Skip to content
Home » Nîşaneya Tîbûna me

Nîşaneya Tîbûna me

  • by

Me di Dîroka Îsraîliyan de dît ku digel ku wan Qanûn girtiye, dîroka wan a di seranserê Încîlê de bi piranî ji bêîtaetî û gunehkirina li dijî vê Qanûnê pêk tê. Min di Danasîna Zebûrê de behs kir ku Padîşahên ku piştî Dawid û Silêman (AS) hatine tevî ku ji aliyê fizîkî ve zarokên van Padîşahên xwedayî ne, piraniya wan gelekî xerab bûne. Ji ber vê yekê Xwedê gelek pêxemberên Zebûrê şandine da ku hişyariyê bidin wan.

Yeremya – Pêxemberê Îqazkirinê

Nîşandana Yeremya Pêxember di Tabloya Demê de bi Pêxemberên din ên Zebûrê re

Yeremya pêxember (AS) –lê binêrin di Tabloya Demê ya Pêxemberan de) di nêzîkî serdema Padîşahan de jiyaye,  dema ku guneh û xerabî pir zêde bûn. Gunehên ku wî lîsteya wan çêkiriye îro jî pir berbelav in; zîna, serxweşî, bêexlaqiya cinsî, putperestî, sêrbazî, bertîlxurî, pevçûn, şîdet, sextekarî, kedxwariya dewlemendan a li ser xizanan û hwd. Lê Yeremya bi dayîna kurteyeke gunehên wan dest bi Kitêba xwe kir û hemû gunehên wan kirin du beş:

“Gelê min du guneh kirine: Wan dev ji min, kaniya ava zindî berda û wan sarnicên xwe kolandin, sarnicên şikestî ku nikarin avê di xwe de bigirin.

Yeremya 2:13

Yeremya Pêxember ji bo ku em guneh baştir fêm bikin metaforekê bi kar tîne. Xweda (di ser pêxember re) dibêje ku ew mirovên tî ne. Tîbûn ne tiştekî xerab e – lê divê wan ji ava baş vexwara. Xweda ew ava baş bû ku wan pê tîna xwe bişikanda. Lê belê li şûna ku Îsraîlî herin ba Xwedê da ku tîna xwe bişikînin, ew çûn sarincên din (yanî depoyên avê) da ku tîna xwe bişikînin, lê ew sarinc şikestî bûn û wan nedikarî tu avê di nava xwe de bigirin. Bi gotineke din, gunehê wan, bi hemû cureyên xwe, dikare bê xulasekirin bi awayê ku wan berê xwe dida tiştên ji xeynî Xwedê da ku tîna xwe bişikînin – lê tiştên din tîna wan nedişikand. Wekî encam ji ber ku Îsraîliyan hê guneh dikirin, ew hê jî tî bûn, lê wan hê jî berê xwe nedida Xwedê û wan bi wan sarincên xwe yên şikestî digirt – yanî wan bi hemû problem û zehmetiyên ku ji ber gunehên wan diqewimîn digirt.

Zanatiya Silêman ‘sarincên me yên şikestî’ derdixe holê

A rast ev yek ji aliyê Silêman (AS) ve jî hatibûn dîtin û ravekirin. Çawa ku min di Zanatiya ku ez di xwe-teslîmkirina dilovaniya xwe de hîn bûm de jî rave kir, nivîsarên Silêman bandoreke mezin li ser min kirin. Wî jiyana xwe bi awayê ku ew xwedî her tiştê bi dilê xwe bû, lê ew di dawiyê de hê jî ‘tî’ bû teswîr dikir. Wî bi vî awayî rave dikir bê wî çawa hewl dida ji ‘sarincên şikestî’ yên li derdora xwe avê vexwe.

Waiz dibêje: “Çiqas pûç û vala ye. Her tişt pûç e.” Waiz 1:2

Zanatiya Silêman û hişyariya Yeremya ji bo me hatiye nivîsandin îro. Ev bi taybetî wisa ye, ji ber ku di serdema ku em tê de dijîn de dewlemendî, xweşî, film, muzîk û hwd. bêtir hene ji serdema nifşên berê. Civaka me ya modern ji nav hemû serdeman a herî dewlemend, herî perwerdekirî, herî gerok, herî bikêf, herî bextewar e û xwedî teknolojiya herî bilind e. Lewma em dikarin bi hêsanî meylê bidin van tiştan – tiştên din ên ku bi serdema me re hatine: pornografî, têkiliyên heram, tiryak, alkol, çavbirçîtî, pere, hêrs, hesûdî – û em li bendê nê ku ev tîna me bişikînin. Em ji Qanûna hemû Pêxemberan dizanin ku ev tişt xelet in, lê em dibêjin qey ew ê tîna di dilê me de bişikînin û em wan dixwazin. Ev yek di dema Silêman de jî wisa bû, di dema Yeremya de, di dema hemû pêxemberên din de û di roja me de jî wisa ye.

Hişyariya Yeremya û Silêman ji aliyê Xwedê ve hatiye şandin da ku em çend pirsên durist ji xwe bikin.

  • Çima di serdema me ya modern de em ev qasî bi depresyonê, xwekuştinê, obezîteyê, hevberdanê, hesûdiyê, kîndariyê û tiryakiyê re micadele dikin?
  • Ji bo şikandina tîna xwe hûn kîjan ‘sarincan’ bi kar tînin. Di wan de ‘av’ heye?
  • Hûn bawer dikin ku hûn ê bi qasî Silêman bibin xwedî zanatî, hezkirin û serkeftinên dewlemendiyê? Heke wan serketinan têrî wî nekiribe, hûn bawer dikin ku ew tişt wê têrî we bikin?

Guneh bicihneanîna fermanan e, lê ew tiştekî din e jî – tiştekî wisa ye ku divê haya we jê hebe. Ew Nîşaneyeke Tîbûna me ye. Carekê ku em pê hesiyan bê ev tîbûna me ji bo çi ye, em ê zanatiyê bi dest bixin. Xwedê ev xistiye Zebûrê, ji ber ku haya Wî ji tîbûna me heye – û Ew dixwaze ku haya me baş ji wê hebe. Ji ber ku Ew ê tîna me bişikîne – Ew dixwaze. Lê ew bi awayê xwe yê her carê wê dike – kehaneteke taybet dide kirin – û di ser Yeremya re dike. Em ê di gotara xwe ya din de li vê binêrin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *