Skip to content
Home » Nîşaneya 3. a Îbrahîm: Qurban

Nîşaneya 3. a Îbrahîm: Qurban

  • by

Pêxemberê mezin Îbrahîm (AS) di nîşaneya berî vê de soza kurekî girtibû. Û Xwedê soza xwe anîbû cih. A rast Tewrat çîroka Îbrahîm (AS) didomîne û dibêje du kurên wî çêbûne. Di Destpêk 16’ê de Tewrat dibêje bê çawa kurê wî Îsmaîl ji Hacerê çêbûye û her wiha Destpêk 21 dibêje bê çawa kurê wî Îshaq ji Serayê çêbûye piştî çardeh salan. Mixabin ev hemû di nava malê de bûne sedema rikberiyeke mezin a di navbera du jinan ango Hacer û Serayê de û wê kir ku Îbrahîm Hacerê û kurê wê bişîne ji cem xwe. Hûn dikarin ji vir bixwînin bê ew çawa qewimî û Xwedê çawa Hacer û Îsmaîl bi riyeke din pîrozî kirine.

Qurbaniya Îbrahîm Pêxember: Bingeha Cejna Qurbanê

Piştî ku di malê de kurekî wî ma, Îbrahîm (AS) bi ezmûneke mezin re rû bi rû dimîne, lê ew riyeke gelekî baş vedike ji me re da ku em Riya Rast fêm bikin. Hûn dikarin çîroka ezmûna qurbanîkirina wî ya kurê xwe ya di Tewrat û Quranê de ji vir bixwînin. Ev çîroka di Kitêba Pîroz de bûye sedema pîrozkirina cejna qurbanê. Lê ew bi tenê ne bûyereke dîrokî ye. Bêtir e.

Em dikarin ji çîroka di Kitêba Pîroz de bibînin ku ew ezmûnek e ji bo Îbrahîm (AS), lê ew ji wê jî bêtir e. Ji ber ku Îbrahîm pêxemberek bû, ew ezmûn ji bo me jî nîşaneyek e û em dikarin bibînin bê Xweda çawa xema me dixwe. Bi çi awayî ew nîşaneyek e? Ji kerema xwe bala xwe bidin navê ku Îbrahîm li cihê qurbanîkirina kurê xwe kiriye.  Ew beşa Tewratê li vir hatiye dayîn da ku hûn rasterast bixwînin.

Îbrahîm serê xwe bilind kir û dît ku qiloçên beranekî di nav deviyê de asê mane. Rabû çû, beran anî û ew di cihê kurê xwe de kir qurbaniyê şewitandinê. Îbrahîm navê wê derê “Yahwe-Yîre” danî. Heta îro jî dibêjin: “Li çiyayê Xweda wê bide.”

Destpêk 22: 13-14

Bala xwe bidinê bê Îbrahîm (‘Abraham’ di Tewratê de) çi nav li wî cihî kiriye. Jê re gotiye ‘çiyayê Xweda wê bide’. Ev hevoka dema borî, dema niha yan dema bê ye? Helbet ew hevoka dema ye. Ji bo ku zelaltir bibe, şîroveya ku li pey tê (ya ku Mûsa -AS- lê zêde kiriye dema ku wî ev çîrok berhev kiriye di Tewratê de piştî derdora 500 salî) wê dubare dike û dibêje “ew ê bê dayîn”. Îcar ev hevok jî di dema bê de ye û li dema bê dinêre. Piraniya mirovan dibêjin qey Îbrahîm bi vê gotinê behsa beran (nêrê mêşinan) dike ku ew wî di nav deviyê de digire û li şûna kurê xwe qurbanî dike û wî dişewitîne. Lê dema ku Îbrahîm nav li wî cihî kir ew beran jixwe miribû, hatibû qurbanîkirin û şewitandin. Heke Îbrahîm behsa beranê ku hatibû qurbanîkirin û şewitandin bikira wî yê jê re bigota ‘yê ku Xwedê daye’, yanî wî yê ew di dema borî de bigota. Û Mûsa (AS) heke behsa wî beranê ku ket şûna kurê Îbrahîm bikira, wî yê bigota ‘Heta îro jî dibêjin “Li çiyayê Xweda da”’. Lê hem Îbrahîm hem jî Mûsa bi awayekî zelal navekî bi hevoka di dema bê li wî çiyayî dikin, ji ber vê yekê em dizanin ku qesta wan ne beranek mirî ye ku hatiye qurbanîkirin.

Nexwe qesta wan çi bû? Heke em li delîlekê bigerin, em ê bibînin ku Xwedê di serê vê Nîşaneyê de ji Îbrahîm re gotiye here wê derê:

Piştre Xwedê got, “Kurê xwe yê yekta, Îshaqê tu jê hez dikî hilde û here herêma Moriyayê. Li wir, li serê çiyayekî ku ez ê ji te re bibêjim, wî bike qurbaniya şewitandinê.”

ayeta 2

Li ‘Moriyayê’ çi qewimî? Û ew li ku derê ye? Ew der di dema Îbrahîm de devereke çolter bû (2000 Berî Zayînê), lê hezar salî piştre (1000 Berî Zayînê) Padîşahê navdar Dawid li wê derê bajarê Orşelîmê ava kir û kurê wî Silêman (Solomon) Perestgeh çêkir li wir. Em vê yekê ji Zebûrê bixwînin:

“Silêman piştre li Orşelîmê li Çiyayê Moriya yê ku Xwedê xwe lê nîşanî bavê wî dabû Perestgeha Xwedê çêkir.”

Dîrok II 3:1

Bi gotineke din ‘Çiyayê Moriya’ yê di dema Îbrahîm (û piştre Mûsa) de lûtkeya çiyayekî îzolekirî bû li çolterê, lê hezar salî piştre bi saya Dawid û Silêman ew der bû navend û bajarê paytext ê Îsraîlan ku lê Perestgeha Xwedê ava kirin. Ew der di roja me de jî cihekî pîroz e ji bo gelê Cihû. 

Çiyayê Moriya ji aliyê Xwedê ve hatibû hilbijartin, ne ji aliyê Îbrahîm (AS) ve. Çawa ku Sureya Cin (Sure 72) rave dike:

Bêguman mizgeft ên Xwedê ne. Nexwe ji xeynî Xwedê li ber tu kesî din negerin.

Sureya Cin 72:18

Cihên perestinê ji aliyê Xwedê ve tên hilbijartin. Em fêm dikin bê çima ew der hatiye hilbijartin.

Îsa Mesîh û qurbaniya li Çiyayê Moriya

Em li vê derê têkiliya rasterast a di navbera Îsa Mesîh (AS) û Încîlê de dibînin. Em vê girêdanê dema ku hînî yek ji bernavên Îsa dibin dibînin. Gelek bernav li Îsa hatine kirin. Bernavê wî yê ku herî zêde tê zanîn ‘Mesîh’ e. Lê navekî din jî li wî hatiye kirin ku zêde nayê zanîn, lê ew gelekî girîng e. Em di Încîlê dibînin dema ku di Încîla Yûhenna de pêxember Yehya (di Încîlê de Yûhennayê Imadker e) dibêje:

Dotira rojê Yûhenna dît ku Îsa ber bi wî ve tê û wî got: “Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike. Ev ew kes e ku min ji bo wî gotibû: ‘Piştî min yek tê ku di ser min re ye, ji ber ku ew beriya min hebû.’

Yûhenna 1:29-30

Ev bernavekî Îsa (AS) yê girîng e, lê zêde nayê zanîn, Yehya ev nav li wî kiriye ‘Berxikê Xwedê’. Îcar li dawiya jiyana Îsa bifikirin. Ew li ku hate girtin û cezayê çarmixkirinê lê girt? Li Orşelîmê (çawa ku em dibînin ew der ‘Çiyayê Moriya’ bi xwe bû). Ji bo dema girtina wî wiha tê gotin:

Gava ew hîn bû ku ew ji wê dera ku di bin hikimdariya Hêrodês de ye, wî ew şand ba Hêordês. Hêrodês bi xwe jî di wan rojan de li Orşelîmê bû.

Lûqa 23:7

Bi gotineke din, girtin, darizandin û mehkûmkirina Îsa li Orşelîmê pêk hat (= Çiyayê Moriya).

Em vegerin ser Îbrahîm. Wî çima ev navê bi dema bê ‘Xweda wê bide’ li wî çiyayî kir? Ew pêxember bû û wî dizanî ku tiştek wê li wê derê ‘were dayîn’. Di wê bûyera dramatîk de, kurê Îbrahîm di kêliya dawî de ji mirinê hate xelaskirin, ji ber ku beranek li şûna wî mir. Du hezar salan piştre re, ji Îsa re gotin ‘Berxê Xwedê’ û ew hate girtin û mehkûmî mirinê bû li heman deverê!

Tabloya bûyêrên li Orşelîmê / Çiyayê Moriya

Fidyeya qurbaniyê ya Îbrahîm: ji mirinê

Ma ev ji bo me girîng e? Ez nîşan bidim bê nîşaneya Îbrahîm çawa diqede. Di ayeta 107’an a Quranê de ji bo Îbrahîm (AS) wiha tê gotin:

Me di ber kurê wî de qurbaniyeke mezin şand

Sureya Saffat 37:107

Îcar dayîna ‘fidyeyê’ tê çi wateyê? Dayîna fidyeyê berdêlek e ji bo kesekî ku di girtîgehê de tê girtin ji girtîgehê were azadkirin. Nexwe ji bo Îbrahîm (AS) ‘fîdye’ tê wê wateyê ku ew girtiyê tiştekî ye (Erê digel ku ew pêxemberekî mezin e!). Ew girtiyê çi bû gelo? Bûyera kurê wî vê yekê ji me re dibêje. Ew girtiyekî mirinê bû. Digel ku ew pêxemberekî mezin bû, mirinê ew kiribû girtiyek. Me di Nîşaneya Adem de dît ku Xwedê Adem û Zarokên wî (her kes – pêxember jî tê de) kirine fanî – ew êdî girtiyên mirinê bûn. Lê bi awayekî bi vê bûyera qurbanîkirina beranekî fidyeya Îbrahîm (AS) hate dayîn. Heke hûn bala xwe bidin rêza nîşaneyan (Adem, Qabil&Habil, Nûh, Îbrahîm 1), hûn ê bibînin ku hema hema ji aliyê hemû pêxemberan ve heywan hatine qurbanîkirin. Dibe ku wan tiştekî ku ji ber çavên me direve dizanî. Em dibînin ku ev bûyer jî nîşan dide ku di dema bê de têkiliya wê bi Îsayê ‘Berxê Xwedê’ re heye.

Qurbanî: Pîroziyeke ji bo me

Qurbanîkirina li serê Çiyayê Moriya ji bo me jî girîng e. Di dawiya wê pevguhertinê de Xweda ji Îbrahîm re wiha dibêje:

“… û bi ziriyeta te, wê hemû neteweyên dinyayê bên pîrozkirin. Ji ber ku te bi goina min kir”

Destpêk 22:18

Heke hûn aîdî yek ji ‘neteweyên dinyayê’ bin (jixwe hûn wisa ne!), nexwe ev we eleqedar bike, ji ber ku wehd ew e ku hûn dikarin ‘pîroziyeke’ Xwedê bigirin! Ma ne hêjayî wê ye?  Girêdana çîroka Îbrahîm a bi Îsa ve çawa me pîrozî dike? Û çima? Me gotibû ku fidyeya Îbrahîm (AS) hatiye dayîn û ev yek ji bo me jî dikare bibe îşaretek, lê ji xeynî vê yekê li vê derê bersiveke bi zelalî xuya nake, lewma em ê bi Nîşaneyên (du nîşane hene) Mûsa bidomînin û ew nîşane wê bi zelalî bersiva van pirsên me bidin.

Lê ji bo niha ez bi tenê dixwazim bibêjim ku gotina ‘zarok’ a li vê derê yekjimar e. Ew behsa zarokên ku mirovan an jî neteweyan pêk tînin nake. Wehda pîrozîkirinê ya li vir di ser ‘kurekî’ Îbrahîm re ye – ji bo wî ‘ew’a yekjimar hatiye bikaranîn, ne ‘ew’a pirjimar a ku ji bo gelek mirovan an jî komeke mirovan e. Nîşaneya Derbasbûnê ya Mûsa wê bike ku em baştir fêm bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *