demê bi navê Barabas girtiyekî navdar hebû. Gava ku qerebalix civiya Pîlatos ji wan pirsî: “Hûn dixwazin ez kîjanî ji bo we berdim? Barabas an Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh?” Ji ber u wî dizanîbû ku wan Îsa ji çavnebariyê girtiye û dane destê wî. Çaxê Pîlatos li ser kursiyê dîwanê rûniştibû, jina wî jê re ev xeber şand: “Nebe ku tu tiştekî bi wî mirovê rast bikî, ji ber ku îşev di xewna xwe de min ji rûyê wî gelek tengahî dît.” Lê serekên kahînan û rihspiyan qerebalix qanî kirin ku bixwazin Barabas bê berdan û Îsa bê kuştin. Walî ji wan pirsî: “Ji her duyan hûn dixwazin ku ez kîjanî ji bo we berdim?” Wan jî got: “Barabas!” Pîlatos got: “Nexwe ez bi Îsayê ku jê re dibêjin Mesîh çi bikim?” Hemûyan bersiv da: “Bila bê xaçkirin!” Pîlatos pirsî: “Wî çi xerabî kiriye?” Lê ew hê bêtir qîriyan: “Bila bê xaçkirin!” Gava Pîlatos dît ku tiştek ji destê wî nayê, lê hê bêtir hengame çêbibe, wî av hilda, li ber qerebalixê destê xwe şuşt û got: “Ez ji xwîna vî mirovî bêrî me. Ev karê we ye.” Hemû xelkê bersiv da: “Bila xwîna wî di stûyê me û zarokên me de be!” Hingê wî Barabas ji bo wan berda, Îsa da ber qamçiyan û da destê wan da ku bê xaçkirin.

Metta 27:11-26

Xaçkirin, Kuştin û Veşartina Pêxember Îsa Mesîh

Încîl piştre bi hûrguliyan qeyd dike bê Pêxember Îsa Mesîh çawa hatiye xaçkirin. Va ye ew beş li vir e:

Hingê leşkerên walî Îsa birin qesrê û hemû tabûra leşkeran li ser serê wî civandin. Wan ew tazî kir û xiftanekî sor li wî kirin. Tacek ji stiriyan honandin û dan serê wî. Çîtikek kirin destê wî yê rastê, li ber wî çûn ser çokan, tinazên xwe pê kirin û gotin: “Bijî padîşahê Cihûyan!” Tif kirinê, çîtik ji dest standin û li serê wî xistin. Piştî ku tinazên xwe pê kirin, xiftan hilanîn û cilên wî lê kirin. Piştre ew birin ku wî xaç bikin. Gava ku derketin derve, wan yekî Kûrênî dît ku navê wî Şimûn bû, wan bi zorê xaça Îsa bi wî dan hilgirtin. Çaxê ew hatin wî cihê ku jê re ‘Golgota’ digotin – ku tê mana “Qoqê Serî” – wan li wir şerab û zirav tevlihevkirî danê. Lê dema ku Îsa tam kir, nexwest vexwe.

Piştî ku wan ew xaç kir, wan cilên wî bi pişk li xwe leva kirin û li wir rûniştin û çavdêriya wî kirin. Nivîsa sûcdarkirinê raserî serê wî danîn: EV ÎSAYÊ PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E. Hingê du rêbir jî bi wî re hatin xaçkirin; yek li milê wî yê rastê, yê din li milê wî yê çepê. Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, Îsa şermezar dikirin û digotin: “Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira! Eger tu Kurê Xwedê bî, ji xaçê were xwarê û xwe xilas bike!” Bi vî awayî serekên kahînan, Qanûnzan û rihspiyan jî tinazên xwe pê dikir û digotin: Yên din xilas kirin, lê nikare xwe xilas bike! Ew Padîşahê Îsraîlê ye! Ka bila niha ji xaçê bê xwarê, em ê baweriyê bi wî bînin. Ew xwe dispêre Xwedê. Eger Xwedê ji wî hez bike, bila niha wî xilas bike. Ji ber ku wî got: ‘Ez Kurê Xwedê me.’” Rêbirên ku bi wî re hatibûn xaçkirin jî bi vî awayî ew şermezar kirin. Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt. Saet li dora sisiyan Îsa bi dengekî bilind qîriya: “Elî, Elî, lama sabaxtanî?” ku tê maneya: “Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?” Gava hin ji yên ku li wir rawesta bûn ev bihîstin, gotin: “Ew gazî Îlyas dike.” Di cih de yek ji wan bezî û avgirek hilda. Wî ew bi sihikê tije kir, bi serê çîtikekê ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe. Yên din jî gotin: “Ka bihêle, em bibînin ma Îlyas wê bê ku wî xilas bike.” Îsa careke din bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da. Di wê gavê de perdeya Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe. Erd hejiya û lat qelişîn. Gor vebûn û gelek kesên pîroz ên ku miribûn, rabûn. Ew ji goran derketin û piştî rabûna Îsa çûn Bajarê Pîroz û ji aliyê gelekan ve hatin dîtin. Gava sersed û yên ku bi wî re çavdêriya Îsa dikirin erdhejîn û tiştên bûyî dîtin, ji tirsa bizdiyan û gotin: “Bi rastî jî, ev Kurê Xwedê bû!” Gelek jin li wir bûn û ji dûr ve temaşe dikirin. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn û ji wî re xizmet kiribûn. Meryema Mejdelanî, Meryema diya Yaqûb û Yûsiv û diya kurên Zebedî di nav wan de bûn.

Metta 27:27-56

Încîl teswîr dike bê çawa erh hejiyaye, lat qelişîne û gor vebûne di kêliya ku pêxember mir de û heman teswîr di Sureya Zelzeleyê (Sure 99 – Erdhej) de jî heye.

Dema erd bi heja xwe ya taybetî biheje, dema erd çi qas tiştên di zikê xwe de derîne ser xwe, dema însan jî bibêje, “Ev çima diheje û çi lê hatiye?” – Ha wê rojê erd dê hemû xeberên xwe ragihîne û bibêje, Xwedayê te bi wehiyê wisa ferman lê kiriye. Wê rojê însan bi belengazî (ji goran) radibin da ku (encamên) kirinên xwe bibînin.

Sureya Zelzeleyê 99:1-6

Sureya Zelzeleyê Roja Qiyametê teswîr dike. Hûrguliyên mirina Îsa Mesîh di Sureya Zelzeleyê de tên wê wateyê ku ew nîşaneyek bûye ji bo bedeldayîna pêwîst a ji bo wê Roja ku wê Were.

‘Qula’ di kêleka wî de

Încîla Yûhenna hûrguliyeke balkêş a di xaçkirina wî de qeyd dike. Ew dibêje:

Ji ber ku roja Amadekirinê bû û diviya roja Şemiyê cesed li ser xaçê nemînin – ji ber ku ew Şemî rojeke gelekî girîng bû – serekên Cihûyan ji Pîlatos daxwaza şikandina teşkên ên xaçkirî kirine da ku ew bên rakirin. Îcar leşker hatin; pêşî teşkên yekî û di pey de teşkên ê din ên ku bi wî re hatibûn xaçkirin, şikandin. Lê gava ku ew hatin ba Îsa û dîtin ku ew jixwe miriye, wan teşkên wî neşikandin. Lê dîsa jî ji leşkeran yekî kêleka wî bi rimê qul kir û di cih de av û xwîn herikî. – Yê ku ev dît şahidî kir da ku hûn jî bawer bikin. Şahidiya wî rast e û ew dizane ku ew rastiyê dibêje. – Ev çêbû da ku ew nivîsar bê cih: “Tu hestiyê wî nayê şikandin.” Û dîsa nivîsareke din wiha dibêje: “Ew ê li wî yê ku bedena wî qul kirine binêrin.”

Yûhenna 19:31-37

Yûhenna dît ku leşkerên Romayê kêleka Îsa bi rimekê qul kirin. Di wê qulê re xwîn û av herîkî û ew yek nîşan dide ku pêxember ji ber sekna dil miriye. 

Încîl bûyereke wê roja heftiya dawî – veşartinê qeyd dike.

Gava ku bû êvar, mirovekî dewlemend ê ji Arîmetyayê hat. Navê wî Yûsiv bû û ew bi xwe jî şagirtê Îsa bû. Çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. Pîlatos jî emir kir ku bidin wî. Yûsiv cesed hilanî, bi cawekî paqij ê keten pêça û ew di gora xwe ya nû de ya ku di latê de kolabû veşart. Wî kevirekî mezin gêr kir ber devê gorê û çû. Meryema Mejdelanî û Meryema din li pêşberî gorê rûniştibûn.

Metta 27:57-61

Roj 6 – Îna Pîroz

Di salnameya Cihûyan de her roj bi hingorê re dest pê dikir. Îcar roja şeşemîn a wê heftiyê bi şîva dawî ya Pêxember ku bi şagirtên xwe re parve dikir dest pê kir. Di dawiya wê rojê de ew hatibû girtin, gelek caran hatibû pirsyarkirin, hatibû xaçkirin, bi rimekê hatibû qulkirin û hatibû veşartin. Ji wê rojê re bi piranî ‘Îna Pîroz’ tê gotin û ew pirsekê bi me re çêdike: Rojeke ku îxanet, îşkence û mirina pêxemberekî tê de çêbûye, çawa dibe rojeke ‘pîroz’? Çima Îna Pîroz lê ne ‘Îna Xerab’?

Ev pirseke girîng e ku em ê bi domandina bûyerên rojên din ên di Încîlê de bersiva wê bidin. Lê delîlek di tabloya demê de heye, heke em bala xwe bidin wê roja înê ya di 14’ê Nîsanê de ku di heman demê de roja Derbasbûnê ye ku Cihû berxekî tê de qurbanî dikin ji bo xelasbûna xwe ya ji mirina berî 1500 salî ya li Misrê.

Roja 6. – În – a heftiya dawî ya di jiyana Îsa Mesîh de li gorî qayîdeyên Tewratê

Çîroka piraniya mirovan bi mirina wan bi dawî dibe, lê Încîl didome da ku em fêm bikin bê çima ew roj wekî Îna Pîroz hatiye dîtin. Dotira rojê Sept bû – Roja 7.

Lê pêşî em li Sureya Cumu’eyê vegerin û ji ayeta ku em li ser dixebitîn bidomînin.

Bibêje, “Ew mirina ku hûn jê direvin teqez wê bigihîje we. Piştre hûn ê bi bal ê ku her tiştî dizane ve werin vegerandin. Ew ê tiştên ku we kirine ji we re bibêje.” Gelî bawermendan, gava roja înê banga nimêjê hate dayîn, vêca bi bal zikrê Xwedê (nimêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn û firotanê berdin. Ew ji bo we çêtir e, eger hûn bizanin.

Sureya Cumu’eyê 62:8-9

Îsa Mesîh şertê di ayeta 6 û 7’an a Sureya Cumu’eyê de anî cih, ew ji ber mirinê nereviya, pêşî dia kir û piştre kete wê ezmûna mezin û nîşan da ku ew ‘dostê Xwedê’ ye. Nexwe ma ne guncan e ku ji bo bîranîna wê cesareta wî li Misilmanan hatibe fermankirin ku roja înê li mizgeftê îbadetê bikin? Wekî ku Xweda naxwaze em xizmeta pêxember ji bîr bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *