Skip to content
Home » Nîşaneya 2. a Mûsa: Şerîat

Nîşaneya 2. a Mûsa: Şerîat

  • by

Me di Nîşaneya Pêşî ya Mûsa de – Derbasbûn – dît ku Xwedê fermana mirina hemû kurikên nûzayî dabû ji xeynî yên li xaniyên ku berxikek lê hatibû qurbanîkirin û bi xwîna wî deriyê wan hatibû boyaxkirin. Firewn teslîm nebûbû, lewma kurê wî miribû û Mûsa (AS) Îsraîlî ji Misirê derxistibûn û Firewn di Behra Sor de xeniqîbû dema ku dabû pey wan.

Lê rola Mûsa wekî Pêxember ne bi tenê ew bû ku wan ji Misirê derxe, her wiha wî riya jiyaneke nû datanî ber wan – bi jiyîna li gorî Şerîetê ya ku Xwedê ava kiribû. Sureya E’la 87 – Herî Bilind) bi bîra me dixe bê Xweda çawa dinyayê li gorî qanûnên xwezayî bi rê ve dibe.

Navê Xwedayê xwe yê herî bilind pak bidêre. Ew Xwedayê ku mexlûq afirandine û bêkêmasî şekil û teşe daye wan. Ew Xwedayê ku her tişt bi pîvan kiriye û rasterê kiriye. Ew ê ku ji erdê çêreya hêşîn deraniye. Vêca stewand û kire pûşekî hişk û guhartî.

Sureya E’la 87:1-5

Bi heman awayî Ew dixwaze mirov jî li gorî Qanûnên Exlaqê bijîn.

Demeke kurt piştî derketina ji Misirê, Mûsa (AS) û Îsraîlî hatin Çiyayê Sîna. Mûsa (AS) 40 rojî hilkişiya serê çiyê da ku ew Qanûnên Şerîatê bigire. Sureya Beqere û Sureya Arafê behsa vê demê dikin bi ayeta li jêr.

Me sî şev peyman (civan) da Mûsa û me şevên din jî lê zêde kirin, vêca dema (dîdariya digel Xwedayê te bû çil şevên tekûz.) Mûsa ji birayê xwe Harûn re got: Di nav gelê min de bikeve şûna min, wan rast bike û nede pey riya mufsidan.

Sureya E’raf 7:142

Bi bîr bînin dema me sozeke saxlem ji we wergirt (ku hûn ê bi Tewratê emel bikin) û me (Çiyayê) Tûr di ser we re bilind kir. (Me ji we re got:) “Tewrata ku me daye we zexm pê bigirin, tiştên ku tê de ne bi bîra xwe bînin (û pê emel bikin) da ku hûn xwe ji ezabê Xwedê Teala) biparêzin.”

Sureya Beqere 2:63

Îcar Şerîeta ku Mûsa (AS) girt çi bû? Digel ku tevahiya Şerîetê gelekî zêde ye (613 ferman û qayîdeyên ku biryar didin bê destûra çi heye û destûra çi nîn e – qayîdeyên ku dibêjin çi heram e û çi helal) û ev ferman piraniya Tewratê pêk tînin, Mûsa pêşî desteyek fermanên taybet girtin ku ew ji aliyê Xwedê ve li ser tabletên kevirî hatibûn nivîsandin. Ew ferman bi awayê Deh Ferman tên zanîn ku bûne bingeha hemû qayîdeyên din. Ev Deh Ferman bi awayekî vebirî bingeha Şerîetê pêk bînin – ew pêşiya hemû qayîdeyên din tên. Sureya E’rafê bi vê ayetê behsa vê yekê dike:

Me ji bo Mûsa li ser lewheyên Tewratê ji şîret û hukman hemû tişt bi berfirehî nivîsîn. Vêca (Xwedê jê re got:) bi hêz û ji dil wan bigire û li gelê xwe ferman bike ku ew bi ya herî spehî bigirin. (Eger hûn ji rê derkevin) ez ê di nêz de cih û warên jirêderketiyan nîşanî we bidim (ka çawa me ew wêran kirine).

Ez ê berê wan ên ku li erdê ji neheqî û bêbextî xwe mezin dikin ji ayetên xwe dagerînim. Eger ew hemû nîşan û ayetan bibînin jî dîsa dê baweriyê bi wan neyînin. Eger ew riya hîdayetê û rastiyê bibînin jî ew ji xwe re nakin rê (û pê de naçin). Eger ew riya şaşî û xerabiyê bibînin dê ji xwe re bikin rêk. Lewra wan bi ayetên me bawerî neanî û ew jê bêagah bûn.

Sureya E’raf 7:145-146

Deh Ferman

Îcar Quran dibêje di Sureya E’rafê de dibêje ev Deh Fermanên ku li ser tabletên kevirî hatibûn nivîsandin nîşaneyên ji ba Xwedê bûn. Îcar ew ferman çi bûn? Di Pirtûka Derketinê ya Tewratê ya ku Mûsa (AS) ji ber tabletên kevirî kopî kirine de bi temamî tên dayîn.

Xwedê ev tişt gotin: “Ez Xwedayê te Xudan im ku tu ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranî. Wê ji min pê ve tu îlahên te tune bin. Tê ji bo xwe pûtê tu tiştekî çênekî ku dişibe giyandarekî li ezmanan, an li ser erdê yan jî di bin avê de ye. Tê li ber pûtan neçî ser çokan û neperizî wan. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im. Ez hesabê sûcên kesên ji min nefretê dikin, ji zarokên wan, ji neviyên wan, ji nifşê sisêyan û çaran jî dipirsim. Lê kesên ji min hez dikin û emrên min dikin, ez bi hezar nifşan ji bo wan dilsoz im. Tê navê Xwedayê xwe Xudan vala neyinî ser zimanê xwe. Çimkî Xudan kesên navê wî vala tînin ser zimanê xwe bê ceza nahêle. Tê Roja Septê bi bîr bînî û pîroz bihesibînî. 

Tê şeş rojan bixebitî û hemû karên xwe bikî, lê roja heftan ji bo Xwedayê te Xudan Sept e. Wê rojê tu, kurê te, keça te, xulamê te, xadima te, heywanên te û xerîbên di nav we de, hûn ê tu karî nekin. Çimkî Xudan erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de, di şeş rojan de çêkirin û di roja heftan de bêhna xwe veda. Loma Xudan roja Septê pîroz û bereket kir û wekî rojeke pîroz nîşan kir. Qedrê dê û bavê xwe bigire ku emrê te li welatê ku Xwedayê te Xudan dide te, dirêj be. Tê nekujî. Tê zinayê nekî. Tê nedizî. Tê li dijî cîranê xwe şahidiya derewîn nekî. Tê çav bernedî mal û milkê cîranê xwe. Tê çav bernedî jin, xulam, xadim, ga, ker an jî tu tiştekî cîranê xwe. Gava tevahiya gel şahidiya dûyê serê çiyê, dengê boriyê, gurmîn û şirqîna birûskan kir, tirsiya û dûr sekinî.”

Derketin 20:1-18

Wer dixuye gelek ji me yên ku li welatên sekuler dijîn ji bîr dikin ku ew ferman bûn. Ew ne pêşniyar bûn. Ew ne nesîhet bûn. Ew ê nehatina nîqaşkirin. Ew ferman bûn ku diviya bi ya wan bikin – diviya bihatina bicihanîn. Ew Qanûnên Şerîetê bûn. Û Îsraîlî di nav tirsa pîroziya Xwedê de bûn.

Standarda Îteatê

Sureya Heşrê (Sure 59- Sirgunî) daxistina Deh Fermanan bi daxistina Quranê re dide ber hev û behs dike bê ew çawa hatine dayîn. Berevajî Quranê Deh Ferman li serê çiyayekî bi dîmenekî erjeng hatine dayîn.

Eger me ev Quran li ser çiyayekî bişanda, bi rastî tê ew bidîta ku wa ye ji tirsa Xwedê tirsgirtî, berdestbûyî û parçe parçe bûye. Em van nimûneyan ji mirovan re aşkera dikin da ku bifikirin. Ew Xweda ye, yê ku ji wî pê ve tu xweda nîn in. Ew xeyb û darîçav dizane. Ew e, yê mihrîvan, ê dilovîn.

Sureya Heşr 59: 21-22

Lê pirseke girîng dimîne. Wan bi ya çend fermanan kir? Ayeta jêrîn beriya Deh Dermanan hatiye danîn.

Mûsa derket ber Xwedê. Xudan ji çiyê deng lê kir û got: “Tê ji Mala Aqûb re, ji gelê Îsraîl re wiha bibêjî: ‘We dît ku min bi Misriyan çi kir û çawa we li ser baskê teyrên baz siwar kirin û anîn ba xwe. Li ser vê yekê heger hûn bi baldarî guh bidin peyva min û bi peymana min ve girêdayî bimînin, hûn ê di nav hemû gelan de bibin milkê min ê hêja. Çimkî tevahiya dinyayê ya min e.

Derketin 19:3-5

Ev ayet jî piştî Deh Fermanan hatiye dayîn.

Piştre nivîsa peymanê hilda û ji gel re xwend. Paşê gel got: “Em ê bi her gotina Xudan bikin û guhê xwe bidinê.” .

Derketin 24:7

Di pirtûka dawî ya Tewratê de (pênc heb hene) peyama dawî ya Mûsa îtaetkirina ji Şerîetê re bi kurtasî bi vî awayî dide:

Xwedayê me li me ferman kir ku em jê bitirsin û bi ya hemû fermanên Wî bikin ji bo ku her tim xweşî bi ser me de were û wekî îro em sax bimînin. Heke li ber Xwedayê xwe em bi ya hemû fermanên ku Wî dane me bikin, Ew ê wê ji me re rastî bihesibîne.

Tesniye 6:24-25

Bidestxistina Rastiyê

Li vir dîsa gotina ‘rastiyê’ xuya dike. Ew gotineke gelekî girîng e. Me cara pêşî ew di Nîşaneya Adem de dît dema ku Xweda ji zarokên Adem (me!) re got:

 “Ey Benîadem! Me cil dane we da ku hûn bi wan şerma xwe veşêrin û her wiha xweşik bibin. Lê cilên rastiyê yên herî baş in.  Ew ji nîşaneyên Xwedê ne ku belkî ew nesîhetê ji wan bigirin.

Sureya E’raf 7:26

Piştre me ew di Nîşaneya 2. a Îbrahîm de dît dema ku Xwedê soza kurekî da wî û Îbrahîm (AS) baweriya xwe bi wê sozê anî û piştre got:

Îbrahîm bawerî bi Xwedê anî û Wî (yanî Xwedê) ew (yanî Îbrahîm) ji xwe re mirovê rast hesiband.

Destpêk 15:6

(Ji kerema xwe li Nîşaneya 2. a Îbrahîm binêrin ji bo ravekirina rastiyê ya bi temamî).

Bi ser Qanûnê re riya bidestxistina Şerîetê tê dayîn, ji ber ku çawa ku ew dibêje: “Heke li ber Xwedayê xwe em bi ya hemû fermanên ku Wî dane me bikin, Ew ê wê ji me re rastî bihesibîne.

Tesniye 6:25

Lê şertê bidestxistina rastiyê dijwar e. Ew dibêje divê em ‘em bi ya hemû fermanên ku Wî dane me bikin’ û bi tenê bi wê em ê rastiyê bi dest bixin. Ev Nîşaneya Adem tîne bîra me. Ji ber yek tevgera bêîtaetiya li ber Xwedê ew hate darizandin û ji Bihuştê hate avêtin. Xweda li benda çend tevgerên bêîtaetiyê nasekine. Heman tişt ji bo jina Lût jî bû di Nîşaneya Lût de. Ji bo ku em cidiyeta wê fêm bikin di vê girêdanê de gelek ayetên Tewratê hene ku behsa asta vê bêîatetiya ji Qanûnê re dikin.

Ka em lê bifikirin bê ev tê çi wateyê. Carinan di dersên zanîngehê yên ku min digirtin de profesor gelek pirs didan me (wek mînak 25 pirs) di ezmûnê de, lê me ji wan pirsan hinek hildibijartin û bersiva wan dida. Wekî mînak me dikarî ji 25 pirsan 20 pirs hilbijartina û bibersivandina di ezmûnê de. Belkî xwendekarekî pirsekê pir dijwar bidîta û nexwesta hilbijêre, lê xwendekarekî din pirseke din dijwar bidîta û ew pirs hilnedibijarta. Bi vî awayî profesor ezmûn ji bo me hêsantir dikir.

Gelek mirov Deh Fermanên Şerîetê jî bi vî awayî dibînin. Ew dibêjin qey Xwedê piştî ku Deh Ferman dan, qesta wî ew bû ku, “Ji van Deh Fermanan pênc heban ji xwe re hilbijêrin”. Lê na, ew bi wî awayî nehatine dayîn. Diviya wan HEMÛ ferman bianîna cih, ne bi tenê çend heb ji wan hilbijartina ji xwe re. Bi tenê dema hemû Şerîat hat bicihanîn ‘ew ê rast bihatina hesibandin’.

Lê çima hin mirov bi vî awayî nêzîkî Şerîetê dibin? Ji ber ku bicihanîna Şerîetê pir dijwar e, bi taybetî ji ber ku ew ne bi tenê ji bo rojekê, ew ji bo tevahiya jiyana we ye. Lewma hêsantir e ku em xwe bixapînin û stardardê daxînin. Li van fermanan binêrin û ji xwe bipirsin, “Ez dikarim wan bînim cih? Hemûyan? Her roj? Bêyî têk biçim?” Sedema ku em vê pirsê dikin ji xwe ew e ku Deh Ferman hê jî di meriyetê de ne. Xwedê ew nesekinandine digel ku pêxemberên din (Îsa û Mihemed (AS) jî di nav de – li vir binêrin) piştî Mûsa (AS) hatine. Ji ber ku ew fermanên bingehîn in ji bo pûtperestiyê, perestina bi Yek Xwedayî, zînayê, diziyê, cînayetê, derewkirinê û hwd. Ew bêwext in û divê em hemûyan bînin cih. Tu kes nikare van pirsan bibersivîne li şûna yekî din – bi tenê ew bi xwe dikare wan bibersivîne. Û ew ê dîsa bersiva wan bide di Roja Qiyametê de li pêşberî Xwedê.

Pirsa herî girîng a li pêşberî Xwedê

Îcar ez ê ji Tesniye 6:25’ê pirsekê hinekî biguherînim û ji we bipirsim da ku hûn wekî şexs bi xwe bersiva wê bidin. Hûn çawa bersiv didin vê daxuyaniya Şerîetê, Şerîet jî bi wî awayî ji bo we tê xebitandin. Bersiva ku hûn dibêjin ji bo we rast e hilbijêrin. Bersiva ku ji bo we guncan e bitikînin.

Ji Tesniye 6:24-25’ê ji bo we hatiye şexsîkirin

Xwedê li min ferman kir ku ez jê bitirsim û ez bi ya hemû fermanên Wî bikim ji bo ku her tim xweşî bi ser min de were û wekî îro ez sax bimînim. Heke li ber Xwedayê xwe ez bi ya hemû fermanên ku Wî dane min bikim, Ew ê wê ji min re rastî bihesibîne.

Tesniye 6:24-25

Belê – ev ji bo min rast e.

Na – Ez bi ya hemû fermanên wî nakim û ev ji bo min ne rast e.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *