Skip to content

Pêxember Îsa (AS) baş dike: bi Erka Gotinê

  • by

Sureya Ebese (Sure 80- Rûyê xwe tirş kir) dibêje ku Pêxember Mihemed (AS) rastî zilamekî kor tê.

Wî rûyê xwe tirş kir û berê xwe jê guherand, dema yê kor hate cem. Ma tu çi dizanî (Ya Mihemed), dibe ku ew xwe (ji gunehan) paqij bike.

Sureya Ebeseyê 80:1-3

Digel ku derfeta ji bo fêmkirina ruhî hebû, pêxember Mihemed (AS) ew zilamê kor baş nekir. Pêxember Îsa Mesîh (AS) di nav pêxemberan de bêhempa bû ku wî karî zilamê kor baş bike. Ew xwedî erkeke wisa bû ku li ba pêxemberên din peyda nedibû, pêxemberên wekî Pêxember Mûsa, Pêxember Îbrahîm û Pêxember Mihemed (AS) jî di nav de. Ew tekane pêxember bû ku ku xwediyê wê erkê bû ku bikaribe meydanxwestina ku di Sureya Xafirê (Mumîn) de hatiye dayîn qebûl bike.

Bêguman e, ew (pût) ê ku  hûn min gazî bal îbadetkirina jê re dikin bersiva tu gaziyê nade, ne li dinyayê ne jî li axretê. Bêguman vegera me her bi bal Xwedê ve ye û yên sînorbuhêr teqez xelkê êgir in.

Sureya Xafirê 40:43

Sureya Maîdeyê (Sure 5 – Sifre) mucîzeyên Îsa Mesîh bi vî awayî teswîr dike:

Wê demê Xwedê got, “Ya Îsayê kurê Meryemê, ew qencî û kerema ku min li te û dayîka te kiribû bîne bîra xwe; wê dema min bi ruhê pîroz piştgiriya te kir ku di dergûşê de tu digel mirovan peyivî û piştî ku tu mezin bûyî jî, dema min tu fêrî nivîsîn û hîkmetê, Tewrat û Încîlê kirî û dema te bi destûra min ji heriyê peykerê teyran çêdikir û te pif dikirê û bi destûra min dibû teyrek, dema te bi destûra min korê ji zikmakî û nexweşê çermbelekî sax dikir û dema bi destûra min te mirî zindî dikirin, dema me eziyeta Îsraîliyan a li ser te da paş, dema te mûcîzeyên aşkera ji wan re anîn û yên ku kafir bûn, gotin, ‘Ev ji sêrbaziyeke aşkera pê ve ne tiştekî din e.’”

Sureya Maîdeyê, Sure 5:110

Sureya Alî Îmran (Sure 3 – Malbata Îmran) erka wî ya di mûcîzeyan bêtir teswîr dike.

(Xweda wê) wî ji bo Îsraîliyan bi pêxemberî bişîne (û ew ê ji wan re wiha bibêje:) “Min ji cem Xwedayê we ji bo we mûcîzeyek aniye; ez ji bo we ji heriyê şeklê teyran çêdikim û paşê ez pif dikimê, vêca bi destûra Xwedê ew dibe teyr. Dîsa bi destûra Xwedê ez kor û kotiyan rehet dikim û miriyan jî sax dikim. Ez tiştê ku hûn li malên xwe dixwin û hiltînin ji we re jê xeber didim. Eger bi rastî hûn bawermend bin, di vê rewşê de ji bo we îbret hene. Ji bo ku ez Tewrata beriya xwe rast bidêrim, hin tiştên ku ji we re heram bûn, ez ji we re helal dikim û min ji nik Xwedayê we mûcîzeyek ji bo we aniye. Nexwe ji (xezeba) Xwedê bitirsin û bi gotina min bikin.

Sureya Alî Îmran, 3:49-50

Koran dît, kotî baş bûn û mirî sax bûn! Ji ber vê yekê Sureya Maîdeyê (5:110) dibêje Îsa Mesîh (AS) ‘mûcîzeyên aşkera’ nîşan dan û Sureya Alî Îmran (3:49-50) dibêje ku Nîşaneyên wî ‘ji bo we’ ‘ji ba Xwedê’ tên. Ma ew ê nebûya ehmeqî ku wan guh nedaya wateya van nîşaneyên xurt?

Berê me dît ku Pêxember Îsa Mesîh (AS) bi erkeke gelekî mezin difikirî, erka ku bi tenê Mesîh xwediyê wê bû dikarî bi kar bîne. Piştî xelaskirina hîndariya Weaza li serê Çiyê Încîl dibêje ku:

Dema ku Îsa ji çiyê hat xwarê, qerebalixeke mezin li pey wî çû. Îcar kotiyek hat ba wî, li ber wî deverû çû erdê û got, “Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî!” Îsa jî destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got, “Ez dixwazim, paqij bibe!” Di cih de kotîbûna wî paqij bû. Hingê Îsa jê re got, “Binêre! Tu ji kesî re nebêjî! Lê here, xwe nîşanî kahîn bide û diyariya ku Mûsa emir kiriye pêşkêş bike da ku ji wan re bibe şahidî.”

Metta 8:1-4

Pêxember Îsa (AS) îcar erka xwe bi başkirina zilamekî gurî nîşan dida. Wî bi tenê got ‘Paqij bibe’ û ew zilam hem paqij bû hem jî baş bû. Erka gotinên wî ya ku hem baş bike hem jî hîndariyê bike hebû.

Piştre Îsa (AS) rastî ‘dijiminekî’ hat. Romayî ji ber ku wê demê dagirkerên welatê Îsraîliyan bûn ji wan dihate nefretkirin. Cihûyan wê demê bi çavê ku niha hin Filîstînî li Îsraîliyan dinêrin li Romayiyan dinêrî. Wan herî zêde ji leşkerên Romayê yên ku bi piranî hêza xwe ji bo xerabiyê bi kar dianî nefret dikir. Ji wan jî zêdetir Cihûyan ji ‘sersedên’ Romayê yên ku ferman didan wan leşkeran nefret dikir. Îsa (AS) îcar rastî ‘dijminekî’ wisa hatibû. Bi vî awayî wan hev du dît:’

Îsa Mesîh (AS) û Sersedek

Gava ku Îsa ket Kefernahûmê, sersedek hat ba wî û bi lava jê re got, “Ya Xudan, xulamê min ê felcbûyî bi êşeke giran li malê di nav nivînan de ye.” Îsa ji wî re got, “Ez ê bêm û wî qenc bikim.” Sersed lê vegerand û got, “Ya Xudan, ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min, lê bi tenê peyvekê bibêje û xulamê min wê qenc bibe. Ji ber ku ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin emrê min de leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim ‘Here’, ew diçe; ji yekî din re dibêjim ‚‘Were’, ew tê. Ez ji xulamê xwe re dibêjim ‘Vê bike’, ew dike.” Gava ku Îsa ev yek bihîst, şaş ma û ji yên ku li pey wî dihatin re got: “Bi rastî, ez ji we re dibêjim, di Îsraêlê de jî min baweriyeke wiha di dilê kesekî de nedît. Ez ji we re dibêjim ku ji Rojhilat û ji Rojava gelek wê bên û di Padîşahiya Ezmanan de bi Îbrahîm, Îshaq û Yaqûb re li ser sifrê rûnin. Lê zarokên Padîşahiyê wê bên avêtin nav tariya derve û wê li wê derê bibe girîn û qirçîna diranan.” Îcar Îsa li sersed zivirî û jê re got: “Here, bila wek ku te bawer kir ji te re bibe.” Û di wê gavê de xulamê wî qenc bû.

Metta 8:5-13

Gotinên Mesîh xwe erkeke wisa bûn ku wî bi tenê ferman dida û tiştek ji dûr ve pêk dihat! Lê tiştê ku Îsa (AS) matmayî hişt ew bû ku bi tenê ew ‘dijminê’ pagan xwedî wê îmanê bû ku bi hêza Gotina Wî hesiyabû û dizanî- ku Mesîh xwedî wê erkê ye ku tiştekî Bibêje ew ê Bibe. Zilamê ku em jê hêvî nakin (ji ber ku ew ji mirovên ‘xelet’ û ji dînê ‘xelet’ bû), îmanê bi gotinên Îsa (AS) bîne, wê rojekê beşdarî ziyafeta li Bihuştê bibe digel Îbrahîm û kesên rast, lê belê ew kesên ku ji dînên ‘rast’ in û ji mirovên ‘rast’ in, wê beşdarî wê ziyafetê nebin. Îsa (AS) hişyariyan dide me û dibêje tiştê ku garantiya bihuştê dide me ne dîn e ne jî veraset e.

Îsa keça serekekî kenîşteyê ji mirinê radike

Ev nayê wê wateyê ku Îsa Mesîh (AS) Serekên Cihû baş nekirin. A rast yek ji mûcîzeyên herî xurt ên wî ew e ku wî keça serekekî kenîşteyê ji mirinê rakir. Încîl vê yekê bi vî awayî qeyd dike:

Gava Îsa vegeriya, qelebalixê ew qebûl kir, ji ber ku hemû li hêviya wî bûn û serekekî kenîştê hat ku navê wî Yayîros bû. Wî xwe avêt ber lingên Îsa û jê lava kir da ku ew pê re here mala wî. Ji ber ku keçeke wî ya yekta hebû ku nêzîkî diwanzdeh salî bû û li ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, qelebalixê belaya xwe jê venedikir û jineke ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû û her tiştên ku wê abora xwe pê dikir jî dabû hekîman û kesekî nikaribû wê qenc bike, ji pişt ve hat û destê xwe li rêşiyên kirasê Îsa da û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya. Îsa pirsî, “Ew kî bû ku destê xwe li min da?” Gava hemûyan înkar kir, Petrûs got, “Mamoste, qelebalix li te tê hev û li te teng dikin.” Lê Îsa got, “Yekî destê xwe li min da; ez pê hesiyam ku hêz ji min derket.” Gava jinikê dît ku ew veşartî nema, lerizî, hat û li ber wî xwe avêt erdê û li pêş tevahiya xelkê got ku wê ji ber çi destê xwe li wî da û çawa ew di cih de qenc bû. Îsa ji wê re got, “Keça min, baweriya te tu qenc kirî. De îcar bi silamet here.” Hê Îsa dipeyivî, yek ji mala serekê kenîştê hat û got, “Keça te mir. Êdî mamoste newestîne.” Gava Îsa ev bihîst, lê vegerand û got, “Netirse, tenê bawer bike, keçik wê qenc bibe!” Gava ew hat xênî, wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Yûhenna, Yaqûb û dê û bavê keçikê kes bi wî re derbas bibe. Hemû li ser wê digirîn û şîn digirtin. Lê belê Îsa ji wan re got, “Negirîn, ew nemiriye, ew di xew de ye.” Ew pê kenîn, ji ber ku wan dizanîbû ku keçik miriye. Wî rahişt destê wê, gazî wê kir û got, “Keçikê, rabe ser xwe!” Îcar ruhê wê lê vegeriya û ew di cih de rabû ser xwe. Îsa ferman da ku tiştekî xwarinê bidinê. Dê û bavê wê heyirî man. Wî tembîh li wan kir ku ew ji kesekî re nebêjin ka çi çêbûye.

Lûqa 8:40-56

Careke din tenê bi Gotineke Fermanê Îsa keçeke ciwan ji mirinê rakir. Çi dîndar çi ne dîndar e, çi Cihû çi ne Cihû, van tiştan rê li ber mûcîzeyên Îsa yên başkirina mirovan nedigirt. Wî li ku derê îman bidîta, zayenda wan kesan, neteweya wan yan jî dînê wan ferq nedikir, wî erka xwe ya başkirinê ji bo wan bi kar dianî.

Îsa Mesîh (AS) gelek kes baş kirin, hevalên wî jî tê de

Her wiha Încîl dibêje ku Îsa (AS) çû mala Petrûsê ku piştre bû berdevkê sereke yê 12 şagirtên (hevalên) wî. Dema ku ew gihîşt wê derê, wî pêwîstiyek dît û xizmet kir. Çawa ku hatiye nivîsandin:

Gava ku Îsa ket mala Petrûs, wî xesûya wî bi tayêketî razayî dît. Îsa destê xwe danî ser destê wê, tayê ew berda, jinik rabû û ji wî re xizmet kir. Gava ku bû êvar, gelek mirovên cinoyî anîn ba wî. Wî bi gotinekê cin derxistin û hemû nexweş qenc kirin. Ev çêbû da ku ew peyva ku bi devê Yeşaya pêxember hatibû gotin, bê cih: “Wî êşên me kişandin û nexweşiyên me hildan ser xwe.”

Metta 8:14-17

Ew xwedî erkê bû li ser ruhê xerab ên ku wî ji mirovan dûr dixistin ‘bi gotinekê’. Încîl piştre bi bîr dixe ku Zebûrê pêşbînî kiribû ku mûcîzeyên başkirinê wê bibin nîşaneyeke hatina ‘Mesîh’. A rast pêxember Yeşaya (AS) jî kehanet kiribû di pasajeke din de bi axaftina li ser navê Mesîhê ku wê bihata û gotibû:

 Ruhê Xwedayê Serwer li ser min e, ji ber ku Xweda ez kifş kirim. Wî ez şandim ku mizgîniyê bidim bindestan, birîna dilşikestiyan bipêçim, azadiyê ji êsîran re û vebûna zîndanê ji girtiyan re diyar bikim, sala razîbûnê ya Xweda û roja tolstandinê ya Xwedayê me diyar bikim, hemû şîndaran teselî bikim, alîkariya şîndarên Siyonê bikim. Di şûna xweliyê de tacê deynim serê wan, di şûna şînê de rûnê şahiyê bidim wan û di şûna ruhgiraniyê de cilê pesindanê bidim wan. Wê ji wan re darberûyên rastiyê bê gotin, şaxên ku Xweda danîne ku berziya wî nîşan bidin.

Yeşaya 61:1-3

Pêxember Yeşaya pêşbînî kiribû (750 BZ) ku Mesîh wê ‘nûçeyên xweş’ (=’Mizgînî’=’Încîl’) bîne ji feqîran re û ew ê xweşî, azadî û rehetiyê li mirovan belav bike. Hîndekarî, başkirina nexweşan û rakirina miriyan ew rê bûn ku pêxember Îsa (AS) wê kehanetê pêk tîne. Û wî ew hemû kirin tenê bi Gotineke ku xwedî hêz bû li ser mirovan, li ser nexweşiyan, li ser ruhên xerab û li ser mirinê bi xwe jî. Ji ber vê yekê Sureya Alî Îmran jê re dibêje:

Bîne bîra xwe dema ku ferîştehan got, “Ya Meryem! Xwedê mizgîniya kurekî bi gotineke ji cem xwe dide te. Navê wî Mesîh; Îsayê kurê Meryemê ye. Hem li dinyayê hem jî li axretê rûmetdar û yek ji yên nêzî Xwedê ye.

Sureya Alî Îmran 3:45

Û Încîl jî bi heman awayî dibêje ku Îsa (AS)

… û navê wî Gotina Xwedê ye.

Peyama Cihûda 19:13

Pêxember Îsa (AS) wekî Mesîh xwedî erkeke wisa ya axaftinê bû ku ji wî re digotin ‘Gotina ji ba Xwedê’ û ‘Gotina Xwedê’. Ji ber ku di Pirtûkên Pîroz de vî navê lê dikin, a aqilane ew e ku em jê re rêz bigirin û bi ya hîndariyên wî bikin. Di gotareke din de em ê bibînin bê çawa Xweza bi ya Gotina wî dike.

Leave a Reply

Your email address will not be published.