Skip to content
Home » Wê Rojê: Inşiqaq û Tûr û Mesîh

Wê Rojê: Inşiqaq û Tûr û Mesîh

  • by

Sureya Inşiqaqê (Sure 84 – Terikîn) teswîr dike bê çawa erd û asîman wê bilerizin û xera bibin di Roja Darizandinê de.

Dema ku asîman diterike, guhdariya fermana Xwedayê xwe dike û divê bike. Dema ku erd dirêj û rast dibe, yên di nav xwe de diavêje û xwe vala dike, guhdariya fermana Xwedayê xwe dike û divê bike. Ey mirov! Bi rastî tu bi bal Xwedayê xwe ve bi cehd û xebatê xwe diwestînî, vêca tu yê bigihîjî xebata xwe. Herçî ku pirtûka kirinên wî ji rexê wî yê rastê ve bê dayîn, ew ê hesabekî sehl û hêsan bibîne, ew ê bi kêfxweşî li malbata xwe vegere. Herçî ku pirtûka kirinên wî ji pişt wî ve were dayîn, ew ê di cih de mirinê bixwaze û bikeve agirê bipêt.

Inşiqaq 84:1-12

Sureya Inşiqaqê hişyariyê dide û dibêje kesê ku qeyda kirinên wî ji ‘milê wî yê rastê’ ve neyên dayîn, wê bikeve nav agirê bipêt di wê Rojê de.

Gelo hûn dizanin bê qeyda kirinên we wê ji milê we yê rastê ve yan wê ji pişt we ve werin dayîn?

Sureya Tûrê (Sure 52 – Çiya) bi hûrgulî teswîr dike lerizîna erdê û mirovên li serê di Roja Darizandinê de

Êdî wan di halê wan de bihêle, heta ku ew çav bi wê roja xwe bikevin, a ku ew tê de bêne bêhişkirin. Wê rojê kemîna wan dê tu feydeyê nede wan û arîkariya wan jî dê neyê kirin. Bêguman ji bo yên zilm kirine ezabekî ji bilî ezabê axiretê ji bo wan heye, lê belê pirên wan nizanin.

Sureya Tûrê 52:45-47

Tu baş dizanî ku te ‘xeletî’ nekiriye û te tu carî rastî ‘wekî xeletî’ (derew) nedîtiye da ku tu bikaribî ji darizandina wê Rojê derbas bibî?

Pêxember Îsa Mesîh (AS) hatiye ku alî wan kesan bike ku nizanin bê qeyda kirinên wan wê çawa ji wan re were dayîn di Roja Darizandinê de. Ew hatiye ku alî wan kesên bêçare bike. Wî di Încîlê de gotiye:

Li ser vê yekê Îsa dîsa ji wan re got: “Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ez deriyê miyan im. Hemû yên ku beriya min hatine diz û rêbir in, lê miyan guhdariya wan nekir. Derî ez im; yê ku bi destê min bikeve hundir, ew ê xilas bibe. Ew ê bikeve hundir, jê derkeve û çêrê bibîne. Diz bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe. “Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide. Yê ku bi pereyan hatiye girtin û ne şivan e, kesê ku ne xwediyê miyan e, dema ku dibîne gur tê, miyan dihêle û direve. Gur jî li wan dixe û wan belav dike. Ew direve, ji ber ku ew bi pereyan hatiye girtin û xema miyan naxwe. Ez şivanê qenc im. Ez ên xwe nas dikim û yên min jî min nas dikin, wekî ku Bav min nas dike û ez jî wî nas dikim. Ez ji bo miyan canê xwe didim. Miyên min ên din ên ku ne di vê hevşiyê de ne jî hene. Divê ez wan jî bînim û ew ê dengê min bibihîzin. Bi vî awayî, wê bibin şivanek û keriyek. Bav ji ber vê yekê ji min hez dike, ji ber ku ez jiyana xwe didim da ku ez wê dîsa bistînim. Tu kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe stand.”

Yûhenna 10:7-18

Pêxember Îsa Mesîh (AS) erkdariyeke mezin îdia dike ji bo parastina ‘miyên’ xwe û dayîna jiyanê ji wan re – di wê Roja ku wê were de jî. Ew erka wî heye? Tewrata Pêxember Mûsa pêşbîniya erkdariya wî kiriye bi Afirandina dinyayê ya di şeş rojan de. Piştre Zebûrê û pêxemberên piştre jî hûrguliyên hatina wî kehanet kiribûn da ku em bizanibin ku hatina wî bi rastî plana ji esmên bûye. Lê yek çawa dibe ‘miya wî’ û qesta wî çi bû dema ku wî digot ‘Ez ji bo miyan canê xwe didim’? Em li vir lê dinêrin.

Hîndariyên Pêxember Îsa Mesîh her tim mirov ji hev vediqetandin. Erê rast e, di dema wî de jî wisa bû. Va ye bê ew nîqaş çawa bi dawî bû û mirovên ku lê guhdarî dikirin çawa ji hev vediqetiyan:

Li ser van gotinan dîsa di nav Cihûyan de dubendî derket. Gelekan ji wan digot: “Ew bi cinan ketiye û ew dîn e. Çima hûn guhdariya wî dikin?” Hinekên din jî gotin: “Ev ne gotinên yekî ne ku bi cinan ketiye. Ma cin dikarin çavên koran vekin?” Hingê li Orşelîmê Cejna Pîrozkirina Perestgehê hatibû û zivistan bû. Îsa li Perestgehê di Eywana Silêman de digeriya. Cihû li dora wî civiyan û jê pirsîn: “Ma tê heta kengê me di şikê de bihêlî? Eger tu Mesîh bî, ji me re bi aşkerayî bibêje!” Îsa bersiva wan da: “Min ji we re got. Lê hûn bawer nakin. Karên ku ez bi navê Bavê xwe dikim, ji min re şahidiyê dikin. Lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji miyên min in. Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li pey min tên. Ez jiyana herheyî didim wan û ew tu caran helak nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxe. Bavê min ê ku ew dane min, ji hemûyan mezintir e û tu kes nikare wan ji destê Bavê min derxe. Ez û Bav yek in.” Cihûyan dîsa kevir hildan ku wî bidin ber keviran. Îsa ji wan re got: “Min ji Bav gelek karên qenc nîşanî we dan. Hûn ji ber kîjanî min didin ber keviran?” Cihûyan bersiva wî da: “Em te ne ji ber karekî qenc didin ber keviran, lê em te ji ber çêran didin ber keviran! Ji ber ku tu mirov î, lê tu xwe dikî Xwedê.” Îsa bersiva wan da: “Ma di Qanûna we de nenivîsiye ku Xwedê gotiye: ‘Hûn îlah in’? Em dizanin ji wan kesên ku peyva Xwedê ji wan re hatiye, ‘îlah’ hatibe gotin jî, Nivîsara Pîroz xera nabe. Bav ez kirim veqetandiyê pîroz û ez şandim dinyayê, îcar ji ber ku min got: ‘Ez Kurê Xwedê me’, hûn çawa ji min re dibêjin: ‘Tu çêran dikî!’ Eger ez karên Bavê xwe nekim, ji min bawer nekin. Lê eger ez wan dikim, hûn ji min bawer nakin jî, dîsa bi karên min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fêm bikin ku Bav bi min re ye û ez bi Bav re me.” Hingê dîsa wan xwest ku Îsa bigirin, lê Îsa ji destê wan derket. Îsa dîsa derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû û li wê derê ma, cihê ku Yûhenna di destpêkê de lê mesh dikir. Gelek kes dihatin ba wî û digotin: “Yûhenna tu nîşan çênekir, lê hemû tiştên ku Yûhenna li ser vî mirovî gotin rast derketin.” Û li wê derê gelekan bawerî bi wî anî.

Yûhenna 10:19-42

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *