Skip to content

Yûhenna beşên 13-16


Nefsbiçûkiya Îsa

1Îcar beriya Cejna Derbasbûnê, Îsa dizanibû saeta wî ya ku vê dinyayê berde û here ba Bav hatiye. Wî ji hemûyên xwe yên li dinyayê hez kiribû û heta dawiyê ji wan hez kir. 2Di dema xwarina şîva êvarê de, ji xwe hingê Îblîs xistibû dilê Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî, ku Îsa bide dest. 3Îsa dizanibû ku Bav hemû tişt daye destên wî û ew ji ba Xwedê hatiye û ewê dîsa vegere ba Xwedê. 4Îcar ji ser xwarinê rabû, xiftanê xwe danî aliyekî û pêşgîrek hilda, li pişta xwe pêça. 5Di pey de av kir leganekê û dest bi şuştina lingên şagirtên xwe kir û ew bi pêşgîra li pişta xwe pêçayî ziwa kirin. 6Îcar ew hat ba Şimûn-Petrûs, Şimûn-Petrûs jê re got: «Ya Xudan, ma tê lingên min bişoyî?» 7Îsa lê vegerand û got: «Niha tu fêm nakî ez çi dikim, lê paşê tê fêm bikî.» 8Petrûs jê re got: «Tu caran tu lingên min naşoyî!» Îsa bersîva wî da: «Eger ez te neşom, para te bi min re tune.» 9Şimûn-Petrûs lê vegerand û got: «Ya Xudan, nexwe ne bi tenê lingên min, lê dest û serê min jî bişo!» 10Îsa jê re got: «Yê ku hatiye şuştin, ji bilî lingên wî, ne hewce ye ku dereke wî ya din bê şuştin. Ew bi tevahî paqij e. Hûn jî paqij in, lê ne hûn hemû.» 11Çimkî Îsa dizanibû kî wê wî bide dest, ji ber vê yekê wî got: «Ne hûn hemû paqij in.»

12Piştî ku wî lingên wan şuştin, xiftanê xwe li xwe kir û dîsa li ser sifrê rûnişt. Wî ji wan pirsî: «Ma hûn dizanin ku min ji bo we çi kir? 13Hûn ji min re dibêjin ‹Mamoste› û ‹Xudan› û hûn rast dibêjin, çimkî ez ew im. 14Eger bi ser ku ez Xudan û Mamoste me jî, min lingên we şuştin, divê hûn jî lingên hevdû bişon. 15Min mînakek da we, da ku çawa min ji we re kir, hûn jî wisa bikin. 16Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, xulam ne di ser axayê xwe re ye, ne jî yê ku hatiye şandin, di ser ê ku ew şandiye re ye. 17Madem ku hûn van tiştan dizanin, xwezî bi we, eger hûn wan bikin.

Îsa Girtina Xwe Dide Zanîn

(Metta 26:20-25;Marqos 14:17-21;Lûqa 22:21-23)

18«Ez ji bo we hemûyan nabêjim; ez dizanim min kî hilbijartine. Lê divê ew nivîsar bê cih:

‹Yê ku nanê min xwar

Pehniya xwe li hember min rakir.›

19«Ez van niha, beriya ku bibin ji we re dibêjim. Wisa ku dema ew bibin, hûn bawer bikin ku ez ew im. 20Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku wî kesê ez dişînim, qebûl bike, min qebûl dike û yê ku min qebûl bike, wî yê ku ez şandime qebûl dike.»

21Piştî ku Îsa ev tişt gotin, di ruh de gelek reht bû; wî şahidî kir û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yek ji we wê min bide dest.»

22Şagirtan li hevdû nêrî û heyirîn, ka ew li ser kê dibêje. 23Yekî ji şagirtên wî, yê ku Îsa jê hez dikir, pala xwe dabû singê Îsa. 24Şimûn-Petrûs ji wî re îşaret kir û got: «Bipirse, ka li ser kê dibêje.» 25Wî jî pala xwe dabû singê Îsa, pirsî: «Ya Xudan, kî ye ew?»

26Îsa bersîv da û got: «Ez pariyê nên li xwarinê bixim û bidim kê ew e.» Di pey de wî pariyek nan hilda, li xwarinê xist û da Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî. 27Piştî ku Cihûda pariyê nên stand, Îblîs ket dilê wî. Îsa ji wî re got: «Tiştê ku tê bikî, niha zû bike.» 28Lê tu kesî ji yên ku li ser sifrê rûdiniştin, fêm nekir ku wî çima weha got. 29Ji ber ku xelîtka peran bi Cihûda re bû, hinan ji wan guman dikir ku Îsa dibêje: «Tiştên ku ji bo cejnê ji me re lazim in bikirre», an: «Tiştekî bide belengazan.» 30Gava ku Cihûda pariyê nên stand, di cih de derket derve. Û şev bû.

Emrekî Nû: Ji Hevdû Hez Bikin

31Piştî ku ew derket derve, Îsa got: «Niha Kurê Mirov hat birûmetkirin û Xwedê jî bi wî hat birûmetkirin. 32Eger Xwedê bi wî hat birûmetkirin, Xwedê jî wê wî bi xwe bi rûmet bike. Hem jî wê wî di cih de bi rûmet bike. 33Zarono! Ez hê demeke kurt bi we re me. Hûnê li min bigerin, lê wek ku min ji Cihûyan re got, niha ez ji we re jî dibêjim, hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.

34«Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. 35Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin.»

Îsa Dizane ku Petrûs Wê Wî Înkar Bike

(Metta 26:31-35;Marqos 14:27-31;Lûqa 22:31-34)

36Şimûn-Petrûs jê pirsî: «Ya Xudan, tu bi ku derê ve diçî?» Îsa bersîva wî da: «Cihê ku ez diçimê, niha tu nikarî li pey min bêyî, lê paşê tê li pey min bêyî.» 37Petrûs jê re got: «Ya Xudan, çima ez niha nikarim li pey te bêm? Ezê ji bo te canê xwe bidim.» 38Îsa bersîva wî da: «Ma tê ji bo min canê xwe bidî? Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, hê dîk bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.

Riya ku Diçe Bav

1«Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin. 2Di mala Bavê min de gelek ode hene. Eger wisa tunebûya, ma minê ji we re bigota ku ez diçim ji we re cih amade bikim? 3Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin. 4Hûn riya wî cihê ku ez diçimê dizanin.»

5Tûma jê re got: «Ya Xudan, em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê bizanin?» 6Îsa ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav. 7Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Îcar ji niha ve hûn wî nas dikin û we ew dîtiye.»

8Filîpos jê re got: «Ya Xudan, ka Bav nîşanî me bide, ev têra me dike!» 9Îsa jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas nekirime? Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye; tu çawa dibêjî: ‹Bav nîşanî me bide›? 10Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye? Gotinên ku ez ji we re dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim. Lê Bavê ku bi min re dimîne, karên xwe dike. 11Ji min bawer bikin ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye. Lê qet nebe, ji ber van karan bawer bikin. 12Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê bi min bîne, karên ku ez dikim, ew bi xwe jî wê bike. Ewê yên hê mezintir jî bike, çimkî ez diçim ba Bav. 13Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe. 14Eger hûn bi navê min tiştekî ji min bixwazin, ezê wî bikim.

Îsa Soza Şandina Ruhê Pîroz Dide

15«Eger hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih. 16Û ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne. 17Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.

18«Ez we sêwî nahêlim; ezê dîsa bêm ba we. 19Piştî demeke kurt, êdî dinya min nabîne, lê hûnê min bibînin. Madem ez dijîm, hûn jî, hûnê bijîn. 20Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe re me, hûn bi min re ne û ez jî bi we re me.

21«Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê ku ji min hez dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.»

22Cihûda – ne yê Îsxeryotî – ji wî re got: «Ya Xudan, ev çawa dibe ku tê xwe ji me re eşkere bikî, lê xwe ji dinyayê re eşkere nakî?»

23Îsa bersîva wî da û got: «Eger yek ji min hez bike, wê gotina min bigire. Bavê min jî wê ji wî hez bike û emê bên ba wî û li ba wî cih bigirin. 24Yê ku ji min hez nake, gotinên min jî nagire. Gotina ku hûn dibihîzin ne ya min e, lê ya wî Bavî ye, ku ez şandime. 25Hê ez li ba we, min ev tişt ji we re gotin. 26Lê Alîkar – Ruhê Pîroz – yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.

27«Ez aştiyê ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we nadim. Bila dilê we reht nebe û netirsin! 28We bihîst ku min ji we re got: ‹Ez diçim, lê ezê dîsa bêm ba we!› Eger we ji min hez bikira, hûnê şa bibûna ji bo ku ez diçim ba Bav. Çimkî Bav di ser min re ye. 29Min ev niha berî ku çêbin gotin, da ku, dema ew çêbin, hûn bawer bikin. 30Êdî ez bi we re pirr napeyivim, çimkî serokê vê dinyayê tê. Tu tiştê wî bi min re tune, 31lê bila dinya bizane ku ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min ez wisa dikim.

«Rabin, em ji vir herin.

1«Ez mêwa rastîn im, Bavê min jî rezvan e. 2Ew her şivika min a ku fêkî nade dibire; her şivika ku fêkî dide jî, ji bo ku bêtir fêkî bide dikezixîne û paqij dike. 3Bi gotina ku min ji we re got, ji xwe hûn paqij in. 4Bi min re bimînin, ez jî bi we re. Çawa ku şivik bi mêwê ve nemîne ji ber xwe nikare fêkî bide, hûn jî wisa bi min re nemînin hûn nikarin fêkî bidin.

5«Ez mêw im, hûn jî şivik in. Yê ku bi min re dimîne û ez bi wî re dimînim, ew gelek fêkî dide. Çimkî bêyî min hûn nikarin tu tiştî bikin. 6Eger yek bi min re nemîne, wê wek şivika mêwê bê avêtin derve û hişk bibe. Hingê ew tên civandin, tên avêtin nav êgir û dişewitin. 7Eger hûn bi min re bimînin û gotinên min li ba we bimînin, hûn her çi dixwazin bixwazin, wê ji we re bê dayîn. 8Bi zêde fêkî dayina xwe û bi şagirtbûna min, hûnê bavê min bi rûmet bikin.

9«Wek ku Bav ji min hez dike, ez jî wisa ji we hez dikim. Di hezkirina min de bimînin. 10Eger hûn emrên min bînin cih, hûnê di hezkirina min de bimînin; çawa ku min emrên Bav anîn cih û ez di hezkirina wî de dimînim. 11Min ev tişt ji we re gotin, da ku şabûna min bi we re be û şabûna we temam bibe. 12Emrê min ev e: Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir. 13Tu hezkirin ne di ser wê hezkirinê re ye ku mirovek di ber dostên xwe de canê xwe dide. 14Eger hûn tiştên ku min li we emir kirin bînin cih, hûn dostên min in. 15Êdî ez ji we re nabêjim ‹xulam›; çimkî xulam nizane ku axayê wî çi dike. Ez ji we re dibêjim ‹dostên min›; çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin, min bi we dan zanîn. 16Ne we ez hilbijartim, lê min hûn hilbijartin û kifş kirin, da ku hûn herin fêkî bidin û fêkiyê we bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin ewê bide we. 17Emrê min ji bo we ev e: Ji hevdû hez bikin.

Dijminahiya Dinyayê

18«Eger dinya ji we nefret bike, bizanin ku beriya we, ji min nefret kiriye. 19Eger hûn ji dinyayê bûna, dinyayê wê ji yên xwe hez bikira. Lê ji bo ku min hûn ji dinyayê hilbijartine, hûn ne ji dinyayê ne. Ji ber vê yekê dinya ji we nefret dike. 20Peyva ku min ji we re got bînin bîra xwe: ‹Xulam ne di ser axayê xwe re ye.› Eger wan tengahî dabe min, wê tengahiyê bidin we jî. Eger wan gotina min girtibe, wê gotina we jî bigirin. 21Lê van hemû tiştan wê ji ber navê min bi we bikin, çimkî ew, wî yê ku ez şandime nas nakin.

22«Eger ez nehatama û min ji wan re negota, gunehên wan wê tunebûya. Lê niha ji bo guneh hêceta wan tune. 23Yê ku ji min nefret dike, ji Bavê min jî nefret dike. 24Karên ku tu kesî nekirine, eger min di nav wan de nekiribana, wê gunehên wan tunebûya. Lê niha wan dît û dîsa hem ji min hem jî ji Bavê min nefret kirin. 25Lê belê ev yek çêbû, da ev gotina ku di Şerîeta wan de hatiye nivîsîn, bê cih:

«Wan bê sedem ji min nefret kir.»

26«Çaxê Alîkarê ku ezê ji ba Bav ji we re bişînim, ew Ruhê Rastiyê yê ku ji ba Bav derdikeve bê, ewê ji bo min şahidiyê bike. 27Hûn jî, hûnê şahidiyê bikin, çimkî ji destpêkê ve hûn bi min re bûne.

1«Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn neterpilin. 2Ewê we ji kinîştan bavêjin derve. Erê wextekî wisa tê, her kesê ku we bikuje wê guman bike ku xizmetê ji Xwedê re dike. 3Wê van bikin, çimkî wan ne Bav nas kir û ne jî ez. 4Lê belê min ev tişt ji we re gotin, da ku çaxê wextê wan bê, hûn bînin bîra xwe ku min ev ji we re gotine.

Li ser Ruhê Pîroz

«Min ev di destpêkê de ji we re negotin, çimkî ez bi we re bûm. 5Lê niha ez diçim ba yê ku ez şandime. Û ji nav we tu kes ji min napirse: ‹Tu bi ku derê ve diçî?› 6Îcar ji ber ku min ev tişt ji we re gotin, dilê we bi xemgînî tije bûye. 7Lê belê ez rastiyê ji we re dibêjim: Çûyîna min ji bo we çêtir e. Eger ez neçim, Alîkar ji we re nayê. Lê eger ez herim, ezê wî ji we re bişînim. 8Dema ku ew bê, ewê derbarê guneh, rastî û dîwanê de bala dinyayê bikişîne ser sûcên wê. 9Li ser guneh, çimkî ew baweriyê bi min naynin. 10Li ser rastiyê, çimkî ez diçim ba Bav û êdî hûn min nabînin. 11Li ser dîwanê, çimkî serokê vê dinyayê sûcdar hatiye derxistin.

12«Hê gelek tiştên ku ez ji we re bêjim hene, lê niha hûn nikarin wan ragirin. 13Lê dema ku ew Ruhê Rastiyê bê, ewê we ber bi hemû rastiyê ve bibe. Çimkî ew ji ber xwe napeyive, lê tiştên ku bibihîze wê bêje û tiştên ku wê bibin, wê bi we bide zanîn. 14Ewê min bi rûmet bike, çimkî ewê ji yê min bistîne û bi we bide zanîn. 15Her çiyê Bav hebe, yê min e. Ji ber vê yekê min got ku ewê ji yê min bistîne û bi we bide zanîn.

Xemgînî û Şahî

16«Piştî demeke kurt, êdî hûn min nabînin. Dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin.» 17Ji şagirtên wî hinekan ji hevdû re gotin: «Ev çi ye ku ew ji me re dibêje? ‹Piştî demeke kurt hûn min nabînin û dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin.› Û dibêje: ‹Çimkî ezê herim ba Bav›?» 18Îcar wan digot: «Ev ‹dema kurt› a ku dibêje çi ye? Em fêm nakin ku ew çi dibêje.»

19Îsa dizanibû ku ew dixwazin jê bipirsin; li ser vê yekê wî ji wan re got: «Hûn li ser gotina min a ‹Piştî demeke kurt hûn min nabînin û dîsa piştî demeke kurt hûnê min bibînin› ji hev dipirsin? 20Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûnê bigirîn û li xwe bixin, lê dinya wê şa bibe. Hûnê xemgîniyê bikişînin, lê xemgîniya we wê bibe şahî. 21Dema ku jin zarokê tîne dinyayê, êşê dikişîne. Lê piştî ku zarok anî, bi wê şabûna ku mirovek hatiye dinyayê, êdî ew êşa xwe nayne bîra xwe. 22Niha hûn jî xemgîn in, lê ezê we dîsa bibînim û dilê we wê bi şahiyê tije bibe. Û tu kes vê şahiya we ji we nastîne. 23Dema ku ew roj bê, hûn tu tiştî ji min napirsin. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, hûn bi navê min her çi ji Bav bixwazin, ewê bide we. 24Heta niha we bi navê min tu tişt nexwest. Bixwazin, hûnê bistînin, wisa ku şahiya we temam bibe.

Ez li hember Dinyayê bi ser Ketim

25«Min ev tişt ji we re bi meselan gotin. Wext tê ku êdî ez bi meselan ji we re nabêjim. Êdî ezê bi eşkereyî ji we re li ser Bav bêjim. 26Wê rojê hûnê bi navê min bixwazin; ez ji we re dibêjim, ne lazim e ku ez ji bo we ji Bav bixwazim; 27Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî hûn ji min hez dikin û bawer dikin ku ez ji ba Xwedê hatime. 28Ez ji ba Bav derketim û hatim dinyayê. Dîsa ez dinyayê dihêlim û diçim ba Bav.»

29Şagirtên wî gotin: «Va ye, niha tu bi eşkereyî dipeyivî û qet bi meselan nabêjî. 30Niha em fêm dikin ku tu her tiştî dizanî û hewcedariya te tune ku kesek ji te bipirse. Ji bo vê yekê em bawer dikin ku tu ji ba Xwedê hatiyî.»

31Îsa ji wan re got: «Niha hûn bawer dikin? 32Wext tê, erê hatiye jî, wextê ku her yek ji we wê belav bibe, wê here cihê xwe û min bi tenê bihêle. Lê ez ne bi tenê me, çimkî Bav bi min re ye. 33Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn bi min re di aştiyê de bin. Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi zirav bin! Ez li hember dinyayê bi ser ketim.»