Skip to content
Home » Pêxember Yehya (AS) îşkenceyê dibîne û Şehîdbûna rastîn nîşan dide

Pêxember Yehya (AS) îşkenceyê dibîne û Şehîdbûna rastîn nîşan dide

  • by

Sureya Munafîqûnê (Sure 63 – Munafiq) hin kesên ku bi kêfxweşî şahidiyê dikin ji Pêxember Mihemed (AS), lê piştre derdikeve holê ku ew derewkarên beredayî ne teswîr dike.

(Ya Pêxember) Gava munafiq tên cem te, ew dibêjin: Em şahid in ku tu pêxemberê Xwedê yî. Xweda jî dizane ku teqez tu pêxemberê wî yî. Xweda teqez şahidiyê dide ku munafiq derewkar in.

Sondên xwe ji bo xwe kirine mertal û xelkê ji riya dînê Xwedê vedigerînin. Bi rastî ya ku ew dikin çiqas pîs e!

Sureya Munafîqûnê 63:1-29

Berevajî Sureya Munafîqûnê, Sureya Zumerê (Sure 39 – Civat) ‘şahidê’ durist teswîr dike.

Erd bi nûra Xwedayê xwe ronî dibe, kitêba emelan tê danîn, pêxember û şahid têne anîn û di navbera wan de bi edaletî hikim tê kirin û neheqî li wan nayê kirin.

Sureya Zumerê 39:69

Di dema Pêxember Îsa Mesîh (AS) de, ji şahidekî rastîn re ‘şehîd’ dihate gotin. Şehîd ew kes bû ku şahidiya rastiya bûyeran dikir. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ‘şehîd’.

Lê gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûn ê hêzê bistînin û li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta çar aliyên dinyayê yên herî dûr bibin şahidên min.”

Karên Şandiyan 1:8

Peyva ‘şehîd’ bi tenê ji bo wan kesên ku şahidên durist bûn dihat bikaranîn.

Her wiha peyva ‘şehîd’ van rojan pir tê bikaranîn. Ez vê peyvê dibihîzim ku dema yek tê kuştin di şerên ku îro pir in de, yan jî dema ku di şerê di navbera mezheban de şervan hev du dikujin yan jî yek tê kuştin. Bi piranî alîgirên wî kesî jê re dibêjin ‘şehîd’ (û belkî yên aliyê din ji wî re dibêjin kafir).

Ev yek rast e? Încîl dibêje bê pêxember Yehya (AS) çawa hat şehîdkirin di dema xizmeta xwe ya ji bo Îsa Mesîh (AS) de û ew çawa bûyeke mînakeke mezin ji bo fêmkirina vê yekê. Va ye Încîl wan bûyeran wiha qeyd dike:

Di wî wextî de Mîr Hêrod nav û dengê Îsa bihîst û ji xulamên xwe re got: “Ev Yûhennayê meshker e, ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê ev karên hêzdar bi destê wî tên kirin.” Ji ber ku Hêrod ji ber Hêrodiya jina birayê xwe Filîpos, Yûhenna girtibû û ew avêtibû zîndanê. Ji ber ku Yûhenna ji wî re digot: “Nabe ku tu jinbira xwe bînî.” Loma Hêrod dixwest ku wî bikuje, lê ji xelkê ditirsiya. Ji ber ku wan ew pêxember hesab dikirin. Îcar di rojbûyîna Hêrod de keça Hêrodiyayê li ber vexwendiyan reqisî. Ev yek li Hêrod gelek xweş hat û wî soz da û sond xwar ku keçik her çi jê bixwaze, ew ê bide wê. Keçika ku ji aliyê diya xwe ve hatibû şîretkirin, ji Hêrod re got: “Serê Yûhennayê meshker, li vir li ser sêniyekê bide min.” Padîşah xemgirtî bû, lê ji ber sonda xwe û ji ber ên ku bi wî re li ser sifrê rûniştibûn, wî emir kir ku daxwaza wê bê cih. Wî şand û di zîndanê de serê Yûhennayê meshker da jêkirin. Serê wî li ser sêniyekê anîn û dan keçikê. Wê jî ew ji diya xwe re bir. Hingê şagirtên Yûhenna hatin, cesedê wî birin û ew veşartin. Paşê çûn û ji Îsa re gotin.

Metta 14:1-12

Em hîn dibin bê çima pêxember Yehya (AS) hatiye girtin. Padîşahê herêmê (Herod) jina birayê xwe jê standiye û ew kiriye jina xwe – qanûna şerîeta Mûsa (AS) binpê kiriye. Pêxember Yehya bi awayekî vekirî gotiye ew tiştekî xelet e, lê padîşahê bêexlaq, li şûna ku guh bide pêxember, ew avêtiye zindanê. Jina wî ya ku ji wê zewaca nû berjewendiyên wê hebûn, ji ber ku ew êdî jina padîşahekî xwedî hêz bû, dixwest pêxember bêdeng bike, ji ber vê yekê wê kiriye ku keça wê ya kamil danseke şehwanî bike li pêşiya mêrê wê yê padîşah û mêvanên wî yên li şahiyê. Ew bi dansa keçikê wisa mest bû ku soz dayê heke ew çi jê bixwaze ew ê bidiyê. Diya keçikê jê re gotibû serê pêxember Yehya (AS) bixwaze. Ji ber vê yekê pêxember Yehyayê ku di zindanê de bû, ji ber ku wî rastî gotibû, di cih de hate serjêkirin, ji ber ku dansa şehwanî ya keçikê padîşah xistibû kemînê li pêşberî mêvanên wî.

Îcar em dibînin ku pêxember Yehya (AS) ne bi kesî re şer kiriye ne jî hewl daye ku padîşah bikuje. Wî bi tenê rastî gotiye. Ew netirsiyaye û hişyarî daye padîşahekî bêexlaq digel ku tu hêza wî nebû li hemberî wî padîşahê xurt. Wî rastî gotiye ji ber hezkirina xwe ya ji bo qanûna şerîetê ya ku ji pêxember Mûsa (AS) re hatibû wehiykirin. Ev mînakeke baş e ji bo nîşandana bê em îro çawa şer dikin (bi gotina rastiyê) û çawa şer dikin ji bo (rastiya pêxemberan). Pêxember Yehya (AS) ne hewl da padîşah bikuje ne jî şoreşekê yan jî şerekî bide destpêkirin.

Encama şehadeta Yehya

Helwesta wî gelekî bibandor bû. Padîşah ji ber kuştina wî wisa ezabê wijdanê kişandiye ku fikiriye ku hîndarî û mûcîzeyên bihêz ên Pêxember Îsa Mesîh (AS) rabûna Yehya (AS) a ji nav miriyan in.

Herod bi xayîntî Pêxember Yehya kuşt, lê ew bû felaketa wî. Plana wî yek ji mînakên baş ên Sureye Fîlê ye.

Sure 105 – Fîl

(Ya Pêxember) Ma te nezanî ka Xwedayê te çi bi serê xwedanê fîl kir? Ma me plan û fenda wan berhewa û pûç nekir? Çûkên ref bi ref şande ser wan ku kevirên ji heriya pehtî avêtin ser wan.

Sureya Fîlê 105-1-4

Îsa Mesîh (AS) der barê pêxember Yehya (AS) de ev gotiye:

Dema ku şagirtên Yûhenna diçûn, Îsa ji qerebalixê re li ser Yûhenna peyivî û got: “Hûn derketin çolê da ku hûn çi bibînin? Çîtikeke ku li ber bayê diheje? Nexwe hûn çûn ku çi bibînin? Mirovekî ku cilên nermîn li xwe kirine? Ew ên ku cilên nermîn li xwe dikin di qesrên padîşahan de ne. Nexwe hûn derketin ku çi bibînin? Pêxemberekî? Erê, ez ji we re dibêjim ji pêxemberekî hê zêdetir. Ev ew e yê ku li ser hatiye nivîsîn:

‘Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim,

Ew ê li pêşiya te riya te amade bike.’

Bi rastî ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, yekî ji Yûhennayê meshker mezintir derneketiye. Lê di Padîşahiya Ezmanan de yê herî biçûk ji wî mezintir e. Ji roja Yûhennayê meshker û heta niha, zor li Padîşahiya Ezmanan tê kirin û yên zordar wê bi dest dixin. Ji ber ku hemû pêxemberan û Şerîetê heta dema Yûhenna pêxemberîtî kirin û eger hûn dixwazin vê yekê qebûl bikin, Îlyasê ku diviya bihata ew e. Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.

Metta 11:7-15

Li vir Mesîh esehî dike ku Yehya (AS) pêxemberekî mezin bû û ‘amadekar’ bû ji bo kehaneta ku wê pêk were. Ew di wê rojê de kete Padîşahiya Ezmanan – lê Herod –digel ew qas xurtiya xwe – tu tişt bi dest nexist, ji ber ku wî guh neda pêxemberan.

Mirovên xedar hebûn di dema pêxember Yehya (AS) de ku serê mirovan jê dikirin, çawa ku îro jî mirovên xedar hene ku heman tiştî dikin.  Ev mirovên xedar êrîşî Padîşahiya Xwedê jî dikin. Lê ew ê nekevinê. Têketina Padîşahiya Ezmanan tê wateya ketina ser riya Yehya – ku şahidiya rastiyê jê re divê. Em ê aqilane tevbigerin, heke em vê mînakê bişopînin, ne mînakên wan kesên din ên ku xedarên roja me ne.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *