Skip to content
Home » Pêxember Îsa Mesîh diçe ‘Hecê’

Pêxember Îsa Mesîh diçe ‘Hecê’

  • by

Sureya Hecê (Sure 22 – Hec) ji me re dibêje ku di demên cuda de ayîn û merasîmên cuda hatine kirin. Lê di wan ayîn û merasîman de ya girîng ne qurbanîkirina goşt e, tiştê herî girîng a di dilê me de ye.

Me ji her umetê re qurbangehek daniye da ku li ser serjêkirina wan heywanên ku wek rizq me daye wan navê Xwedê bînin. Xwedayê we Xwedayekî yek e, îcar radestî ber fermana wî bibin. Mizgînê bide wan kesên ku ji bo Xwedê dilnizm in.

Ew ên ku dema navê Xwedê tê gotin, dilê wan dilerize û dema belayek bê serê wan, xwe radigirin, nimêjê bi awayê pêwîst dikin û ji rizqê me daye wan xerc dikin.

Me qurbanîkirina deveyan ji we re kiriye nîşanên dînê Xwedê, di wan de ji bo we xêr û bêr hene. Nexwe dema we serjê kirin, li ser wan navê Xwedê bînin û dema ku bi ser kêleka xwe ve ketin (mirin), êdî jê bixwin û bi xizanan jî bidin xwarin, ew ê ku hewcedariya xwe dibêjin û yê ku nabêjin jî. Her wisa me ev heywan ji we re berdest kirine da ku hûn spasdar bin.

Ne goştê wan qurbaniyan ne jî xwîna wan digihîje Xwedê, lê belê bes teqwedariya we digihîje Wî. Her wiha Xwedê ev heywan ji we re sernerm kirine da ku hûn Xwedê mezin bidêrin û mizgînê bide qencîkarên rast û durist!

Sureya Hecê 22:34-37

Av beşeke girîng a ayîn û merasîmên Hecê ye, lewma hecî li bîra ava Zemzemê digerin ji bo ku jê vexwin. Lê Sureya Mulkê (Sure 67 – Desthilatî) pirseke girîng ji me dike.

Bibêje: Eger ava we di erdê de winda bibe û biçike, de ji min re bibêjin ma kî heye ku aveke ku diherike ji we re bîne?

Sureya Mulkê 67:30

Pêxember Îsa Mesîh (AS) ev pirs kiriye li heca Cihûyan a ku ji aliyê Pêxember Mûsa (AS) ve hatiye tayînkirin. Em li vê derê di çarçoveya Hecê de li mijarê dinêrin.

Her kes dizane bê Hec çi ye. Tiştê ku kêm tê zanîn ew e ku qanûna Şerîeta Mûsa (AS) ya ku beriya 3500 salî hatiye dayîn jî li Cihûyên bawermend ferz dike ku herin heca pîroz a li Orşelîmê (Quds) her sal. Ji vê hecê re Cejna Holikçêkirinê (an jî Sukot) dihate gotin. Ew hec gelekî dişibiya Heca di roja me de. Wekî mînak her du hec jî di hefteyeke diyar a salê de tên kirin, di her duyan de jî heywan tên qurbanîkirin, di her duyan de jî aveke taybet tê bidestxistin,  di her duyan de li derve radikevin û di her duyan de li dora tiştekî pîroz digerin heft caran. Cejna Holikçêkirinê wekî Hecê bû ji bo Cihûyan. Îro jî Cihû Cejna Holikçêkirinê pîroz dikin, ew wê hinekî cuda pîroz dikin, ji ber ku Perestgeha wan a li Orşelîmê ji aliyê Romayiyan ve hate rûxandin di sala 70’î PZ de.

Încîl dibêje bê Pêxember Îsa Mesîh (AS) çawa diçû Hecê. Ew çîroka wî bi hinek ravekirinan hatiye qeydkirin.

Îsa Diçe Cejna Holikçêkirinê (Yûhenna 7)

Piştî vê yekê Îsa li Celîlê digeriya. Wî nedixwest ku di Cihûstanê de bigere, ji ber ku serekên Cihûyan li kuştina wî digeriyan. Gava Cejna Holikçêkirinê ya Cihûyan nêzîk bû, birayên wî jê re gotin: “Ji vir derkeve û here Cihûstanê da ku şagirtên te karên ku tu dikî bibînin. Ji ber ku mirovê ku dixwaze bi aşkerayî xwe bide naskirin, kirinên xwe venaşêre. Madem ku tu van karan dikî, xwe nîşanî dinyayê bide.” Ji ber ku birayên wî jî bawerî pê nedianîn.

Yûhenna 7:1-5

Birayên Îsa Mesîh henek û tinazên xwe pê dikirin, ji ber ku wan baweriya xwe bi wî nedianî. Lê piştre tiştek qewimî û wê fikra wan guherand, ji ber ku birayên wî, Yaqûb û Cihûda, piştre name nivîsandin (bi navê Yaqûb û Cihûda) ku bûne beşeke Peymana Nû (Încîl). Çi ew guherandin? Vejîna Îsa Mesîh.

Îsa ji wan re got: “Wextê min hê nehatiye, lê ji bo we wext her dem rast e. Dinya nikare ji we nefret bike, lê ji min nefret dike, ji ber ku ez şahidiyê dikim ku kirinên dinyayê xerab in. Hûn bi xwe herin wê cejnê, lê ez nayêmê. Ji ber ku hê wextê min bi tevahî nehatiye.” Ew wiha peyivî û li Celîlê ma. Lê piştî ku birayên wî çûn cejnê, ew jî rabû çû, lê belê ne bi aşkerayî, ji dizî ve. Di vê navê de Cihû di cejnê de lê digeriyan û digotin: “Ew li ku derê ye?” Di nav qerebalixê de li ser wî gelek tişt dihatin gotin. Hinekan digot: “Ew mirovekî qenc e”, hinekan jî digot: “Na, ew xelkê dixapîne.” Lê ji tirsa serekên Cihûyan, kesî nediwêrî bi aşkerayî li ser wî bipeyive. Îcar di nîvê cejnê de Îsa derket Perestgehê û dest bi hînkirinê kir. Cihû lê şaş mabûn û digotin: “Ev mirovê ku li ser nivîsaran nehatiye hînkirin, çawa ev qas bi wan dizane?” Îsa bersiva wan da û got: “Hînkirina min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê. Eger mirovek bixwaze bi daxwaza Xwedê bike, wê bizane ku hînkirina min ji Xwedê ye, yan ez ji ber xwe dibêjim. Yê ku ji ber xwe dipeyive, li rûmeta xwe digere; lê yê ku li rûmeta yê ku ew şandiye digere, ew rast e û li ba wî xapandin tune. Ma Mûsa Şerîet neda we? Dîsa jî kes ji we Şerîetê pêk nayîne. Çima hûn li kuştina min digerin?” Qerebalixê bersiva wî da: “Tu bi cinan ketiyî! Kî li kuştina te digere?” Îsa li wan vegerand û got: “Min karekî nedîtî kir, hûn hemû lê şaş man. Mûsa sinet da we – ew jî ne ji Mûsa, lê ji bav û kalan e – û hûn roja Şemiyê mirovekî sinet dikin. Madem ji bo ku Şerîeta Mûsa xera nebe, hûn roja Şemiyê mirov sinet dikin, ji bo ku min di roja Şemiyê de mirovek yekser sax kiriye, hûn çima ji min hêrs dibin? Li gorî dîtinê dadbar nekin, lê li gorî rastiyê dadbar bikin.” Hingê hinek mirovên ku ji Orşelîmê bûn digotin: “Ma ev ne ew e ku li kuştina wî digerin? Û va ye, li vir ew bi eşkereyî dipeyive û tu kes jî jê re tiştekî nabêje. Gelo serekan bi rastî fêm kiriye ku ew Mesîh e? Lê em dizanin ku ev mirov ji ku derê tê. Gava ku Mesîh bê, kes wê nizanibe bê ew ji ku derê tê.”

Yûhenna 7:6-27

Wê demê nîqaşa di navbera Cihûyan de ew bû bê Pêxember Îsa (AS) Mesîh e yan ne Mesîh e. Hin Cihûyan bawer dikir ku ew cihê ku Mesîh wê jê were wê ne diyar be. Ji ber ku wan dizanî ew ji ku derê hatiye, wan digot ji ber vê yekê dibe ku ew ne Mesîh be. Îcar wan ew baweriya ku cihê hatina Mesîh wê ne diyar be ji ku derê girtibû? Ji Tewratê? Ji nivîsarên Pêxemberan? Ne ji yekî ji wan! Pêxemberan bi awayekî zelal diyar kiribû bê Mesîh wê ji ku derê were. Pêxember Mîka (AS) di sala 700’î BZ de nivîsîbû.

Lê tu, Beytlehem Efrata, digel ku tu biçûk î di nav qebîleyên Cihûda de, kesê ku wê li ser navê min hikimdariyê li Îsraîlê wê ji te derkeve. Binyata wî digihîje berê yên destpêka demê.

Mîka 5:2

Vê kehanetê (li vir binêre ji bo bêtir hûrguliyan) gotibû ku hikimdar (=Mesîh) wê ji Beytlehemê were. Em di jidayîkbûna Mesîh de dibînin ku ew bi rastî li Beythlemê tê dinyayê çawa ku 700 salî berî zayîna wî hatiye kehanetkirin.

Ew hema bi tenê kevneşopiyeke dînî ya wê demê bû ku digot cihê ku Mesîh wê jê were wê neyê zanîn. Wan xeletiyek dikir, ji ber ku wan li ser tiştên ku pêxemberan nivîsîbûn ew yek nedigot, li şûna wê wan li ser fikrên xelkê yên wê demê ev digot – her wiha wan li ser fikrên alimên dînî ev yek digot. Divê em heman xeletiyê nekin.

Mijar wiha didome…

“Lê em dizanin ku ev mirov ji ku derê tê. Gava ku Mesîh bê, kes wê nezane ku ew ji ku derê tê.” Hingê, dema ku Îsa di Perestgehê de hîn dikir, bi dengekî bilind got: “Nexwe hûn min nas dikin û hûn dizanin ku ez ji ku derê me! Lê ez ji ber xwe nehatime. Yê ku ez şandime rastî ye, lê hûn wî nas nakin. Ez wî nas dikim, ji ber ku ez ji wî me û wî ez şandime.” Li ser vê yekê ew xebitîn ku Îsa bigirin, lê kesî dest neavêt wî, çimkî hê saeta wî nehatibû. Lê gelekan ji qerebalixê bawerî bi wî anî û gotin: “Ma gava ku Mesîh bê, wê ji kirinên vî bêtir nîşanan çêke?”

Fêrisiyan tiştên ku qerebalixê li ser Îsa dikirin pisepis bihîst. Li ser vê yekê Fêrisî û serekên kahînan ji bo girtina wî parêzger şandin. Îcar Îsa got: “Hê ji bo demeke kurt ez bi we re me; piştre ez ê herim ba yê ku ez şandime. Hûn ê li min bigerin, lê hûn min nabînin; cihê ku ez ê lê bim, hûn nikarin bênê.” Hingê Cihûyan ji hev re got: “Ev mirov wê here ku derê ku em wî nabînin? Nexwe wê here ba gelê me yê ku li nav Yewnaniyan belav bûye û Yewnaniyan hîn bike? Wateya peyvên ‘Hûn ê li min bigerin, lê hûn min nabînin û cihê ku ez ê lê bim, hûn nikarin bênê’ çi ye?”

Di roja dawîn û herî girîng a cejnê de Îsa ji piyan rawesta û bi dengekî bilind got: “Eger yek tî be, bila bê ba min û vexwe. Yê ku baweriyê bi min bîne, wek ku di Nivîsara Pîroz de hatiye gotin: ‘Wê ji dilê wî çemên ava ku jiyanê didin biherikin.’” Îsa ev peyv li ser wî Ruhê Pîroz got, ku wan ên bawerî bi wî dianîn wê bistandana. Ji ber ku Ruh hê nehatibû dayîn, ji ber ku hê Îsa nehatibû birûmetkirin.

Yûhenna 7:27-39

Di wê roja Cejna Holikçêkirinê de Cihûyan ji kaniyeke taybet a li başûrê Orşelîmê av digirt, di ‘deriyê avê’ re ew diketin nava bajêr û wan av dibir gorîgeha di nava perestgehê de. Wê rojê dema ku wan ev yek dikir, Pêxember Îsa Mesîh (AS) bi dengekî bilind, çawa ku wî berê jî gotibû, got ku ew çavkaniya ‘Ava Jiyanê’ ye. Bi gotina wê yekê wî tîbûna di nava dilê wan de ya ku ew ber bi guneh ve dibirin dianî bîra wan, çawa ku pêxemberan jî berê li ser wê yekê wiha nivîsandibû:

Dema ku wan ev gotin bihîstin, hinekan ji qerebalixê got: “Bi rastî jî ev ew pêxember e.” Hinekan jî got: “Ev Mesîh e”, lê hinekên din jî got: “Ma Mesîh wê ji Celîlê bê? Ma Nivîsara Pîroz nabêje ku Mesîh wê ji dûndana Dawid û ji gundê Dawid, ji Beytlehmê bê?” Lewma di nav qerebalixê de li ser wî dubendî çêbû. Hinekan ji wan xwest wî bigirin, lê tu kesî dest neavêt wî.

Yûhenna 7:40-44

Hingê jî wekî dema me, mirov bûbûn beş beş li ser pêxember Îsa Mesîh (AS). Çawa ku me li jorê jî dît, pêxemberan kehanet kiribû ku jidayîkbûna Mesîh wê li Beytlehemê çêbe (cihê ku Îsa lê hat dinê). Lê ew gotina ku digot Mesîh ji Celîleyê nehatiye çi bû îcar? Yeşaya pêxember (AS) di sala 700’î BZ de wiha nivîsîbû :

Lê wê tarîtiya welatê dilteng nemîne. Berê Xweda herêmên Zebûlon û Neftelî biçûk xist, lê di dema bê de, wê herêmên Riya Deryayê, aliyê din ê Çemê Ûrdunê, Celîleya miletan birûmet bike. Gelê ku di tariyê de diçe wê ronahiyeke mezin bibîne. Li ser kesên li welatê tariya kûr rûdinin, wê bibe ronahî.

Yeşaya 9:1-2

Pêxemberan pêşbînî kiribû ku Mesîh wê hîndariyê bike (bibe ronahî) li Celîleyê – cihê ku Îsa bi rastî lê dest bi hîndariyê kir û piraniya mûcîzeyên xwe lê pêk anîn. Dîsa mirovan xeletî dikir, ji ber ku ew bi baldarî li ser nivîsarên pêxemberan nedixebitîn, li şûna wê yekê wan bi tenê ji fikrên berbelav ên qebûlkirî bawer dikir.

Di vê navê de parêzkar vegeriyan ba Fêrisî û serekên kahînan. Wan ji parêzkaran pirsî: “We çima ew neanî?” Parêzkaran bersiva wan da: “Tu kes, tu caran mîna vî mirovî nepeyiviye!” Fêrisiyan got: “Nexwe hûn jî hatin xapandin? Ma ji serekan û ji Fêrisiyan kesekî bawerî bi wî aniye? Na, lê ev qerebalixa ku bi Şerîetê nizane, xezeblêbûyî ye.” Nîkodêmosê ku berê çûbû ba Îsa û ji Fêrisiyan bû, ji wan re got: “Gelo Şerîeta me, heta ku guhdariya mirovekî neke û nizanibe bê ew çi dike, ma wî dadbar dike?” Wan lê vegerand û got: “Nexwe tu jî ji Celîlê yî? Lê bikole, tê bibînî ku ji Celîlê tu pêxember dernakevin.”

Yûhenna 7:45-52

Pisporên Qanûnê ji binî ve xelet bûn, ji ber ku Yeşaya kehanet kiribû ku li ‘Celîleyê’ gel wê ronahiyeke mezin bibîne.

Ji vê mijarê du ders hatin hişê min. A pêşî ji bo me gelekî hêsan e ku em îbadetên xwe yên dînî bi xîreteke mezin lê bi zanîneke biçûk bikin. Ev yek ji bo me jî derbas dibe?

Ez ji bo wan şahidiyê dikim ku xîreta wan ji bo Xwedê heye, lê belê xîreta wan ne bi zanîn e. 

Romayî 10:2

Ji bo ku em rast bibin xwedî zanîn, divê em tiştên ku pêxemberan nivîsandine hîn bibin.

Dersa duyemîn ew e ku Pêxember Îsa Mesîh (AS) teklîfekê dike. Wî di dema Heca wan de got:

Di roja dawîn û herî girîng a cejnê de Îsa ji piyan rawesta û bi dengekî bilind got: “Eger yek tî be, bila bê ba min û vexwe. Yê ku baweriyê bi min bîne, wek ku di Nivîsara Pîroz de hatiye gotin: ‘Wê ji dilê wî çemên ava ku jiyanê didin biherikin.’”

Yûhenna 7:37:38

Ev teklîf ji her kesê (ne bi tenê yên Cihû yan jî Xiristiyan û hwd.) ku ‘tî’ re tê kirin. Hûn tî ne? (li vir). Vexwarina ji bîra Zemzemê baş e. Lê çima em ji Mesîh jî venaxwin da ku em bikaribin tîna hundirê xwe bişikînin?

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *