Skip to content
Home » Padîşahiya Xwedê: Gelek vexwendî ne lê…

Padîşahiya Xwedê: Gelek vexwendî ne lê…

  • by

Sureya Secdeyê (Sure 32 – Secde) wan kesên ku dia dikin ji dil û can di secdeyê de teswîr dike û piştre xelata wan dibêje.

Tu kes nizane ka Xwedê ji bo bawermendan ji wan tiştên ku çav pê ronî dibin, bi sedema ya ku kirin çi xelat hilandine.

Sureya Secdeyê 32:17

Sureya Rehman (Sure 55 – Dilovan) di ayetên di navbera 13 û 77’an de 31 caran pirsekê dike:

Îdî hûn kîjan qenciyên Xwedayê xwe înkar dikin?

Sûreya Rehman 55:13 – 77

Vêca (gelî ins û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Xwedê însan ji heriyeke kelijandî afirandiye mîna firaqên ji heriyê.

Cin jî ji guriya êgir a bêdû afirandine.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ew Xwedayê her du rojhilat û her du rojavayan e.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Xwedê her du derya (ya şîrîn û ya şor) herikandin ku ew digihên hev.

Di navbera wan de navberek heye, ew têkilî hev nabin.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ji her du deryayan sedef û mercan derdikevin.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ew keştiyên wekî çiyayan bilind, ew ên ku mirovan ew çêkirin di behrê de dikişin her yên Xwedê ne.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Her çi tiştên ku li ser erdê hene tev fanî ne.

Lê belê Xwedayê te ku xwediyê mezinahî û keremê ye dê baqî bimîne.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Yên ku li erd û asîmanan hene tev daxwazên xwe jê dikin. Ew her gav di karekî ji hev cuda de ye.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Gelî îns û cinan! Em ê ji (hesabê) we re jî vala bibin.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Gelî civata cin û însanan! Eger hûn dikarin ji aliyên erd û asîmanan (ji binê desthilatiya me) derkevin de derkevin. Lê hûn bêyî hêzekê nikarin derkevin (ew hêz jî ji bo we ne mimkun e).

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Bi ser we de guriya agirê bêdû û risasa helandî dê were şandin û (hingê) hûn nikarin arîkariya hev jî bikin.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Gava asîman biqelişe û bibe wekî soreguleke mîna zeyta kelî, (ew roj) çiqas dijwar e!

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ha wê rojê ji tu însanî û ji tu cinekî gunehê wî jê nayê pirsîn. (Lewra wê rojê ji qenc û neqencan re hin alamet hene ku pê têne naskirin).

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Gunehkar bi nîşanên xwe têne naskirin, bi perçem û lingên wan têne girtin (û di cehenemê tên werkirin).

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ha ev, ew cehenem e ya ku gunehkaran pê bawerî nedianî.

Gunehkar di navbera dojehê û ava kelî de diçin û tên.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ji bo kesê ku ji rawestana li ber destên Rebê xwe ditirse du cenet hene.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Her du cenet jî xweydarên bi çiqil û fêkî ne.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Di her du cenetan de du kanî hene ku diherikin.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Di her du cenetan de jî ji her mêweyî du texlît hene.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Xelkê cenetê li ser doşekan paldayî ne ku betanê wan ji hevrîşimê stûr e. Mêweyê her du cenetan jî (ji wan re) nêzîk in.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Di cenetan de dîlberên wisa hene ku çavên wan tenê li mêrên wan e û beriya mêrên wan ne însekî ne jî cinekî dest nedaye wan.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ew dîlber her wekî yaqût û mercan in.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ma xelata başiyê ji bilî başiyê dê çi be?

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ji van her du cenetan pê ve du cenetên din jî hene.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Ev her du cenet kesketarî ne.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Di her du cenetan de jî du kanî hene ku her û her diherikin (û naçikin).

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Di her du cenetan de jî mêwe û xurme û hinar hene.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Di cenetan de dîlberên exlaqxweş û rûspehî hene.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Horiyên di konan de nixumandî ne, çavê wan tenê li mêrên wan e.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Beriya mêrên wan, ne însekî ne jî cinekî dest nedaye wan.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Xelkê cenetê li ser balgehên kesk û mexfûrên xweşik paldayî ne.

Vêca ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?

Sureya Rehman 55:13-77

Heke ji bo rastiyan xweşiyên wiha wê hebin, em ê bifikirin ku tu kes wê qenciyên wiha yên ji ba Xwedê înkar neke. Ew ê bibe ehmeqiyeke mezin. Lê Pêxember Îsa Mesîh (AS) çîrokekê ji me re dibêje ku em bibînin ku em di xetereya înkarkirina van qenciyên Xwedê de ne ku li deverekê ji bo me hatine hilandin. Pêşî em hinekî lê binêrin.

Me Gotina Erkê ya pêxember Îsa Mesîh (AS) a ku hikmî nexweşiyan û xwezayê jî dikir dît. Her wiha wî li ser Padîşahiya Xwedê hîndarî dikir. Çend heb pêxemberên Zebûrê der barê Padîşahiya ku wê were de nivîsandibûn. Îsa li vê hîndariyê zêde kir û got ku Padîşahî ‘nêzîk’ e.

Wî pêşî hîndariya Weaza li serê Çiya da, nîşan da bê çawa hemwelatiyên Padîşaiya Xwedê wê ji hev du hez bikin. Li sefalet, mirin û neheqî û dehşeta ku em îro dijîn bifikirin (bi tenê guh bidin nûçeyan), ji ber ku em guh nadin hîndariyên wî yên li ser hezkirinê. Heke em li Padîşahiya Xwedê bijîn, rewş wê ji jiyana li vê dinyayê ku carinan wekî dojehê ye cudatir be. Nexwe divê em bi awayekî cuda nêzîkî hev bibin – bi hezkirinê.

Çîroka Ziyafeta Mezin

Ji ber ku kêm kes wekî ku Îsa Mesîh hîndariya wê kiriye dijîn, dibe ku hûn bibêjin kêm kes wê ji bo Padîşahiya Xwedê werin vexwendin. Lê ew ne wisa ye. Îsa Mesîh (AS) çîroka ziyafeteke got da ku pê nîşan bide bê çawa vexwendnameya Padîşahiyê digihîje gelek cihan. Lê ew li gorî hêviya me çênabe. Încîl dibêje:

Îcar yekî ji yên ku bi wî re li ser sifrê rûniştî bûn, gava ev yek bihîst, ji Îsa re got, “Xwezî bi wî yê ku di Padîşahiya Xwedê de nên bixwe!” Lê Îsa ji wî re got, “Mirovekî şîveke mezin çêkir û gelek xelk vexwendin û çaxê şîvê xulamê xwe şand da ku gazî yên vexwendî bike û ji wan re bibêje, ‘De werin, her tişt amade ye.’ Lê her yekî ji wan lêborîna xwe jê xwest. Yê pêşî jê re got, ‘Min zeviyek kiriye û divê ez herim lê binêrim. Ez hêvî ji te dikim ku tu li min negirî.‘ Yekî din got, ‘Min pênc cot ga kirîne, ez diçim wan biceribînim. Ez ji te hêvî dikim ku tu li min negirî!’ Yekî din jî got, ‘Min jin aniye û ji ber vê yekê ez nikarim bêm.’ Yê xulam vegeriya û ev tişt ji axayê xwe re gotin. Hingê malxweyê malê hêrs ket û ji xulamê xwe re got, ‘Bi lez here derve nav meydan û kolanên bajêr, belengaz, seqet, kor û kulekan bîne hundir.’ Xulam got, ‘Ezbenî, emrê ku te da pêk hat, lê hê jî cih heye.’ Axa ji xulam re got, ‘Rabe, derkeve ser rê û sêncan, bi zorê xelkê bîne hundir da ku mala min tije bibe. Ez ji we re dibêjim, yek ji wan mirovên vexwendî wê ji şîva min tam neke.’”

Lûqa 14:15-24

Fêmdariyên me yên qebûlkirî serobino dibin – gelek caran – di vê çîrokê de. Serê pêşîn em ferz dikin ku Xweda wê gelek kesan venexwîne Padîşahiya Xwe (ku ziyafeteke li Malê ye), ji ber ku em dibêjin qey ew ê mirovan layîqî wê nebîne, lê ew fikra me xelet e. Vexwendnameya ji bo gazîkirina Ziyafetê ji gelek kesan re diçe. Xwediyê malê (Xweda ye di vê çîrok de) dixwaze sifreya wî bi mirovan tije be.

Lê guherîneke nehêvîkirî heye. Di rastiyê de gelek kêm kes dixwazin werin. Ji bo ku ew neyên ew ji xwe re li hincetan digerin! Îcar lê bifikirin bê hincetên wan çi qasî bêwate ne. Kî wê gayan bikire, beriya ku wan bikire heke ew wan neceribîne? Kî wê zeviyekê bikire, beriya ku wê bikire heke ew li wê zeviyê nenêre? Na, ev hincet niyeta rast a di dilê vexwendiyan de nîşan didin – ew naxwazin herin Padîşahiya Xwedê, li şûna wê ew dixwazin tiştên din bikin.

Dema ku em dibêjin belkî Malxwê aciz bibe ji ber ku kêm kes hatine ziyafeta wî, em dibînin ku guherîneke din pêk tê. Îcar berevajî wan mirovên ku hatibûn vexwendin, kesên ku di hişê me de wekî kesên ne layîqî vexwendina ziyafeteke mezin tên dîtin, kesên ku “li meydan û kolanan” dijîn, kesên “feqîr, seqet, kor û kulek” – ku em bi piranî ji wan dûr disekinin- ji bo ziyafetê tên vexwendin. Vexwendnameyên vê ziyafetên diçin heta deverên dûr û gelek mirovên ku neyên bîra min û we tên vexwendin. Malxweyê Ziyafetê dixwaze mirov werin wir û kesên ku em bi

Îcar ev mirov tên! Tu eleqeya wan bi zevî û gayan re nîn e ku ji hezkirina wan re bibe reqîb û berê wê bide ser xwe, ji ber vê yekê ew têne ziyafetê. Padîşahiya Xwedê mişt tijî ye û daxwaza Malxwê jî tê cih!

Pêxember Îsa Mesîh (AS) vê çîrokê dibêje da ku pirsekê ji me bike: “Min ê vexwendnameya ji bo Padîşahiya Xwedê qebûl bikira, heke min vexwendnameyek bigirta?” Yan jî tiştekî din heye ku bêtir bala we dikişîne û hûn li hincetan digerin ji bo ku vexwendnameyê qebûl nekin? Rastî ew e ku hûn tên vexwendin ji bo vê Ziyafeta li Padîşahiyê, lê rastiyek din jî heye ku piraniya me vexwendnameyê ji ber sedemekê qebûl nake. Em tu carî nabêjin ‘na’ rasterast, em ê li hincetan digerin ji bo redkirina xwe. Di dilê me de ‘hezkirinên’ din hene ku sedema vê redkirinê ne. Di vê ziyafetê de sedema redkirinê hezkirina ji bo tiştên din e. Kesên ku pêşî hatin vexwendin ji tiştên din ên vê dinyayê (wekî mînak ‘zevî’, ‘ga’ û ‘zewac’) bêtir hez dikirin ji Padîşahiya Xwedê.

Çîroka Meleyê Dîndar ê Neheq

Hin kes ji me ji Padîşaha Xwedê bêtir ji tiştên li vê dinyayê hez dikin, lewma vê vexwendnameyê red dikin. Hin kes ji me jî ji xûypakiya xwe hez dikin yan jî pê bawer in. Pêxember Îsa Mesîh (AS) bi gotina çîroka alimekî dînî ya wekî mînak li ser vê yekê sekiniye:

Îsa ev mesele jî ji hinekan re got, ên ku ji rastdariya xwe piştrast in û yên din kêm dibînin: “Du mirov hilkişiyan Perestgehê da ku dua bikin. Yek ji wan Fêrisî bû û yê din bacgir bû. Yê Fêrisî li ser piyan rawestiya û ji xwe re wiha dua kir: ‘Ya Xwedê, ez ji te re şikir dikim ku ez ne wek mirovên din im: Ez ne rêbir, ne neheq, ne zînakar, an jî ne wek vî bacgirê ha me. Ez di heftiyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka hemû derameta xwe didim.’ Lê yê bacgir ji dûr ve rawestiya û nedixwest çavên xwe jî ber bi ezmên ve hilde; wî li singê xwe dixist û digot: ‘Ya Xwedê, li min gunehkarî were rehmê!’ Ez ji we re dibêjim: Ne yê Fêrisî, lê yê bacgir rastdar çû mala xwe. Ji ber ku her kesê ku xwe bilind bike, wê bê nizimkirin; lê yê ku xwe nizim bike, wê bê bilindkirin.”

Lûqa 18: 9-14

Li vir yekî Fêrisî (alimekî dînî ye wekî meleyan) di dîndarî û xûypakiya xwe de bê qisûr xuya dike. Îbadeta xwe ya rojîgirtin û zekatdayînê ji pêwîstiyê zêdetir dike. Lê ew mele bi rastdariya xwe gelekî bawer bû. Tiştê ku pêxember Îbrahîm (AS) berî demeke dirêj nîşan dabû û gotibû wî rastdariya xwe bi tenê bi bawerkirina ji wehda Xwedê girtiye ne ev bû. Her wiha bacgirekî (karmendê bêexlaq ê wê demê) bi nefsbiçûkî merhamet ji Xwedê xwest û bi baweriya ku wî merhamet girtiye çû mala xwe bi ‘rastdarî’ – ji Xwedê re rast bû – lê yê Fêrisî (mele) ferz dikir ku ew ‘ji Xwedê re rast e’, lê ew hê jî di nav gunehan de bû ku li ser dihatin hesibandin.

Ji ber vê yekê Îsa Mesîh (AS) ji me dipirse bê em bi rastî dixwazin herin Padîşahiya Xwedê, yan ew bi tenê yek ji meylên me yên li ser tiştên din e. Her wiha ew ji me dipirse bê em baweriyê bi xûypakiya xwe tînin yan bi dilovaniya Xwedê.

Girîng e ku em van pirsan bi duristî ji xwe bikin, ji ber ku yan na em ê hîndariya wî ya di dorê de – pêwîstiya Pakiya Hundirîn– fêm nekin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *