Skip to content

1Piştî ku Îsa ev tişt gotin, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û got: «Ya Bavo, saet hat! Kurê xwe bi rûmet bike, da ku Kur jî te bi rûmet bike. 2Çimkî te desthilatî li ser hemû mirovan da wî, da ku jiyana herheyî bide hemû kesên ku te dane wî. 3Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew te, tu Xwedayê bi tenê rast û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikim. 4Min tu li ser rûyê erdê bi rûmet kirî. Karê ku te spartibû min, min ew pêk anî. 5Ya Bavo, beriya ku dinya çêbe ew rûmeta ku li ba te ya min bû, bi wê niha min li ba xwe bi rûmet bike.

6«Min navê te ji wan mirovan re eşkere kir ên ku te ji dinyayê dan min. Yên te bûn, te ew dan min û wan peyva te girt. 7Ew niha dizanin, her tiştên ku te dane min, ji te ne. 8Peyvên ku te dan min, min dan wan û wan jî ew qebûl kirin. Ew bi rastî dizanin ku ez ji te hatime û bawerî anîn ku te ez şandime.

9«Ez ji bo wan dua dikim. Ne ji bo dinyayê; ez ji bo yên ku te dane min dua dikim. Çimkî ew ên te ne. 10Hemû yên ku yên min in, yên te ne; yên te jî yên min in. Û ez bi wan bi rûmet bûme. 11Êdî ez ne li dinyayê me, lê ew li dinyayê ne; niha ez têm ba te. Ya Bavê Pîroz! Bi navê xwe yê ku te da min, wan biparêze, da ku ew jî wek me bibin yek. 12Dema ku ez bi wan re bûm, bi navê te yê ku te dabû min, ez li wan bûm xweyî. Min ew parastin û tu kes ji wan winda nebû, ji bilî kurê helakê, da ku Nivîsara Pîroz bê cih. 13Lê niha ez têm ba te û hê ku ez li dinyayê me, ez van gotinan dibêjim, ji bo ku şabûna min di dilê wan de temam bibe. 14Min peyva te gihand wan û dinyayê ji wan nefret kir. Çimkî, çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne. 15Ez dua dikim, ne ji bo ku tu wan ji dinyayê rakî, lê ji bo ku tu wan ji Yê Xerab biparêzî. 16Çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne. 17Wan bi rastiyê pîroz bike û veqetîne; peyva te rastî ye. 18Wek ku te ez şandim dinyayê, min jî ew şandin dinyayê. 19Ez ji bo wan xwe dikim veqetandiyê pîroz, da ku ew jî bi rastiyê pîroz bibin û veqetin.

20«Ez ne bi tenê ji bo wan, lê ji bo yên ku bi gotina wan baweriyê bi min tînin jî dua dikim, 21da ku hemû bibin yek. Ya Bavo, çawa tu bi min re yî û ez bi te re me, bila ew jî bi me re bin, da ku dinya bawer bike ku te ez şandime. 22Rûmeta ku te da min, min da wan, da ku ew bibin yek, wek ku em yek in: 23Ez bi wan re, tu jî bi min re, da ku ew bigihîjin yekîtiyeke temam û dinya bizane ku te ez şandime û çawa ku tu ji min hez dikî, tu ji wan jî hez dikî.

24«Ya Bavo, ez dixwazim yên ku te dane min, li cihê ku ez lê me bi min re bin, da ku rûmeta ku te daye min bibînin. Çimkî te beriya damezrandina dinyayê ji min hez kir. 25Ya Bavê dadperwer! Dinya te nas nake, lê ez te nas dikim. Ev jî dizanin ku te ez şandime. 26Min navê te bi wan da zanîn û ezê hê bidim zanîn, da ku hezkirina te ya ji min, bi wan re jî be û ez bi wan re bim.»